Cuma Çîçek: Dewlet dixwaze bîranîneke nû ava bike

Akademisyen Cuma Çîçek: "Gel xwe eydê şarederiyê didît. Lê dema qeyûm hat, êdî şaredarî bû parçeyek vîlayetê. Dema em kevneşopiya Tirkiyê dinêrin, tê dîtin ku vîlayet ji gel dûr û qadek birokratîk e."

Google Haberlere Abone ol

Semra Yansît
DUVAR - Li Tirkiyê pergala asîmîlasyonê li hemberê kurdan hebû û hêjî didome. Heta niha bi hezeran navên bajar, navçe, gund û taxan guherandin, navê tirkî lêkirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyan kirin, êdî ev tişt bi eşkere hat kirin. Qeyûman, navê siyasetmedarên kurd, wêjegehên kurdî û gelek navên kurdî hat guhartin.

Hinek ji van nava ev in; navê parqa Ugur Kaymaz, bi navê Sultan Kose, navên saziyên çandê wek Ahmet Kaya, Musa Anter, Edîp Solmaz, taxên navê wan Vedat Aydin û Îbrahîm Halîl Orûç bû jî bi navê 15 Temmuz û Omer Halis Demir ve hat guhartin. Herî dawî jî navê taxa ‘Kıtıbil’ ya Amedê bi navê ‘Fetih’ hat guhartin.

‘DIXWAZIN ÇANDA KURDÎ BIKIN PARÇEYEK ZIMAN Û ÇANDA TIRKAN…’

Akademîsyen Cuma Çîçek anî ziman ku ev nav guhertin parçeyek ji asîmîlsyonêye û wiha got: “Asîmîlasyon ne tenê guhartina ziman û nasnameyê ye. Bi giştî guherandina çand û komek kolektîf e. Ev kom bi tenê ziman pêk nayê. Ev ziman bixwe re çandekî ava dike. Ev çand jî li ser mekanekî ava dibe. Ev mekan tax, navçe, gund an jî bajar e. Li ser vê jî dîrokek ava dibe. Gava ku em dîroka Tirkiyê dinêrin, nasnemayek yekreng, çand û dîrokek yekreng ava bûye. Avabûna Tirkiyê li ser nasnameya tirk, zimanê tirkî, çanda tirk e. Di nava civakê de yekdengî dixwazin ava bikin. Ji vê sedemê çand û nasnameya kurdî an nehat dîtin an jî hat tarîkirin. Dixwazin ku çanda kurdî bikin parçeyek ziman û çanda tirkan. Hemû nasnameyê sembolîk hate yekkirin û gelek nav hat guhartin.”

‘MEKAN BIXWE AKTOR AVA DIKE’

Çîçek wiha berdewam kir: "Nasnameyek, çandek di nav kontekstekî de, li ser zemînekî ava dibe. Armanca yekem ya asîmîlasyonê ewe ku guhartina vê kontekste ye. Mekan ji xwe di nava vê kontekste de ye. Gelek cihekî girîng digre. Mekan bi xwe aktor ava dike. Eger hûn bixwazin aktor biguherînin hewce ye hûn mekanê temamî biguherînin. Gava ku em dîroka Tirkiyê dinêrin û em dibînin ku guherandina mekanan bi vî awayî çêbûye. Ev ne tena serê xwe bû. Wek proseseke avakirina yek netew bû. Ev hemû tişt bi sîstematîk hat avakirin. Ji aliyêkî hebûna kurdan hat înkarkirin û ji aliyekî jî qiymeta çand û zimanê kurdî hat daxistin. Di nava civakê de qiymeta ziman û çanda tirkî hat bilindkirin. Hewldan ku di nav mêjiyê gel de kurdbûn û zimanê kurdî bibe çavkaniyek sembolik a bêqîmet. Bila ev tişt bi gihîştî bê fikirandin. Tundiya dewletê ji dibistane bigre heta medyayê, ji wir heta navê gund, kuçe û parqan bi awayekî sîstematîk hat guharandin. Armanc avakirina yek netew û yekdengî bû. Ev yek bi hêzên dewletê hat bikaranîn."

‘HILWEŞANDINA BÎR Û AVAKIRINA BÎR BI HEVRE DIQEWIME’

Li gorî Çîçek, ji bo afirandina komekî, mekan amûreke sereke ye. Di vê afirandinê de jî bîra kolektîf heye. Çîçek dibêje ku afirandina nasnameyê li ser vê bîrê cihekî girîng digre: “Hinek peykel û nav bîra gel e. Siyaset wek şerekî li ser bîra ye. Piştî qeyûman, li Amedê û gelek bajaran navên cîhan hat guhartin û hîn peykel ji holê hat rakirin. Hilweşandina bîr û avakirina bîr bi hevre diqewime.  Her avakirin bi xwe re windakirinê jî tîne. Dewlet dixwaze ku bîranîneke nû biafirîne. Ev tişt heman demê ji bo tevgerên siyasî jî derbastare. Siyaset jî piçek avakirin û tunekirina bîranînêye. Di dawiya dawî de mobîlîzasyona siyasî bibîrê pêk tê.” 

