Atîlla Yenîsoy: Testa DNAyê bikin, hestî êydê kî ne bila bidin wan

Li navçeya Bismilê ya Amedê, 75 hestiyên mirovan di xerakirina qereqolê de ji aliyê xebatkaran ve hatibûn dîtin. Xizmên windabûyan ji bo hestiyên hatine dîtin, dixwaza testa DNAyê dikin.

Google Haberlere Abone ol

Semra Yansît
DİYARBAKIR - Li navçeya Bismilê ya Amedê, 75 hestiyên mirovan, dema xerakirina qereqolê de ji aliyê xebatkaran ve hatibû dîtin. Di sala 90an de jî li Bismilê 3 kes winda bibûn. Xizmên windabûyan, ji bo hestiyan daxwaza testa DNAyê kirin. Ji wan malbatan hevjîna windayî Uzeyîr Kurt, Salîha Kurt û birayê windayî Turgut Yenîsoy û Atîlla Yenîsoy Duvarê re axivîn.

Salîha Kurt hevjîna Uzeyîr Kurt ya ku 62 salî ye, qala dema windakirina Uzeyîr Kurt kir û wiha got: “Uzeyîr 30 sal berê li gundê Bîrîkê a girêdayê Bismil windabû. Di wê demê de li Bismil pêvçûnek pêk hat. Piştî pevçûne leşker û cerdevan serê sibê li ser mala me girtin û gotin, ‘Uzeyîr li ku ye?’ Uzeyîr li mala xwişka xwe hate girtin. Cerdevan û leşker gelek îşkencê lê kirin û bi xwe birin. Nezî 30 sale ji Uzeyîr tu agahî nayê. Niha hestî di bin Mudiriyeta Ewlehî ya Bîsmîlê de hatine dîtin. Em nizanin ew hestî ê kêne? Daxwaza me ewe ku bila DNA testî bikin û ew cenaze ê kê bin bila bidin xizmên wan a.”

Uzeyîr Kurt û Salîha Kurt

‘FERZKİRİNA SİXÛRTİYÊ LÊ DİKİRİN’

Atîlla Yenîsoy, birayê Turgut Yenîsoy e. Yenîsoy anî ziman ku bila hestiyên bidin wana û wiha domand: “Turgut yekî welatparest bû û karê esnaftiyê dikir. Ji ber Turgut welatperest bû dewlet ji me nesîkînî û cihê karê me di sala 93an de şewitandin. Piştî şewitandinê zehftir dihatin ser me. Polîsek ji qarekola Bîsmîlê bi navê Bîçercî her tim dihat mala me û ji birayên min re digot bibe ‘sixûr’. 3 çawîşên pispor bi navê Recep, Ehmed û Suleyman her tim zext li ser birayên min dikir û sixûrtî lê dikirin ferz. Lê Turgut qet vî tiştî qebûl nedikir.  Di 4ê Cotmeha 1994an de şevekî leşker hatin wî birin û ji wê rojêvê tu agahî me jê negirt.”

Turgut Yenîsoy

‘DEWLET PİŞTÎ 25 SALAN QEBÛLKİR KU TÛRGÛT WİNDAYE’

Yenîsoy di axaftina xwe de wiha got: “Di dawî 3 salî de dewlet hê nû qebûl kir ku Turgut windaye. Salek berî walitî bangî me kir û ji me re gotin: 'Emê 70ê mîlyar bidin we, kurê Turgut bikin memûr û hevjîna wî bi sîgortayê girêbidin.' Me qebûl nekir. Heta hestiyên me nedin, em dev ji tekoşîna xwe bernadin. Piştî qebûlkirina dewletê me serî li AÎHMê da û daxwazname me li AÎHMê ye.”

‘3 CENAZE Dİ BİN QERAKOLÊ DE HAT DÎTİN’

Yenîsoy bal kişand 75 hestiyê ku hatine dîtin û wiha domand: “Qerakola Bîsmîlê hat şikandin û piştre dê parq hatibûna çêkirin. Lê di bin qarekolê de 3 cenazê hat ditin. Em jî wek malbatên windayan onerge da meclîsê û bi parêzeran re me agahî da çapemeniyê. Piştre kolan hat sekinandin. Cenazê ku hatin dîtîn ji aliyê meleyê Şaredariya Qeyûm a Bîsmîl li Akpinarê hatiye veşartin.”

‘DEWLET ÎDDA DİKE KU HESTİYÊN 100 SAL BERÊ YE’

Yenîsoy di dawiya axaftina xwe de hêrsê xwe anî ziman û wiha bilev kir: “Dewlet jî zanê li Bîsmîl 3 kes hatiye windakirin. Çima DNA malbatên van 3 kesan nagrin? Ji me re dibêjin ev hestî ê 100 sal berê ye. Ji xwe qebûl kirine ku ev kes hatine windakirin, bila DNA bikin û eydê kê be bila bidin wana.”

‘EMÊ Jİ BO VEKİRİNA GORİSTANÊ SERLÊDAN BİKİN’ 

Parêzerê malbatan Muhîttîn Muguç jî anî ziman ku ji dozgeriyê tu agahî û îzahat nehqat dayîn û wiha got: “Nêzî meh û nîvek berê li ser nûçeyek û serlêdana malbatên em û hevalên parêzer çûn navçeya Bismilê. Du malbat vekaletên xwe dane me û me daxwaz kir ku hestiyên ku anîne dozgeriyê bên parastin. Di çarçoveya qanûna girtina agahiyan de me ji şaredariyê jî der barê vê mijarê de agahî xwest. Le Şaredariya Bismilê di  6ê hezîranê ji me re bersivek nivîskî şandin. Wan gotin ku, ‘nûçeyên ku derketine bêbingeh in’ Lê meleyê şaredariyê bi xwe got ‘Mİn wan hestiyan xwist goristanê’ Emê ji bo vekirina goristan serlêdan bikin.” 

‘Lİ MECLÎSÊ PEŞNİYARA LÊPİRSİNÊ HAT KİRİN’

Ji bo vê mijarê pêşniyara lêpirsîna Meclîsê hat kirin.

Di pêşnûmeya lêkolînê ya hevpar a ku bi îmzeya parlamenterên HDPê yên Amedê Dersim Dag, Hisyar Ozsoy, Remziye Tosun û Garo Paylan pêşkêşî Serokatiya Meclisa Mezin a Tirkiyê kirin de wiha hat gotin: "Li navçeya Bismilê ya Amedê di dema xebatên hilweşandina qereqolê de, di çapemeniyê de hat ragihandin ku hestiyên herî kêm 4 welatiyan ji aliyê xebatkarê kolandinê ve hatine dîtin. Ev nûçe ji aliyê çavkaniyên herêmî ve jî tê piştrastkirin. Têkildarî hestiyan li Midûriyeta Polîsan a Bismilê pisporên tiba edlî, hiqûqnas û antropologan rêbazên zanistî bi kar anîn. Di xala 98an a Destûra Bingehîn de ji bo lêkolîn bê kirin, xizmên kesên ku hestiyên wan li vir hatine dîtin bên definkirin. Organên ku li gorî nirx û rêgezên olî, wijdanî û qanûnî, piştî rûdana bûyerê kiryarên ku sûc in, lêkolîn bikin û di derbarê vê pêvajoyê de lêpirsînek bi bandor bimeşînin."

Etiketler Amed Bîsmil hestî meriv