Erotîzm di helbesta kurdî da
Di edebiyata gelerî da erotîzm bi hin bêjeyên bijarte û bi awayekî sergirtî derdikeve ser qada helbestê, lê di edebiyata nûjen a kurdî da erotîzm di helbestê da bi wêrekî hatiye bikaranîn.
Roger Acun
Dîroka erotîzmê, bi dîroka mirovahiyê ve dest pê dike. Her çiqasî ji bo zêdebûna mirovan û bi vî awayî domandina cinsê mirovan wek şuxleke karîger bê hesibandin jî erotîzm, lûtkeya hedonîzmê ye. Zayend, ji bo mirovan bi salên dûr û dirêj bi awayekî bêqaîde hatiye jiyandin. Piştî ku mirov bû parçeyekî civakê di qada zayendê da jî hin qaîde derketine holê. Bi derçûna dewletan ev qaîdeyên devkî, bi dirûvê zagonan, di jiyana mirovan û civakan da cih girtine.
Di edebiyata gelek miletan da erotîzm, kêm zêde cih digire. Zayenda ku di navbera du kesan da bi awayekî veşartî pêk tê. Di qada hunerê da ji gelek guftûgoyan ra bûye mijar. Di hunera wêneyê da, di peykerteraşiyê da û di wêjeyê da şayesa erotîzmê li gor nirxên exlaqî rast e an na, eger rast be ev rastî çi qasî estetîk e? Ev pirsan, di felsefeya hunerê da hertim mêjiyê mirov meşxûl kiriye.
EROTÎZMÊ DI HELBESTA ARJEN ARÎ DE
Arjen Arî bi navê Eroûtîka pirtûkeke helbestê di 2006an da çap kiriye. Ev pirtûk, di helbesta kurdî da di warê erotîzmê da wêrekiyeke mezin e, lê divê neyê jibîrkirin ku erotîzm, hertim bi mecaz, îstîare xulase bi hêza îmajan ve hatiye bilêvkirin. Em binêrin helbestvanên me di vê mijara bisitirî da îmajên çawa afirandine? Arjen Arî, di mijara erotîzmê da di helbesta kurdî ya nûjen da lutkeyek e. Tu helbestvanên kurd, di derbirîna erotîzmê da ne wek wî wêrek in.
Arjen Arî, carinan bi bêjeyên arkaîk hestên erotîzmê tîne zimên û ji çanda dengbêjiyê sûdê werdigire; carinan jî bi şêwazeke modern vê mijara bisitirî di naveroka helbesta xwe da bi cih dike. Têrxwarina wî ji goştê yarê tuneye, laşe yarê mîna tenûreke har dibîne, mêyîtiyê, ji bo yarê wek mertalekî dinirxîne, Di risteyên jêrî da hin mînakên erotîzma wî hene:
“û bixwe nikarim
şevek din salek e
tu paxilê veke
derî ez ê li dû xwe darim” (Arî, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî: 26).
Agirê arezûya cinsî, laşê mirov rapêçe her saniyeyek ji mirov ra wek salekê dûr û dirêj tê. Dema hefsarê hespa har a lîbîdo, ji destê siwarê wê bifilite ew arezûya cinsî wek, jehrê di tamarên mirovan da digere. Di risteyên jorê da Arjen Arî, dibêje “tu paxilê veke / derî ez ê li dû darim” Di vê îmajê da bi bangewaziyên seksuel, bi bêjeyeke ji rêzê ango bi “derî” hatiye sazkirin.
“şerm meke
veke deriyê dubask
paxila xasxask li min veke
û piştekê bide pişt derî (Arî, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî: 61).
Arjen Arî, bi arîkariya bangewaziya bêjeya “derî” ya zayendî îmajeke erotîk ava kiriye. Gotina “deriyê dubask” ji bo uzvê tenasulê yê jinê metaforeke balkêş e. Ev îmaj ji bo nîşandayina cureta Arjen Arî ya derheqê mijara erotîzmê û di helbestê da bikaranîna wê mînakeke resen e.
“hestî bi hestî bikewêjim jî
têrxwarina min nîn e ji goştê te” (Arî, Eroûtîka: 58).
Di van risteyan da hestên evînî, veguhestine arezûyên zayendî û helbestvan birçîbûna xwe ya şehewî bi îmajeke resen aniye zimên. Ji bo vegotina arezûya zayendî kojandina hestiyê yarê, daxwazeke tund a cinsî şênber dike. Tiştê balkêş ew e ku maçîkirin, mêjandin, gezandin ne bes e, kojandin jî hatiye bikaranîn. Ev jî pîleya herî dijwar e.