‘BI HATINA QEYÛMA, ÊDÎ ŞAREDARÎ BÛ PARÇEYEK VÎLAYETÊ Û JI GEL DÛR BÛ’ 

Çîçek kiryarên Şaredariyên Qeyûmê rexne kir: “Bi taybetî li ser meseleya qeyûma binêrin, piştî kurd di bajaran de beşdarî siyasetê bûn û beşdarî rêveberiyên herêmî bûn, şaredariyê wek qadekî avakirina nasnameyê û belavkirina ziman didîtin. Şaredarî bibû wek mala gel. Gel xwe eydê şarederiyan didît. Lê gava ku qeyûm hat, êdî şaredarî bû parçeyek vîlayet ê. Gava ku em kevneşopiya Tirkiyê binêrin, tê dîtin ku vîlayet ji gel dûr û qadek birokratîk e. Têkiliya wan ji gel gelek dûr e. Êdî gel şaredariyê wek parçeyeke xwe nabîne û ji bo gel qadeke biyanî ye. Di mijara nasnameyê de jî mirov dikare bêje ku ji 1999an heta 2015an wek demekî aştiyek qismî bêjî dihat dîtin. Gel hîskir ku êdî nasnameyê kurdan jî di nava civaka Tirkiyê û dewleta Tirkiyê de ji xwe re cihek bigre. Ew hîsa bawerî û ewlehiyê di nava gel de xurt bibû. Lê mixabin piştî sala di 2015an û 2016an de şerê ku di nava bajaran de qewimî û piştre qayûm avêtin ser şarederiyan, wê demê piçek baweriya gel qels bû û şikest. Êdî gel ji aliyê nasname û zimanê xwe ewle hîs nake. Baweriya ji bo ziman û nasnameya qelsbûnek çêbû.”

‘SÊ PARASTİN PEWÎSTÊ’

Çîçek wiha got: “Li hemberî vê qirkirinê divê ji aliyê huqûqî ve têkoşînek bê dayîn. Bila navên berê carek din ji nû ve bê dayîn û bê qebûlkirin. Ji aliyê siyasetê ve jî divê ev têkoşîn bê dayîn. Hewl bidin ku ev navên kevnar qada fermî de bê naskirin. Ya duyem jî qada civakî li benda biryara fermî nesekine. Di nava jiyana rojane de her tim navê berê bêje. Rastî jî di nava gel de ev tişt tê kirin. Wek mînak navê gundê me li ser fermiyetê navek tirkî ye, lê gel navê ewil ê kurdî bikar tînê. Ew hewldan gelek girîng e.  Lê wek qada sêyem qada qeyûmê dikarin bêjin. Kurd êdî giranî di bajaran de dijîn. Mobîlîzasyona kurd êdî bûye mobîlîzasyona bajarî. Avakirina mekanan jî di destê şaredariyan de ye. Ev sîstema qeyûma hewce ye ku ji holê bê rakirin. Lê ev tenê bi hewildana hêzên kurd nabe. Bi tavahiya Tirkiyê jî ji bo mafên xwe rêvebirinê de hewceyê ku beşdarî vê daxwazê bibin. Em siyaseta sedsalî binêrin, em dibînin ku dewlet encamek ji asîmîlasyonê girtiye. Lê dîsa jî berxwedanek di nava gel de heye. Hêjî gel navê kevnar bikar tîne û hewldide ku nasnameya xwe biparêze. Ji xeynî mijara siyasî, kurd xwedî nifûsek mezin e û ev nifûs çavkaniyek mezin e ji bo kurdan. Ev nifûs di erdnîgariya xwe de jî çandek ava dike. Ev jî rêya parastina ziman û nasnameyê vedike. Sedsale têkoşîna kurdan jî berdewam dike. Carna di qada siyasî de bêdengî tê dîtin. Wek di dema 1940 û 1960an de. Lê di qada çandî de ev sed sal e gelê kurd bi çapameniya xwe, stranên xwe, dengbêjiya xwe, medresa xwe, wêjeya xwe û folklora xwe li ber xwe dide.” 

‘KURD HÊZ IN Û EV HÊZ ZIMAN Û NASNAMEYA KURDAN Ê BÎGÎHÎJÎNE NIFŞÊN NÛ’ 

Çîçek di dawiyê de qala hêzên kurdan kir û van tiştan anî ziman: “Kurd ne tenê li Tirkiyê, li Sûrîyê, Îran û İraqê jî dijîn. Li Kurdistana İraqê kurd xwedî dewletêke federal in û xwediyê hêzekî ne. Hem ji aliyê siyasî, aborî û hem jî aliyê çandî. Li Rojavayê kurd bûne xwediyê rêveberiyake terîtoryal. Ji aliyê leşkerî, îdarî û siyasî bûne hêz û di qada navnetewî de jî bandorek kirine. Li Îranê kurd çiqas ji aliyê siyasetê qels bin jî ji aliyê çand û zimanê gelek zindî ne û zimanê kurdî zimanê yekem e di nava gel de. Ev jî hêzeke çandî ava dike. Ev hersê herêmên kurdî jî bo kurdên Tirkiyê bûye hêzek. Ji bo xwedî derketina ziman û parastina nasnameyê derbasî nifşên nû bike.”