Dibistan

Xwînerên delal mebesta min ne gilî û gazin in. Ji ber ku ev ciwan ciwanên me ne û dilê min diêşe. Gelek xwendekar hatine pola lîseyê ya dawîn, emrê wan bûye hevdeh, lê mixabin hîn pirtûkek nexwendine.

Google Haberlere Abone ol

Merheba ji wer canik û camerno. Weke hûn zanin ji betlaneya dibistanan re hefteyek maye. Ez jî li kolejê dixebitim. Ji hêlekê ve ez kêfxweş im ku dibistan têne girtin, ji hêlekê ve jî di betlanê de emê betal bimînin û emê ji vê betaliyê aciz bibin, loma em di fikaran de ne. Te dî weke xelk û alemê wê tu ger û geşta me jî tunebe. Emê li mala xwe di bin germa welêt de biponijin. Hîn do bê, hinek hevalên me ji Mêrdîn daketin Qoserê û ji ber germa Qoserê poşman bûn ku hatine. Bala we kişand nizanim, min got ji Mêrdîn daketin. Belê Mêrdîn li ser çiyê ava bûye û ji ber vî hawî li gorî Qoserê hênik e. Deşta Qoserê raste rast disincir e. Îja ev hîn lo lo ye. Deh, panzdeh rojên dinê lê lê destpê dike û xwedê alîkarê me be. Îja li kolejê ji ber ku em dixebitin, em aciz nabin û him jî heta êvarê em li ber klîmayê ne.

Heyra hingî ceyran biha bûye li malên em newêrin klîma vekin. Ji vê hêlê ve girtina dibistana bo me dezavantajek e. Lê hêla wê ya kêfxweşî zêdetir e. Ez heftê şeş rojan diçim kolejê û dixebitim. Derfet bo gelek tiştan namîne. Îja bi girtina dibistanan re, di serî de bo nivîsê, wê wextê min î vala pir be. Û ez bo ku yên nizanin bibêjim kolej pir zahmet in. Dan û standina bi ciwanên niha pir cuda ye. Ez karim bibêjim em her roj bi wan re di cengê de ne.

Ciwaniya me de, li cem mamosteyan him ji tirsa û him jî ji hurmetê deng ji me dernediket. Ku digotin huş bin, di polê de ji dengê kelmêşa pêva tu deng nedima. Ji hurmetiyê li ber mamostayan destê me li ser zikê me pêçayî em disekinîn. Lo bavo niha huşbin, biaqilbin, li dersê guhdar bikin ji ser zimanê me nakeve...

Em heta wan dixin polê deh deqe derbas dibe. Heta em wan di polê de bêdeng dikin jî deh deqe û eger qeza û belayek çênebe, di destê me de, bîst deqe dimîne. Îja hin polên lîseyê ku şagirtin wê pir zorin, ew bîst deqe li me jî û li xwe jî dikin ezeb. Rehmê di dema me de, we dîtibû ku mamoste ji şagirtên xwe gotibû: Ders biqediya ku ez ji we xilas bibama. Beravajî me digo dersa vî mamosteyî biqediya û bêhna me bihata ber me.

Wexta ku em li bernameya dersa xwe dinêrin bê ka dersa me bi kîjan polê re ye û ku ders bi pola şagirtên wê nû re be em dikevin tayê. Em dibêjin ka wê ev ders çawa biqede. Hûn belkî bawer nakin lê rewş ev e. Du mamosteyên me dev ji kar berdan. Gotin ji ber şagirta pîsîqolojîka me diêşe û ku em terin malê em bi zarokên xwe re şer dikin.

Gava em li ber û dora hevalê xwe geriyan û me jê re got dev ji karê xwe bernede, mamosteyekî me got ger ez dewam bikim ez û hevsera xwe emê dev ji hevdu berdin. Me go na gidî na. Temam dev ji kar berde û hêlîna xwe xera neke.

Belê, di kolejan de, şagirt çiqas ne serkeftîbin jî notên wan giş zêde ne. Mixabin ev rastiyek e û em giş vê yekê zanin. Rojekê kesekî ji şagirt pirsî û go dersên te çendin. Şagirt go giş sed in. Camêr jê re go bravo, tu ewqas zîrekî ha. Şagirt lê vegerand û go ma ne bi perê xwe ye. Bawerim ev dîalog her tiştî kifş dike. Hewceyî gotina zêde nake.

Me ji hevalên xweyî di dibistanê devlêtê de mamostatiyê dike pirsî û me go gelo rewşa dibistanê we jî wiha ye? Gotin helbet ciwanên niha zor in, lê ne bi xezeba kolejan. Rewşa ku niha şagirt tê de ne, helbet gelek sedemê wê hene. Di serî de pergala perwerdehiyê ye, ku dibastanê taybet teşvîq dike. Teknojojiya pêşketiye ku êdî ciwan her tiştî hazir dixwazin û serê xwe naêşînin. Ev yek dibe sedema kesayetek xemsar û tirale. Herwiha bandora malbata. Pêşiyên me belesebeb ne gotine mal mektebe.

Xwînerên delal mebesta min ne gilî û gazin in. Ji ber ku ev ciwan ciwanên me ne û dilê min diêşe. Gelek xwendekar hatine pola lîseyê ya dawîn, emrê wan bûye hevdeh, lê mixabin hîn pirtûkek nexwendine û jiyana wan bûye telefona di destê wan de. De ka bila dilê te neêşe lo.

Belê weke me go dibistan têne girtin ji bo nivîsê, wê derfet û wextê min î vala pir be. Bo vê yekê ez kêfxweş im. Û her çiqas em û şagirtên xwe di cengê de bin jî, ezê bêriya wan bikim.