di çîrokên lokman ayebe de formên vegotinê
hevokên wî gava dest pê dikin meriv dizane li pey pêderxistinekê ye. bi hevokên destpêkê xwe li çîrokê dişidîne û bi dîtina min bala wî ne li xwendekarê wî ye: derdê wî avakirina zimanê wê ye.
“pilingekî li hewselê” berhema dawî ya lokman ayebe ye. piştî jar lê sermest û gava heyatê çîrokên xwe gihandibû me: birîn û ramûsan. di berhema dawî de neh çîrokên gilover hene. di kurteçîrokên wî de formên vegotinê li pêş in. jixwe eger em li çîroka çaxa xwe binerin emê bibînin ku sê xalên giring balê dikişînin ser xwe: ziman, şêwaz û vegotin.
ayebe, di çîrokên xwe de zorê dide zimanê vebêjeriyê û di çarçoveya vê sekansê de zimanê çîroka xwe weka gilokekê digêndirîne. giloka çîroka wî bi cihê kameraya wî û bi xêra panela dawî ya kamereya xwe cihê xwe qaîm dike. bi kilîda hunera xwe berê vîzora xwe dide bûyerê û her carê bi xêra pan û zoomê bi çavekî din nêzîkê hîkayeta wê dibe.
hevokên wî gava dest pê dikin meriv dizane li pey pêderxistinekê ye. bi hevokên destpêkê xwe li çîrokê dişidîne û bi dîtina min bala wî ne li xwendekarê wî ye: derdê wî dîtina çîrokê, avakirina zimanê wê ye. bi vî rengî çîrokên ayebe, provakatîf û navtêder in. çîrokên xwe ji rê û rêgeha wan dernaxîne. dengê çîroka xwe pêşî ew bi xwe dibihîze. bi makînaya xwe ya dirûtinê/vegotinê ji bûyerên xwe re kincên baş dirûtiye û bi vê dirûtinê dilsoziyekê jî daye çîrokên xwe. baweriya xwendekarê wî bi gotina wî û çîroka wî tê. çimkî ayebe, bi tînika çîrokê/bûyerê digre û wê weka mehînekê diajo. ji xuldexulda zêde hez nake. jixwe di çîrokê de bi hîkayetê re ya li pêş bervekirina gotinê ye. bi vê xisletê zimanê çîroka wî xwe aşkere dike. bi vê nêzîkbûna wî ya li çîrokê serkeftineke din ya xwe di çîrokên wî de dide der sadebûn û rafînebûyîna zimanê wî ye.
bi van gotinên xwe dixwazim xwe bigihînim vê biryarê: lokman ayebe bi metnên xwe li pey reseniyê ye. derdekî wî yê din jî xwe aşkere dike û ew jî şêweya wî ya nûjen e. di nava kevnbûnê de nûjenî. çîroka wî nabe xerîbê ziman û xewendekarê xwe. çîrokên wî bi teşeya xwe jî cuda ne. ev bi tena serê xwe teknîka wî ya resen dide der. di puxteya jiyannameya dizekî de weka li ber destê me senaryoyeke taybet hebe. pênc beşên wê hene. behsa serpêhatiya dizekî dike di vê çîrokê de. ji hêlekê de eger em zor bidin xwendina xwe ya em dixwînin çîrokeke polisiye ye. ya rast serpêhatiya dizekî ji rêzê ya hema bêje li her deverê tê dîtinê ye. bi danasîna lehengê çîrokê dest pê dike û di beşa duduyan de bi guhertina pênaseyên civakî xwendekarê xwe li çîrokê xweş dike. guhertina civakê, bi bikaranîn û xwegirêdana çekên nû vedibêje. di masî di bin behran de mezin dibin û plan û pêkanînê de kelecana çîrokê zêde dibe. dizê mezin bi plana xwe la casa de papel bîne bîrê jî bi encama xwe seyr e!
