Ciwan Haco: Ez dixwazim pêvajoya aşitiyê bila dîsa were
Ciwan Haco: "Ez weke însanekî, ez dixwazim pêvajoya aşitiyê dîsa vegere, xelkê me di nav aramî û xweşiyê de bijîn. Weke min gelek caran gotî zilmeke ku yek nikare fêm bike li miletê kurd bûye."
Me bi hunermendê navdar ku di berhemên xwe de ji aliyê muzîkalîteyê ve ji serdema xwe pir pêşdetir e, bi rêzdar Ciwan Haco re hevpeyvînek kir. Em li ser strana wî ya dawî û albûmên wî yên berê, serpêhatiyên wî, bi taybetî em li ser bîranînên bi çavên hezkiriyên wî rawestiyan. Min weke muzîkjen û weke Ciwanhezekî bi keyfxweşî sohbetek pê re kir. Wî bi strana xwe ya nû ‘Vejîn’ê sersala hemû hezkiriyên xwe pîroz kir. Ciwan Haco heta niha di jiyana xwe de têra dinyayekê berhem afirandine û bi kesayetiya xwe şahidiya serdemekê kiriye.
Herwiha carinan dibû dengê Mîr Celadet Alî Bedirxan hevalê bêhevalan, carna dibû dengê Cigerxwîn, evîn dikir rêberê me bi dengê saza evîna xwe, Carinan jî bi performanseke zindî ya bêhempa diqîra û digot, dilo rebeno. Evînê çi anî serê me. Ew di demên salên 90î de dibû dengê girtiyên azadiyê yên di pişt dîwarên qalind ên bêpencere de û bi resîtala akûstîk gîtarê jî dibû dengê dayîkeke kurd ku pişta wê bûbû xerîte ji ber qamçiyan… Carinan ax dibû nan eger birçî bûna di rêya berxwedanê de û bang dikir birayê xwe ji pişta xetê. Erê ka bêje welat. Ma ne bese êdî tu dinalî…
Carinan wî gazind jî dikir û deng li Zînê dikir ku weke wê bindest e. Ew dilê ku tu dixwazî ji sînga min derxistine… Bi rastî stranên wî ne bo sedema tenê guhdariya muzikê, bibû hişmendî, zanabûn, xwe naskirin, hezkirina zimanê kurdî, dîrok, hezkirina muzîka nûjen, Rock, caz herwiha xweza, dar û daristan, gund û bajar, ba, ezman û erd, stêrk û roj, ewr û baran, evîn û hevaltî, dayîk, xwişk û bira… Her wiha berî hertiştî bibû hêvî… Heyra werin em bi Ciwan Haco re hinekî sohbetê bikin.
Tu jî dizanî berî niha min bi navê “Ciwan Haco ji bo me çi bû?” nivîsek belav kir. Min ew nivîs bi çavên zarokekî kurd nivîsandibû. Gelo ji bo te Ciwan Haco bi helwesta xwe, bi muzîka xwe, bi keda xweya muzîka kurdî bi çavên te Ciwan Haco kî ye? Û tu gihîştî armanca xwe?
Muzîk dawiya wê nîne tu ji min bipirsî, lê yek nikari bigêhe dawiya wê, bawer nakim ku wê karibe. Bi rastî jî dema min dest pê kir min nizanîbû wê evqas hezkirin çêbibe. Ew hezkiriya miletê min bi min re, tabî ez vê nadime malê dinyayê. Kengî ez pê hesam? Wexta ez çûma Batmanê ez pê hesam. Min dît ev qas hezkirin, wilo çêbûye ez şoq bûm. Bi rastî heta niha gelek caran jî ez behs dikim. Ev tiştekî pir pir qîmetlî ye. Lê ez dikarim vê ji te ra bêjim, belê dawiya muzîkê nîne, lê ez gihame ew tiştê ku ez lê digeriyam. Qebulkirina miletê min, ji min re, hezkirina welat ji min re, çawa ew ji min hez dikin ez jî zêdetir ji wan hez dikim, belê ez gihame wêna, ez spasî ya wan dikim.
