Erdhej û tenduristî
Piştî erdhejê yek ji wan rewşên herî bi bandor jî derûnî ye. Nexweşiyên derûnî û psîkolojîk pir çêdibin. Depresyon, anksiyetê, sendroma şûnê-hewariyê, tirs, panîk, xwe bêçare hîskirin.
06.02.2023 saet 04.17an de erdhejek mezin û dîrokî çêbû. Navenda erdhejê Mereş bû û pir bajar da ber xwe û kete rojeva cîhanê jî. Di serî de ji bo kesên çûne ser dilovaniya xwe xwedê wan bi rehma xwe şa bike û ji nexweşan re şîfa dixwazim, hêvî dikim ji binê kavilan mirov bên xelaskirin. Pir mirov û sazî di nava alîkariyek mezin de ne. Hêvî dikim ku wê bigihêjin encamên xweştir.
Ez ê bi giştî li ser çend tiştên girîng ê li ser erdhej û tenduristiyê bisekinim. Dibe ku wekî berdewamî ez li ser mijarên tenduristiyê yên li ser erdhejê nivîsên din jî paşê binivîsim. Hîpotermî, xerabûna gurçikan, Dehidratasyon, Sendroma Crashê, Sendroma Kompartmanê, Travma, Embolî, Nexweşî û rewşa derûniyê, nexweşiyên têger- vegir ên wekî zikêşê, gurîbûn an jî xurî… hwd. ji pir alî ve mirov dikare rewşê binirxîne.
HÎPOTERMÎ
Mixabin zivistan e û ji ber ku germahiya laş dikare bikeve û mirov dikare têkeve hîpotermiyê xetereyek mezin e ev rewş. Demên asayî de germahiya laş kêm zêde 36,5 - 37,2 pîle (derece) ye. Dema germahiya laş dakeve binê 35 pîleyan bandora hîpotermiyê li ser laş xwe hêdî hêdî dide der. Li gora asta hîpoyermiyê jî tade li mirov tê. Kesên ji bin xerabe û kavilan hatine derxistin divê bên germkirin û germahiya laşê wan bê asta normal. Bi betanî an jî kinc û cilan hewce ye nexweş bê nixumandin.
SENDROMA CRASHÊ
Ji ber eciqandina kas- masûlkeyan masûlke perçe dibin û bermahiyên masûlkeyan an jî enzîmên mayî gurçikê xera dikin û dikare bibe sedema xelasbûn- îflaskirina gurçikê jî.
XERABÛNA GURÇIKAN
Hem ji ber ku laşê mirov bêav maye (dehidratasyon) û hem jî ji ber eciqandina kas û masûlkeyan barê giran dikeve ser gurçikê û çawa nexweş ji binê xerabeyan hatin derxistin divê bi taybetî bi serûman wendahiya avê bê dayîn. Hewce ye mirov li nexweşxanê bê şopandin û li gora asta êşandina gurçikê dikare hewcedarî bi diyalîzê jî çêbibe.
DEHÎDRATASYON
Mirov bi kurtasî dikare bibêje kêm-avî. Mirov bêav dimîne û laşê mirov av û vîtamîn, mîneralan wenda dike û li gora asta dehîdratasyonê gazinc û semtomên nexweş çêdibe. Dema mirov ji binê kavilan tên derxistin divê yekser serûm bê lêxistin. Pirî caran bêyî ku bi tevahî mirov ji binê kavil û xerabeyan bên derxistin ji reh û damarên tên dîtin tedaviya dehidratasyonê bi serûman dest pê dike.
TRAVMA Û SENDROMA KOMPARTMANÊ
Ji ber travmaya mezin di laşê mirov de xesar dikare çêbibe. Li gora ciyê travma lê çêbûye gazinc çêdibin. Mixabin jêkirina organan ji ber travma û sendroma kompartmanê dikare çêbibe. Ji ber ku xwîn baş nagere û eciqandin û travmayê aliyekî laşê mirov dişide, dinepixe û ji vê rewşê re sendroma kompartmanê tê gotin. Rewşeke girîng û lezgîn e.
NEXWEŞÎ Û REWŞA DERÛNÎ
Piştî erdhejê yek ji wan rewşên herî bi bandor jî derûnî ye. Nexweşiyên derûnî û psîkolojîk an jî gazinên bi vî rengî pir çêdibin. Depresyon, anksiyetê, sendroma şûnê-hewariyê, tirs, panîk, xwe bêçare hîskirin û hwd. Hîn pir rewşên din di dema erdhejê de tên dîtin. Bi xêr ez ê di nivîsên din de her carê bi hûrgilî li ser mijarek berfireh bisekinim ku di dema erdhejê de rû dide.