Rap-Muzîka Kurdî 2: XEM û muzîka wî

Karê Rapa Kurdî zêde zêde zehmet e. Zehmetbûna wê bi her awayî tê hemberî xizmetkarên xwe. Lê dîsa jî bi saya xebatkarên wê ew çarçoveya zehmetbûnê ji holê radibe û rê li ber Rapa Kurdî vedibe. Niha, Rapa Kurdî di dema xwe ya zêrîn de ye. Di vê demê de xebatên zêrîn û hunermendên jêhatî derdikevin. Bi saya wan hunermend û xebatên wan Rapa Kurdî wekî heyva çardehşevî li ezmanê gerdûnê wê biçirise. Yek ji wan xizmetkarê Rapa Kurdî XEM e.

Google Haberlere Abone ol

Mela Mihyedîn

DUVAR - Li ser muzîk, jîyan û berhemên wî me li gel hunermend XEM sohbet kir. Me pirsên xwe ji cenabê wî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikare hinekî qala jîyana xwe bikî? XEM kî ye?

XEM bi eslê xwe ji Batmanê ye. Bîst û şeş salî ye û herwiha evîndarê muzîkê ye. Dîzyanir e û li pey şopa xewn û xeyalên xwe ye.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Li gorî dîya min û bavê min ji min re dibêjin dema yek salî bûm, li mala me teyîbek hebû. Qesetên me yên Kurdî hebûn. Dema qesat danîn ser teybê bi wan muzîka hişyar dibûm û bi wan muzîkan radizam. Dê û bavê min digotin: “Wê demê me fam dikir ku tu ji muzîkê hezdikî”. Piştî hatim heft salîya xwe hay ji xwe bûm ku ji muzîkê hezdikim. Di duwanzdeh salîya xwe de bi saya kanalek bîyanî min stranên biyanî yên curbecur guhdarî kir û min muzîka cîhanê kifşkirin. Min li hemû terzên muzîkê guhdarî kir lê di nava wan de ya bala min kişand Rap bû. Dema hatim sêzdeh salîya (2007) xwe min strana xwe ya yekem bi amatorî qeyd kir. Ji sêzdeh salîya xwe heta 2015an wek amator li ser muzîkê xebitîm. Piştre min çar sal navber da xebatên xwe û ji 2019an ve heta niha bi awayekî profesyonel xebatên xwe dikim. Niha jî li hemberî we me.

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk ji bo min jîyan e. Ez nikarim jîyanek bê muzîk bijîm. Di jîyana min ya rojane de muzîk cihekî pir mezin digre. Gelek hestên xwe, xewn û xeyalên xwe, kêfxweşî û xemgînîya xwe bi muzîkê têr dikim.

Çima muzîka Rapê?

Heta cihekî bi muzîka Kurdî mezin bûm, piştre min hêdî hêdî gohê xwe da muzîka cîhanê û di nava wan de ya bêhtir bandor li ser min çêkir muzîka Rapê bû. Bi awayekî muzîkal gohê min û rihê min têr dikir. Ji alîyê naverokê ve jî têr û tije bû. Ez Kurd bûm û min dixwest pir tiştan bejim, Rap jî ev derfet da min.

Dema te biryar da tu yê muzîka Rapê bikî û albuma xwe derxînî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Ji te re bûne alîkar?

Ji 2007an heta 2015an bê navber û bi amatorî min xebatên xwe domandin. Ji derdorê tu alîkarî nedihat tenê rêz nîşanî min didan. 2019an bi Red Muzîk Dîgîtal re me Peyman danît. Piştî peymanê, min malabata xwe agahdarkir, wan alîkarî dan min û ez motîve jî kirim. Hevalên min jî alîkarî dan min wan jî dixwest ez xebatên xwe bidomînim. Dikarim bêjim piştî 2019an ve alîkarî an jî piştgirî bi awayekî pozîtîf çêbûn. Piştevanîya herî mezin ji malbata min tê. Di konsera me ya dawî de bavê min ji Batman hat Stenbol ji bo ku tevlî konser bibe.

Cara pêşî stranek newrozê ji alîyê te ve bi terzek nû û bi muzîka Rapê hate strandin. Keyfa gel jî ji stranê re hat û lê xwedî derketin û di derhqê wê de rexneyên erênî hatin gotin. Tu dikarî hinekî ji me re behsa çîroka wê bikî?

Dema min xwe naskir û heta niha ji Newrozê hezdikim. Newroz di çanda Kurdan de sembolek e; sembola azadîyê ye, sembola biratîyê ye, sembola yekbûyînê ye û herwiha sembola rizgarîyê ye. Ji ber vê yekê min dixwest li ser Newrozê stranekê çêbikim. Dema min zanîngeh qedand çûm Enqerayê û li wir du sal mam. Dema li wir bûm 2016an min ev stran nivîsand. Lê mixabin min wê demê navber dabû muzîkê; min stran qeyd û tomar nekiribû. Min tenê nivîsî. Dema min bi Red Muzîk Dîgîtalê re Peyman danît min xwest vê stranê jî qeyd bikim. Ez ji stranê bawer bûm lê ya rastî ji ber ku bi terzek nû û bi awayekî modern hatibû çêkirin min nizanibû gel wê jê hez bike an neke. Gelek reaksîyonên erênî ji min re hatin, ez jî pê kêfxweş im. Ciwan, extîyar û zarok ji stranê pir hezkirin lê ya bêhtir kêfa min tîne hezkirina zaroka ye. Divê her curê muzîkê yê cîhanê di muzîka Kurdî de bên ceribandin. Ji ber vê sedemê strana Newrozê ji bo min cihekî girîng digre.

