Ka werin em çîroka Fahîşe Çîka bixweynin
Çîka qetlîam dî, neheqî lê hat kirin, di bin zordestên beredayî û îşkenceyan da derbas bû, lêdanên ku heta hûn bêjin xwar. Birçî ma, li kûçeyan raza, hat xapandin, keda wê ji destê wê hat dizin.
Di heft saliya xwe de li ser masaya dibistanê da xewre diçe. Roja wiya ewile û bê navber digrî, tirs di dil da xwe peyda kiriye. Bi xirecira derva şiyar dibe û dibîne ku dibistanê da bi tena serê xwe maye. Kaosek li derva rû daye. Her kes aliyekî ve direve: jin zarok mêr û bi veguhestina Eftalya qiyamet rabûye. Keçek biçûk bi tena serê xwe di nav qareqar û nalîna jin, zarok, extiyaran da xwe distrîne bin diwarek. Pisîkek reş tê xwe li çîmên Eftalya yê dide, bi hatine pisîka reş tirs û qurfa ku dil da xwe dihewîne piçek be jî radiweste. Piştre kenek nîvco li ser lêvên wê asê dimîne. Hildikşe ser dîwar li derdorê dinêre, candarmeyek Osmanî li ber deriyekî sekiniye. Leşker hay ji Çîka dibe û bi destê xwe yê çepê jê re dibê, here ji vir. Eftalya jî bi aqlê zarokatî bersivê dide canderme û zimanê xwe derdixe, dikene û tînazê xwe dike. Piştre tiştê ku dîtiye em ji Eftalya seh bikin: “Paşiyê li hindir dinêrim, li bexçe, ev çi ye, cilên binî, tiştek wisa çê dibe, ev li benda cilên binî ye? Lê ne cil in, yek li hindir hatiye daliqandin li benda wî bû. Ew roj mûtareke[1] bûye. Haya min jê tine bû. Sala 1917an bû. Derva bûye roja mahşerê. Talan kirin, lê dan û xera kirin; ê me xwişka min rakirine û çûne, Rûs çûn, her tişt lihevketiye, ah, çi hatiye serê Gîresunê, lê di hemû Behra reş de; gundên me, hemû Yewnenistan, Mesîhî, Filehê baş, hemû çapxûn in, hemû Behra reş.”
WEK LAMBEYAN MIROV HATINE DALIQANDIN
Eftalya biçûk dimeşe, çiqas dimeşe ewqas di hafîzaya xwe de tiştên ewê qet jibîr neke dibîne. Seh dike, dengê ji dil dike qêrîn û hawar. Bêguman li ser axa me û cîranên me gav bi gav di nav xwîn û neheqiyê da heta roja me bênavber xwe didomîne. Li behra reş gelê Pontus di qirqirinek de derbas bûye û bi şahîdiya Eftalya biçûk, bi kelema Thomas Koronîvîs em dixweynin[2]. Eftalya li ser rê leqaye mirovên ku hatine daliqandin dibe û wek lambayên fanûse li ser darên guliyan mirov hatine daliqandin; “li devê çariyanê yek hatiye daliqandin. Gîhiştim ba wî, ka li min vegere, zimanê te çima derketiye derva, çima ev lewhe bi stiyê te va hatiye dalaqandin, tirkî nivîsandine, çi dinivîse? Û min xwe jê dûr xist, hinek meşiyam ez çi bibînim yekî din jî hatiye daliqandin li kêlaka wî leşkerek simbêlboqek û biunîformaya xwe ji min re dibê dê hayde wir de, bi zirtî dibêje.”
KESÊN DALIQANDINE, LEHWEYA TIRKÎ AVÊTINE STÛYÊ WAN
Li ser rê mirovan daliqandine û di ser da jî lewheyên tirkî avêtine stiyên mirovan. Çaxê min hevoka Çîka xwend di serî da Hacî Lokman Bîrlîk hat hişê min, du re lewheya ku bi tirkî hatiye nivîsandin û di stûyên qurbaniyan hatiye daliqandin min bir zindana Amedê. Li wir jî lewheya tirkî hebû û digot Türkçe konuş. Ji sed sal zêdetir e gelên ku li ser vê axê dijîn bûn penaber, bûn sirgun, bûn qurbaniyên serdestên faşîst û hov. Çîka heştê saliya xwe de li ber konsula Yewyenistanê ya Stenbolê bo çend lîra alîkariyê bistîne serî lê dide û nivîskar Koronîvîs wê nas dike. Çîroka wî guhdar dike û heşt sal paşiyê çawa anî ser ziman wisa li ser rûpelan neqiş kiriye. Çîroka Fahîşe Çîka, çîroka gelê bindestê, ji ortê rakirin û êrîşa xwebûna keseyatî û gel e; xwîner ji devê kirdeyê yeko yeko çi hatiye serê wê dixweyne. Çend hefte berê sedema ku porê jina kurd Mahsa Jîna Amînî hatibû dîtin, bi destê parsekek Îranî va hat kuştin. Em ji leşkerên û polesên farsan re dibêjin: Parsek. Hemû azadxwazên cîhanê û jinên berxwedêr rabûn ser lingan û dengê xwe bilind kirin ji rejîma mollayên faşist re. Li dijî pergala koletiyê bersivek bêhempa bû. Gelê me yê Rojhilatê derketin qadan, kûçeyan û nerazîbûna xwe destnîşan kirin. Bi sedan kurd û dostê wan ên ji dil li dijî ev pergala genî canên xwe dan.