“tenûr e her derên te tenûreke har
li lêvên min digrê rivîn” (Arî, Eroûtîka: 62).
Di nêzîkbûna jin û mêr a cinsî da herikîna xwînê ya di tamaran da zêde dibe ev yek jî dibe sedema sincirandina laşê mirov. Ji ber vê yekê Arjen Arî, laşê yara xwe şibandiye tenûrekê û rivînên tenûrê li lêvên wî girtiye. Ev dîmen bi peywenda bêjeyên dûrmane wek laş, tenûr, lêv, rivîn, har hatiye sazkirin. Di helbesta kurdî ya nûjen da erotîzm, piranî li ser bêjeyên peywenda wan germ ava dibe. Ji ber vê yekê agir, bizot rivîn, tenûr, şewat, germ, sincirandin, kelandin, qelandin, biraştin, kizirandin hwd tên bikaranîn.
“destên min hesin, heste
ku digihin newalên te
li tilmên te ku dipelin
birûsk dihingiwe xwînê
û ez dilerizim wesle b’wesle” (Arî, Eroûtîka: 68).
Bêjeya “newal”ê bi mecazî hatiye bikaranîn. Risteya “birûsk dihingive xwînê” îmajeke hişê mirov serûbin dike. Hunera îstîareyê, sihêmiyeke mezin daye vê îmajê.
“kirasê te şev e mertalê te mêyîtî
ez têk diçim bi rimeke şikestî
serê min li ber serê te dikeve
li dû her kirinê” (Arî, Eroûtîka: 79).
Bi rêze teşbîhan ev îmaja jorî bi hostetî hatiye hûnandin. Kiras, bi şevê; mêyîtî, bi mertal hatiye şibandin; rimê şikestî jî bi rêya îstîareyê li şûna uzvê mêraniyê hatiye bikaranîn. Ev yek jî vechê vegêrana erotîzma hin kilamên kurdî daye helbesta nû.
“ez nêriyê te me
bi devê te gayê te yî pîr
gayê te yî xişn bi gîsin û nîr
cotkarê zevî û newalên te” (Arî, Eroûtîka: 87).
Di hemû risteyên jorê da alegoriyeke erotîk heye. Nêrî, ga, gîsin, cotkar, zevî û newal remzên zayendî temsîl dikin. Bi hevkarî îmajeke tund a erotîk ava kirine. Di navbera şuxlê zayendî û remzên ku hatine bijartin da têkiliyeke karîger heye. Her bêjeyek ji bo îfadekirina tiştekî din hatiye bikaranîn. Vegêraneke alegorîk bi saya bêjeyên rûmûzî di seranserê helbestê da ji xwe ra qadeke berfireh a îstîareyan ava kiriye.
EROTÎZM DI HELBESTA BERKEN BEREH DA
Helbesta Berken Bereh ji aliyê mijara erotîzmê ve gelekî qels e. Dibe ku ev yek tercîheke helbestvan a civakî û exlaqî be jî. Helbestvan di hemû helbestên xwe da di çar pênc risteyan da cih daye îmajên vê mijarê. Piranî erotîzmeke di nav arezûya evînê da veşartî, erotîzma Bereh pêk tîne.
“lêvên te balêsin hinarkên min” (Bereh, Ji Dûriyê ra: 35).
Lêv, dev, ziman, maçkirin, alastin û mêtin di erotîzmê da cihekî giring digirin. Helbestvan dixwaze ku lêvên yara wî, hinarkên rûyê wî bialêsin. Dema alastina lêvên yarê helbestvan wek şekirekî ta’ma xwe bide zimanê yarê û li ser dev û dirênê wê belav bibe. Di vê îmaja erotîzmê da evîndar roleke pasif girtiye ser xwe.
“serê te dixim nava her du destên xwe
Lêva te mêvanê devê min” (Bereh, Ji Dûriyê ra: 39).
Helbestvan bi maçkirin an jî alastinê nehatiye ser û xwestiye ku lêva yara wî ji devê wî ra bibe mêvan. Bêjeya “mêvan” îmaj hîn jî ber bi asoyê erotîzmeke derûnî rakişandiye. Mêvanê mirov çawa tên, mirov wan maç dike û derbasî hundir dike. Helbestvan dixwaze lêvên yara xwe bi temamî têxe hundirê devê xwe.
