Zarok û Lîstikên Gundê Tizyanê: Zarok bê tirs û xof radibin
Nivîskar Mem Mukrîyanî, 76 lîstikên ku li gundê Tizyanê tê lîstin berhevkir. Pirtûk bi navê 'Lîstikên Gundê Tizyanê' di Weşanxaneya Wardozê de çap bû. Mukrîyanî, Ji bo zarokên li gundan mezin dibin wiha dibêje: “Ji bo wan her der cihê lîstikê ye, her kevir, dar, firaq û alav ji wan ra pêlîstok e, amûrên lîstikê ne. Gelek tiştên xwe bi xwe çêdikin. Afirîner mezin dibin. Bê tirs û xof radibin. Huner û qabîlîyeta wan a bedenî-fîzîkî xurttir dibe.”
DUVAR - Gundê Tizyanê girêdayî navçeya Artuklû ya Mêrdînê ye. Nivîskar Mem Mukrîyanî jî yek ji wan kesane ku li wê gundê hatîye dinê û mezin bûye. Mukrîyanî hewl da ku hemû lîstikên di gundê wan de ji alîyê zarok û yên mezin ve tên lîstin di pirtûkekê de berhev bike. Ji bo piranîya lîstikên şênber û biamûr jî wêne hat xêzkirin. Pirtûka Mukrîyanî bi navê 'Lîstikên Gundê Tizyanê' di Kanûna Pêşîn ya 2020î da çap bû.
Mukrîyanî, bi salan e ku li sehê berhevkarîyê dike. Mukrîyanî dibêje bi vê xebatê ji her cure kersteyên folklorê dikevin heqîba me. Lê li ser çîrok, meselok, destan, efsane… û cureyên din yê folklorê gelek berhevkar xebitîne û hîna jî dixebitin. Lê belê heta niha li ser lîstikan pir kêm xebat hatine kirin. Bi qasî ku ez hay jê heme hew du berhemên lîstikan hene. Ji bo welatekî xwedî dîrok -ku zarokên wê zêde ne- hejmareka pir hindik e. Û bi ser da jî di nav ewqas hebûn û dewlemendîya folklorê da. Li ser vê kêmanîyê min berê xwe da lîstikan. Çunkî ev qad vala maye, her roj yek bi yek ji bîra me derin, yan jî bi navsereyên me ra derin gorê. Heyfa min lê tê.
Me li ser pirtûkê û der barê lîstikên gundê Tizyanê, bi nivîskar Mem Mukrîyanî re xeberda...
Hemû lîstikên zarokên Kurd, bi Kurdî ne (zarokên li gundan dijîn), lê dema diçin dibistanan wê gavê lîstik dibin Tirkî. Lê tu carî kêfa zarokan zêde ji wan lîstikan re nayê. Sedema vê gelo lîstik in yan nikarin bi zimanê xwe xeber din, sedem çi ye?
Zarok, ji roja tên dinyayê û nav li wan tê kirin pê ve, hem dibin endamên civakê û hem jî roj bi roj ji çanda civaka xwe xweyî dibin. Di wan 6-7 salên ewil ên zaroktîyê da kêm zêde zarok dikemilin û zarok ji qonaxa lîstikên motoran (masûlkeyên qebe û tenik) derbasî merhaleya lîstikên birêzik û şênber dibin. Îcar di vir da, zarok hemû bingeh û esasên xwe li ser çanda xwe û zimanê xwe ava dikin. Hêdî hêdî dinyayê, derdorê, jîyanê nas dikin. Wextê diçin devê derîyê wê sazîyê, wekî ku nû ji dêya xwe bibin li wan tê. Tecribeya xwe ya zimanî û çandî li devê derê wê sazîyê dihêlin, ew tecribe nakeve hundirê wê sazîyê. Heke zimanê wan, çanda wan li dibistanan dewam bikira helbet dê kêfa zarokan bihata. Lê dewam nake. Bi ser da wekî ku qebehet kiribin wan ji çanda wan û zimanê wan dûr dixin. Ev sûc e. Sûcekî ku me jî çavên xwe jê ra girtine û em zêde dengê xwe nakin.
