Çima Einstein têk çû?
Gava fîzîkvanan li ser cîh û leza pirtikan dixebitîn, didîtin em tu carî di heman demê de him cîh him jî leza pirtikekê nizanin. Karl Heisenberg jî di sala 1927an de "Prensîba Nediyariyê" eşkere dike.
Ayşenûr Ozel
Fîzîka Quantumî bi nediyariya xwe serê me gelekan tevlihev dike. Bêguman ne tene serê me, serê zanistvanên wekî Max Planck, Albert Einstein, Niels Bohr, Werner Heisenberg, Erwin Schrödinger, Max Born, John von Neumann, Paul Dirac, Wolfgang Pauli jî tevlihev dikir. Ji ber ku li gorî Teoriya Quantumê her tişt him wekî pêlan him jî wekî pirtikan tevdigere. Loma Fîzîka Klasîk ji bo ravekirina tevgera pirtikan jî têr nedikir.
Gava fîzîkvanan li ser cîh û leza pirtikan dixebitîn, didîtin em tu carî di heman demê de him cîh him jî leza pirtikekê nizanin. Werner Karl Heisenberg jî di sala 1927an de "Prensîba Nediyariyê" eşkere dike. Li gorî Prensîba Nediyariyê em bi hesasiyeteke gelekî zêde nikarin him momentum yanê cihê pirtikê him jî leza wê bikaribin bipîvin. Yanê Heisenberg bi vê prensîbê dibêje doza zanabûna me heye, em nikarin derheqê gerdûnê de her tiştî bizanin.
Piştî Prensîba Nediyariyê Einstein û Schrödinger digotin Fîzîka Quantumî kêm e. Di sala 1935an de berteka xwe ya li hemberî vê prensîbê nîşan da. Bi du hevalên xwe yên Boris Podolsky û Nathan Rosen ve gotara EPRê nivîsî. Li gorî gotara wan an herdu pirtik li hev bandor dikin an jî pirtik hemî encamên pêkan ên pîvana wan hatiye girtin bi xwe di nava xwe de dihewînin.
Lê belê di sala 1965an de yekî wisa derket gotinên Einstein ên li ser fîzîka Quantumî serûbinî kir. Ew jî John Stewart Bell bû lê wî bixwe ew ceribandina xwe ya xeyalî pêk neanî. Bell nikaribû vê ceribandinê bike lê li dewsa wî John Clauser ceribandina xeyalî ya Bell pêk anî. Ji bo vî karî di ceribandina xwe de sîstemek ava kiribû û di sîstemê de ji quncikên cuda foton dişandin du polarîzatoran. Gava John Clauser ji bo doktoriya xwe lêkolîn dikir di sala 1972an de li Laborotûara Berkeley dît, teoriya Bell rast bû û Gotara Einstein û hevalên wî şaş bû. Di herdu aliyan de jî encam wekhev bû. Yanê gava li encaman dinêrî didît ku polarizayon di herdu aliyan de wekhev e. Ev gelekî balkêş bû. Taybetmendiyên polarîzasyonê çiqasî li jorê hebin ew qasî jî lî jêrê hene. Lê belê gava bi tenê li aliyekî dinêrî encam ketober(tesadifî) bû lê gava li herduyan dinêrî ne tesadifî bû, wekhev bû. Bêguman kesî ji John Clauser bawer nedikir û teoriya wê jî qebul nedikir. Ji bo civata fîzîkvanan fîzîka Quantumî bi vî awayî têrî wan dikir. Teoriyeke bi vî awayî ne hewce bû. Dîsa jî John Clauser bişik bû. Ji ceribandina xwe diket şike. Ji bo wî ceribandina wî çi qasî xuya bike Einstein şaş e, yeqîn nedikir ji sedî sed rast be.
10 salan şunde Alain Aspect li ceribandia Clauser guhertinekê çêdike. Di her 10 nanosaniyeyan de aliyê pîvanê diguherîne. Alain jî dibîne tiştekî şaş tune ye. Foton di têkiliyê de ne. Li hev û encama hev bandor dikin. Wî bixwe jî dixwest gotinên Einstein piştrast bike lê belê dîtiye, Einstein li ser lihevketîbûnê neheq e. Dîsa jî hin tişt hebûn yeqîn nedikirin. Ji ber ku di ceribandinê de birêkûpek aliyê pîvanê diguherandin. Gelo foton û dedektor dizanibûn di her 10 saniyeyan de aliyê wan biguhere? Erê Alain Aspect jî bi vê nizanibû.
Di sala 1998an de li Zanîngeha Viyenayê Anton Zeilinger bi tîma xwe ceribandina Alain Aspect tevlihevtir kir. Wekî Alain Aspect birêkupek aliyê polarîzasyonê nediguherand berovajî ketober yanê tesadifî diguherand. Bi vî awayî ne foton ne dedektoran nizanibûn aliyê wan biguhere. Di dawiyê de Anton Zeilinger jî dibîne encama ceribandina wî û ya Aspect wekhev e. Bi salan li ser vê mijarê, li ser Ezmûnên(Ceribandin) Bell xebitî û gihîşt encama rast. Êdî civata fîzîkvanan vê rastiyê qebul dike Eintein û wekî wî gelek kes şaş bûn û ji bo vê zanabûnê bi kar bîne amade ye.
Belkî gelek kes bibêjin; ev kêrî çi were? Ev bêguman ji bo xebata înternet û kompîterên Quantumî rêyek e. Her wiha ji bo krîptolojiyê û ewlehiya sîber jî pêşketineke mezin e. Aniha mirov di demeke wisa de dijîn ji hemî şoreşên mezintir şoreşeke ragihandinê li pêşiya wan e.