'Doğu'ya Norayê

Tiştek heye ku meriv hema di ciyê xwe da sar dibe, dilê merivan jê dişikê. "Doğu" çi ye? Ez xwe davêjim bextê we, hûn bibêjin. "Doğu" çi ye? Ez naxwazim pirsa "ku der e?" bilêv jî bikim.

Google Haberlere Abone ol

Leyla Polat

“Bi kurdî Kurdistan, bi tirkî Doğu ye”(gotina yekî) Li Kurdistanê her tişt xwedî çîrok e, çîroka her tiştî heye… Cîya min digot, gava me xalîçe çêdikirin, tiliyên me tîştîşî dibûn, me bi şevan hina germ tê dida, em wisa radizan. Pîrka min digot xizmeyên min zêr bûn, karûbarên min hebûn.

Gava ez bi lingên zaroktiyê ji bo alvêrê diçûme çarsiyê, bi zanetî di kuçeyeke teng ra derbas dibûm. Li wir dikaneke piçûk a pencereşîn hebû. Di hundir da çend mêran kulav çêdikirin. Kulav bi sîngên xwe dikutan. Melodiyek li ser lêvên wan, lê ne kilamek bû. "Ha-hu-ha-ha-ha" tiştekî aha bû. Hêz digirtin ji wan dengan. Kulav bi sîngên xwe dikutan. Hê jî ji xwe dipirsim, bahayê xalîçeyên kurdan çi bû, bû çi; tiştekî ku meriv bi sînga xwe bikute û çêke?.. Gelo tenê kulav e yan parxanên westiyayî ne. Paleyên ligel parxan; dil, kezeb... Ne tilî û pêçî ne jî ling.

KEÇÊN ME JI ME DIZÎN LI DERSÎMÊ

Salên 2000î bûn. Di rojnameyeke tirkan da rastî nûçeyekê hatim. Xanimekê ji mîrata tirkan, a ji “DoğuAnadoluyê” pêşangehek vekiribû li Japonyayê. Eleqeyeke ecêb dîtibû û difikirîn ku li ser dinê gelek ciyên din jî vê pêşangehê li dar bixin. Tiliyên cîya min, xemlên pîrka min, parxanên wan mêran difrotin. Bi salan talan kirin û kirin ên xwe. Dengê me, stranên me, xalîçeyên me, kulav û xurcên me. Û bi hezaran tiştên din. Û helbet axa me... Û heta keçên me. Keçên me ji me dizîn li Dersîmê...

EZ XWE DAVÊJIM BEXTÊ WE, HÛN BIBÊJIN 'DOĞU' ÇI YE?

Bibexşînin. Belkî "dîbace"yeke dirêj û nelazim bû. Biîzna we werim ser meseleyê. Kitêba Lal Laleş a bi navê nora istanbul bir hiçtir van rojên çûyî weşiya. Li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be. Metneke ew qas xweş e ku, dixwazim ji milkê kurdî peyvekê lê diyarî bikim: "BEDEW". Metneke bedew e, hin hestên jibîrçûyî tîne bîra meriv. Êdî her tişt zehf modern (!)e. Hezkirin, eşq, jinxasî, mêrxasî, berîkirin di çîrokên qedîm da man, roja îro tiştên entîqe ne ku di sindoqan da dirizin. Ji êla me barkirin, çûna bêveger e... Erzanî û hêsanî nirxên serdemê ne êdî. "Eşq" îmajeke kevn a çîrçîrokan e... Loma dikarim bibêjim ku ew "safîeşq"a ku her riste pê hatiye neqişandin dilê merivan diperpitîne. Meriv xweziya xwe bi "maşûq û aşîqê" şi'îran tîne. Şiîreke bala, zimanekî têra xwe petiyayî. Û entelektûeliyeke têr û tijî. Lê belê tiştek heye ku meriv hema di ciyê xwe da sar dibe, dilê merivan jê dişikê. "Doğu" çi ye? Cureyekî teşiyê ye yan navê xwarinekê ye? "Doğu" çi ye, qey navê gîhayekî ye yan yê çemekî? Ez xwe davêjim bextê we, hûn bibêjin. "Doğu" çi ye? Ez naxwazim pirsa "ku der e?" bilêv jî bikim.