di çîroka duduyan de, dokumantereke derbarê gewretirîn helbestvanê neteweya xwe, herçiqas bi mijara xwe li pêş be û ev bêtir balê bikêşîne ser xwe jî ez dixwazim bala we bibim ser formên vebêjeriyê ku bi raya min di vê çîrokê de û çîrokên din ê ayebe de ev xisûs xwedîtaybetmendiyeke sereke ye. belê hîkaye, karakter, bûyer, dem û mekan di çîrokê de giring e lê ya di vê giringbûnê de jî dikeve pêş forma vegotinê ye. ayebe di çîroka xwe de behsa doktor seyîd ezîzî yê xwende û hezkiriyê edebiyatê nexasim jî yê edebiyata kurdî dike. doktor ezîzî, di nobeta xwe ya li nexweşxaneyê de deftereke piçûk û çend kaxiz dibîne: “dema îşlik û çakêtê ji ser wî şeqitandibûn, deftereke piçûk ji bêrîka wî ketibû erdê lê di nava wê tasewasê de guh nedabûn ketina defterê. piştî destê xwe jê şûştin û cendekê wî şandin morgê, defterka li erdê û çend kaxizên di nav de li ber çavê doktor ketin.” (2021:20) bi rakirina kaxizên li erdê çavên doktor li nivîsên kurdî dikeve û kelecanî dibe. doktor, şairekî nû kifş dike û bi pey çîroka wî dikeve. çîrok ji vir û pê de teqleke din li xwe dixe. ez dixwazim wê teqlê jî bi devê vebêjerê çîrokê bibêjim ku bi raya min ev dibe serkeftina vê çîrokê.
“niha jî ji vira û pê de em dora peyvê bidin birêz seyîd ezîzî û em ji devê wî bibihîzin bê ka di kişifkirin û pêşkêşkirina wî navî de xizmeteke çawa kiriye:” ayebe di xwendina çîroka xwe de dor bi dor vebêjê xwe diguhere û ji dêvla bûyerê bide flûkirin dereceya diyaframa xwe zêde dike û bêtir ronkahiyê dide ser mes’eleyê. kadraja xwe net dike û ji bo vegotina xwe vebêjekî nû dibîne. bi guhertina vebêjerên xwe û bi performansa bêjeriya wan, sînorên çîroka xwe berfirehtir dike. eger di vê dewrkirinê de baldarî û zanatî kêm be wê stûneke çîrokê derbeke xedar bixwe. ayebe, gava gotinê ji vebêjerê xwe distîne û dide doktor ezîzî jî û gava ji wî digre dide xwediyê weşanxaneya avestayê abdulah keskin û ji wî jî digre û dorê dide kurê şair ê piçûk, serhad û herwiha girtina gotinê ya rexnegir selîm tarînî jî di hewla rewakirina vegotinê de ye. bi xêra vê lihevzêdekirin û jihevgirtinê pluralîzmeke vebêjeriyê bi dest dixe. helbet ya tê bidestxistin ne tenê zêdayiya vebêjan e herwiha bi xêra wan bawerîpêanîn a bi çîrokê ye jî. di vê çîrokê de berê tîra nivîskar li civakê û rewşa edebiyata kurdî ye. belbî jî bi awayekê sedemê kêmnivîsandina nivîskar û bi awayekê bidûrketina wî bi xwendin û şiroveyeke zêde ji vir bê bidestxistinê!
eger ji min bê pirsîn ezê bibêjim gava “der û cîran li dora dara zeytûnê bûbûn xelek û …” behs hatibû ser mirineke tewş û hin gotegotên derbarê wê de û kirasguherînê çîroka ayebe bi awireke sinematografik weka li ser sahneyekê be xwe bi temamî diedilîne.
ayebe di çîrokên xwe de bi bikaranîna zimanê xwe dengê zimanê me yê eslî digihîne me. ziman xwe di çîrokên wî de bedewtir dike û xwe bi vê bedewiyê diparêze. ya herî xweş ev e: pilingekî li hewselê bi zimanê me yê eslî ye û erdê me bi kurmancîya me ‘şûv nahêle’ û bi xêra wê zimanê me naxerite.
jêrenot:
di berhemê de hemû herfên wî hûrdek in û bi vê jî herwekî formên vêgotina çîrokên xwe wateya çîrokên xwe û derfetên bibîrxinêriya çîrokên xwe zêdetir dike.
çavkanî:
ayebe, lokman (2021), pilingekî li hewselê, avesta, stenbol.