Şivanê zimanê Kurdî: Ereb Şemo
Dema ku qala edebîyata Kurdî were kirin, bêguman navê Ereb Şemo û romana wî ya yekemîn 'Şivanê Kurd' derdikeve pêş. Jiber ku Ereb Şemo ne tenê nivîskarekî Kurd e.
Îkram Oguz
Wî bi nivîsandina romana Kurdî ya yekemîn, 'Şivanê Kurd' ve hîmê edebîyata Kurdî ya modern jî avêt. Bi nivîsandina 'Jîyana Bextewar', 'Hopo' û 'Kela Dimdimê' va ew hîm bilind kir û derxist rûyê erdê. Edebîyata Kurdî îro li ser hîmê ku wî avêtîye, bilind û dewlemend dibe.
Ez bawerim gelek nivîskarên Kurdên ku îro bi edebîyata Kurdî ra têkildar in û roman û helbestan dinivîsînin, bi pirtûkên Ereb Şemo dest bi xwendina Kurdî kirine û bi dubarekirina pirtûkên wî Kurdîya xwe pêşda birine.
Ereb Şemo di sala 1935an da romana xwe ya yekemîn, 'Şivanê Kurd', dinivîsîne, ku 'Şivanê Kurd' di heman demê da romana Kurdî ya yekemîn e. Piştî weşana Kurdî, 'Şivanê Kurd' bi zimanê Rûsî û Fransî tê çapkirin. Çapa Fransî ji alî Bazîl Nîkîtin va hatîye wergerandin, ku Nîkîtin di derbarê jîyan û dîroka Kurdan kar û xebat kirîye.
MAKSIM GORKİ: KURD BI ZIMANÊ NIVÎSKARÊ XWE DIAXIFE
Maksim Gorkî dema ku wergera 'Şivanê Kurd' ya Rûsî dixwîne, di derbarê Ereb Şemo û 'Şivanê Kurd' da wiha dibêje; “Gelê Kurd êdî bi zimanê nivîskarê xwe, Ereb Şemo, diaxife!”
Ereb Şemo yê ku hîmê edebîyata Kurdî avêtîye, kî ye û jîyana wî bi çi awayî derbasbûye? Bi rastî, qasî ku mirov bi berhemên wî yên giranbuha dilşa û serbilind dibe, ewqas jî bi jîyana wî ya bi feqîrîyê dest pê kirîye û li sirgûnîyê derbasbûye, xemgîn dibe.
Ereb Şemo di sala 1897an da li gundê Sûsiz a girêdayî bajarê Qersê, hatîye dinê. Susiz wê demê gundekî Kurdên Êzdî ye û Qers û Erzirum jî di bin desthilatîya Rûsyayê da ne.
Ereb Şemo di xortanîya xwe da li bajarê Erzirumê di rîya trênê da weke karker dixebite. Di wê demê da bi Bolşevîkan ra hevdinase û bi wan ra li dijberî rejîma Çar dest bi kar û xebata sîyasî dike.
Sedem karû xebata xwe ya sîyasî Şemo, di sala 1916an da ji alî rejîma Çar va tê girtin û di girtîgeha Sariqamişê da dimîne.
Piştî derketina ji girtîgehê vedigere gundê xwe û di nav gundên derdorê da bi Bolşevîkan ra karên xwe yê sîyasî didomîne. Demekî berî Şoreşa 1917an derbasî bajarê Stravopolê dibe. Bi êrîşa li bajarê Petrogradê ya li ser Qesra Çar va, di nav şerê navxweyî da cîh digre.
PIŞTÎ ŞOREŞÊ
Tê gotin ku Ereb Şemo li pey Fêrikê Egît Polatbekov, Kurdê duyemin e, ku di nav Artêşa Sor da cîh girtîye. Piştî Şoreşê Ereb Şemo, li Moskovayê di Enstîtûya Lazaryan ku wê demê li ser zimanên Rojhilatî kar û xebatê dike, qeyd dibe. Jiber ku Şemo ji bilî zimanê Kurdî, zimanên Tirkî, Gurcî, Azerî, Rûsî û Ermenî jî weke zimanê xwe yê zikmakî diaxife û dinivîsîne.
Ereb Şemo di sala 1937an da ji alî rejîma Stalîn va tê girtin û ji bo Sibîryayê tê sirgûnkirin. Şemo di kamilîya emrê xwe da careke din xwe di nav karê rêya trênê da dibîne û sirgûnîya wî ya li Sibîryayê bi wî rengî 19 sal dikudîne. Piştî mirina Stalîn, di sala 1954an da sirgûnîya wî diqede û vedigere Erîwanê.