Herwiha di muzîka kurdî de her çiqas folklora me qedr û qîmetekî gelekî giranbiha li cem me heye, lê wexta ez hatim Elmanya piştî ez çûma qursan, piştî ez ketime unîversîteyê û ji wan mûzisyenên Elmanan re wexta min lê da, min dît ku kêmasiyên muzîka folkora me jî hene. Ji aliyê rîtm û maqaman ve em gelek qels in. Min dît ku em ji sedî 90, em meqama beyat dibêjin. Ev kêmasiyek e bi rastî. Min xwest ez guhertineke di vir de jî bikim lê bes, ne ku welle min enstrumanên rojavayî tevî muzîka xwe kirine. Rast e. Wê jî tesîrek da û tiştekî nû bû ji kurdan re, lê bêhtir ji vê gîtar, bass, drums, saksafon û trompetê di mesela meqaman da, meqamên cûda û rîtmên ku bi dinyayê bi nav û dengin, min ew bi kar anîn. Di wir de jî zengîniyek çêbû ji bo min. Bi rastî ji di wê demê de jî ji guhdarvanan re xerîp bu û fêrî vê nebûbun. Ji ber ku di zarokatiya xwe de te çi guhdarî kiribe ew ji mirov re dimîne ji ber ku muzîk guh e. Mîsal em ê bêjin, çiqas kêfa min ji wan meqamên rojavayî re bê jî, lê meqamê beyat ez li ser mezin bûm. Lewma jî heta niha jî kêfa min jê re tê.
Bi rastî te di muzîka kurdî ya modern de ji ciwanan re rêyeke mezin vekir. Te tesîra muzîka xwe herçiqasî dema tu hatî konsera Batmanê çêtir hîs kiribe jî lêbelê berî wê bi 10-15 salan zêdetir li nav ciwanan belav bûbû û bi rastî jî ew armanca te gihiştibû cihê xwe. Bi taybetî salên 1990 û heta bi yên 2000an gelek guhdarên te ji xwendakarên zanîngehan bûn. Bi taybetî amurên weke gitar û saksafon bi saya muzîka cenabê te di nav ciwanan de belav bûbûn. Gelo tu dahatûya muzîka kurdî çawa dibînî û tu dikarî li ser muzîka nûjen ji ciwanan re çi bibêjî? Ciwan divê berê xwe bidin kijan alî? Muzîka modern an ya folklorîk?
Muzîka folklorî parçeyek ji muzîka me heye, girîng e, ez muhîm dibînim lêbelê weke min got kêmasiyên wê hene. Divê ew hebe lê muzîk meseleyeke dînamîk e, divê muzîk di hereketê de be, gerek di cihê xwe de nesekine. Divê her du alî jî hebin, hem modern hem jî aliyê folklorîk hebin. Ez jî niha bala xwe didimê, ez dibînim dîsa berepaş vedigere muzîka me.
Bi rastî demên berê em pêşdetir bûn.
Belê belê, ez dibînim hin kes li stranên folklorîk digerin ez dibêm ew jî dixwazin alem li wan guhdarî bike. Lê ew, mesela ku heta guhê me, rûhê me fêrî muzîka rojavayî bibe, fêrî van rîtm û meqamên nû bibe wextekî dirêj ji vê meselê re lazim e. Lê divê tu li ber xwe bidî. Lewma jî min giringî pê dît, ez van salên dawî, ew stranên ku min çêkirin ji wan yên min ên ku hingî wê demê modern bûn, lê niha ev moderntirin. Belkî ev jî weke mesajekê nû bû ku min da. Helbet muzîk ew helateya nefsî ye, psîkolojî ye, çawa tu hez dikî û çi dixwazî tu bikî. Lê divê muzîk jî di cihê xwe de nemîne. Lê ez wan xortan jî fêm dikim, yanî ew dixwazin miletê wan, li wan guhdarî bikin. Lê ev ê ku dest bi muzîka modern kirine bila dev jê bernedin, bila netirsin. Yanî rojekê wexta min ‘Gulasor’ çêkir yê ku ew stran guhdarî dikirin belkî 5-6 kes bûn.
Yek ji wan kesan jî ez bûm mamoste.
Te dikarîbû bi serê tiliyan bihejmarta, lê niha ‘Gulasor’ bûye hît mesela. Gelek guhdêrên wê hene niha. Dema tiştên mordern çêkirin, herçiqas ên di digitalê de guhdarî dikin kêm jî bin lê bila berdewam bikin. Helbet ên ku bixwazin, ew ê muzîka folklorî jî pêşbixin û bistrînin, bila ew jî hebin, ew jî xweş e lê ew tenê têrî nake. Ji ber ku muzîk global e, muzîk behr e. Divê cihê xwe de nesekine û divê gavên nû werin avêtin.