BERXWEDANA JINÊN KURD, PERGALA ERKÊ TARÛMAR KIR
Tiştê ku em dixweynin û pê dihesin hêvî geş dike. Bedelên ku hatiye dayîn mixabin îro em dibînin ku bi hevkarên mêtingeran û krîptoyên wan di herba pîkolojîk da wek aparatên asîmetrîk tên bikaranîn. Ewê dîrok berxwederên û têkoşerên gelan binivîsê şîrekên mêtingeran jî jibîr neke. Berxwedana jinên kurd îstîqameta pergala erkê tarûmar kir û tiştê ku diqewime jî îspata wê ye. Gelek tişt meriv dikare li ser berxwedana jinên kurd û dostên wan biaxive; lê ev mafê ez bi rastî jî di xwe de nabînim. Mêrek li ser têkoşîna jinê xeber nede çêtir e. Jîna Amînî sembolek li dijî hov û bêehlaqan xwe di dîroka berxwedana jinê da neqiş kir. Piştî kuştina Jîna dîsa jinek jîr û xebetkar Nagihan Akarsel li bajare Sîlemanî yê başûr bi tirsonekî û hovîtî hat qetil kirin. Di şexsê Nagihan Akarsel li ber jinên hemû têkoşer bejna xwe ditewînim.
DILÊ ÇÎKA TOFANEK BÊDAWÎ DI XWE DE DIHEWÎNE
Nivîskar, wergêrkar, rojnameger Koronîvîs di pêşgotina pirtûka xwe de wisa dibêje; “Wê gavê Eftalya xweşik temenê wê heştê bû, derd û êşa jiyanê û tiştê ku ji jiyanê fêr bûye wek xwe ji gunehan biweşîne bi arzu û şewq axivî. (…) Jiyana Eftalya hem şertên malbatî hem jî şert û mercên dîrokî ku wê aniye Stenbolê, piştî serpêhatiyên cur bi cur li kerxeneya Galatayê bi cih bûna wê di esasê xwe da çîroka wê ya 'anonim' e. (…) ev 'çîroka gelêrî' min pijand û navê wî danî Fahîşe Çîka. Dramatîk bûna zimanê Eftalya zaravayên cur bi cur pêk dihat: "Devoka rûm ên Stenbolê, bikaranîna biwêjên tirkî û çend peyvên Pontûstî.” Dramatik bûna zimanê Çîka bi her awayî xwe destnîşan dike. Kelî bi kelî jiyanek zor û zehmet, jiyanek ji xwe xêr nedîtî. Jiyanek bi tena serê xwe, bi her alî va têdayî û dibin awirên serdestan da qaşo jiyanek dirêj li pişt xwe hiştiye. Dilê Çîkaya Giresunî tofanek bêdawî di xwe da hewandiye. Dilê ku her tim di nav agir û dubendiyê daye maye; li ser peyvan çawa rih û can biye/ketiye em dixweynin. Çîka destpêka axaftina xwe de sêwitiya xwe û bêpişt bûnê bi dilek xemgîn tîne ser ziman;
“Em çend kes in. Em li vir qerpal in, kînin em! Em nikarin nav diranên wan tije bikin. Em bi kû va herin secera me nay xwendin, malên ku em tê da dijîn/ rûdinin li bin lingên wan daye. Çi û çi… Gotina tirkan li vir derbesdar e, gotinên tirkan. Me naxin şûna merivan. Vayê her tiştî dibêjim. Bila seh nekin, guhê dar û deviyan henin. Benîadem şîrê xav mijiyaye. Ez ji malbata xwe rêviyam, fisfîsikandina bavê xwe min şikand. Li Gîresunê ji dayik bûm. Li Gîresunê keçek biçûk bûm…”
OSMANÊN JI MALÊ NE, RÛYÊ WAN HER ROJ DIYAR DIBE
Li paşxaneya qetlîama Behra reş em Topal Osman dibînin. Osmanê ku rihê hovîtî destnîşan dike. Osmanê ku talan û diziyê hema dike. Osmanê ku li ser keda gelên din kiriye fîka fîk. Osmanê ku bo serdestan kujeriyê kiriye. Çi li dijî mirovahiye hebe Osman li xwe barkiriye, di roja me da Osman kêm nebûna her ku diçe bêhtir bûne. Mixabin Osmanên ku ji malê ne rûyê wan her roj diyar dibe. Hemû mal û milkên gelê Pontusî talan kiriye, li ser rûniştiye di ser da jî ne zarok hiştiye ne jî jin, hemûyan daye ber kêr û gulleyan. Piştî