Niviskarê Kurd Emerîkê Serdar di derbarê vegera Ereb Şemo da wiha dibêje: “Me di rojnameya Sovetakan Hayastanê da nûçeyek xwend ku, Nivîskarê Kurd ê Bolşevîkê kevn Ereb Şamîlov vegerîyaye Erîvanê. Heta wê demê me navê Ereb Şemo qet nebihîstibû. Ji bo ku navê wî neyê bihîstin, neyarên wî vala nesekinîbûn. Sedem wê yekê emsalên me Ereb Şemo nasnedikir.”
SIRGÛNÎYA EREB ŞEMO
Ereb Şemo, piştî vegera ji sirgûnîyê nivîskarîya xwe didomîne. Romana xwe ya duyemîn, Jîyana Bewxtewar, di sala 1959an da, Dimdimê di sala 1966an da, 'Hopo' jî di sala 1969an da dinivîsîne. Hemû berhemên wî bi gelek zimanên din jî tên çapkirin û di nav edebîyata cîhanê da cîhê xwe digrin.
Mirov dikare bi hêsanî bibêje, di warê edebiyat û romana Kurdî da keda Ereb Şemo pirr û pirr zêde ye. Bi berhemên wî yên granbuha zimanê Kurdî pêşda çû, pirtûkxana Kurdî rengîn û dewlemend bû. Erebê Şemo ji vir 42 sal berê û di 81 saliya xwe de, roja 21ê Gulanê di sala 1978an de xatirê xwe ji dinyayê xwest û koça xwe ya dawî kir. Lêbelê berhemên wî û tesîra wî ya li ser ziman û edebîyata Kurdî payîdar ma û wê bi wî rengî jî bimîne…
***
Ereb Şemo di dîroka min a şexsî da jî xwedî cîhekî girîng e. Ez hê xortekî 15 salî bûm, romana wî ya yekemîn, 'Şivanê Kurd', ji alî weşanxana Rîya Azadî (Özgürlük Yolu) li Tirkîyê hatibû çapkirin û di eynî salê da ketibû destê min.
Cara yekem bû, ku min romaneka bi zimanê xwe yê zikmakî, ew zimanê ku di heft salîya min da ji min hatibû dizîn û ji min dûrketibû, dixwend. Di xwendina cara yekemîn da çiqas sedî sed jê fam nekiriba jî, rojek ji êvarê da dest pê kiribû, bêxew û bênavber xwendibû û bi destpêka sibê ra dawî lê anîbû.
Bi dubarekirin û sêbarekirinê ra zimanê min ê ku ji min hatibû dizin, li min vegerîya. Bi famkirina sedî sed va dilê min geş bû, rûyê min kenîya. Di destpêka salên 80yî da 'Jîyana Bextewar' û 'Hopo' li Stenbolê bi awayekî veşartî ketin destên min. Min ew herdu pirtûk jî weke 'Şivanê Kurd' xwendin û dûbare û sêbare kirin.
Bi xwendina berhemên wî yên giranbuha va êdî zimanê min dilivîya û roj bi roj pêşda diçû. Bi pêşveçûna zimanê xwe va bextewar û serbilind dibûm. Jiber ku bi xwendina 'Şivanê Kurd' ra, li ser welatê bav û kalên xwe vegerîyabûm.
Bi xwendina 'Jîyana Bextewar' ra li pey koka xwe ketibûm. Bi 'Hopo' ra çûbûm Kela Dimdimê, li wir, bi mêrxasî û dîroka dewlemend a gelê xwe hesîyabûm. Di bin sîya bircên Kela Dimdimê da, min ji xwe ra warekî nû ava kiribû û tê da bi zimanê dayîka xwe diaxifîm.
Bi zimanê xwe yê şêrîn dikenîyam û bi dengê bilind digirîyam. Bi wan girî û şabûna di jîyana min da rûpelek nû vebû. Rêyeke nû dereket pêşîya min û îro jî di wê rê da, bi dilekî şa û bi rûken dimeşim.
Bi zimanê xwe yên zikmakî, ew zimanê ku dayîka min bi lorîyên xwe mêjandibû û mezin kiribû, difikirim û ji kûrahîya dil va diaxifim.
Dixwînim û dinivîsînim…
Bi dewlemendîya zimanê min. Dilê min geş, Hestên min azad, Jîyana min xweş û rengîn dibe. Jibo vê yekê jî tu car para 'Ereb Şemo' jibîr nakim û xwe deyndarê wî dibînim. Loma hergav dibêjim, bila ruhê te şad, cîhê te jî bihûşta rengîn be!