Di romana ‘Pêşengeha Sûretan’ de sînematografî û Andrey Tarkovsky
Dîwarên odeyê sar in, Mele Selîm di pencereya erebeyê de, Binxetê, têl û sînorên mayînkirî dibîne, Zelalê di pencereya malê de, serma zivistanê, gewrê berdestê sibehê dibîne...
Ronî Reşo
Her kes sûretekî şikestiye di vê romanê de û dilê her kesî derîzî ye; derzên xwe nagirin; Servan (Şervan), Zelal, Zeyad, Mele Selîm (Apê Ûsiv/Aram) Fatîma Xanim, Bavê Dewrîm... Dema ku Fatîma Xanima ermenî li ber sikratê ye, malbat tev dicivin û roman li wê dîmena sikratê dest pê dike. Roman, li ser encama tehcîra ermeniyan hatiye honandin, ku Fatîma Xanim û Mele Selîm eslê xwe ermenî ne û xwişk û bira ne. Dema ku ferman li wan radibe, dê û bavên van herdu karakteran, lê Fatîma Xanima pitik, didin mala axê. Piştî demekê, lêgerîna van herdu karakteran ku bê eslê xwe çi ne û kî ne, dest pê dike. Lê lêgerîna wan, di hiş û dilê wan de ye. A rastî ew jî nizanin bê eslê xwe kî ne, lê dewlet dizane ew kî ne. Piştî demekê ji Mele Selîm re dibêjin ku ew ermenî ye û guherîna wî ji wir dest pê dike. Piştî "vebişîrîna çavên keça Şêx" dibîne û piştî ku hay ji ermenîbûna xwe dibe, êdî jiyan, zeman û mekan jê re teng dibe. Êdî ew kirasê kesayetiya xwe diguherîne. Ji ber ku keça Şêx didin kurmamê wê. Ji ber ku Mele Selîm meleyekî welatparêz e, di dema darbeya leşkerî de tê girtin, (lê darbeya kîjan salê ye em nizanin, (1960-1980) êşkence lê tê kirin. Piştî demekê wî berdidin. Seydayê wî, jê dixwaze herê Binxetê, lê ji ber vebişirîna çavên keça Şêx, heta Nisêbînê û wêdetir nikare biçe. Û herî dawî ew diçe Stenbolê...
Servan jî êşa wî ji zaroktî dest pê dike, xwedî bavekî zilimkar e û carekê ji ber ku qutiya titûnê ji destê wî dikeve, (ew qutîk sembol û yadîgar e) bavê wî, heta ku lêva wî biçirîne lê dide. Servan mezin dibe û dibe xwendekarê zanîngeheke li Stenbolê beşa Hiqûqê.
Zelalê jî keçeke çavşîn e, ew jî wekî Servên ji Dêrika çiyayê mazî ye û ew jî di heman beşê û di pola Servan de ye. Çîroka wan jî li wir dest pê dike. Çîroka Zeyad û Servan û Zelal a hevpar, li ser zemînekê hatiye honandin, di navbera van hersêyan de reaksiyonek heye ku Servan û Zeyad hez ji Zelalê dikin. Lê bandora hêza Zeyad a erk û a di nava xebatan de, xebatên partiyê, li Zelalê dibe ku ev jî wekî taybetmendiyeke jinan a karakterîstîk, nivîskar nîşan dide. Di encamê de, Zelal diçe çiyê, (di romanê de çûyîna wê ne zelal e, herî dawî, li mala Aram xuya dibe û ji sahneyê vedikişe). Hez û evîna Zelal û Servan nîvco dimîne û nagihêjin mirazê. Lê serkarakterê vê romanê çar kes in; Servan, Zelal, Mele Selîm û Fatîma Xanim e. Dema ku Zelal ji sahneya romanê vedikişe, êdî Stenbol ji bo Servan dibe mekanekî teng. Herî dawî, Servan nema dikare li Stenbolê debar bike û ji bo Amedê bilêta xwe dibire, lê di otobêsê de, Servan pêrgî bavê Dewrîm tê ku Servan piştî ku di neqeba wan de sohbet çêdibe, dizane ku bavê Dewrîm e. Û peyre bavê Dewrîm mesela xwe ji Servan re dibêje, û Servan hew debar dike ku di otobêsê de bimîne û ji termînala Enqereyê peya dibe û ji bo Dêrikê biletê dibire, dema ku digihêje sêrêya Dêrikê, ji xewn/biranînekê şiyar dibe, lê biryara xwe diguherîne û li Nisêbînê peya dibe, dema li Nisêbînê peya dibe, li çelteyê xwe dinihêre ku lênûskek (ew lênûsk a Zelalê ye, Mele Selîm(Apê Ûsiv/Aram ew lênûsk xistiye çelteyê Servan de) û qutiya titûnê dinihêre, û roman di vir de diqede.
Ji hêla teknîkê heke were nirxandin:
Di romanê de du zemên hene; zemanê anha û zemanê dema borî. Zemanê dema borî bi teknîka Flashbackê tê vegotin ku ev dem, ji bo têghiştina bûyer û karakterên di romanê de gelekî girîng e. Herwiha karakter di van herdu deman de tê û diçin ango di nava rastî-xeyalê de ne, ku her beşa romanê bi vî hawî hatiye honandin.
