Binbêjinga helbestên Gulîzer de: Porê Jinê

Bi “porê jinê” azadî û serbestbûn hatiye pêş. Rewş û halê rih bi por ve xwe daye der. Piştî xwendina helbesta dirêj teqez tiştê ku yekserî û jinişkê ve tê bîra meriv bêguman keça kurd Jîna Emînî ye.

Arşiv
Google Haberlere Abone ol

Helbestkar Gulîzer sala 2023yan da bi navê “ez û hemû jinên ruhê xwe” ji Weşenxaneya Dara piştî heft salan dîsa ji xwînerên kurdî re got, merheba. Di kronojiya berhemên helbestkar de, “sindoqa dirûnê” û “ez û hemû jinên ruhê xwe” navbera herî dirêj e. Helbestkar bi pergalî sê salan carek berhemek li ser dîwarê helbesta kurdî bilind kiriye. Di heft salan de li ser helbesta xwe çi bilind kir an jî çi ji helbesta xwe daweşandiye?

Ji bo berhema dawî bê nirxandin û li ser bê seknandin çavkaniya herî xurt bêguman berhemên wê yê din in. Ez ê nivîsê di navbera du berheman da bibim û weynim. Çûndin û hatinek ne zêde car carna serîlêdanek. Di berhemên din da wek Sindoqa Dirûnê/2016, Şevname/2011, Bûka Baranê/2009, Kezîyên Jinebî/2006 da şirîkbûna ev berheman bi forma xwe mînalbûna wan e. Lê berhema dawî da du helbestên me yê direj/çemî henin. Poetîka şa’r bi kû ve destpêkiriye ber bi kû ve dimeşe. Em ê bêhtir bala xwe bidin risteyên ku li ser “serbêjing”ê û ew ê ku di “binbêjîng”ê de maye. Hin kes henin bi berhemên xwe, bi gernas û karekterên xwe ji xwîneran re îmgeyek dihêlin. Îmgeya helbestkar Gulîzer jî Alîparlîbûna wê ye. Alîpar taxek di navbera taxa Şehidlîxê û Korxetê daye. Hûn ger bêjin taxa Alîparê bo te çi hêma dike bêguman ew ê şetrenç/kişik û dû re demsela zivistanê da ceryana wiya kêm çûyîn bû. Her tim ceryana Korxetê diçû lê ê Alîparê zêde nediçû, me jî şevên zivistanê berê xwe dida Mala Bavo. Îmgeyek din jî heye ew jî mala Esker Êzo bû. Di risteyên heyî de îmgeyek, bibîrxistinek an jî di nav derzek de min Alîparê nedî. Kî dizane belkî hemû riste derdikevin kolanên Alîparê… Piştî ku min berhema helbestkar dawî kir, li ser îmgeya wê bi îmgeyek din jî ji xwe re cih amade kir: Porê Jinê.  

Pirtûk ji du beşan pêkhatiye. Bi temamî pazdeh helbest henin. Beşa yekem de helbesta ku bi “mal/analîz” destpê dike ji neh helbesta pêk tê û bi sernavên cuda helbestek çemî daye pêşiya me. Beşa duyem de jî helbesta ku bi navê “Xumam” destpê dike dîsa bi sernavên cuda pazdeh helbestan li pişt xwe dihêle. Du helbestên me bi teknîka çemî hatine honandin. Balkêş e navên beşan, yek “helbestek binbêjing” yên din “helbestên serbêjing”ê ye. Risteyên li ser bêjingê mane û di estetîka bêjingê de derbasbûyî jî li bin ketine. Metaforek xurt e bêjing, îmgeyek demgirtî û wek şîrê ku kusiyaye li ser ar dike kelekel.

Ji formek derbasî formek bûye. Beşa helbestên binbêjing de sêzdeh helbestan em dixwînin. Em ê li ser berhemê bi awayek “ziman” û “gazin” biseknin û tiştên ku binbêjing û serbêjing ve ketiye… Çi di dest de maye em ê raxin ber xwe. Diyariya pirtûkê deriyê ku ew ê li ser rû vebe: ruhê jinan û azadiyê ye. Bi pê re gazinên ku ji hest û hiş daketine ser rûpelan ji me re behsa çi dike? Di risteyek xwe de dibêje; “ez û hemû jinên ruhê xwe/me da dû te/qefle bi qefle!” Em ê jî bidin pey ‘gazin’a ku di bingeha xwe de çawa hatiye vegotin, bikolîn û di risteyan de bi uslubek, şêwazek bi kîjan rengî ‘li-hev-hatiye-anîn’ binirxînin. Diyarkirina berhemê bo jinên ku mala xwe li ser ruhê xwe avakirine hatiye vegotin. Em ê helbestek çeperên wê diyar û di nava xwe de veşartî û veşartokî bibînin. Helbestkar diyariya xwe didomîne; “ji bo, Her jina ku mala xwe li ser ruhê xwe ava kirîye/Her jina ku ruhê xwe û laşê xwe li hev hanîye”. Diyarek bo serkeftinê hatiye dayîn. Serkeftinek bi tilî û neynokên xwe, jinên ku xwe ji nû ve avakirine hatiye diyarkirin. 