Dema tu li albûmên xwe dinêrî, demek heye te gotî êdî bes e, ez westiyam…
Ez bawerim heta dengê min hebe ez ê berdewam bikim. Ji xwe albûm jî nemane. Niha single hene, stran bi stran ez diderxînim.
Albûmên te bi tevahî xwedî dewlemendiyekê ne. Her albûm ji hev cûda ne û bi taybetî jî hin albûmên te çiqas di nav civakê de gelek belav nebûbin jî, bi rastî yên herî bi qalîte ew albûm bûn. Bo nimune albûma te ya ‘Derya’ li gorî min li pêşiya dema xwe bû, bi taybetî strana ‘Pero’ ez dikarim deynim serî ku bi qalîteya bingeha stranê, aranje, dengê te, bikaranîna amûran, kûrahiya gotinên stranê bi tevahî gelekî cûdatir e. Ez bawerim ev albûm ne albûma dema xwe bû, ya pêşdetir bû. Ez bawerim hê ji dema wê nehatiye, tu çi dibêjî?
Rast e. Tê bîra min wexta ev albûm me derxist, rojnamevanek li ser muzîkê dinivisîne bi nav û deng bû di rojnameya VGê de li ser ‘Derya’ nivîsand ku aranjor û produkerê wê Auden Erlien bû, li ser nivîsê gotibû “Ev albûma herî modern a Norwecê ev albûm e ji min re” Tu bixwazî nexwazî mesela muzîkê, Norwecî guhê wan, muzîka wan a li cem me pir pêşketîtir e, pir tejîtir e ji her alî ve. Ji kurdan re tarzek nû bû mesela albûma ‘Derya’ jê re wext lazim e.
Dema te albûmên xwe yên bi formatên rock jî derxistîn wek mînak, te behsa ‘Gulasor’ kir di serî de guhdêrên wan stranan kêm bûn lê piştî çend salan dema tu hatî konsera Batmanê te dît ku bi milyonan mirov ew stran bi te re digotin. Ez bawerim ji albûma ‘Derya’ yê re jî hîn maye ku di nav civakê de zêdetir belav bibe an, na?
Hêvîdarim albûma ‘Derya’ jî bêtir belav bibe. Her çiqas ku min meqam û ritmên nû bi enstrûmanên rojavayî tevlî muzîka xwe kiribin jî, lê ji rûhiyate muzîka ku ez li ser terbiye bûme, ez jê dûr neketime, ew element, ew rih her çiqas modern çêdibe jî, lê ev terbiye dikeve nav muzîka min, tê de heye, jê dûr neketiye. Belkî ji ber vê ye, me xwe ji muzîka folkorîk jî dûr nekiriye. Her daîm jî parçeyeke ji muzîka folklorîk min dixist tê de, û bi awayekî modern jî min distrand. Belkî ji ber wê tê, temam di stranan de di albûman de ez gelekî dûr ketime lê bi tevahî tu lê meyzînî, ez nêzikî folklora kurdî me jî, ew rûhiyet heye. Di albûma ‘Derya’ yê de em dikarin di strana ‘Seyro û Kezîzer’ de wê bibînin.
Mesela ku em ê bêjin stranên min bi min re digotin li Batmanê, ez bi berfirehî li vê meselê dimeyzênim. Mesele tarîxa me ye, zilm û tehdayiya ku li miletê kurd bûye, ne wekî li tu miletên din bûye. Dixwestin nasnameya wî wenda bikin, dixwestin zimanê wî wenda bikin, dixwestin hebûna wî wenda bikin. Ew ji vê jî tê ew germahiya ku çêbûye, em ê bibêjin li Batmanê yan jî ew kesên stranên min bi min re gotin li ser sehnan, gelek tişt hemû bi hev du re ye, ez dibêm ji wê tê, yanî muzîk tenê ew têr nedikirin.
