Bîhna axê ez kuştim
Mirov çiqas bala xwe bide berhemên kurdî vê yekê dibîne. Jin bi bedewiya xwe derdikeve pêş. Karakterên jin, sedî nod û nehên wan ne bi kesayetî û hestewariya xwe bi xweşikbûna xwe derdikevin pêş.
Gula Almastê
Bîhna axa Deşta Bîşêriyê tê min. Bîhna axa Kevirzo, bîhna axa Barisil… Hesreta bîhna axê ez gêj kirim.” Berhema rêzdar Receb Dildar “Şikestî” bi peyva “ax”ê despêdike. Dema kurdekî go ax, bi wê peyva axê kizînî ji kezebê dertê, nalînek kûr bi wê axînê ji dil derdibê. Ew nalîn, dil û hişê mirov li ser axa ew niha li kû be li kû bijî dîsa vedigerîne li ser wê axa bav û kalan berbelav dike. Her çiqas ax jiyan be, di heman demê de jan, li dû hilma dawî jî spartina bedenê ya heta hetayê ye. Ger mirov bikaribe guhê xwe dagire ew ax bi mirov re dipeyîve. Dengê heyiyên li rûbarê wê axê xwe li rihê te digire. Çiqas sal û zeman li ser re derbasbibin, tu dîsa dikarî wî dengî bibîhîzî û hîs bikî. Heke tu li ser wê axê jiyabî û te ji wan kaniyan av vexwaribe bivê nevê tu xwe li rihê wê çandê digirî.
Dema min ev berhem xwend, min ji xwe re go; ev berhem li xwe mikurhatina kurda ye. Gorî agahiyên nivîskar ji dîrokê mînak dide diyare em qewmê talankerane, ji ber wê yekê ye em hîn nebûne xwediyê ti tiştî. Sedem çi dibe bila be “bindestî, tinebûna malê dinê, ol û baweriyên cûda mirov nake xwedî heqekî, qetla hinekan de xwe mafdar bibîne. Roj tê yekî din jî qetla te li xwe helal dibîne.” Çerxa felekê wisa ye, geh li jor, geh li jêr e. (r.132)
Wekî min li jorê diyar kir navê berhemê “şikestî” ye. Peyva şikestî di nav romanê de bi awayek pisporî di her beşekê de dubare û sêbare xwe li ber guhên xwîner dixe. Nivîskar Receb Dildar di vê berhema xwe de çîroka axekê bi hezar axînê ji bîranînên kesekî suryan bi lêvkirina lawekî bi navê; “Îsa” li heman herêmê bi tevî kurdên misilman û êzdî jiyanê dike. Belê nivîskar bi şêweyeke herîkbar qala demên qirkirin û berbelavkirina gelên mesîhî ya 1915an dike. Bêçaretiya wan a li hember zext û zordariya serdestan, qala serpêhatiyên li heman demê û hê jî di nav kurdan de ew wek “fille” tên bi navkirin dike. “Fille, ne ji wan bû, biçûk bû, kêm bû, kîret bû şikestî bû, nebaş bû, yê heqaretê bû.” (r. 35) Destkujê wan heram, xwîna wan helal bû.
Mixabin serdest çiqas înkar bikin jî dîrok rastiyê li ber çavan radixe. Mesîhî li vî welatî katibûn kuştin û yên mayî jî hatibûn qewirandin. Ew kirin koçberê bin xetê û penaberên welatên rojava; nivîskar rihê demê bi karaktere Îsa dide gotin. Ew qala xwe û bîranînên bavê xwe Mîrzayê Brahîm her wiha qala trajediya serdemekê û dîroka sed saleyekê dike.
Dema mirov qala berhemên ax û dîroka Kurdîstanê bike; bêguman, di nava nivîskarên kurd de rêzdar Receb Dildar cîhekî girîng digire. Taybetmendiya nivîskar berhemên xwe ji bûyer û qewimiyên dîroka nêzîk hildibîjêre. Bi zanistiya ziman û pevgirêdana hevokên xwe çavik bi çavik ji me xwîneran re şîrove dike. Her kurdekî kurmancî axêv bi aramî dikare ji şêwe û nivîsbêjiya birêz Dildar sûd werbigire.
Berhem; bîst û yek beşan pêktê, bîst û yek tena serê xwe ne hêjmareke ji rêzê ye, helbet ji bo gelên erdnîgariya axa Mezopotamyayê heman demê navê jiyanê navê nûbûnê; Newroz, bi xwe ye.
