Hîç
Şi’ra M. Zahir Kayan ji destpêkê heta dawiyê xwe diyar dike ku hew ne şi’reke müşeccer e; bi poetîkaya xwe raman û hestên xwe nûcedîtir dike. Derfeta bi rêya işqa kelamê bi dest dixe.
“hîç sî-saya” şi’reke dîtbar, kubîk, ceribîn e. Bi navê xwe, bi xêr û mebesta dan û xwejêşûştina ji her tiştî, xwe û şi’ra xwe dike xwediyê kelamê. Bi dîtbariya xwe ya xweser li (hem)ber navê xwe bêndereke metafizik û felsefîk ava dike. Bi şikl û şêwaza xwe dîwana klasîk û risteya kurmancî nû dike.
Di dest me de şi’reke taybet û xweser heye. Bi mijara xwe, bi pûtepêdana xwe klasîk û bi şêwaz û forma xwe modern. Ji çem û robarên şi’ra klasîk çiqas vexwaribe, tîp û peyvên xwe jî bi wî qasî bi reng û resmê hunera modern boyax kiriye. Bi şi’ra xwe, li pey xulqiyet û hebûnê ketiye. Loma dikare bê gotin ku bi vê nêzîkbûna xwe mehd û mirûzê risteya maddî/heyî hinekî xera kiriye. Ji remzên şi’ra wî em pê derdixin ku risteya klasîk ya em pê dizanin têra şair nake jî loma bi mebesta forma xwe ya nû di mebesta nûkirina risteyê de ye. Bi vê hewlê şi’rê ji rêya wê ya firîqet derdixîne û ber bi rêyeke xam û xalî ve dizivirîne. Bi saya vê şi’ra wî li ser rûpelê ne tenê weka şi’rekê herwiha weka dîmeneke taybet jî xuya dibe.
Bi metafor û hêmayên xwe û bi poetîkaya xwe xwendineke nû ya Melayê Cizîrî ye dîwana M. Zahir Kayan. Çimkî her risteya wî her gotina wî her peyva wî her herfa wî weka ku ji işqa ‘hîç’iyê bi cizbê ketibe û li dor xulqiyetê/şi’rê bizîvire hatiye ristinê:
…perwane li dor îşiqê, îşiq li dor êgir, agir li dor kozê, koz li dor alavê, alav li dor meşaleyê, meşale li dor çirayê, çira li dor çirajen, çirajen li dor perestgehê, perestgeh li dor pût, pût li dor ‘La-Pût’, dizivire, dizivire, dizivire…
Zivira ‘Hîç’ê ya li dor yarê/şi’r’ê nasekine û herwekî derwêşekî di cizbê de ye;
…derwêş li dor murşîd, murşîd li dor zikirxaneyê, zikirxane li dor derûniyê, derûnî li dor mecnûniyê, mecnûnî li dor cunûniyê, cunûnî li dor leylaniyê, leylanî li dor xeyalê, xeyal li dor’xeyalperestiyê’ dizivire, dizivire, dizivire/…
Şi’ra dawî ye û kilîda şi’ra xwe dide destê xwendekar yê dil heye xwe li perestgehê biqelibîne;
…gramer li dor ferhengê, ferheng li dor lisan, lisan li dor peyvê, peyv li dor tîpê, tîp li dor çixizê, çixiz li dor şanikê, şanik li dor zerreyê, zerre li dor qelemê, qelem li dor pêçiyê, pêçî li dor destan, dest li dor hestan, hest li dor hewesê, hewes li dor dil, dil li dor hêmayê, hêma li dor ahengê, aheng li dor rêzikê, rêzik li dor şiîrê, şiîr li dor şairî,… dizivire, dizivire, dizivire…
Şi’ra M. Zahir Kayan ji destpêkê heta dawiyê xwe diyar dike ku hew ne şi’reke müşeccer e; bi poetîkaya xwe raman û hestên xwe nûcedîtir dike. Derfeta bi rêya işqa kelamê bi dest dixe, bi dîmenekê sînordar nahêle. Belê dirûbê şi’ra wî heye lê ew dirûb jî bi awayekê dibe hucre û perstgehên zimanê şi’ra wî. Eger tenê tişta bi zimanî ava dibû bişibanda dirûb û îmajê wê çaxê bi rihetî min dê nikaribûya behsa firehî û derûniya şi’ra wî bikira. Lê bi jîrbûn û kûrbûna xwe xwendekarê xwe diheyirîne.
Şi’ra dîtbar helbet ne nû ye. Di şi’ra klasîk de jî di ya modern de jî gelek numûneyên wê hene. Şi’ra muşeccer ya bi tîp û peyvan xwe dişibîne giha û ajalan jî şi’ra ku bi tîpên xwe dişibe gule û bafirokan jî heye. Ji Kalîgramên Apollonaire jî tê zanîn ku şi’ra dîtbarî dikare li gor mijara xwe bibe xwediyê şikl û dîmenekê jî. Şi’ra Kayan, ne tenê ev e. Eger awira me hew ev be û bala me li ser vê be û em şi’ra wî tenê weke hewes û dirûbpêxistinekê binirxînin bi dîtina min emê neheqiyeke mezin li aqil û kakilê vê şi’rê bikin.
Şair bi “hîç sî-saya” xwe vê baweriyê bi me dide zanîn ku ev şi’r terkîbeke taybet ya ji şi’ra klasîk û ya modern e. Kod û sembolên şi’ran û dîwanê her çiqas ji dest şair bin jî di naveroka şi’rê û dîwanê de ne. Ji “hîç sî-saya”ya Kayan bêhna dîwana Melayê Cizîrî tê.
Berhemên bi vî rengî herçiqas taybet û xweser bin jî avzêmeke wan jî heye. Gelo berdewamiya vê şi’rê çawa dê bikaribe xwe ava bike? Çimkî weka ku Kayan, bi her tiştê xwe; bi devûrû, xwe bi ser/nav xulqiyetê de wer dike. Xwetêwerdaneke wiha helbet forma hemû valahiyan jî bi dest bixe her wekî şair jî di şi’ra xwe de destnîşan dike “hem xwe çê dike/hem jî xwe tune dike/ hem afirîner e hem jî ruxîner e/...” Loma dîwana Kayan, ji bo şi’ra wî weka derfet û şêwazeke nû xuya bibe jî herwiha weka rêqedandinekê ye jî.
Weka gotina dawî; di şi’ra kurmancî de sitûnên pira di navbera şi’ra klasîk û ya modern de ne pir zexm in û bi dîtina min ji ber sedemên ku dibin para her cure nivîsê di vê mijarê de jî li dar in. Weka ku xet û benikê şecereyê carinan ji ber navberdayîna zêde qelp mabe. Hêvî dikim bi dîwana M. Zahir Kayan, xwendakar bi ş’ira kurmancî ya klasîk baştir bihîse û berê xwe bide wê behr û îmaja kûr. Na, ne ku ez dibêjim “hîç sî-saya” dîwaneke klasîk e lêbelê min dil heye bibêjim ji bo kesê dê jê hez bike û xwe daxilî naveroka wê bike dê deriyê dinyayeke cuda vebibe.