Ji ber ku piştî 30 salan tu hatî welat, bi rastî dîtina te jî girîng bû, yanî ne tenê muzîk, guhdarên te, tenê di televîzyonan de te dîtibûn. Bi rastî heta hingî ji ber ku te konsert li bajarên Ewropayê didan em dihesidîn wan mirovên ku li wir li te guhdar dikirin û xweziya xwe bi wan dianî. Me ji xwe re digot 'Ma çiqas bi siûd in û şansê wan heye ku ew bi awayekî zindî li Ciwan guhdarî dikin. Me digot xwezîka Ciwan Haco bihata konsertek li welat bidaya û me dît tu hatî… bi taybetî konserta Batmanê xewnek xweş bû ji guhdarên te û hezkiriyên te re. Lê ez meraq dikim ku gelo te çima muzîkjenên xwe yên weke Audun Erlien, Paolo Vinaccia te bi xwe re ne anîbûn?
Welle ew jî heta niha ku wilo tê bîra min ez pê diêşim. Bi rastî, mixabin wextê wan nebû, derfet çênebû. Helbet wexta ku Paolo Vinaccia, Audun Erlien ve Stein Bullhansen bi me re bûna wê tiştekî din çebibûyana, ez li wan geriyam, gelekî min ji wan re behs kir, min got niha destûr hatiye dayîn ku em herin konsertê li Batmanê bidin, wan nikarîbû, gotin em ê hewl bidin lê mixabin çênebû. Lê heta niha ku tê bîra min ez pê diêşim.
Berî her tiştî kêfxweşiya ku konserta Batmanê bi me da hîskirin hê jî me ji bîr nekiriye lê tu dê kengî dîsa werî welatê xwe ku konsertekê bidî?
Hêvîdarim ku ez dîsa di xizmeta miletê xwe de bim, bikevime nav germahiya wê hezkirinê, wê xweşiyê. Xewneke min ku ez dîsa vegerim. Tabî wê dema ku ez hatime Batmanê pêvajoya aşitiyê destpê kiribû, miletê me ketibû aramî û xweşiyê, şer nemabû, kuştin nemabû, bi rastî atmosferekê pir xweş çêbibû. Em hemû ketibûn hêviyeke mezin ku mesela me êdî bi aşitiyane wê çareser bibe, lê mixabin wilo derneket, pêvajoya aşitiyê têk çû, dîsa şer dest pê kir, mixabin dîsa însan hatine kuştin. Ez weke însanekî, ez wê dibêjim, ez dixwazim pêvajoya aşitiyê dîsa vegere, xelkê me di nav aramî û xweşiyê de bijîn. Weke min gelek caran gotî zilmeke ku yek nikare fêm bike li miletê kurd bûye. Hêvîdarim îda, ev werin rakirin ev mesele çareser bibe, ez jî werim di nav miletê xwe de konsertan bidim. Eger pêvajoya aşîtiyê vegere weke xewneke ya min din jî heye ku ez dixwazim gunde me Mizizexê ya bi girêdayiyê Midyatê, gundê bav û kalan ez dixwazim xaniyekê ava bikim. Hêvîdarim tiştên xweş çêbibin.
Herdem tu dibêjî ‘Em şer naxwazin, nalet li şer be’ Lê dîsa em dibinîn şer ji jiyana me kêm nabe. Em ê çawa bikevin rehetiyê?
Pirseke xweş bu te kir, hêvîdarim ku di demeke nêzîk de. Lê ne ku miletê kurd tu milet şer naxwaze. Miletê kurd mecbur maye li ber xwe bide, ji ber ku zilmek lê hatiye kirin. Ji ber ku qetlîam li serê kurdan hatine kirin, ne du ne sê bi sedan qetlîman bi serê miletê kurdan de hatine û mixabin ev hê jî berdewam e, hê jî siyasetmedarên kurdan dixin hepsan de, ev zilm e. Yanî divê ev bisekine, te fêm kir? Em dibên bes e êdî. Bese heta kengê em ê hevdûn bikujin? Bese heta kengê hûn ê vê zilm û tehdayiyê li miletê kurd bikin. Hûn ê heta kengî zimanê me qedexe bikin û me têxin hepsan. Dê û zarok û jinên me û kalên me hûn ê bidine ber guleyan. Hûn têr nebûne. Bese îda bila aşitî bikeve vê navçeyê. Ji berê ve me digot em 30 milyon in, niha em bûne 73 milyon. Divê çareseriyeke miletê kurd were ditîn. Kesek nikare îda me tune û xilas bike.
