Herê Welleh: Tu yî asteng!
Dê û bavê te, xwişk û birayên te, cîran û merivên tê, naskirî û dostên te li bin avahiyê dane û tu li ser avahiye dengê wan seh dikî, lê kes tineye xwe bigîhijine hawar û gazina mirovên bin avahiyan.
Meha Sibatê roja şeşê berdestê şeveqê seat 04.17an da erdhejek 7.7 pêk hat. Roja reş û feleketê, roja destrakirinê û dema hevkariyê bû. Rojek di hafizaya me da ji xwe re hêlînek bi êş û qêrînê peyda kir. Li gor agahiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) derbarê erdheja Mereşê de ragihand ku li 7 parêzgehên Bakur û Tirkiyê 76 kesan canê xwe ji dest dane û 440 kes jî birîndar bûne. Ev agahiya ewil bû. Lê roj hêdî hêdî rûyê xwe nîşan da û agahiyên ku li ser malperên civakî dihat belav kirin wisa nedixuya; agahiyên AFADê me dît ku serdevkî ne. Rewş sosret bû, bi hezaran kes di bin avahiyan de li benda xelasbûnê bûn.
Seatên destpêke gelek girîng bû, kê û kî bi çawayî xwe gihiştan cihê zerzeleyê kavilek rakir û avêt. Têr nedikir, qeweta mirov têr nedikir bo kavilên ku bi hezar ton in bên rakirin. Erdhejek di dîrokê de wisa tund û mezin pêk nehatiye li ser rûye erdê û di navbera 9 seatan da erdheja duyem avahiyên ku li ser linga sekini bûn wan bi tundî anî xwarê. Bajer û bajarok wek goristanên avahiyan dihatin ser ekranên televizyonan. Gundên nêz û dûr piştî 45-50 seat paşiyê welatî xwe gîhiştandin. Rojnameger Rawin Stêrk xwe digîhijîne gundên dûr ê Semsûre û ji rojnameger Ferhat Yaşar re diaxive û wisa dibêje; “Ez vêga hê nû hatim gundên çiyayan. Helîkopter birîndara tîne. Hin cenazê tên milên wan tine ne, lingên wan tineye. Dibêjin guran xwarine. Rê tineye. Ceryan tineye. Av tineye.”
Wext derbas dibû rewş her ku diçû xerap dibû, deng hebû, banga alikariyê di bin kevir û betonê da li esman û di dilê mirovên dilşewat olan dida. Jiyan û nefes hê jî di bin kavilan da heye, ne yek ne dido ne jî sisê bi hezaran kes li benda xelasbûnê ne. Dê û bavê te, xwişk û birayên te, cîran û merivên tê, naskirî û dostên te li bin avahiyê dane û tu li ser avahiye dengê wan seh dikî, lê kes tineye xwe bigîhijine hawar û gazina mirovên bin avahiyan. Bêçar, dest û pî hatine girêdan li benda alîkariya mayîn, her hal ev hest teqabûla/beranberiya dojehê dike. Dojeh ku meriv nikare weyne ser ziman û lêvan.
Wext di nava çirkê û xulekan da çiqas diherikî hêviyên welatiyan bêhtir diket. Di dest da tenê hêvî heye. Demek dirêj me li pişt xwe hişt, di navbera seatên girîng de kaosek derket, bi vê kaosê alîkarî di wextê xwe da negîhişt. Bi rastî kaos bi destê îktîdara pêk hat. Dest û piyên wan ketin nava hevûdin, rejîma yek kesî encama wî ev bû. Di ser da jî Erdoxan bang û hawara ku gel dikir li ser wan gefdixwar, li ser kesên ku alîkariyê û qêrînê dikir bi tohmeta bênamusêyî û bêşerefiye daxuyanî da. Erdoxan bi vê tohmet û gefxwarinê qîm nekir, têr wî nedikir rabû tîwîtirê asteng kir. Qet tine be belkî hezar kes bi rêya ev tîwîtan adres/navnîşanan dihat diyar kirin. Ev sucek mezine, sucdariya mirovahiyê ye. Kî zane û kî dikare bêje di vê navbere da çend kes jiyana dest da. Bi astengkirin û hêdîkirina tîwîtê re derbeyek din bû welatiyên ku li bin kavil da mane.