Lîstik bi zimanê dayikê be helbet tehma wê jî cuda ye
Pêşîyan gotîye, 'Her gîya li ser koma xwe şîn tê.' Zarok jî kok, reh û rîşalên xwe nexasim ji dê, pê ra jî ji bavê xwe digirin. Zarok, li gorî ku li ser koka xwe şîn dibin, nexwe çi tiştên ku ji kok û rehên zarokan in bi wan xweş û şîrîn in. Ji bo zarokan ku xwe îfade bikin û bidin îfadekirin, ziman di rêza pêşîn da ye. Ew tehm û xweşî jî mafê zarokan e.
'ZAROKÊN BAJARAN HÊSÎR IN, TEHNÊ JI ZAROKATÎYA XWE NAKIN'
Zarokên li gundan dijîn, hem di nava gundan de hem jî li çol û çîyayan bi awayekî serbixwe bi hevalên xwe re digerin û lîstikên curbicur dilîzin. Lê yên li bajaran dijîn nikarin. Tenê di lîstikgehan de dikarin bilîzin. Ew jî divê dê û bavên wan bi wan re bin. Ev mesele di navbera zarokên gundan û bajaran de dibe avantaj û dezavantajeke çawa?
Zarokên bajaran hêsîr in, hepsî ne. Tu tehmê ji zarokatîya xwe nakin. Qet nekarin bi serê xwe bimînin. Bi dest û lingên dê û bavê xwe qeyd û bendkirî ne. Ji bo dê û bav zarokên xwe ji hemû şiklên talûkeyan biparêzin 24 saetan bi wan ve girêdayî ne, kamera li ser wan in. Ne zarok tehmekê ji xwe dikin, ne dê û bav rehetîyekê dibînin. Lê di ber ra jî wê bêçaretîyê jî hîn dibin. Wextê mezin dibin, mirov tesîra van tiştan li ser karakterê wan jî dibîne. Ji bo zarokên gundan em nekarin heman tiştî bibêjin. Ji bo wan her der cihê lîstikê ye, her kevir, dar, firaq û alav ji wan ra pêlîstok e, amûrên lîstikê ne. Gelek tiştên xwe bi xwe çêdikin. Afirîner mezin dibin. Bê tirs û xof radibin. Huner û qabîlîyeta wan a bedenî-fîzîkî xurttir dibe. Di nav xwezayê da her cure teba û nebatên derdora xwe nas dikin. Bîrbir û rêzdar mezin dibin. Bi xwe bawer û kêfxweş digihîjin. Zarokên bajarî, ev tişt hazir tên ber wan û bi teknolojîyê ve girêdayî ne. Bêguman avantajên teknolojîyê jî hene, lê divê zarok pêşîyê xwe nas bikin, zarokatîya xwe bijîn.
Ji alîyê zarokan ve kîjan lîstik herî zêde tên lîstin?
Lîstin û pirlîstina lîstikan li gorî dem û demsalan diguhere. Hin lîstik jê hene bêhtir havînê tên lîstin, hin jê payîzê, hin jê jî zivistanê pir tên lîstin. Lê kêm zêde lîstikên ku pir tên lîstin û ku bêtir zarokên keç dilîzin çend heb jê ev in: Kupî, qet/ben, heftok, kortika morikan … Yên ku bêhtir zarokên kur dilîzin: Top, çirê, xirak, qotanê xelatê… Yên ku hem zarokên kur hem zarokên keç dilîzin: Çavkîşindorek, sobe, ka agirkî, mendîl qusûsî, malek tê tê, sataxa… ye.
'LÎSTIK ZIMANÊ DIBISTANAN ASÎMÎLASYONÊ GIRAN DIKIN'
Mirov dikare bi lîstikan ve zarokan hînê kurdî bike û pêşîya asîmîlasyonê bigire, yan jî asîmîlasyonê giran bike?
