Êşa qolincê
Kesên êşa qolincê bi wan re hene dikarin sûd û fêdeyê ji avjenî, ajotina pisqilêtê û meşê bigirin. Di heman demê de yoga, meditasyon û plates jî tê pêşniyarkirin.
Êşa qolincê (kulunç, fibrozit) peyvek nas e. Pir kes di jiyana xwe de pêrgî vê gotinê hatiye. An wekî nexweşiya kronîk li wan çêbûye an jî wextekî ev êş kişandine an jî navê wê pir bihîstine. Di vê nivîsê de bi giştî ez ê qala êşa qolincê bikim. Mijarek pir berfireh e. Dîsa jî ez dixwazim tenê di vê nivîsê de qala tiştên herî berbiçav ê vê nexweşiyê bikim û bi pêşniyaran biqedînim.
Sedemên êşa qolincê jî têra xwe hene. Enfeksiyonên viral, ketina xwarê û travma, cemidandin an jî li ber klîmayê mayîn, pirsgirêkên xewê, kişandina cixarê ya zêde, nexweşiyên psîkolojîk, depresyon û stresa zêde, kêmaniyên vîtamîn û mîneralan, sekna şaş a laş, ciyê ne serast ê razanê û hwd. Têra xwe zêde sedem hene û dikare bê zêdekirin.
Ez ê bi taybetî li ser girêkên di nava masûlkeyên piştê de çêdibin bisekinim. Di nava masûlke-kasan de gerandina xwînê kêm bibe girêk çêdibin û mekanizmaya sereke jî kêm oksîjeniya wê derê ye. Ji van girêkan re “Triger Point- Tetik Nokta” tê gotin. Bêtir jî li ser mil, stû, qolinc, piştê de ev girêk çêdibin. Di êşa qolincê de bêtir li aliyê qolincê û dora stû ev girêk û êş peyde dibe. Di nexweşiya bi navê fibromiyaljiyê de heta dora zik û çokan ev girêkên xesas dikare bê dîtin. Ev pir xesas in û bi hewaya cemidî zêdetir êşê çêdikin. Dema mirov pê li wan girêkên xesas dike jî êş çêdibe. Mirov dema qolincê xwe hereket dike dengê xirtexirtê tê ji nav milan û ev deng ji ber wan girêkan-xalên hişyarker e.
Naskirina vê nexweşiyê bêtir bi çîroka nexweş û muayeneyê tê danîn. Bêtir di emrê navîn de pir tê dîtin. Li gorî mêran di jinan de nêzî neh caran zêdetir tê dîtin. Genetîk- cinaset roleke mezin tê de digire.
Ev nexweşî bi piranî bi mirov re dijî. Carinan bi tedaviyan hin girêk wenda dibin lê pir ji wan xwe dubare jî dike. Lê bi guherînên jiyanê û pêşniyarên doktorê fizîkê re mirov jiyanek baştir û kêmêş dijî.
Tedaviyên dermanan, terapî û teknîkên masûlkeyan vedikin… Bi sê cûre tedaviyan ev nexweşî tê tedavîkirin.
Kesên êşa qolincê bi wan re hene dikarin sûd û fêdeyê ji avjenî, ajotina pisqilêtê û meşê bigirin. Di heman demê de yoga, meditasyon û plates jî tê pêşniyarkirin. Wekîdin jî egzersîzên bi giraniyan, egzersizên aerobîk ji bo fibrozit û girêkên qolincê pir baş tên.
Di terapiyê de ji bo kêmkirina stres û anksiyeteya mirov rêyek tê şopandin. Bi kêmbûna stresê re masûlke û damarên hişk- şidiyayî yên qolincê baştir dibin, nermtir dibin û vedibin. Ji bo vê yekê masaj jî baş tên. Jixwe mekanizmaya bingehîn ew e ku gera xwînê zêde dibe û ew girek bi oksijena zêde re vedibin, normal dibin. Bi vî awayî êş jî kêm dibe an jî namîne.
Di tedaviya dermanan de bêtir êşbir tên bikar anîn. Jê re antiinflamatuar jî tê gotin. Ev derman hem êşê kêm dike û hem jî iltihab-inflamasyona nava masûlkeyan de kêm dike. Wekî derman magnezyum û dermanên din jî li gorî asta nexweşiyê tên pêşniyarkirin.
Bi pêşketina teknolojî û tedaviyên alîkar re tedaviya fibrozitan hêsantir bûye. Tedaviyên alîkar û temamker ên wekî akupunktur, mezoterapi, ozon terapi, kupa terapi(heccam), PRP, derziyên ziha jî di tedaviya fibrozitan de ciyekî girîng digire.
Herî dawî ez dixwazim li ser girîngiya egzersizan bisekinim. Berdewamî pir girîng e. Hewce ye mirov sebra xwe wenda neke. Heke bi rêk û pêk egzersiz bên kirin û mirov li pêşniyarên doktorê xwe miqate be wê pir zûtir bigihêje şîfayê. Bi hêviya ku ev nexweşiya domdar-kronik li kesî peyda nebe, demxweş.