“ku lêv digihên hev
li wê tenûra dadayî
ez diçim tewafa
wî deriyê radayî” (Bereh, Xewna Dawî: 91).
Berken Bereh, dev û lêvên yara xwe dişibîne tenûreke dadayî û dibêje “dema lêv digihên hev ez diçim tewafa wî deriyê radayî.” “Deriyê radayî” îmajeke bimecaz e. Ev gotin ji bo remza ûzvê jinê yê zayendî hatiye bikaranîn û gotineke resen e.
“laşê te çiyayê bi bager û bahoz, bi berf e
li hinavê min waweyla roja mehşerê
bi zendên te digire û ber bi xwe ve dikişîne” (Bereh, Ji Dûriyê ra: 60).
Berken Bereh, di van risteyan da laşê yara xwe dişibîne çiyayên biberf û bager. Şibandina laşê jinê bi çiyayan ve ne teşbîheke ji rêzê ye. Helbestvan, pêsîr û kulîmekên yara xwe şibandiye çiyayên biberf û bager, lê ev teşbîh bi bangewaziyeke veşartî saz kiriye. Arezûya dilê xwe li hember laşê yarê jî şibandiye roja mehşerê.
EROTÎZM DI HELBESTA GULÎZERÊ DA
Di helbesta Gulîzerê da jî îmajên erotîzmê hene. Hêjayê gotinê ye ku Gulîzerê ji aliyê arezûyên zayendî yên jinan nêzîkî erotîzmê bûye. Ev yek jî ji bo helbestvaneke jin di edebiyata kurdî ya nûjen da serkeftinek e. Fatma Savcî di vê qadê da ne wek Gulîzerê wêrek e, di helbesta Savcî da cihê mijara erotîzmê tuneye. Gulîzer, hêmanên laşe jinê ji bo terîfkirina hestên zayendî bi kar tîne.
“serê pêsîrê wê tim bi hine bûn
amade bûn ji her dawetê re” (Gulîzer, Keziyên Jinebî: 22).
Di laşê jinan da pêsîr ji aliyê erotîzmê ve wek hêmayekê zehf hatiye bikaranîn. Di nav gel da wek bêje jî bê bikaranîn hestên şehwî hişyar dike. Di vê risteya jorî da sorbûna dora serê pêsîrê bi hineyê hatiye şibandin. Têkiliya vê yekê jî bi dawetê ra hatiye danîn. Wek berbûyên ku diçin dawetê, destên xwe hine dikin. Sorbûna dora serê pêsîrê, tiştekî siruştî ye, lê helbestvan vêya bi husn û talîleke estetîk bi sedema tiştekî din şîrove kiriye
“roj, êvarekê di nav her du pêsîrên wê de çûbû ava
bi dû kurtêlên tîrêjan diket
ji bo roj hilê di paxila wê de” (Gulîzer, Keziyên Jinebî: 22).
Roj, di nav çiyayan ra diçe ava. Di van risteyên jorî da helbestvan bi îmaja “roj di nav her du pêsîrên wê da çûbû ava” dîmeneke siruştî zeft kiriye. Wekî roj di nav du çiyayan ra biçe ava. Teşbîheke veşartî di navbera çiya û pêsîran da hatiye sazkirin. Dîsa kurtêlên tîrêjan û hilatina rojê di paxila wê da îmajên surrealîst in.
ENCAM
Hunermend, berî her tiştî însan in û hîsa zayendî bi wan ra jî heye. Wê demê gelo pêkan e hunermend, van arezûyên tund di hunera xwe da vêşêre? Di edebiyata gelerî da erotîzm bi hin bêjeyên bijarte û bi awayekî sergirtî derdikeve ser qada helbestê, lê di edebiyata nûjen a kurdî da erotîzm di helbestê da bi wêrekî hatiye bikaranîn.
Binêre:
1) Arjen Arî, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Avesta, Stenbol, 2000.
2) Arjen Arî, Eroûtîka, Lîs, Stenbol, 2006.
3) Berken Bereh, Ji Dûriyê re, Lîs, Diyarbakır, 2013.
4) Berken Bereh, Xewna Dawî, Lîs, Diyarbakır, 2016.
5) Gulîzer, Keziyên Jinebî, Avesta, Stenbol, 2006.