Her hevokeke vê berhemê, meloiyeke ji lorînên dayîkê pêk bê, bi sûrra bayê bikeve ser rihê mirov tevî êş û kulên welêt be, tê û cihê xwe bi zexim digire. Vebêjer me pêg bi pêg deşt û mêrgan, çiya û zozanan digerîne ji hezar kaniyên welat avê tîne li me xwîneran dide vexwarin. Bi zimanekî xweş mîşt hesreta welat pênaseya deşta bişêriyê –Dêra Qîrê- Xerzanê, Qubînî yê Dîyarbekirê bi berawird kirina du nifşan, bihost bi bihost me li axa Kurdistanê digerîne. Helbet bi tevî êş û nalîna ji wê axa birîndar derçûyî. Jixwe hêjî birîna wê axê ne cebirî ye û xwîn jê diherike.
“Rojên ronahî li me kirin şevereşên tarî, hemû hêviyên me di çal û bîran de fetisandin. Seyfo* yên xwe bi keviran tûj kirin li ser qirikên me ceribandin.” (r.20) Heyanî vir mirov hay ji mijara romanê dibe. Nivîskar di vir de mixabin qala rastiyeke bi destê serdestên ew hê jî lê xwedî dernakevin dike, fermana di sala 1915an de hatibû qewimandin; qirkirina hemû mesîhiyên vê axê bû.
“Ferman ji maqamên bilind bû. Kuştin ji bo wan nexem bû hemû xema wan zêrên zer û jinên ciwan bûn. Helbet keftar jî hebûn; ew jî li benda çûyîna wan bûn. Keftaran jî êrîşî bermayiyên talankeran dikirin…” (r. 20) Qesta nivîskar, rol û rewşa kurdên li herêmê çawa destê xwe tevî wê xwîna serdestan rijandibû ye.
“Heta ji derve zexteke mezin nehata, mala Emîn stara me bû. Loma, kesên derdorê bixwestana jî newêribûn, zordestî li me bikirana. Lê ji bo birayên Emîn nikanim heman tiştî bibêjim. Du birayên wî, ketin bin fermana waliyê Dîyarbekir û zilmake mezin li me mesîhiyan kirin.” (r.20)
Di vê berhemê de qala qenciyê, qala xirabî û neyariyê jî tê kirin. Zordestiya Bedîrxanê Mîrê Botan, neyariya Simaîl Axayê Şikakî; li hember nastûriyan bi kuştina serokê wan (Mar Şemûn), mêranî û şêraniya qewmê çiyê mala Eliyê Ûnis û mala Faro, Cemîl û Bişarê Çeto, Evdilayê Perîxanê, hwd. Gelek lehengê deşta bişêriyê û axayên eşîran li wan xwedî derketina Emînê Perîxanê, Wekî nivîskar gotiye “navê rijandina xwînê di kilamên dengbêjan de dibû merxasî” (r.159)
Deftera bixwîn! “Di gulana 1915an de, ez li gundê Çinêrya, li hewşa mala Mîrzayê Kalo di nav bîrê de bûm. Û ji bo ev rastî neyê bîrkirin min kaxida spî bi dilopeke xwîna biratiyê mor kir. Mîrzayê Brahîm” (r.59) Di vir de qala qenciya kurdekî êzdî dike. “Ew û em bindestên bindestan bûn” bi vê gotinê jî dîyare wekhevî di navbera kurda de perçebûna wan bi ser navê ol û bawerîyan çawa hatîye kirin û pelçiqandin.
Berhem bi şêwaza romenê despêdike. Lê belê mijar her pêşve diçe dema behsa şerên êşîr û bûyerên, di nava wan de dibe cîh bi cîh vediguhere şêwaza çîrokî jî, bi ya min a herî balkêş berhem bi biwêjan nehatiye xeniqandin. Biwêj an jî gotinên pêşiyan li gorî mijar û hevokê bi hunera nivîskar xwe di cîh de edilandiye.
“Ew axa bûn, xwedî çek bûn, dewlet pişta wan bû, cîhê me li kêleka şekalan bû!” (r.36) heyanî cîhekî bi pênase kirina vebêj; mirov divê rêber û mezinê eşîrên kurdan, wekî kurd serdestbin tevgeriyane lê belê berhem her ku pêşve diçe mirov pê li mijarê dihisîne, birîn kûr û gotin sar dimîne.