Roman, ji pêşengehan pêk tê, ango her beş wekî pêşengeh hatiye vegotin; di serî de min ti têkiliya pêşengeh û romanê nedît, lê peyre dema ku daketim kûrahiya romanê, wê demê têgihiştim ku ev têkilî di şêwaz û şayesandinan ve girêdayî ye. Taybetî şayesandina mekan, derûnî, liv û tevgera karakteran, mîna dîmenên fîlman e. Bi hûrgiliya van şayesandinan, Nivîskêr atmosfereke dekor, ronahiya sahneyê, kadraja kamera û wênekêşê çêkiriye. Di dîtin û xwendina xwîner, ev şayesandin, rengê sînematografiyê dide; dîwarên odeyê sar in, Mele Selîm di pencereya erebeyê de, Binxetê, têl û sînorên mayînkirî dibîne, Zelalê di pencereya malê de, serma zivistanê, gewrê berdestê sibehê dibîne... Bi van şayesandinên hûrgilî, bi van vegotinên her liv û tevger û derûniya karakteran, wekî sûretekî ne. Bi vî hawî roman giran û hêdî diherike ji hêla dîmen ve û ev jî fîlmên A. Tarkovsky tîne bîra meriv, çiku fîlmên Tarkovsky, ji sûret/dîmenan pêk tê ku, kadraja kamerayê, bi xulekan li ser mekan û karakteran radiweste. Heman teknîk di vê romanê de jî hatiye bikaranîn ku Nivîskêr, bi nêrîna Îlahî, hemî tiştên di kadrajê ne di kadrajê de ye, ji xwîneran re vedibêje. Avantaja Nivîskêr ji fîlmên Tarkovsky ew e ku, her tiştî dibîne û dizane û ji me re vedibêje ku ew vegotinên wî di hiş û hizrê me de, tên resimandin... Wekî min gotî di destpêkê de, min wekî kemasî dît ev şayesandinên dûdirêj, lê ev şayisandinên hanê rasterast girêdayî nav û teknîka vegotina romanê ve girêdayî ye.
Heke ji dewsa encamê tiştek were gotin:
Karakterên romanê her liv û tevger in, ew piranî di otobês û erebeyan de ne. Di vir de rêwingiya van karakteran, sembolîk e, ji ber ku ew di nava lêgerînê de ne, dema ku mekan li wan teng dibe, xelasiya xwe, derketina ji wî mekanê teng û tarî de dibînin. Lê em nikarin bibêjin ev rev e, çiku derketina wan ya ji wan mekanên ku êdî ji wan re teng û tarî bûye, xwedîtin e. Ew li heqîqeta xwe digerin ku lê herçendî li pey wê heqîqetê bidin jî û xwe ji mekanên teng û tarî rizgar bikin jî, ew heqîqet û çîroka wan li pey wan e. Ew ê nikaribin rizgariya xwe ji derkerina wan mekanan bibînin, ji ber ku çîrok, rabirdû, êş, hez û evîna wan di hiş û dilê wan de, bi wan re ye. Encax ew ê piştî mirinê xwe ji vê “toqa le’netê” xelas bikin... Her çar karakterên sereke, xwedî remz in ku nûnertiya hişmendiya gel a kolektîf û takekesî dikin. Mele Selîm û Fatîma Xanim; dîroka bi êş ya li ser vê axê ne ku ew remzeya hevpar a kurd û ermenan e. Servan û Zelal, têkçûn û serkeftin a vî gelî ye ku taybetî Zelal, serhildêriya jina kurd temsîl dike. Ew herçendî di hîs û hişê xwe de, ji bo demekê têkçûbe jî, lê piştî demekê li xwe mikur tê û radibe ser piyan. Zeyad wekî fon karakter e, lê ew remza xirabiyê ye, mîna fîgurê di hêkayeta Mem û Zînê de, nûnertiya nêzîkî erka Bekoyê Ewan dike. Karakterê din jî Servan e ku ew dema ku zarok bû, nîşaneya zarokên kurd yên ku lêva wan tê dirîn e. Di dema ciwantiya xwe de jî remzeya dilsoziya evînekî têkçûyî ye... Şêwazê romanê helbestî ye, bûyer ji ber ku dramatîk in, ji ber vê, barê xwendinê giran dibe ku dilêşiyek peyda dibe, herçendî li hin deveran dîmenên yarîker hebin jî, ev yek ji dramaya romanê tiştekî kêm nake. Jiyana karakteran jî herwiha dramatîk û reşbîn e, û di romanê de guhertina karakteran berbiçav tê dîtin ku mirov tucarî di jiyana xwe de li ser xeteke rast nameşe. Guhertina Servan, Zelal, Mele Selîm, (taybetî guhertina Mele Selîm pir balkêş e ku Selîm, pêşî li gundekî Dêrikê mele ye, peyre dema ku hay ji rastiya xwe dibe, dibe keşeyê dêreke li Bakirkoyê ku navê wî Aram e û herî dawî li Tarlabaşiya Stenbolê, dibe dikandar ku navî wî Apê Ûsiv e) li gor qewmînan û bûyeran pêk tê, çiku di jiyana mirov de jî heman tişt heye ku bûyer û qewmîn kesayeta mirov bi dirûv û teşe dike...
Ez di vê baweriyê de me, heke ev romaneke rûsî bûya, dê Andrey Tarkovsky ev roman, veguheranda fîlmê. Çiku hem ji hêla sînematografiyê û hem jî ji hêla dîmenan tam derba fîlmên Tarkovsky ye. Herçendî ji bo xwendina vê romanê dereng mabim jî, dîsa jî şanaz im ku min di vê demê de ev roman xwend.