Cemîl Guneş: Rêjeya axaftina bi kurdî ya zarokan roj bi roj kêmtir dibe
Pirtûka Cemîl Guneş, bi navê ‘Duzimanî -Zarok û Perwerdehî’ Weşanên Weqfa Mezopotamyayê de çap bû. Mamoste Guneş, di pirtûkê de bi 24 mamosteyan re li ser pirsgirêkên zarokên kurd ên ji ber perwerdeya yekzimanî, hevpeyvîn kiriye. Mamoste Guneş dibêje ku “Rêjeya axaftina bi kurdî ya zarokan roj bi roj kêmtir dibe. Pir kêm kes mane ku xwe li zimanê xwe dikin xwedî û bi zarokên xwe re bi zimanê xwe dipeyivin.”
DUVAR - Mamoste Cemîl Guneş, ji bo rewşa zarokên kurd ên dibistanan de bê fêm kirin pirtûkek bi navê ‘Duzimanî -Zarok û Perwerdehî’ nivîsî. Guneş bi 24 mamosteyên li dibistanên seretayî yên pola yekemîn dixebitin, li ser pirsgirêkên zarokên kurd ên ji ber perwerdeya yekzimanî, hevpeyvîn kiriye. Di nav 24 mamosteyan de kurd, ereb û tirk jî hene.
Me bi mamoste Cemîl Guneş re hevpeyvînek çêkir û em li ser mesela perwerdeya duzimanî û yekzimanî, mamosteyên ereb û tirk, alternatîfa çareseriyê, rewşa zarokên kurd û malabata wan sekinîn...
Ev cara yekem e xebateka wiha bi zimanê kurdî tê kirin. Dema te dest pê kir fikra te çi bû, çi derket pêşîya te?
Rêjeya axaftina bi kurdî ya zarokan roj bi roj kêmtir dibe. Pir kêm kes mane ku xwe li zimanê xwe dikin xwedî û bi zarokên xwe re bi zimanê xwe dipeyivin. Ligel vêya rewşa ziman û perwerdehîya zarokan roj bi roj xeraptir dibe. Li alîyekî jî bi milyonan zarok bi zimanekî din perwerde dibin û ez bi xwe wek mamoste şahidîya pirsgirêkên wan dikim. Min nikarîbû çavê xwe ji van zarokan re bigirta. Min jî xwest bi vê xebatê û bi xebateke sehayê li pey van pirsgirêkan bikevim û her wiha min xwest ku pirsên wek 'ziman ji bo zarokan çi ye û çima divê zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin' bibersivînim. Zehmetîya herî nexweş ku derket pêşîya min ew bû ku tu mamoste ji halê van zarokan ne dilxweş bû û gazinên xwe dikirin.
'HEWCE YE ZIMANÊ TE XWEDÎQÎMET BE'
Di kitêbê de tê nivîsandin ku li dibistanên Tirkîyê avantaja zarokên duzimanî ji wan re dibe dezavantaj. Dikarî hinekî behsa vê meselê bikî?
Têgeha duzimanîyê ji ber ku ji ber tevgerên polîtîk derketîye holê, divê em bi baldarî û bi awayekî berfireh nêzîk bibin. Çawa ku gelek xweşî dihewîne, ew qas jî dibe sersebaba pirsgirêkan. Bi dehan avantajên duzimanîyê hene. Xweşbînî, ragihandineke baş, pirçandîbûn, tercumanî, serkeftina ji alîyê hunerên analîtîk, ji alîyê xwendewarîya du zimanan ve serkeftin, derengxistina nexweşîya Alzeymirê, fikirîna piralî... Lê wexta ku zimanê te neyê qebûlkirin û tu bi zimanê dayika xwe perwerde nebî, êdî ev xweşî dibin pirsgirêk. Tu li zimanên din jî germ nabî, tu dereng dest bi xwendinê dikî, tu bixwînî jî fêm nakî, tu naxwazî biçî dibistanê, tu ji dibistanê direvî, carinan tu ji zimanê xwe fedî dikî, tu ji çanda xwe dûr dikevî, tu nikarî êş û kenên xwe bilêv bikî û tu di dilê xwe de dihêlî û ev rewş nahêle tu feydeyê ji van avantajan bigirî. Ji bo ku feyde ji van avantajan bê girtin, hewce ye zimanê te xwedîqîmet be û tu zimanê xwe li her derê bi serbestî û dilrehetî bi kar bînî.
Dema zarok nikarin xwe îfade bikin, dest bi jest û mîmîkan dikin da ku bên fêm kirin. 'Nîvzimanî' bandoreke çawa li ser psîkolojîya zarokan dike?