qetlîama Rûm ên behra reş Osmanên nûjên li welate me bi hezaran jin, zarok û mêr kuştin, newalên welate me kirin xweyna golê. Qet jibîra min naçe, li kafeyek kêleka maseya me du jin rûdiniştin, ji hal û axaftina wan meriv derdixist ku xwenda bûn. Mesele li ser meseleyan vedikirin, mijar hatibû ser sekûlerîzmê jina por zer ji jina por reş re wisa got; “gerekirse bir daha yaparız, dün de yaptık bugün de yaparız.” Yanî digot "me do qetlîama kir bo hebûna xwe îro îcap bike emê dîsa bikin." Hebûna ku li ser xweyna gelên din hatiye avakirin û mezin bûye. Eftalya biçûk behsa Topal Osman dike; “Li vir qonaxa Osman axa. Filleyan ev dikuşt, Xudayê mezin Îsa, Osmanê naletkirî, çete, çetegerê mezin, mêre nebaş, bila rihê wî şa nebe.” Bavê Çîka dibin, piştre diya Çîka dimre û bi dapîra xwe re bervî çiyayên behra reş va ji mirinê direvin û xwe digîhijinin çiyayan. Birayê
ÇÎKA WEK BAYÊ ZIVISTANÊ MA
Eftalya Yanakis jî tê kuştin û Sofyaya pitê jî dimre xwişka din Eftîmiya jî artêşa Rûs bixwe re dibe. Malbatek dibin zordariya Osmaniyan û çeteyên wan ên bêbav bi çawayî hatiye perçekirin û ji orte hatiye rakirine bi çavê zarokek Pontusî hatiye vegotin. Eftalya, piştî qetlîamê di nava ên ku xelas bûne yek ji wan e. Lê jiyan carek rûyê xwe yê zor û zehmet nîşan daye. Ji vê û şûn da êdî Çîka wê di nav jiyana bindest da wek bayê zivistane hişt û sar biweşe, di nav kolanên Stenbolê da her roj wê guliyek wê were şikandin.
Em ji nivîskar hîn dibin ku Çîka heta dawiya jiyana xwe devji hêvî û pêşaroje bernedaye. Her tim li benda deriyek vekirî maye. Bi sebir û kul bo bextê xwe yê reş biguherîne li ber xwe daye. Mixabin Çîka heta dawiya emrê xwe bi tirs û gefan jiyana xwe domandiye. Ji çalek genî ketiye nav çalek din, wisa wisa jiyan lê bûye jehr. Di nav milletek xerib da xerîbiya êşa kûr kişandiye. Îro tiştê ku ser gelê me dimeşînin; Çîka wisa aniye ser ziman û dibê; “bi têra dilê xwe min zimanê xwe xeber neda.” Didomîne; “ Jiyana min di dilê min da wek diriyek derbas bû.” Di dawiya dawî de tiştê ku gotiye wek eynikek li ser çav dixe:
“Darên minê findiqan wê hebûna, darê findiqê min hebûna, minê bifrota û bijiyam, findiqên herî rind li ba me derdikeve. Danûstandinê dikin, derveyiya welêt, li her derê. Berûyên herî xweş minê bixwarina, minê li ser kiremîtê bipijandina teze teze, minê hemsî bipijandina, ji wê mine pîdeyên bi tehm çêkirina. Yan jî li Atînayê bûma. Li Yewyenistanê bûma. Yewyenistan, Atîna, Yewyanî min seh bikirina, tenê grekî. Li gundekî bûma, gundikek biçûk. Cixareya Yewyanî bikşandama. Li wan derên de bimriyam, serbest bûma, serbest bimriyam…”
Çîka qetlîam dî, neheqî lê hat kirin, di bin zordestên beredeyî û îşkenceyan da derbas bû, lêdanên ku heta hûn bêjin xwar. Birçî ma, li kûçeyan raza, hat xapandin, keda wê ji destê wê hat dizin. Wek Çîka got xwezî serbest bimriyama, xwezî bi têra dilê xwe bi zimanê xwe biaxiviyam…
Çavkanî
[1]li wir meqseda mütarekeyê piştî Şoreşa Cotmeha sala 1917an artêşa Rûs û devleta Osmaniyan de 5ê Kanûnê sala 1917an mütareke tê îmze kirin û ji Erzinganê vedikişin.
[2]Fahişe Çika/Thomas Koronivis/İstos Yayınları/çapa 5an