Dewletên pêşketî pir qedr û qîmetê didin pergela perwerdeyê, nexasim kreş û pêşdibistanan. Loma ji bo hemû zarokan 6-7 salên pêşîn pir û pir giring e. Nexasim zarokên 0-7 salî bi piranî dema xwe bi lîstikan derbas dikin. Ji bo ku esas û bingeha mezinên siberojê û zarokên îroyîn di 6-7 salên awil da tê avêtin, nexwe her malbat heke li malên xwe bi zarokên xwe ra bi kurdî biaxivin û bi kurdî lîstikên xwe bilîzîn, materyalên xwe bi xwe çêbikin, jimartok û zûgotinokên kurdî hînî wan bikin bêşik jî dê feydeya wê ji bo pêşîlêgirtina bişaftinê hebe. Lê her malbat nikare vî tiştî birêkûpêk bike, loma pergalek lazim e, ew jî dibistan in. Li Bakurê Kurdistanê dibistanên kurdan tune ne, loma lîstik û zimanê dibistanan asîmîlasyonê giran dikin.
Dewletên pêşketî wextê bernameya kreş, pêşdibistan û dibistanên xwe amade dikin, lîstikan li ber çavan digirin û bernameya xwe li gorî wê amade dikin. Gelek tiştan bi rêya lîstikan didin zarokan. Dersa ku wekî lîstikê be kêfa zarokan tîne.
'ANSÎKLOPEDÎYA LÎSTIKÊN KURDISTANÊ BÎNIN BER ÇAVÊ XWE'
Di pirtûkê de tenê gundê Tizyanê de 76 lîstik hatine berhevkirin. Ji bo gundekî hejmareke pir zêde ye. Ji van lîstikan çend heb tenê lîstikên gundê Tizyanê ne, çend heb ji derveyî gund hatine? Ji ber ku lîstika ku di pirtûkê de navê wî 'Devê Gur' e, li Serhedê jî heye, jê re dibêjin, 'Mişko.'
Welatekî ku bi hezaran salan, bi dehan şaristanî lê hewîyane û derbas bûne, ne îşê henekan e. Em li ser kelepor û mîrateyaka qedîm in. Lê tiştê ecêb, em ji ber ku parçe parçe bûne û ne xwedî pegalekê ne, em nizanin çîyê me heye çîyê me tune ye. Ansîklopedîya Lîstikên Kurdistanê bînin ber çavê xwe. Ez dibêjim dê bi hezaran lîstik tê da hebin. Helbet dê lîstikên wekî hev hebin, belkî navên cuda li wan hatine kirin, belkî varyantên hev bin. Ev lîstik bi sedan sal in ji nifşekî neqlî nifşekî din dibin. Loma bi rehetî û serbilindî meriv dikare qala dewlemendîya çanda xwe bike, lîstik jî di nav da. Îcar ji bo her gundekî li Kurdistanê em ji çaran yekê van lîstikan -lê her yek cuda- berhev bikin, hejmara wan digihîje hezaran. Ji xeynî van 76 lîstikan jî li dor 15-20 heb lîstikên din jî ku li gundê Tizyanê tên lîstin hene. Me navê van lîstikan tap kir û nivîsî, lêbelê ji ber ku awayê lîstina wan baş nehat bîra tu kesî me ew hiştin ku em li ser wan bixebitin.
Ev karekî dûdirêj e. Eger lîstik ji sehê neyên berhevkirin dê ev dane jî nekeve destê me. Heta ku lîstik ji çend herêman û ji her herêmekê jî ji 2-3 bajaran, ji her bajarekî ji 2-3 navçeyan û ji her navçeyekê jî ji 3-4 gundan neyên berhevkirin em ê nekarin tiştekî li ser rewşa lîstikan bibêjin bê kîjan lîstik ji ku hatîye û aîdê kîjan herêmê ye. Çawa ku çîrok, varyant û şaxên çîrokan hene, ez di wê bawerîyê da me, dibe ku ji bo lîstikan jî em li heman tiştî rast bên. Dibe ku heman lîstik, li du herêmên cuda bi du awayan-varyantan bê lîstin.