Ev têgeh, cara ewil bi awayekî zanistî li Swêdê li ser koçberan tê bikaranîn. Lê dinêrin ku serkeftina akademîk yên van zarokan roj bi roj kêm dibe. Wexta ku lêkolînê dikin, fêm dikin ku ev ji ber nîvzimanîbûna wan e û pişt re dest bi perwerdehîya bi zimanê zikmakî dikin. Li vir jî mixabin rewş ev e. Êdî bûye ku ev zarok kerr û lal bûne û hema ji wan bê ew ê heta herin malê bi jest û mîmîkan xwe bidin fêmkirin yan jî qet deng nekin. Çunkî li cihê ku perwerdehî lê heye, zimanê dayika te tune ye. Ev jî encameke nîvzimanîyê ye jixwe. Nîvzimanî tiştekî wisa ye ku bandora xwe ne tenê li zimanê zarokan, li xwebawerîya wan, li serkeftina wan ya akademîk jî dike. Kesên ku di her du zimanan de jî nîvco mabe, zehmet e ku ew mirov bixwe bawer be. Ew ê her tim bitirs bipeyivin, dê dîksîyona wan xerab be, dê ji hevaltîyê û ji civatan bitirsin û dê ew tirsa karên wan yên din jî nîvco bimîne di dilê wan de be. Her wiha ew ê xwe kêmî hevalên xwe bibîne û ev jî dibe sebeba ku ji alîyê akademîk jî têk biçin.
Zarokên ku xwe nikarin baş îfade bikin rastî tundîyê jî tên, mamoste çawa vê pirsgirêkê çareser dikin, mamosteyê te pê re xeberdaye, vê rewşê çawa dinirxînin?
Ev ne tiştekî nû ye, bi dehan sal in ji ber vê meseleyê zarok li rastî tundîyê tên. Carinan ji alîyê hevalên xwe ve ku hevalên wan henekê xwe bi wan dikin û carinan jî ji alîyê mamosteyan ve çêdibe ku yan şîdet yan jî wek biçûkxistinê derdikeve holê. Heta ez dikarim bibêjim ev tundî carinan ji alîyê malbatên wan bixwe jî çêdibe. Çunkî malbat dixwazin zarok serkeftî bibin, lê hin ji wan malbatan bîr nabin ku ev ji ber meseleya zimên e û zarokên xwe wek kesekî kêrnahatî binav dikin. Mamoste li dibistanê pirê caran xwendekarekî ku bi her du zimanan jî baş in ji xwe re dikin tercuman, heke hebe mamosteyekî duziman ji xwe re dike tercuman û bi vî awayî pirsgirêkan çareser dikin. Lê ew jî çi qas rast e yan çi qas dibe çareserî, ev dibe tiştekî din! Carinan jî, hingî mamoste li van tiştan rast tên êdî çavê xwe jê re digirin û wisa mesele li cihê xwe dimîne.
Dema zarokên kurda dest bi xwendinê dikin an jî diçin dibistanê, tirkî nizanin. Wê çaxê zarok rastî pirsgirêkan tên, rola malbat û mamosteya çi ye, divê çi bikin?
Bi min rola sereke ya malbat û mamosteyan ev e ku divê bi dengekî bilind doza perwerdehiya duzimanî bikin ku zarokên wan bi zimanê xwe perwerde bibin. Piştî ku ev hişmendî bi cih bû divê malbat tu carî terka zimanê xwe nekin û zêdetir bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin. Çunkî malbatên kurd bawer dikin ku zarokên wan çi qasî baş tirkî zanibin ew ê serkeftîtir bibin. Carinan ji ber vê ferasetê êdî bi zarokên xwe re zimanê xwe napeyivin lê divê neyê jibîrkirin ku tu bingeheke zanistî ya vê ferasetê tune ye. Zarokên ku zimanê xwe baş bizanibe ew ê di zimanên din de jî serkeftî bibin. Divê ne tenê li malê, ango divê axaftina bi kurdî li malê neyê sînorkirin. Divê di her rengên jîyanê de zimanê xwe bipeyivin û hîs bikin. Zimanê wan çi qasî têkeve jîyana wan, dê zêdetir bixwe bawer û amadeyî civakê bin. Zimanê zikmakî ji serkeftina akademîk re ne asteng e, palgehek û rêya serkeftinê ye. Divê mamoste jî her tim bi zarokan bidin hîskirin ku zimanê wan biqîmet e û nehêlin ku zarok ji zimanê xwe fêdî bikin.
'XWEKÊMDÎTİN TRAVMAYEK E'
Zarok hestên xwe çawa dînin ziman, bi mamosteyan re çawa dikevin têkilîyê, xwe kêm dîtin heta kêngî dewam dike?