Lê belê gerek em kurd bibin tifaq. Eger newebe em bibin 100 milyon kes jî heta tifaqî ya me bi me re nebe mixabin nexweşî ji me xilas nabe. Em miletê kurd em nikarin tifaqê bikin. Ev jî êşeke me ye. Gerek kurd em ji hevdû hez bikin, qîmet bidine hev. Em dijminatiya hev nekin. Gelek tiştên me hene ku me nêzîkê hev dikin. Zimanê me, hest, muzîk, cil û berg û xwarin e. Em miletek in ku gereke em nêzikê hev bibin.
Em hinek behsa albûma ‘Destana Egîdekî’ bikin, gelek kes dizanin ku ev ji aliyê nivîskarê navdar Mehmed Uzun ve hatiye nivîsandin. Bi rastî ev fikrekî bêhempa bû û herwiha ev rîskek mezin jî bû ku mirov pirtûkekê bi tevahî bi formata etnîk caz bike albûm û bi rastî dema albûm derket em şoq bûn. Fikra vê albûmê çawa derket?
Belê ji ber hevaltiya navbera min û Mehmed, wî pirtûk da min, min xwend kêfa min ecêb ji gotinên wî re hat. Tişta herî balkêş ku Mehmed her gotinên xwe rehet û nerm dinivîsand lê wî maneyeke wilo berfireh û ecêb û xweş didayê. Mehmed Uzun, qîmetê wî li cem min pir heye. Ew bûye sembolek kurdayetiyê, bi hezaran însanên ku bi zimanê xwe nizanîbûn bi xêra nivîsandina wî ya balkêş xwe fêrî kurdî kirin. Tiştê ku Mehmed Uzun kirî şoreşek bû di Edebiyata Kurdî de. Yanî ez dikarim vê bibêjim heta îro ewqas gotinên stranên ku min gotine, yên bala min dikişînin gotinên ‘Destana Egîdekî’ ne.
Tabî wexta da min, min xwend, dûv re ez çûm mal yanî ez gelek caran difikirim ku çêbikim, an çênekim filan û bêvan, karekî zehmet e. Lê daxwazî li cem min hebû dûv re îda kurê apê min Goran hate cem min carekê xwend û got, ‘Ciwan divê tu vê çêbikî’ Wilo me destpê kir. Dûv re Goran hemû pirtûk ji Paola re tercûme kir û jê re şand û gotinên wê bala Paola pir kişand. Paşê ez çûm Oslo min Paolo dît. Min got, ‘Tu çi difikîrî?’ Wî jî got, ‘Em dest pê kin’ Wilo me destpê kir. Bi rastî yê ku ‘Destana Egidekî’ çêkirî Paolo Vinaccia bû. Em dor texrîben salekê em bi vê re meşgul bûn. Yek sal. Ne her roj bû karê me, lê heyvekê 10-15 caran em diçûna stûdyoyê. Mifta studyoyê jî pê re bû em diçûn. Tabî di vê albûmê de jî muzîkvanê herî bi nav û deng, bi rastî di albûmê de lê dan. Ew jî bi awaya etnîk caz çêbûye. Bi rastî bi tena serê xwe min ê nekariya tiştekî wilo çêbikira. Divê însan rast be, bê Paolo Vinaccia ‘Destana Egîdekî’ çênedibû, bi xêra wî çêbû.
Em hinek behsa strana te ya ‘Vejîn’ bikin. Bi rastî pir xweş çêbûye, gotinên stranê jî têr watedarin, mîna senfoniya dilê Ciwan Haco çêbuyê.
Welle te xweş got, erê…
Dema min lê guhdarî kir tama albûma Destana Egîdekî bi min da hîskirin. Tu dikarî behsa vê strana xwe bikî?