Beşa ewil li ser gazinc û risteyên lêkerî/fiîlî meşiyaye. Gazincek bi rastiya xwe ve hatiye vegotin. Ev rastî yê kî’ê ye? Helbestkar an jinên ku ruhê wan bi risteyan ve hatiye ser ziman? Helbesta ewil bi navê “şikestî” hem ji gazin û hem jî ji bîranînê dihewîne. Helbestkar risteya “me da dû te” gelek caran dubare kiriye û ev jî me dixe nav bîranînên kirdeya helbestê. “me destek nedît ku li vê jiyana me ya ji cî derketî bihata/li vê jîyana me ya şikestî”[r.11]. Gilî û gazinc didomin û rewşa welêt bi hêmakirina “çar” di helbesta “Lo” de wisa hatiye gotin; “çend derîyên bajarê te hene lo!/te ez li her çar derîyan jî parsek hîştim (…) Çend parçeyên welatê te hene lo!/te ez li her çar parçeyan jî bindest hîştim.”[r.12]. Gazinek mafdar, lîrîk û şikestî. Dîsa helbesta “Erbane”yê de em gazinek dixwînin; “serê zimanê min jêkirin/bi birrekeke zengarî/hêdî hêdî…/bi êş”. Bi wextê re her tişt dikeve nav çerxa guhertinê. Çil sal berê bo zayîna ax û welat helbestên ruh geş û şerxwestî me xwend. Bê guman ew serdema dijwar û bêîmkanî de wêjeya me ji serî heta binî serhildêriyê di naveroka xwe dê bi cih digirt. Piştî salên nodî ev rê xwe veguherand ferdbûnê -belê ev nay wê wateyê ku piştî ferdbûnê doza azadiyê hat piştguhkirin- di helbesta kurdî de helbestên helbestkar jî yek ji van ye.

Mijar û naverok çi qas li derdora kesayet û şexs de hatibe dorpêçandinî jî her daîm mijar bêhemdê xwe dîsa xwe digihijîne “serbestbûn û welat”. Ka em ji helbesta “Ax”e ji bo nimûneyê çend risteyan bixwînin; “Heta li ber mirinê jî/mirov doza wê axê dike/ji bo veşartina laşê xwe/û gunehên xwe…”[r.17]. Hesreta serbestbûna welat û hêz û arê ‘ax’ê di van risteyan de hem hêsanî hem jî bi aliyê lihevanînê û bi helwesta tam bê femkirin têr û xweş herikandiye. Vêga ji helbesta “Derz”ê çend riste; “Ma ne, derza çavê min, ji te maye ji min re/wek xelatek!/perçebûna ruhê min ê wek welatek/bi te re hinekî din jî hûrhûrî bûye”[r.16]. Vêga em baş têdigihên ku ‘şikestî’ya kirdeyê di derza welat de xwe veşartiye. Beşa yekem “perçebûn”, “çar”, “şikestî”, “rih” û îmgeya “welat” xwe temam kiriye. Hemû şikestinên xwe bi hêmakirina “welat û ax” ve rêz kiriye. Lê helbesta çemî/robarî de îmgeya sereke bi porê jinê ve hatiye honandin.

Bi “porê jinê” azadî û serbestbûn hatiye pêş. Rewş û halê rih bi por ve xwe daye der. Piştî xwendina helbesta dirêj teqez tiştê ku yekserî û jinişkê ve tê bîra meriv bêguman keça kurd Jîna Emînî ye. Di şexsê Jîna Emînî de êrişên ku li ser laşê jinê tê kirin bi îmgeya por ve hatiye gotin û ev mijar me dibe helbestek cîvakî-nasnameyî. Porê jinê îmgeyek li dijî kevnoşopî û ola Îslamê ye. Desthilatên kevnşop û ji kevnşopiyê hêvî dikin û dixwazin êrişa wan ên destpêkê li ser ‘porê jinê’ didome. Welat û civakên ku dibin rejîmên zordest de dijîn hemû hêz û qeweta xwe bi jinê re dide destnîşankirin. Kontrolkirina Porê Jinê kontrolkirina civatê ye. Beşa ewil yanî tiştê ku di Binbêjin a helbestkar ketiye: Porê Jinê ye. Ji helbesta “jiyane” sê risteyên ewil; “Hinekan/Jiyanê ji porê wê ve bi dest xistine/dikişkişînin li dû xwe”[r.23]. Di van risteyan dê Por azadî be, dest desthilat e, ew ên ku dikişkişînin ji porê jinê jî bêşik di nav çerxa pergalê de diranin û xizmetkar in. Ez ê beşa ewil ji helbestên cuda, risteyên ku ew ê me piştrast bikin bi dawî bikim:

“Lê jinek ku porê wê hinekî belawela”[r.27]

“her sibeh têlên porê xwe/bi darê zor, bi diranên şehekî zer û zexm”[r.29]

“ma ne, porê jinê ruhê jinê ye”[r.29]

“jin hene nikarin porê xwe vekirî bihêlin/porê xwe wek gunehekî”[r.30].

“şopên gulî û bengulîkan li ser porê berdayî/wan didin dest/di cî de!”[r.30]

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.