Zarok bi piranî di polê de bêdeng in, heta ku ne mecbûr bin deng ji wan dernakeve çunkî bi tirkî baş nizanin û ji ber ku xwe li wê derê xerîb dibînin deng nakin. Hin zarok ji ber ku nizanin dê ji mamoste re çi bêjin, naçin tuwalatê jî û ev jî tiştekî trajîk e jixwe. Kêm caran deng dikin yan jî bi xêra hevalên xwe fikrên xwe parve dikin. Wexta ku zêde dikevin tengasîyê, bi destan dipeyivin. Carinan jî ku şansa wan hebe û mamosteyên wan bi kurdî zanibe, bi awayekî û kêm be jî bi çend peyvên kurdî bi wan re dikevin têkilîyê. Xwekêmdîtin ne tiştekî hêsan e ku jê holê rabe, travmayek e çunkî ne tenê li dibistana seretayî, perwerdehîya ji zimanê zarokan cudatir tê kirin di serdemên din de jî dewam dikin. Ev ancax bi statuya zimanê zikmakî yên xwendekaran bi dawî bibe. Kengî li dibistan û sazîyên din zimanê wan bê qebûlkirin dê hingê xwe aîdî wan deran bibînin û xwekêmdîtin jî hêdî hêdî dê têk biçe.
Tu dibêjî wextê zimanê zikmakî têk diçe, zimanê duyem jî pê re têk diçe. Çimkî têkilîyeka pir xurt di navbera zimanê yekem û duyem de heye. Ev têkilî çi ye?
Ev ji alîyê gelek zimannas û lêkoleran ve hatîye piştrastkirin ku têkiliyeke xurt di navbera zimanan de heye. Kesek zimanê xwe yê zikmakî çi qas baş hîn bibe, zimanê duyemîn û sêyemîn jî baştir hîn dibe. Jixwe kesên duziman, zimanê sêyem jî zûtir û rehettir hîn dibin. Çunkî bixwe bawer dibe û dibêje ku ez bi du zimanan dizanim nexwe ez ê karibim hînî zimanên din jî bibim. Jixwe Goethe jî dibêje: "Ku tu zimanekî tenê zanibî, nexwe tu wî zimanî jî baş nizanî.” Wek ku ev ziman ji hev du re dibin pişt. Piştî ku van zimanan baş hîn dibe û bi xweşîya zimanan dihese, êdî di nav zimanan de veguhestinê dikin ango tecrube û xezîneyên zimanan ji bo axaftina xwe vediguhêzin. Lê heke rê li vêya bê girtin zarok ji her du zimanan jî dibe, jê sar dibe û çi ziman zanibe jî tenê peyvên van zimanan yên rojane bi kar tînin. Em dikarin bibêjin nîvzimanî bi awayekî xwezayî jî ji vir û pê ve dest pê dike.
Di pirtûkê de li ser çar modelên perwerdehîyê jî hatîye sekinandin. Ji wan modelan kîjan Tirkîyê bê kirin wê baş bibe?
Ew modelên ku hatine dayîn li gor rewşa sosyolojîk, polîtîk û sîyasî ya welatan hatine amadekirin. Ango ev model bi nîqaşên salan, bi tekoşînên mezin, bi gelek cerebeyan, bi tecrubeyên zêde û di pêvajoyên dûvdirêj de derketine holê. Li her welatî heman pergal nayên bikaranîn. Jixwe ne rast e jî çunkî em nikarin civaka vê derê û ya Spanyayê yan jî yên Fransayê bikin yek. Ji bo vê derê divê modelek li gorî pêdîvîya civakê vê derê bê amadekirin. Lê ev jî heye divê em karibin sûdê ji wan pergalan werbigirin û divê haya me ji tecrubeyên wan welatên ku modelên duzimanîyê di pergala xwe de bi kar tînin hebe. Niha bi min ji nav wan modelan modela ku wê kêrî vê derê were Modela Dewlemendkirî ye çunkî di vê modelê de berovajî Modela Parastinê tenê parastina zimanê zikmakî nayê kirin, her wiha ji bo belavkirina zimanê zikmakî ya di nav jîyanê de jî hewldaneke xurt heye. Wek ku min got divê ev li gor rastî û pêdîvîyên civaka vê derê bê nûkirin yan ji nû ve bê sazkirin.
Di vê xebatê de tişta ku bala te kişand çi bû?
Di vê xebatê de tiştê herî zêde bala min kişand fikrên mamosteyên tirk û ereb bû. Ez dikarim bibêjim herî zêde wan gilî û gazinên xwe ji vê pergala perwerdehiyê re dikirin. Çunkî ji ber ku ew bi zarokan rûbirû mane, dizanin ew zarok di çi agirî de ne û ev pergal kêrî van zarokan nayê loma perwerdehîya bi zimanê zikmakî wek pergala herî baş binav dikirin. Û ev jî heye, ji ber ku zimanê zarokan û yê wan jî ne yek in, bi awayekî baş nikarin karê xwe jî bikin û karê wan zehmettir dibe. Mîna ku karê wan yê mehekê diçe 3 mehan. Ji ber ku ew şahidê van bûyeran in, êdî gelekan ji wan dev ji hestên xwe berdidan û bi awayekî aqilane doza perwerdehîya bi zimanê zikmakî pêşnîyar dikirin.