'Evîn sînoran nasnake'
Gelo Êzidî çima du bavên xwe li cîhekî çal (binax) nekirine? Çima bi kesên ji derveyî civaka xwe ra nazewicin? Bi zewaca navxweyî va çiqasî xwe parastine û li ser koka xwe mane?
Îkram Oguz - [email protected]
DUVAR - 'Evîna Qedexe', navê romana nivîskar û helbestvanê Kurd Eskerê Boyîk e. Wek ji navê romanê jî tê zanîn, mijara romanê ji evîna xortekî Êzidî û keçikeka Asûrî pêk tê û lehengên romanê yên sereke Wezîr û Asîya ne. Wezîr xortekî Êzidî, Asîye jî keçikeka Asûrî ye. Êzidî jî, Asûrî jî bi kesên ji derveyî civaka xwe ra nazewicin.
Bi taybetî keç ya jî xortek Êzidî dema ku bi kesek ji derveyî cîvaka xwe ra bizewice, ji êzdayetîyê derdikeve û zarokên wan jî wek Êzidî nayên qebûlkirin. Loma pismam û dotmam, qîz û lawxaltî, keç û xortên cînar bi hev ra dizewicin. Ev zewaca navxweyî herçiqas bi taybetmendîya olî va hatibe girêdanê jî, ev teybetmendîyek hemû kêmayetîyan ya jibo xweparastinê ye.
EVÎNA QEDEXE
Dema ku mirov li dîrokê dinêre, dibîne ku hemû kêmayetîyên olî ya jî neteweyî ji bo ku xwe biparêzin, derîyên xwe ji kesên ji derveyî xwe ra girtine û wek civakên girtî jîyana xwe domandine.
Taybetmendîya Êzidîyan yek jî ev e, ku Êzidî di nav netewa xwe da jî kêmayetîyên olî ne. Bi awayeke din kêmayetîyên kêmayetîyan e. Sedem nasnameya xwe olî ji Kurdên misilman zilm û zordarî dîtine û ji du alî va rû bi rû asîmîlasyon bûne.
Eskerê Boyîk di 'Evîna Qedexe' da, evîna xortê Êzidî Wezîr û keçikeka Asûrî Asîyayê kiriye mijar û gor şert û mercên Êzdayetîyê, bi hevokên kin, bi zimaneke zelal û herikbar hunandîye. Dema ku mirov dest bi xwendinê dike, xwe li Rewanê, li gundên quntara Çîyayê Elegezê, di nav civaka Kurdên Êzidî, ku bi erf û edetên xwe, bi xwerin û vexwerinên xwe, bi ziman û ola xwe jîyane, bi van taybetmendîyan xwe parastine û heta roja îro Kurd mane, dibîne.
SEDEMA QEDEXEBÛNÊ PARASTIN E
Sedemê qedexebûna evîna Wezîr û Asîyayê jî ev parastin e. Di romanê da Apê Kerem, ku bavê Wezîr e, nerazîbûna xwe ya li dijberî evîna qedexe da, ji hevalêkî lawê xwe ra wiha dibêje:
“Ez dizanim ew gura te dike, birê apo, jê ra bêje bira terka wê kecikê bide. Ez nabêjim keçik xirab e, na, lê zêr be jî, horî be jî, milayket be jî ew ji wî ra nabe. Tu dizanî zewaca me tev miletekî din qedexe ye. Çi dixwaze ez ê jê ra bikim, ez ê jê ra Volgakê nû bikirim, ez ê jê ra maleke rind di nav Rewanê da çêkim, hebûna xwe gişkî ez ê di bin pîyê wî da raxêlim, tenê bila vegere… Destê xwe dirêjî kîjan keça Êzdî bike ez ê jê ra bînim… Em Êzdî ne, Êzdî ne, Êzdî! Ew kirina wî ji min ra mirin e"
EVÎN SÎNORAN NAS NAKE
Li alîyê din dîya Asîyayê jî jinikeka xwende û mamosteyê zimanê Rûsî ye. Ew jî zewaca keça xwe ya bi xortekî Êzidî ra qebûl nake, jeber ku Asûrî ye. Asya jî Wezîr jî, keç û xortên xama û xwendekarên zanîngehê, ji erf û edetên civaka xwe hayîdar û zana ne. Ew jî dizanin evîna wan, evîneke qedexe ye. Lê evîn e û evîn jî sînoran nas neke. Loma ew jî ji bo zewac û jîyaneke bextewar ne dikarin riza dê û bavên xwe bigrin, ne jî dikarin jihev biqetin.