Yek ji yekî re digot “hişê te li serê te ye”. Belê muxatabê vê pirsê tineye, çîmkî li hemberî me îktîdarek em nabînin, îktîdarek di nav nexweşiya serdestbûnê da xwe digevizîne tê dîtin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş bang li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir û got: “Ji bo xatirê Xwedê êdî bela xwe ji vî gelî veke Erdogan.” Demîrtaş ji nava kitêbê negot? Demîrtaş li ser zêde kir û têkildariya erdheja Mereşê re ji Erdogan re hin pirsan pêşkêş kir. “Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Dema tu li kesên ku êşên pir mezin dikişîne dinihêrî, tu di wan de zarokên xwe, dayika xwe, bavê xwe û mirovan nabînî. Tu her yek ji wan tenê weke dengekî, weke tiştekî ji rêzê dibînî. Pirsgirêk tu yî Erdogan.”
Demîrtaş, di peyama xwe ya li ser Twîtterê pirsa “Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan?” pirsî û wiha got, “Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Hemû rayeyên welêt di destê te de ne, em bi qasî dinyayekê alîkariyan kom dikin lê nikarin ji ber te bigihînin xwişk û birayên xwe. Pirsgirêk tu yî Erdogan.”
Bi selan, tir û kamyon ji çar aliyê Tirkiyê derketin rê, lazmantiyên bingehî li ber deriyê bajêr û bajarokan bi destên îktîdarê hatin rewastandin. Bakûr di nav mirin û jiyanê da li ber xwe dide, welatî bo alîkariyê rêzbûnê em li benda axayê Ênqereyê ne. Welatê me gelek êş û mirinê dî lê ev mirin û bêxwedî bûn ew qas zor û zehmet nîn bû, çîmkî welate me vêga di nav lepên nezanan da rih dide. Her xulek bo canek û mirovek weka zer e. Berf dibare, baran şil dike, birçî bûn, nexweşî, stres, miriyên ku behn didin… Bar giranê emê welatê xwe dîsa bi hêza xwe ya malî em rakin ser lingan. Pirsên me gelek in, bila pêşî mirovên ku li bin kavilan de werin xelas kirin, piştre emê li vir pirsên xwe yeko yeko eşkere bikin. Bila êş werin derman kirin, mirî werin binax kirin, nexweş rabin ser piyan… Pirsên me vêga dibe ku bêbersiv bimîne, dengan ji rêveberiyan ney. Xem nake emê stiyên wan bigrin û pirsên xwe li ser rûyên wan ên tirş û tirsonej biqêrîn.
Hezar kes bi destên tazî û destên camêrên xwedî rehm ji bin kavilan derketin. Afetek li Mereş, Hatay, Osmaniye, Semsûr, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Edene û Kilîsê li ser cîhane belav bû. Gelê me yê fêdakar û xêrxwazên ji dil, hemû êş û keserên xwe danîn aliyek û bi can û rih bo welatiyan dest bi kar kirin. Ev hêvî bû, serbilindî bû, jiyanê dîsa avakirin û neqişkirin bû. Li Bakûr, bajare Amedê bi rêxistinek civakî û xwezayî li hemberî zivistanê û mirinê wek polek gel xwe rêz kir. Ewên ku di bin avahiyan da mabûn bi destên ciwanan derketin, paşê tim ên prosefyonel xwe gîhiştandin. Aloziyek li her der rû dida lê bi hevgirtin û rexistinek xwezayî gel pişt li xwe rast kir vêga. Şoq a yekem bi serkeftî hat dawî kirin. Li pêşiya me demdirejek zor û zehmet û fedakarî heye sebir û hêviye dixwazê.