Jelîbon

Li Antalyayê mûzên du mîtro hat dîtin. Behra Wanê da keledoş hatiye dîtin, lê cenawirê Wanê nahêle kes keledoşê derxe. Wanî û cenawir nava şer dene. Li Amedê di bin şilaviya fîskaya ciger hatye dîtin

Google Haberlere Abone ol

Mehmet Erbey

Merheba ji wer canik û camerno. Weke hûn zanin li Tirkiyê rezervê jelîbona hatiye dîtin. Ev mizgînî Melîh Gokçek da gel. Û go rezervek bi qasî şeş mîlyar dolara ye. Û tê gotin ku tu tevirê xwe li ku dixî jelîbon dipejike. Bi wan jelîbona wê dolar dakeve yek wereqe û wê enflasyon bibe sifir. Go gelek devlet bo derxistina  jelîbona ketine dorê û dixwazin bi Tirkiyê re peymanan îmze bike. Emerîqî û Çînî bo vê yekê fortan li hevdu dikin.

Xwedê me ji şerê cîhanê bistirîne. Metirsîna mezin ew e ku UFO bo jelîbona werin Tirkiyê dagirbikin. Elon musk jî ji NASAyê xwestiye ku rê bidênê, da ku li Marsê lêkolîna jelîbonan bike. Hûn Elon dibînin ne wer, bê çawa ji Tirkiyê diheside. Ma ne va li Tirkiyê têra xwe hatiye dîtin, te çi berê xwe daye Marsê kuro. Zikreşin birê min zikreş! Başiya merê naxwazin. Belê bi mizgîniya jelîbona, yê ku herî kêfxweş bûne zarok û ciwanin. Ji roja mizgîn hatiye dayîn, ji kêfa didin lotika. Gorî ku em ji nûçeyan hîn dibin, li her bajarî, di serî de zarok û hemû gel dest bi kolanê kirine.

Zarok û ciwanên niha pir bi siûdin weleh. Nifşê me, tevir di destan de, em li pîvok û dobelana digeriyan. Xezîneyên jelîbona di bin nigê me de be û em jî weke bêaqila bi pincara ve bikevin. Wele ez dihesidim. Kolanên tên kirin her çiqas bo jelîbona be jî, gorî erdnîgariya xwe xwarin û fikêyên cuda tên dîtin. Li Edenê ji devrî jelîbona şelxema herî biqelîte jî hatiye dîtin û go ewqas pire ku nema karin rê li ber bigrin. Bo wê set çêkirine û bera ser çemê ceyhanê dane. Û go milet hema derin ber çemê şelxemê û tasa xwe tê de dikin û vedixwin. Ji ber vexwarina pir, gelek kes bi wirikê ketine.

Li Antalyayê mûzên du mîtro hatiye dîtin. Di behra Wanê da keledoş hatiye dîtin, lê cenawirê Wanê nahêle kes keledoşê derxe û go Wanî û cenawir di nava şer dene. Gelê Wanê daxuyanî dane û xwestine ku devlet bi balafirê xwe piştgirêye bide şerê wan. Li Amedê di bin şilaviya fîskaya ciger hatiye dîtin. Û go her kes li wir kom bûye û bo pijirandina cigera agir dadane. Heval û dostê Amedê gotin; di newrozê da evqas agir nehatiye dadan.

Li Mêrdîn li hêla omerya û surgiçiya kolan berdewame. Ji ber ku erda wan teht û kevire wê bi derengî dişikên. Bi hêvî me ku li wir benî û basteq bê dîtin. Hema bi serê Xetoyê dînik ji bilî bastêqê ezê hew tu xwarinê bixwim. Lê ya balkêş, dibên Rihayî jelîbonê tûj çêkirine. Kuro ma jelîbon û tûj hahoo.

Belê, yê me qe nebe qerfin. Lê kesekî ku bîstûsêsalan serokatiya şaredariya Enqerê kiriye, di tvyê deradibe dibê; me jelîbon dîtiye û vê yeke weke mizgîniyêke ji riya gistî ra eşkere dike. Û bi şiklekî bi xwe bawer û bi pesin ha.

Gava peşkêşvanê tvyê jê re dibê ev qerfin, tew mêrik bi israr ji ya xwe danakeve. Enqereya ku paytexta Tirkiyê û ev kes bi salan bûye seroka şaredarê wê. De îja li halê vî gelî lo. Ev kes bixwe, li gelê Tirkiyê qerfeke. Merê matmayî dimîne ku bê ev çawa bi salan serokatiya şaredariyê kiriye. Û hûn bawer bikin gelek ji wan ji vî kesî xirabtirin. Dibe ku yê baş ev be ha. Te dî em giş gilî û gazina dikin û em dibêjin çima rewşa me wihaye? Heyra kesên ku Tirkiyê bi rêve dibin ev kesena ne. Wa dîsa tişt nehatiye serê me lo. Yê ku wî anîn wir niha tu miqrofonê dirêjî wan bikî wê giş jê  bawer bin û wê bibêjin dinya ji me diheside.   

Ev çend rojin mijara medya civakî ev meseleye. Kes nema ku tinazê xwe pê nekiriye. Heta hin kesan stran li ser wî û jelîbona çêkiriye. Jixwe ez jî li tiştekî wiha digeriyam. Min digo ka ezê vê heftê çi binivîsînim. Spasî bo Melîh lo.

Kuro hela huş bin. Wa dengê etar ji kuçê tê. Dibêje werin basteq û beniyê belaş. Xwedê zane ya di dilê min çêbû.