BI PLAN Û PROJE NAVÊ WERÊ ME KIRIBÛN 'DOĞU'

Salên nodî metnên Murathan Mungan çi çîrok çi şiîr pişta xwe spartibûn mîstîtîzma “Doğu”yê. Ev yek di şiîra tirkî da deng û rengekî nû bû. Her kes di wê atmosferê da bibû cîranê Şehrazadê, bi Şehrîyar ra araq vedixwar, bajarê wan li qûntara Çiyayê Kafê bû. Di paşila me hemûyan da çîrokên qedîm hebûn. Li aliyê tirkan her tişt "güllükgülistanlık" bû. Lê rastî ne ew bû. Ne hewce ye bi bîr bixim, wan çaxan li “Doğu”ya Murathan Mungan derî nemabû ku mirinê lê nexistibû. Murathan Mungan li pêşangehên elît; xalîçe, kulav, morîmircan û rengê me difirotin. Reng û dengê me… Nabêjim ên me kurdan. Ên hemû kêmîneyan. Kêmîneyên ku niştecîhên Kurdistanê bûn û ji hemû çîrokan û şiîran qedîmtir bûn, lê niha navê warê wan "Doğu" bû. Helbet bi demê ra em jî mezin bûn. Haya me jî ji dinê çêbû. Weyy bavooo, mesele ne ew qas hêsan bûye!!! Bi plan û proje navê warê me kiribûn "Doğu".

EM ÊDÎ DIZANIN ÇI ANÎNE SERÊ ME

Mêtînkarî, Fanon, Saîd, kolonî, kolonyalîzm, hişmendîiya ku hatiye kolonîzekirî... hwd, hwd, hwd... Rihê nivîsê rê nade jêgirtinan filan bikim, ku hewce jî nîne. Fanon bibêje çi ye, nebêje çi ye? Em êdî dizanin çi anîne serê me. Tam di vê navê da ne hewce ye em bi reflekseke agresîf bersiv bidin kolonyalîstên xwe jî. (A rast hîç ne hewce ye, em bersiv jî bidin.) Lê ku lazim be jî, em dikarin bi rêûrêbazên zanistî, bi argûmanên zexm, bi delîl û ispatan bersiva wan bidin, bibêjin ku ev der Kurdistan e û “doğu” qula çavê te ye! Welhasil ku devê pitpitikê bigrim, helbet Lal Laleş ji min û ji me gelekan zêdetir serê xwe bi van meseleyan êşandiye û têra xwe antîkolonyalîst e. Ev ne pesindayîn e; pratîkên wî, weşangeriya wî, şa'îrtiya wî, sekna wî, hew... Sedema vê nivîsê risteyên li jêr in.

"Doğuya sorulmuş soruların cevapları

acıtan kanatan ölüm ile yaşam arasında sarkıp sallanan masalımsı bakır anlatıdır."(r.35)

"Dirliğin hayat suyu söz ki her söz doğuda taşa kazılır

dizboyu toprağa kazılan mezartaşının

bize nasib olan tarafı yazılı günyüzü

göçmüşe kalansa dünyanın yazısız öbüryüzü." (r.37)

Ev dîskûr/gotar, dîskûra zimanê tirkî ye. Û me hemûyan (li Bakur) bi tirkî dest bi xwendina edebiyatê kir. Kodên me yên zimên di destpêkê da ji aliyê serdestên me ve hatin şêwandin. Me jî bi salan çi qas ji me hat hem bi refleksên polîtîk, hem jî bi refleksên zimanî li ber xwe da û hewl da ku ji wî kirasî xilas bibin. Piştî demûdewranan “doğu” ji ku derket? “Doğu” di zimanê tirkî da bi tenê ne temsîliyeta aliyekî coxrafî ye. Ku welatê me parçe nekiribana, doğuya wan ê Qeyserî felan bûya. “Doğu” di zimanê tirkî da rasterast îşaretê li Kurdistanê dike, înkarê dike, şer dike, xwînê-jenosîdê dike. Em dikarin hezar tiştî lê zêde bikin. Ev nivîs niyet naxwîne. Dibêje ku: Madem em ê piştî ew qas demûdewranên xedar, piştî ew qas liberxwedanan vegeriyana herî, herî, herî pêşiyê; keda me bi kêrî çi hat? Madem em ê bibûna “Doğu'ya Norayê” a mistîk…

Ew zimanê ku navê min înkar dike yê çawa bibe xwişk an birayê zimanê min?