Ji heval û hogirên xwe ra gilî û gazinên xwe tînin ziman, mixabin gilî û gazin jî pere nakin. Asîya di derbarê erf û edetên herdu aliyan da ji hevalek xwe ra dibêje: “Di vî halê xwe yê giran da, ez him girîyam û him jî min ji xwe ra rastîyek eyan kir. Civak, ol, erf û edetên hişk ên romantîzmê, evînê, hestên nazik û paqiş nas nakin, edet wek kevir giran û bê wijdan in…”
JÎYANA KU BI KOMKUJÎ Û KOÇBERÎYÊ DERBAS BÛYE
Nivîskar di nav evîna qedexekirî û kevneşopîyên civakê da bêalî ye. Li alîkî, di kesayetîya Wezîr û Asîyayê da romantizm û paqişîya evînê derdixe pêş, li alîyê din jî sosyolojîya Civaka Êzidî ya sedsala 20an radixîne ber çavan. Bala xwendevan dikişîne ser dîrok û jîyana Êzidîyan, ew dîrok û jîyana ku bi komkujî û koçberîyê derbas bûye… Gelo Êzdî çima du bavên xwe li cîhekî çal (binax) nekirine? Çima bi kesên ji derveyî civaka xwe ra nazewicin? Bi zewaca navxweyî va çiqasî xwe parastine û li ser koka xwe mane? Bersiva van pirs û pirsgirêkan jî, nivîskar di kesayetîya Apê Kerem da tîne ziman û bi mînakên ji jîyanê û bi berfirehî dibersivîne.
Apê Kerem, ji hevalê lawê xwe ra wiha dibêje: “Vê payîzê gereke we herduyan jî bizewicînim, ji xwe ra du keçên baş bibînin, keçên Êzdîyan. Tenê keçên Êzdîyan! Em Êzdî gune ne, hindikin, bêpişt in, li dinyayê bela bûne, gerek zêde bibin, divê zarên we gelek bin…”
Apê Kerem çima wusa difikire û di nêrîna xwe da çima evqas serhişk e. Sedema vê serhişkbûnê jî nivîskar dîsa bi van gotinên wî wiha tîne ziman: “Lawo kal û bavê xwe bîra nekin, pêşîyên xwe bîra nekin. We ew bîr kirin hûn ê xwe û Êzdîtîya xwe jî jibîr bikin. Pêşîyan gotine, Êzdîyan du bavên xwe li cîhekî çal nekirine…“
NAKOKÎYA KEVNEŞOPÎ Û ZANISTÎ
Mirov di romanê da nakokîya kevneşopî û zanistîyê jî dibîne. Nivîskar di kesayetîya Apê Kerem da kevneşopîyê, di kesayetîya xwedîyê evîna qedexe Wezîr û Asîyayê da jî zanistîyê dinirxîne. Di encamê da nivîskar jî nîşan dide, ku kevneşopî herçiqas rê li ber helandina civakê bigre jî, di şert û mercên îroyîn da rola wê ji parastina bi zanistî kêmtir e.
Di warê pevxistin û tewna romanê da jî gotinên ku mirov bike, hene û zêde ne. Bêguman, wek hemû romanên Kurdî, di vê romanê da jî kêmasî hene. Jiber ku dîroka romannivîsîya Kurdî dîrokeke dirêj nîne û hê di destpêke da ye. Di wêjeya Kurdî da pêşveçûna vê beşê jî, dîsa bi xwendin û nirxandina bi çavê rexnegirîyê va girêdayî ye. Xwendin kêm, rexnekar jî hê peyda nebûne. Loma romannivîsî jî hê di asta livandinê da ye û mîna zaroka ku bi çaplûkan bikeve, li rêya xwe ya rast digere.
Ji bo ku romana Kurdî jî di nav romanên cîhanê cîhê xwe bigre, qasî nivîsê, xwendin û nirxandin jî pêwîst e. Hûn jî romanên Kurdî, bi taybetî Evîna Qedexe bixwînin û ji tama zimanê xwe yê şêrin bêpar neminin…