Ji bo lêgerîna madeya reş amadekirina dedektora quantumî

Di gersterkê de bi hin encamên xebatên li ser madeya reş, hebûna wê nîşan dide. Lê belê em hevbandorkirinên pariyên atomî û girseyên wan nizanin.

Arşiv
Google Haberlere Abone ol

Di gerdûnê de gelek tiştên nediyar hene, hê jî em rind nizanin çi ne yan çawa çêbûne. Ji wan tiştan yek jî madeya reş e. Sedî 80ê vê gerdûnê ji madeya reş pêk te. Mixabin em vê nikarin bibînin. Lê belê ji ber bandorên rakêşiyê bi hebûna wê dizanin. Bi kar û xebatên heta niha kirine me tam tesbît nekiriye.

Zanistvanên ji Zanîngeha Lancasterê, Zanîngeha Oxford û Royal Holloway, Zanîngeha Londonê, bi bikaranîna teknolojiyên quantûmê yên herî pêşketî ve dedektorên madeya reş ên herî hesas heta îro çêdikin. Pêşangeha wan a giştî, bi navê "Nêrîna Quantumî ya Gerdûna Nedîtbar", îsal ji 2 heta 7 Tîrmeh 2024, li Pêşangeha Zanistî ya Havînê ya Royal Society tê nîşandan. Lêkolînên pê eleqedar jî di Journal of Low Temperature Physics de hatine weşandin.

Di nav lêkolînerên vê xebatê de ji Lancasterê Dr. Michael Thompson, Profesor Edward Laird, Dr. Dmitry Zmeev û Dr. Samuli Autti, Profesor Jocelyn Monroe ji Oxfordê û Profesor Andrew Casey ji RHULê ye. Endamê EPSRC (Konseya lêkolînên Zanistên Fîzîk û Endezyariyê) Dr. Autti dibêje:

"Em teknolojiyên kuantumê di germahiyên pir nizm de bi kar tînin da ku dedektorên herî hesas çêbikin. Armanca me ew e, em li vê madeya nediyar rasterast di laboratuarê de temaşe bikin û yek ji pirsgirêkên herî mezin ên zanistê çareser bikin."

Di gersterkê de bi hin encamên xebatên li ser madeya reş, hebûna wê nîşan dide. Lê belê em hevbandorkirinên pariyên atomî û girseyên wan nizanin. Teoriya fîzîkê ya pariyan ji bo madeya reş vê îhtîmalê dibêje: Parçeyên nû yên ku têkiliyên wan ew qas qels in, em hê nikarin li wan temaşe bikin, pariyên pir sivik ên mîna pêlên ku jê re aksiyon tên gotin. Tîma xebatê ji bo lêgerîna her yekê du ceribandinan ava dike.

Pariyên nû yên xwedî havbamdorkirinên gelekî qels gava li madeyekê dikevin tên tesbîtkirin. Lê belê van lihevketinan di ezmûneke (ceribandin) zanistî de tesbît bikin an na ev bi girseya madeyê ve girêdayî ye. Tîma xebatê dixwazin bi hesasiyeteke zêde li ser lihevketinên pariyan û madeya reş bixebitin û lêkolînê bikin. Ji bo vê yekê jî ji Helyum–3a super–herîkbar, di rewşeke quantumî ya makroskobîk de hatiye sarkirin û bi amplîfîkatorên quantumî yên super–veguhêzbar(ragihbar) ev dedektor hatiye çêkirin.

Heke madeya reş ji aksiyonan pêk tê, divê gelekî sivik bin. Ji hîdrojenê milyar qat siviktir. Bi aksiyonanan nikarin lihevketinan tesbît bikin lê dikarin tiştekî din tesbît bikin. Ew jî sîgnala elektrîkê ya ku aksiyon di qada magnetîkî de xirab dibe derdikeve holê. Ev bandor jî heta mekaîka quantum destûrê dide bi hesasiyeteke zêde, bi bikaranîna amplîfîkatora gelekî hesas tê pîvandin. Tîma QSHS (Ji Bo Sektora Veşartî Sensorên Quantumî) ji ber vê yekê li ser amplîfîkatora quantumî dixebitin.

Di vê pêşangehê de jî li ser peydakirina madeya reş çawa dixebitin wê bi xelqê nîşan bidin. Yê di nav qutiyekê de jîroskobek hebe û ev qutî ji ber momentuma bigoşe ya nayê dîtin hereket bike. Wekî din di nava tiştekî avkî de xarên (tebel) şûşe yên zelal hebin çawa lêkolîna girseyên nayên dîtin bikin, wan nîşan bidin. Her wiha modeleke dedektora madeya reş û heke madeya reş wekî madeya normal tevbigeriya gerdûna me yê çawa bûya bi me nîşan bidin.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.