Bindestî

Protestokarên qadê mil bi mil tomayê ji vir xelaskirin. Bê guman ev destnîşankirin bi hişê derveyî, bêhemdê xwe pêk dihat. Çimkî girseya protestokaran ji serî heta binî li leqayê neheqiyan hatibûn.

Fotoğraf: Arşiv.
Google Haberlere Abone ol

Exlaqên gelên bindest gelek dişibin hevûdin. Gelê bindest êş û bindestiyê ew qas di nav dil û hişê xwe da hîs dikin li kû neheqiyek biqewime ber bi wê de dimeşin û xwe digihijine wan. Mîsal çend sal berê li bajerek Serhedê wesayetek leşkerî di newalek de gêr bibû. Pêşî welatiyên wir bazdan û çûn alîkariya leşkerên birîndar bikin. Dîsa li Wanê tomaya ku ji bo protestoya gel xwe amede dikir û avê bêşiûr li ser gel dirijand di nav çalek de asê mabû. Diperpitî, pêş û paş dikir û kir û nekir xwe ji wê çalê dernexist. Protestokarên qadê mil bi mil tomayê ji vir xelaskirin. Bê guman ev destnîşankirin bi hişê derveyî, bêhemdê xwe pêk dihat. Çimkî girseya protestokaran ji serî heta binî li leqayê neheqiyan hatibûn.

Di jiyana xwe de her tim zehmetî û zorê dîtine. Çavên xwe di bin bindestiyê de vekirine. Qad bi qad di nav astengiyan de jiyane. Gelo ev tevgirtin me dikare bi reşikên nav malê pênase bikin? An em ev tevgirtin û nêzîkatiyê re dikarin bêjin hêza empatiyê? Empatiyek ji hemû pêşnavan dûr, ji nijad û ji rengên çerman bêpar, navenda wî tenê ji însaniyetê feyz wergirtiye. Empatiyek wisa. Di navbera serdest û bindestan de cudatiya herî diyar bi min ev sekn e. Alikariya bindest li ser esasê alikariyê, piştgirî dimeşe lê ê serdest bi quretî, biçûkxistin û destbixistinê bi rê ve diçe.

Ev tişt li aliyek bi vî rengî xwe dide xuyakirin li aliyên din em ji hev re dibin hirç. Ev jî encama bindestiyê ye. Mîsal çend roj berê stêrka wêjeya me Yildiz Çakar li ser medyaya civakî hat hedefkirin, bi gefxwarinên genî û erîşên sosret pêk hat. Ji vê mînakê em derkevin rê ew ê rêya me ronî bive. Encaman em ê destbixin. Gelên bindest ji hev re dîn û har in. Ew ên ku nikarin çend hevokan binîn ba hevûdin erîşên veşartî û di bin maskeyan reştarî da armancên xwe yê qels bikartînin. Erîşên li ser stêrka me ji navendek tên amedekirin û bi destên pûç û vala dixwazin ji qada wêjeye were herîsandinê. Bi gavên bibingeh li ser rêya xwe ya wêjeye da dimeşe û ew ê wext were ne tenê di edebiyata me da di qada wêjeya cîhanê da jî deng û olan bide. Zikreş û hêsûdên xêrnexwazan bivenevê ew ê wext bi wext erîşan pêk binîn. Lê ev erîş û gefxwarinên sosret li hemberî stêrkek ew ê çawa bi ser bikeve!

Roj tineye ku wêneyên jinên windabûyî em nebinin. Roj tineye ku jinek ciwan ney kuştin. Rojîn Kabaîş li ber kersexa Gola Wanê hinda bibû. çend roj berê dîsa termê wê yê bêrih li kersaxa Gola Wanê hat dîtin. Ciwanek bîst salî û li hemberî jiyanê ew qas bi kelacan û feyz çawa xwe dikare bikuje. Bavê Rojîn dibêje keça min ne însanek wisaye ku li pey mirinê here û mirinê bifikire. Mirina Rojîn ne xwekuştine û ez ji wiya bawer nakim. Rojîn hat kuştin û dixwazin vê mirinê bi xwekuştina re girêbidin. Kezeb û dil dişewite. Di nav mehek de êrîş û kuştinên li ser jinan pêktînin ne ji hevûdin dûr in. Pergal dixwaze dengê jinê qut bike, pergalek kevnşop xiyal û armanc kirine ji xwe re. Li her qada jiyanê da ev erîş tên kirin.