Te di pirtûkê de bo lîstika 'Bîrdîr Bîr'ê gotîye ku ev lîstik bi rêya mamosteyên tirk ve hatiye û ketiye nava zarokên gundî. Ew mamoste dema diçin bajarên din, lîstikên kurdan jî niha bi xwe re dibin. Bi vê awayî lîstik belav dibe. Piştî demekê lîstik jî wekî gelek tiştên din ji dest diçe.
Çand û ziman bidin û bistînin tiştekî baş e, lê wextê serdestîyê li hev bikin, tiştên hev bidizin, hevdu bifetisînin, ev tiştekî ne baş e. Heta niha talana ku bi serê kurdan hatîye ne hindik e. Ev talan bi gelek awayan in. Belê, talana çandê bê pîvan e. Ev çi kilam û stran in, çi çîrok û destan in, çi gotinên pêşîyan û biwêj in û çi lîstik in ku ji me hatine dizîn û li ber navê xwe nivîsîne. Çi ketîye ber kê ji xwe ra birîye. Sedem jî ji bêxwedîtî ye. Heke me bi giştî xwedîtî lê bikira em ê îro ne di vî halî da bûna û me yê gazinc nekirina. Em aniha, karê xwedîtîyê dikin. Tişê ku tê qeydkirin, xwedîtî lê tê kirin, derfeta wê ya dizîyê jî kêm dibe.
'ZÛ YE JI BO KU MIROV LÎSTIKAN JI HEV VEQETÎNE Û ANALÎZ BIKE'
Tenê di gundekî de 76 lîstik hene, lê dema mirov hemû gund û bajarên Kurdistanê binêre, bawer im dê bibe xebateke pir dewlemend. Wê gavê hem dibe arşîvek bo rojên pêş, him jî mirov dikare vê xebatê bike çavkanîyên gelek lêkolînan. Kîjan lîstik yên Kurdan in, kîjan yên Tirkan in, mirov wê çaxê dikare tiştekî bibêje. Gelo planeka te heye?
Welat gencîne ye û em di nav da ne, lê em pir hay jê nînin. Serê pêşîn berhevkarî divê. Heta ev keresteyên me yên folklorê ji nava dest û lingan neyên berhevdan, senifandin, analîzkirin û arşîvkirin em ê nekarin tiştekê tekûz li ser bibêjin. Em heta sibê xwe qure bikin bibêjin 'çanda me dewlemend e' lê îro roj tiştek nehatibe qeydkirin û nivîsîn bi min ew nayê hesibandin. Ji ber ku xebatên zanyarî li ser qeyd û bendan tên kirin û belav dibin. Belê, li ser çi kar û xebatê dibe bila bibe, çi karê ku pêşîyê hatîye kirin ji bo kar û xebatên li dû xwe bûye rê û ronahî. Çunkî çi xebatên ku dê bên kirin ji yên berîya xwe pişt digirin. Loma bi min heta têr berhevkarî neyê kirin û derfeta danberhevîyê çênebe, lîstikên miletan zû bi zû ji hev dernakevin. Li gorî min zû ye ji bo ku mirov lîstikan ji hev veqetîne û analîz bike bê kîjan lîstik a kîjan miletî ye. Belê siberojeka dûr ku hin lîstikên din jî bên berhevkirin û pê ve, ez bi nîyet im li ser lîstikên gelêrî û rola wan a di perwerdeyê da, yan jî bandora lîstikên gelêrî li ser geşedana zarokan, bixebitim. Çunkî wekî ku Guts Muths jî dibêje; “Ji bo geşedana wicûd û fikiran rola lîstikê di serî da ye. Vêya wilo bizane û bernameya xwe li gorî wê bi rêk û pêk bike.”