Çandparêziya karmend
Nivîskar nabe ku ê dewletê be. Ger ê dewletê be ne nivîskar e, “karmend” e. Karmend her tim karê wî ew e ku îteat bike ji dewletê re, lê çandparêz azad e, dijber e, rastbêj e.
Çandparêziya kurd beşeke wê baş e lê beşeke wê xwe ji hişmendiya karmendiyê xelas nekiriye. Di vir de mesele ne ew e ku mirov “mamûr” be ya jî ne “mamûr” be, mesele giyan û hişmendiya mamûrtiyê ye. Çandparêzek helbet dikare karê wî/ê karmendî be, ev ne pirsgirêk e, lê divê hiş û giyanê wî/ê ne karmend be. Di vir de a diyarker, ne tu di kîjan karî de dişixulî, kîjan kar di hişê te de dişixule. Hinek çandparêz karmend in lê belê helwesta wan saxlem û berxwedêr e, lê hinek ji wan tevî ku ne karmend in jî helwesta wan a karmendan e, stûyê wan her tim xwar, û dilê wan dîl e.
Çandparêziya karmend bi piranî ne di nav çandparêziya kurd de di nav çandparêziya tirk de heye. Di dewleta Osmanî de nivîskarên wek Şînasî yên wêjeya Tanzîmatê, dewletê ew şandin ku li Ewropayê bixwînin û bên ji dewletê re nivîskariyê bikin. Ango dewletê nivîskarê xwe çêkir!
Nivîskar û “nivîsende” (katib) ne heman tişt in. Di dewleta Osmanî û niha jî di dewleta Tirkiyê de ne nivîskar “nivîsende” (katib) hene; nivîsendeyên dewletê, nivîsendeyên ku ewraqên dewletê dadigirin… Heke nivîskar karmend be ji “xaliq”tiyê derdikeve û dibe “mexlûq”; lê belê di asasê xwe de gerek nivîskar “afirîner” bûya ne “afirînde”, ango wî diafirand lê ew nedihat afirandin. Di vir de lêkerên “afirîn” û “afirandin”ê bermeqlûb dibin, kirde û bireser tevlihev dibin, ci diguherin: Xwedê dibe qûl, qûl jî dibe Xwedê.
Ger nivîskarek dewletekê çêke ev heta ciyekî tê famkirin, lê dewletek nikare nivîskarekî çêke. Dewlet obje ye, nivîskar subje. Mirov alavê çêdike, alav mirov çênake; ev tiştekî vajî, xwar û xerabe ye. Dewlet rêxistinek e, rast e, lê ji bo rêxistin û rêxistinkariyê jî ev yek derbasdar e. Çandparêz an jî nivîskar ne ê rêxistinê ye, lê belê rêxistin dikare a çandparêz be: “Nivîskarê rêxistinê” tiştekî çewt e, lê “rêxistina nivîskar” tiştekî rast e.
Nivîskar nabe ku ê dewletê be. Ger ê dewletê be ne nivîskar e, “karmend” e. Karmend her tim karê wî ew e ku îteat bike ji dewletê re, lê çandparêz azad e, dijber e, rastbêj e. Ew, ê gel e, ne ê dewletê ye. Dewlet dewleta wî ye lê ew ne ê dewletê ye. Ew dijberê dewletê ye ji bo gelê xwe. Berxwedêrê hemû desthilatdariyan e ew. Bi berxwedêran re ye, ne bi desthilatdaran re. Bi mazlûman re ye, ne bi zaliman re. Lê gava em bala xwe didin çandparêzên îro, dev ji dijberiya desthilatdariyê berdin, ew bi xwe jî bûne desthilatdar. Heke tu karmend (dewletparêz) bî, an jî heke hişê te karmend be, tu parçeyekî desthilatdariyê ye.
Di nav tirkan de tradîsyona çandparêziyê li ser karmendiyê ava bûye, ji ber wê civaka tirkan mehf bûye, ji ber wê mafê kurdan talan bûye, “rastbêj” tune ne, dewletbêj pir in. Ne bi tenê nivîskarên Tanzîmatê yên wek Namik Kemal û Şînasî, ên berî wan jî, ên wêjeya Dîwanê jî wiha bûn, hetta ji wan jî xerabtir... Ên wek Nedîm û Baqî helbestkarên qesrê bûn û ji qesrê re şelafî û xweşbêjî dikirin, ji dewletê re helbest dinivîsandin, ango karmend bûn ew jî. Gava mirov tê dema nûjen û wêjeya cimhûriyetê, îcar ên wek Reşat Nuri û Yakup Kadri derdikevin holê; lê belê vana jî karmendên dewleta Tirkiyê ne û ji bo Kemalîzmê xebitîne. Reşat Nuri mufetîş bû û Yakup Kadri sefîr bû; mufetîşî û sefîrtî du cureyên karmendiyê ne. Lê di vir de mesele ne mufetîşî û sefîrtiya wan e, mesele hişê wan î karmendiyê ye, dewletparêziya wan e. Gava mirov berê xwe dide wêjeya olî ên wek Yunus Emre û her wekîdin, vana qet bala wan ne li ser civakê ye, pirsgirêkên civakê qet wan têkildar nake, ew jî karmend in, lê karmendên Xwedê ne; di dewleta Xwedê de karmend in ew. Di çandparêziya tirkan de yên ne karmend du-sê kesên wek Pîr Siltan Abdal dimînin. Pîr Siltan Abdal dijber e, dijberê dewletê ye, di wî de karmendî û qûltiya dewletê nîn e. Heke wêjeya tirkî li ser kesên wek Pîr Siltan Abdal şîn were dikare xwe ji hişmendiya karmendiyê xelas bike.
Dewleta tirk ji xwe re kiriye wek kevneşopiyekê, ji xwe re kiriye wek adetekê; ew bi xwe çandparêzên xwe çêdike. Wan wek alavan hildiberîne. Wan şîn dike wek sebzeyan. Çandparêzên tirk giş “malê dewletê” ne, firaxên dewletê ne ku gava hewce bike bên bikaranîn. Ev çandparêz qet li ser dewletê qebûl nakin, wê pir diparêzin, dewleta wan ruhê wan e.
Piştî çêkirina çandparêzên tirk, dewletê niha dest avêtiye çandparêzên kurd. Dewleta tirk niha dixwaze ji xwe re çandparêzên kurd jî çêke. Ji dewletê re çandparêzên kurd lazim bûn niha li ser vê projeyê dixebite.
Ji bo azadî û xweşî û pêşketin were nav civakekê divê çandparêz ji hiş û ruhê karmendiyê dûr bin.