Edîtorî li pirtûkê nehatiye kirin, ji xwe pirtûkê de kesekî wek edîtor nehatiye nivîsîn, mirov ji hin beşan haydar dibe çend pevgirêdan û peyvên li vê berhemê nehatine li ber çavê nivîskar filitîne “feleka qehpe” -feleka xayîn- (r.14) “pîknîkek xweş” -geşt û ger- bi min xweştir e. ( r.117)
“Lê heke hêza te qels bûya û te li talana yekî ji xwe hêztir xistiba. Hem qanûna hikmatê hem jî qanûna hukmên şerîetê li te dihatin xezebê.” Kurdî de ev pirsgirêk hema bêje hemû pirtûkanda heye, mixabin bê daxwaz xwe li ber çavan dixe, dema hevok dirêj dibe hema di ber de bi xalbendê tê kutkirin; “xistiba. Hem” (r.138) Punto hatiye guherîn nivîs mezin bûye. (r.77…80- r.92…100)
Hevok bi ”Û” yê jî û bi “Ku”yê jî despêkirine. Gorî min dîsa hember pirsgirêkên edîtoriyê beşa hevdehan de dema vebêj “Îsa, deftera bixwîn-6”ê de qala bûyera kuştina Emînê Perîxanê dike wiha dibêjê; “ji Bîzansan dersên mezin stendibûn ji wê çaxê ve, dezgeha wan bi dek û dolaban bi hev ve girêdayîbû” (r.185) ev bawerî heke ji devê kesekî misilman bê şîrovekirin raste lê belê ji devê mesîhiyekî bê bihîstin rexne ne di cîh de ye, misilmana ew rexne ji ber ola xwe li ser ya wan re didîtin ji bo piçûkxistinê ji xwe re mînak didan.
Di berhêmê de rola jinê; mirov çiqas bala xwe bide berhemên kurdî vê yekê dibîne. Jin berî hertiştî bi bedewiya xwe derdikeve pêş. Karakterên jin, sedî nod û nehên wan ne bi kesayetî û hestewariya xwe; berhem çiqas qerase be jî berê bi xweşîkbûn an jî bi bedewbûna xwe derdikevin pêş. Paşê bi awayekî heke kiryarek bi mêrane hebe ne bi jinane bi wî hawî bi çend rûpelan an jî bi çend rêzikan qala wan tê kirin.
Mînak; di beşa duyem de destgirtiya Mîrza, Sara du salan şunve bi halekî şerpeze vedigere gundê xwe, ewil xwe li deriyê mala Mîrza digire. Diya Mîrza li wê û halê wê yê perîşan dibîne lê li hember rê û rêbazên civakê destê Sarayê digire wê dibe teslîmî dêrê dike. Di vir de mirov ji xwe re dibêje li du ewqas mirin û perçebûnê dayikek çawa wisa bi dilekî sar tevdigere.
Di beşa heyştan de, behsa xanimeke xwedî otêlekî tê kirin, ”Stî xanim,” bi navê xwe diyare ew kes kurdeke, jineke kurd di wan salan de çawa dibe xwediyê otêlekê? Li wê heremê ne tenê di nava kurdan de gorî dem û erdnîgariya xwe her çiqas sêwirandina nivîskar be jî lê mirov bûyerek wisa rih nayîne. Stî xanim bi qenciya xwe ve di hiş de dimîne, lê belê mirov ji xwe dipirse gelo, “ew ji kîjan gelî ye?” heke hin agahî di derbarê çîroka wê de bihata gotin bawerim wê baştir bihata fêmkirin.
Nivîskarên mêr dema di berhemên xwe de qala jinê dikin, ji hesta jinê bêpar dinivîsin bawerim sedema vê bêhaybûna wan ya hestên mê bûnê ye. Tenê hestên nêr tînin ziman mînak; “Edî şeva me bû, min heta destê sibê, xwe li ser laşê wê diceriband û ji taqet ketim.” Mirov ji xwe dipirse ka gelo wê çi dikir? “Ew jî pir westîyabû,” (r.102) ewqas!
Di beşa 17an de du kuştina Emîn, Perîxana diya wî diçe ser cinazê Emîn, wî dibîne rûyê wî bi çefiya serê xwe paqij dike, simbêlên Emîn badide li hember dijmin sekneke serbilindî tevdigere. Piştî bûyera Emîn gotineke Perîxanê di nav êl û êşîran de belav dibe, Perîxan dibêje: “Di şûna ku ez mirîşka salekê bim, bila ez dîkê rojekê bim.” (r.192) Jixwe dîtîn û sekna civakê bê guman baviksalariyê, civak dema pesnê jinekê bide dîsa bi tevgerek mêrane mînakan dide. Divê rol û mîsyona nivîskariyê hinekî jî ev be, bi mantiqek dor fire, fikrên hevpar bi peyamên erênî bondora xwe li ser civaka xwe bihêle.
Bila zimanzan min biborin lê dîsa xenîmeta “ku”yê bû. Min bi taybetî jirmatin (919) ku hebûn, xêynî li ku ya cih nişan bide. “Ku” carna gîhanek, carna şert û merc, carna bêhnok, carna jî despêka hevokê bû.
*Seyfo- Navê “şûr”ê dagirkeran e.