Cejn

Welatê merê, cîhê ku merê jidayik bûye, zarokatiya merê lê derbas bûye, bîranînê merê lê hebe û dê û bav û malbat lê bin, dixwaze bila du mal û darek be, bo merê cîhê herî xweş û geş e.

Google Haberlere Abone ol

Merheba ji wer canik û camêrno. Di serî de cejna we pîroz dikim û bi hêviya gelek cejnên xweş û geş. Bo betlana cejnê hin heval û dost ji min re gotin betlana cejnê neh rojin, ka em berê xwe bi cînadin û em ger û geşta xwe bikin. Çanda meyî di cejnan de, ger û geştê tuneye. Piranî em li mala dê û bavan kom dibin. Bo wê min go heyra hûn bi ku ve terin herin, lê ezê di cejnê de li cem dê û bavê xwe bim. Her tim bo vî tiştî heval û dost min rexne dikin. Dibêjin rojên wiha ku bo me firsend e, tu xemsariya dikî û tu berê xwe didî gund. Tu ne zewicandiyî, zar û zêç jî tuneye û tu bi serê xwe yî. Ma ka li gund çi heye ku destê te jê nabe? Ez jî bi qerf dibêjim; ez berxikê diya xwe me. Kirin û nekirin min bi ya wan nekir. Helbet ne belasebeb e.

Di serî de dê û bav heye. Lê ji dervî wê xwişk û bira em giş li hev kom dibin. Ne bi ro û ne bi şev em ranazên. Xwarin û vexwarin, qerf û henekê me hew dibe. Ap û xalanê me jî li me kom dibin. Ma hîn çi. Hûn bawer bikin kêfa ku em dikin, ku em herin ger û geştê em nakin. Bê nezer be, gelek meriv û dost dibêjin hûn ne wek xwişk û birayên hev, hûn weke dost û hevalên hev in. Ji xwe di salekê de ma çend rojên taybet hene ku em giş li hev kom bibin. Bo wê di van rojên taybet de, ku ne ji neçarî be em tev de li gund in. Di van rojên taybet de ez çend caran ji neçarî ji dervî malbatê mam. Lê aqil û dilê min li ba wan bû û hema min telefon dikir û min digo ka hûn çi dikin.

Meseleyek meyî Mêrdîniya, ya bi navê Dokanê heye. Go mêrik tere leşkeriyê û go wer qala gundê xwe Dokanê dike û dibêje ax Dokanê û ax Dokanê. Hingî qal û bahs dike, ji hevalên wî re jî dibe meraq. Soz didê û dibêjin, ku me leşkerî qedand emê werin gundê te bibînin. Belê leşkerî diqede, her kes tere mala xwe. Pîştî demekê hevalên wî, tê gundê wî Dokanê. Li der û dora xwe dinêre. Dibîne ku ji du mal û ji darekê pêva tu tişt tuneye li Dokanê. Ji hevalê xwe re dibêjin; kuro Dokan ha Dokana te bû, ma bo du mal û darekê bû!

Îja weke mesela Dokanê hevalekî me jî ji leşkeriyê hatibû. Gava em çûn serdana wî go rabin em li gund bigerin. Min pir bêrî kiriye. Em rabûn li gund geriyan. Camêr bê bi çi hesret û hezkirinê li gund digeriya. Li cihekî gund em sekinandin û wa dirêj dirêj nerî û go; ereekk, gund çiqas hatiye guhertin. Em şaş bûn. Me go; çi hatiye guhertin kuro. Gund gundê berê. Wa bi xeyd go: hûn nabînîn kuro wa li wan deran tenûr çêkirine. Bo wî guhertineke mezin bû lo. Bi wê gotina wî em ji kena zikêşî bûn. Me ew bi laqirdiya şerpeze kir. Îja me çi didît me digo binêr bê çi hatiye guhertin. Mînak, me dar dît û me jê re go; ereekk, filankes binêr wa çivîka li ser darê hêlîn çêkiriye. Tu dibîne newer bê çawa hatiye guhertin. Hat wê merhala ku êdî ew jî bi gotina xwe dikeniya.

Yabo min qala çi dikir, ku ez hatim di meseleya Dokanê derketim lo. Li gund kalekî me heye. Weke qalikê pîvazê mesela ji ber mesela derdixe. Taliyê mesela xweyî esasî jibîr dike û dibêje min qala çi dikir lo. Wexta ku em dibêjin, wele me jî ji bîr kir, xwe dixeyidîne û dibêje; kuro ma qey hûn li min guhdar nakin! Ez jî bûm weke wî ha. Ya baş ez herim serê nivîsê xwe.

Belê, wa min fam kir. Heyra ez jî û ew kesê ku bo gundê xwe digo, ax dokan hwd. Welatê merê, cîhê ku merê jidayik bûye, zarokatiya merê lê derbas bûye, bîranînê merê lê hebe û dê û bav û malbat lê bin, dixwaze bila du mal û darek be, bo merê cîhê herî xweş û geş e. Merê bi tu ger û geştê nade.

Welhasil, ez ê di vê cejnê de jî li ba malbata xwe bim. Kesên ku wê herin ger û geştê jî, hêvî dikim ku geşta wan weke şekir şêrin derbas bibe.   

Etiketler cejn malbat ger