Di Sosyalîzma Marksîst de çand
Ger mirov baş bala xwe bidê, çepgiriya tirk (sosyalîzma tirk) ti carî rê nabe ser çanda kurdan, heta jê tê wê çandê tune dihesibîne: Hûn kurd in. Êêêê? Ê, çi? Besî we ye, çand-mand ne lazim e.
Di lîteratura anarşîst de (Bookchin, Chomsky, Rocker) qîmetê çandê heye lê di a sosyalîst (Marksîst) de zêde qîmetê çandê tune ye. Sosyalîzma Marksîst bêtir li aboriyê konsantre dibe: Çîn hene, heqdest heye, ked heye, kedxwarî heye lê çand tune ye, ekonomî û hey ekonomî… Li gorî Marx ekonomî hişmendî jî di nav de her tiştî diyar dike. Hema bihesibînin ekonomî Xwedê ye, û her tişt jê diafire. Ev şikestinek e, piroleyeke mezin e, ekonomî ev çend jî ne diyarker e.
Di sosyalîzmê de (a Lenînîst netê) çand ne li ber tiştekî ye, bê wate ye, bûye bi qurbana aboriyê. Ewqas mezinkirin û girîngkirina aboriyê ramaneke çewt e, tew ji bo gelekî wek kurdan çipîçewt e. Sosyalîzma Marksîst zikê mirov têr dike lê ruhê wî birçî dihêle. Heke çanda min ango ruhê min tune be zikê min têr be wê bi çi be, birçî be wê bi çi be?!..
Marksîzma materyalîst her tim laş bilind kir lê giyan îhmal kir. Ekonomiya mekanîk a bê çand giyanê mirov diçelmisîne, pûç dike. Sosyalîzm û Marx pir qala “biyanîbûyîn”ê dikin lê belê ji bîr dikin ku mirovekî bêçand biyaniyê xwe ye, ji bîr dikin ku bêçandî biyanîbûyîna herî mezin e.
Sosyalîzma Marksîst a bê çand û biyanîker pir li hesabê “sosyalîzma tirk” hat. Her çend dewleta kapîtalîst a tirk ji sosyalîzma tirk ewqasî hez nekiribe û carna bi ser de çûbe jî, sosyalîzma dij-çand li gorî dilê dewletê bû jî, û bi rêyên endîrekt piştgirî jî dayê. Ji aliyekî dewleta kapîtalîst a nijadperest a tirk bi metodên tund çanda bindestan tune dikir, û ji aliyekî jî bi metodên nerm ên wek sosyalîzm û Marksîzmê tunekirina çandê didomand û temam dikir li bayê bezê.
Ger mirov baş bala xwe bidê, çepgiriya tirk (sosyalîzma tirk) ti carî rê nabe ser çanda kurdan, heta jê tê wê çandê tune dihesibîne: Hûn kurd in. Êêêê? Ê, çi? Besî we ye, çand-mand ne lazim e.
Çepgirên tirk (sosyalîstên tirk) kêfa wan qet ji ziman û çanda kurdan re nayê, ji a kêmar/mînorîtiyên din re jî nayê, carna çand û zimanê kurdan wek baharatê bi ser kêfa xwe de werdikin û hew. Çend çepgirên tirk ên baş hene helbet, lê bi gulekê bihar nayê, bi gulekê “çand”ek şîn nayê.
Sosyalîstên tirk di mijara çanda kurdan de hey xwe kerr dikin, wek ew tişt tune be tevdigerin, carna bi derewan kêfa xwe jê re tînin, lê ne jidil in, fenek in, sextekar in, bi vî awayî kurdan dixapînin. Heta niha sosyalîstekî/e tirk fêrî kurdî nebûye, tiştekî werê nehatiye dîtin. Her tim bûne sedem ku asîmîlasyon pêş bikeve û çanda kurdan tune bibe. Çepgirên tirk li xwe mikur nayên lê gava kurdî dibihîzin pir aciz dibin, ji ber ku yek-mend in, ne pir-mend in; li Tirkiyê ji xeynî tirkî ti zimanan nas nakin. Ji ber vê, li Tirkiyê sosyalîzma Marksîst jî bi awayekî ji awayan înkarkirinê dike, ango çandan tune dihesibîne, bi hemd an jî bê hemd ji dewleta înkarker re xizmetê dike. Sedema vêya ji ber du tiştan diqewime, yek Kemalîzm e, û ya din jî cewherê sosyalîzma Marksîst bi xwe ye.
Çepgiriya tirk li ser Kemalîzmê ava bûye, Kemalîzm jî li ser înkara kurdan, û her wiha li ser înkara hemû etnîsîteyên din ên li Tirkiyê ava bûye. Heta çepgiriya tirk di xwe de Kemalîzmê safî neke û kesayeteke “dekemalîze” ava neke baş nabe. “Kemalîzasyon”ê çepgiriya tirk pelçiqandiye.
Kemalîzm û sosyalîzm di xalekê de digihên hev: Bêwatebûna çandan. Kemalîzm ji bilî çandekê –çanda xwe ya tirkîtiyê– çandên din tune dihesibîne, wan qir dike. Sosyalîzma Marksîst çandan tune nake lê guh nade wan, jê re bê wate û bê qîmet in.
Sosyalîstên tirk ên Kemalîst bi rêya sosyalîzmê kurdan dixapînin, dixewînin. Ev pir dişibe misilmantiya misilmanên fenek û xapînok: Em giş misilman in, birayên hev in, dînê me yek e, pêxemberê me yek e… Heta demeke dirêj misilmanan bi misilmantiyê kurd xapandin. Çand û hebûn û ziman û çarenûsa kurdan ne girîng bû, a girîng misilmantî bû, lê hema ew bi ser çand û zimanê xwe de dimirin, direelîn. Kurd û birayên wan ên misilman ji umetekê bûn, ev bes bû, tiştekî kurdan tune bûya jî dibû. Dibe ku niha hinek kurd bêjin, kurd çiqasî bêaqil bûn! Lê a ecêb, niha jî ev çîrok û fen û fût û sextekarî didome, îcar bi navê sosyalîzmê û Marksîzmê: Em giş sosyalîst in, birayên hev in, îdeolojiya me yek e, “Marx”ê me yek e.
Senaryo heman senaryo ye, derew eynî derew e, îcar ji dêvla “umet”ê “sinif” ketiye şûnê, ji dêvla pêxember Marx hatiye, ji dêvla îslamiyetê sosyalîzm hatiye, û kurd hîn jî radikevin, hîn jî kawiktiya sosyalîzmê dikin. Kemalîstan bi kurdên sosyalîst kêf kiriye.