Ez û Tu

Dema meriv vê kilamê guhdar dike, bi rastî jî weke avê diherike. Lê kilam rastiyekî datîne pêşiya me. Rastiya pirsgrêka kesayetiyê ya dema niha derdixe hemberî me.

Wêne: Tara Mamedova, Vedat Yildirim
Google Haberlere Abone ol

Wekî hûn jî dizanin rojeva Tirkiyê her ku diçe girantir dibe. Êdî kes nikare xwe bigîhîne rojevê. Serê meriva bi guregura nûçeyan, gote gota siyasetmedaran gêj dibe. Lê emê van hemûyan dûr, behsa helbestan, stranan û berheman bikin.

Dema ez rewşa kurdan dinêrim, kurd zêdetir bala xwe didin siyasetê. Kesên derbarê helbest û hunerê dinivîsin, her ku diçe kêmtir dibe. Ên dinivîsin jî piştî çend nivîsan berê xwe didin rojevê. Jiber ku rojev pêşiya her tiştî digire.

Dema rojev giran be, destê meriva naçe bo ku meriv tiştekî din binivîse. Rojê du caran, sê caran rojev diguhere. Ev jî hem pêşiya nivîskaran hem jî pêşiya kesên ku dixwazin derbarê çand û hunerê de binivîsin dibire.

Gelek stranbêjên kurd ên qedir bilind hene. Em navan bijmêrin, wê neheqî çêbibe. Emê îro berê xwe bidin straneke nû. Strana “Ez û Tu” ya Vedat Yildirim û Tara Mamedova bi hev re stirîne.

Dema meriv vê kilamê guhdar dike, bi rastî jî weke avê diherike. Lê kilam rastiyekî datîne pêşiya me. Rastiya pirsgrêka kesayetiyê ya dema niha derdixe hemberî me.

"Tu min sûcdar dikî/ xwe pê xelas dikî"

Herkes ji xeynî xwe kesên derdor sûcdar dike. Ji ber ku kêmasiyên xwe ditirse. Ji bo ku kêmasiyên xwe veşêre, kesên hemberî xwe sûcdar dike. Qey tu dibêjî ew kes weke ava zelal e. Kilam bi vê rastiyê dest pê dike.

Malê dinê, peyveke maneya wê kûr û dirêj e. Di nav jiyana rojane de gelek tê bikaranîn. Bi taybet mezinên me, dê, bav û kalê me vê peyvê gelek bikartînin. Bo malê vê dinê meriv xwe diwestînin, dilê hevdu dişkînin, xwînê dirijînin. Ji ber wê, dema emir kamil dibe, mezinên me digotin bo malê dinê dilê hevdu nehêlin, hevdu re rê herin.

Lê dem her ku diçe ji kesayetiyê jî tiştekî dibe. Gelek kes bo malê dinê dilê gelek kesan dihêlin, derew dikin û dilan dişkînin. Ji ber vê Tara jî dibêje, "Sa malê vê dinê/ sa nav û dengê wê/ tu xwe wenda dikî / Tu li xwe vegere / li min venegere / Tu çi li xwe dikî."

Bi zimanekî sade, van hemûyan kir nav sê hevokan. Wekî hûn jî dizanin Tara, ji Serhedê ye. Bo wê peyva "sa" bikartîne. Kilam jî wisa ye. Bi devoka Serhedê, saf û eşkere nivîsiye. Dengê Vedat jî gelek lê hatiye. Eger dewsa Vedat yekî din bûya, nizanim belkî ewqas rûnedinişt. Bila kes nexeyîde, dengê hemû hunermendên kurdan gelek başin. Lê nizam dengê Vedat gelek li vê kilamê hatiye.

Em dikarin bêjin kilîp, hinekî bin siya kilamê de ma ye. Dema meriv kilîbê temaşe dike, pir amator bûye. Xwezila ser kilîbê hinekî zêdetir bixebitiyana. Dema meriv çavên xwe digire, vê kilamê guhdar dike gelekî xweş e. Em bo kilîbê nikarin tiştekî wisa bêjin. Lê dîsa jî em pir kêfxweş in, spasiya hunermendên kurd dikin. Kedên wan nayê dayîn.

Hunermendên kurd çiqas bi hev re dixebitin, ewqas kêfa meriva bi wan re tê. Meriv çi dibîne wêya dike. Jixwe siyasetê kurdan parçe parçe kiriye. Hunermendên kurd divê pêşengtiya yekitiya gel bikin. Vêya dikarin çawa bikin? Weke Tara û Vedat û hunermendên kurd ên din. Çiqas bi hev re bin, ewqas dibin mînak.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.