Di edebiyatê da li kargehan da di dibistanan da li her der em dibînin. Di wêjeya kurdî de dest û dengê jinê dixwazin qut bikin. Û mixabin bi hin destên jinan jî û bi veşartî erîşên ku mêr dikin piştgiriyê ji wan jî distînin. Dixwazim meseleya tîmseh û dirankolik/kürdan bibîr bixim. Lê hema em ji vir diyar bikin hûn xwe nikarin bigîhijînin stêrkan ne qeweta we ne jî feresata ku bi ava genî ve bi rê ve diçe hûn ê neçin serî. Yildiz, stêrk e û her tim wek ronahiyê li ser wêjeya me û cîhanê bibiriqe û şewq bide. Di pirtûka wê ya bi navê “Mohra Reş” de hevok û risteyên ku ji dil û hiş niqutiye ser rûpelan yek ji wan delîl û îspata stêrkbûna wê ye; “Her mirî nedihat binaxkirin. Hinek di kortikên çavan de hinek di kûrahiya dil de dihatin veşartin. Wihamin ew veşart, ji şevên qetranî, bi dilê şewat. Ne kesî dî ne kesî bihîst, zêmarên ku min yekoyeko pêxist ji emrê mayî”[r.74]. Di bin edebiyata Çakar de bi ronahiya peyvên wê hûn ê di nav dilên xwe yê tarî û zikreşiyê de pel bi pel têkbiçin. Pergal ev e û desthilatiya zihniyeta mêr li her der û deverê heman tişt in. Çakar ne do ne jî pêşarojê de ew ê bi tena serê xwe nemeşe bi nirx û îradeya xwe derî li ser deriyan vedike û silavan dide nifşên pêşaroja me.

Li pêşiya me şerên dijwar û mezin henin. Her ku diçe bi ber nebaşiyê ve diçe û bi min piştî şerên mezin ger em li ser linga bin em ê ji bo nifşên pêşarojê welatek azad û serbest bihêlin. Bav û kalan xelatiyek giran ji me re hiştin. Sed sal e ku berdela ev “xeletiyê” em bi can û rihê xwe didin. Xwedêgravî yekî tirkînûs di malperek ku di xizmeta serdestan de ye nivîsek nivîsiye û dibêje: "Ew ê kî kurd xelas ke?" Nivîs jî serî heta binî bêhna nexweşiyê jê dihat. Bêhna teslimiyetê dihat. Bêhna tarî û ji heqê xwe derneketin dihat. Wext û serdemek dijwar de em dîrokê roj bi roj li pişt xwe dihêlin. Herkes li gor xwe plan û pêşarojek bi dilê xwe xeyal dike. Lê hin kes û civatokên ku xwerêber û xwedî raman destnîşan dikin ji xeyalên serdestan re dixebitin.

Kin û kurtasî wezîfeya xwe bi cîh dikin. Eşkereye li orta rastê ye. Propangadayên qels û bi retorîka lîrîk xizmetkariya xwe dane destnîşankirin. Ev kes û şexs di her wextê de hatin bikaranîn. Em ê li pey xiyal û rastiya xwe bimeşin. Li cihên xwe yê konforî û fireh ji jor ve diaxivin, biryara didin û dixwazin hişên xwendayên kurd tevlîhev bikin. Armanc û daxwazên wan ev in. Do xakfiroş hebûn îro nevî û kurên wan li ser medyayên dîjîtal li ser rêçên bav û kalên xwe dimeşin. Rû diguhere lê xizmetkariya wan û teslîmiyeta wan her tim zîndî ye. Ya em ê dîroka xwe bi hêz û alîkariya dostên xwe ava bikin û li vê sosretbûnê dawî bikin yan jî em ê li ser rûyê erdê û li ser axa xwe bindest û gazîn bimînin. Tiştên ku me jiyaye li ser textika reş bi tebeşîre nehatiye nivîsandin ku meriv hema jê bive…

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.