Belê rast e, gotinên vê stranê xanim Zozan Uzun nivîsandiye bi rastî di van salên dawî de ev bû strana wê ya çaran ez dibêjim. Gotinên wê bala min dikişînin. Di destpêkê de wilo wexta carekê şiîra xwe ji min re şand, min jê re got, ‘Binivîsîne, ew xeyala te pir fireh e, tu xweş dinivisînî, çima nanivîsîni?’ Te dît ew jî naxwaze xwe derxîne, wilo min lê anî der lê welhasil êdî wê nivîsand. Wê ‘Şevên Spî’ nivîsand, li dûv re ‘Lêgerîn’ li duv re ‘Şevên Lal’ niha jî ‘Vejîn’. Ew pir metaforê bi kar tîne, bi awakî surrealîzm dinivîsîne, birastî eva bala min dikişîne. Lewma jî ez wilo gelekî keyfxweş im ku bi însaneke hêja weke Zozan re ez kar dikim û karê me wê hê jî berdewam be. Wilo xuya dike û sê şiîrê wê jî di destê min de hene, ez dibêm gerek ez van jî bêjim wexta fersend çêbû. ‘Vejîn’ bi dilê min çêbûye, gotinên wê gelekî balkêş in, Zozan gelekî xweş nivîsandiye bi awayekî qelîtetiya wê ya gotinan ecêb xweş. Wê xeyalekî wilo berfireh û mezin wilo bi kar aniye, gotinê wê jî bala min jî ecêb kişandine wexta mesela ‘Senfoniya Dilê Min’ ew yanî herkes nikare van gotinan bi kar bîne. Lê wilo xuya dike Zozan dikare bi kar bîne û ew di vê de bi ser ket û ez jî wê pîroz dikim bi rastî. Ji bo wê jî min xist stran.
Meselaya ku Vejîn nêzîkî ‘Destana Egidekî’ ye, rast e. Nêzikatiyeke çawa heye, mesela ku etnîk caz tu dikarî lê bikî, albûma ‘Destana Egîdekî’ etnîk caz bû, ev stran jî elêmenter caz tê de hene, her çiqas ji sedî sed tu nikarî bibêjî caz e, lê etnîk caz tu dikarî lê bikî, nêziktiya wan a li vir, nêzikî hev in.
Strana te ya nû ‘Vejîn’ kê çêkiriye? Di nav stranê de dengê keçikekê jî tê, ew kê ye?
Belê dengê wê keçikê keça min e. Dengê Rosa ye. Dengê wê bi rastî gelek bala min dikişand heta niha jî bala min dikişîne. Ez gelekî li ser sekinîm, min dixwest bistrîne, çû qursa deng jî û lê mixabin nebû karê wê na, wê dikarîbû ji xwe re bike kar, nedixwest nizanim çima, çawa filan bêvan, min ecêb dixwest ku Rosa bistrînê, lê talî min jê re behsa vê stranê kir, min got ‘Tiştekî wilo heye tu dixwazî?’ Wê got, ‘Ez dixwazim’. Niha jî hêdî hêdî belkî ev strana ‘Vejîn’ bibe bingehek û motivasyonek jê re ku îda çend stranên din jî, bi min re yan bi tenê, ji xwe re bistrîne ku ez jê re bibim alîkar.
Bi rastî dengê wê gelek xweş li stranê hatiye û tamek cûda dayê, dengê wê û dengê te gelek li hev hatine, mirov dizane keça te ye.
Erê, gelek xweş strandiye, gelekî dilê min e. Aranjeya wê Haval Haco çêkiriye. Te dît di van salên dawî de ez pê re kar dikim. Kêfa min tê go tiştê ku çêdike û bi dilê min e, wilo xuya dike pêşarojê de ez ê pê re kar bikim.
Tu dê di demên dawî de stranên xwe bikî klîp? Tu dê ji bo strana ‘Vejîn’ê klîbê çêbikî?
Yanî carna ez difikim rojekî belkî yek bivê ‘Vejîn’ ê re klibek jê re hazir bike, di serê min de ye, lê ez wilo difikirim ez dibê muzîk gerek bi guh e. Însan divê bi guhê xwe tu muzîkê guhdarî bike. Helbet vîdyo klîp qîmeta wê jî heye û gelek kes jî dixwazin vîdyo klîban guhdarî bikin û divê ew jî hebin, lê tu ji min bibirsî ez dibêjim muzîk rih e. Muzîk hest in. Divê bi wî awayî tu, guhê xwe, dilê xwe û bi hestê xwe tu lê guhdarî bikî ku bo vîdyo klîp tu dîmenan dibînî, tu li dîmena guhdarî dikî.
Divê dîmen jî pir baş be ku heta hesta muzîkê bide hîskirin, ne wisa?
Yanî karekî wê hesanî be yekî vîdyoyê çêbike. Lê ez difikirim gelek caran an jî em ê bêjin ewqas stranên ku niha vê demê de go Zozan nivîsandine, gelek caran ez difikirim weke ‘Şevên lal’ ‘Şevên spî’ ‘Lêgerîn’ ew a jî ez bixime klîp. Lê ez tu sozê nadim, ez nizanim wê çawa be, ka em lê binêrin.