Di albuma te ya dawî de hemû stranên te wekî hev xweş in lê dîsa jî strana ku herî bêhtir guhdarî dikim 'Bîyan' e. Em dizanin her stran xwedî çîrokek e. Gelo çîroka vê stranê çi ye?

Ya rastî ez jî bêhtir ji strana 'Bîyan' hez dikim li gorî stranên min yên din bêhtir li xweşa min diçe. Di navbera 2015 û 2019an de min navber dabû muzîkê. Di nava wan çar salan de gelek pirsgirêk hebûn di jîyana min de. Ew pirsgirêkan gelek têsîr li ser min çêkirin. Ez ji gelek tiştan qutbûm û dûr mam. Di nava wan çar salan de min çi jîyabe min xwest wan bînim ziman. 'Bîyan', çîroka kesekî wendayîye. Ji derd û kulên dinyayê aciz bûye û li derketinekê digere. Dixwaze êdî rizgar bibe û ji jîyanê tam bigre. Bibe xwedîyê hêvîyekê. Bi kurtasî çîroka 'Bîyan' ji jîyanê min tê.

Dema tu derdikevî ser dikê û stranên xwe dibêjî tu çi hîs dikî?

Ya rastî meriv nikare wê hestê bîne ser ziman. Ji ber ku hîssekî cuda ye. Dema meriv muzîkekê diafrîne û ew muzîk tê eciband û meriv wê muzîkê li ser dikê bistrê ew hîsseke muazzam e; hîsseke nûwaze ye.

Rapa Kurdî di çi rewşê de ye?

Mixabin Rapên Kurd zêde tune ne; ne li Bakur, ne li Başûr, ne li Rojhilat, ne li Rojava û ne jî li dîasporayê. Hejmara me ne zêde ye, ev kêmasîyek mezin e. Kesên niha aktîf in jî pir aktîf nîn in; album û single zêde dernaxin. Di alîya organîzasyonan de jî em kêm in. Li Bakur çi ji destê min tê ez dikim. Ev salek û nîv e li Stenbolê çar-pênç konser min organîze kir û hevalên xwe jî tevlî kir. Em ne di rewşek pozîtîf de ne, divê em bêhtir çalak bin, bêhtir aktîf bin, stranan çêkin û albuman derînin. Tişta min xemgîn dike navên nû ji nava ciwana dernakevin û ev kêmasîyek mezin e.

Du heb jenerasyonên Rapa Kurdî hene. Jenerasyona pêşî: Kîne Em, Mardin Mc, Serhado, Rojan, Tolhildan, Rêzan, B52 hwd. Jenerasyona duduyan li Bakur: Ez, Reqso, Ronî Artîn hwd. Li Rojava; Sherîf Omerî, Azad KK, Avako hwd. Li Başûr; Artesh, Akam, Niroj-B, Rawan RoRo hwd. Li Rojhilat; Ferhad Mensurî, Peyman Delshad, Karîgar, hwd. Jenerasyona pêşîn ji me re bingehek qewîn avanekirine em mecbûr in vê bingehê xwe bi xwe avabikin. Ji bo vê jî em dixebitin. Divê navên nû û ciwan li Rapa Kurdî zêde bibe. Her çiqasî hejmara hunermenda zêde bû û berhemên bi qalîte derket Rapa Kurdî wê geştir bibe.

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Ji her terzên muzîkê hez dikim. Dixwazim mûzîka min jî bê sînor be. Wekî hunermend ji The Weeknd pir hez dikim. Muzîka wî bê sînor e û sitîlên cuda diceribîne. Ez jî dixwazim sitîlên cuda biceribînim.

Tu ji kîjan muzîsyenan wek 'Pîrê Muzîka Kurdî' dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine?

Di destpêkê dixwazim bejim hemû Dengbêjên me yên Radyoya Erîvanê; Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Meryem Xan, Aslika Qadir, Egîdê Cimo hwd. Û dengbêjên wekî Şakiro, Seîd Axayê Cizîrî, bingeha Mûzîka Kurdî ne. Her wiha ez Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Zîrek, Erdawan Zaxoyi, Eyaz Yusif, Tehsîn Taha, Aram Tigran, Rençber Ezîz, Said Yûsif, Mihemed Şêxo hwd. lokomotîfa Mûzîka Kurdî ne. Koma Wetan bingeha Rock Muzîka Kurdî ye. Serhado şêrê Rap Muzîka Kurdî ye. Şivan Perwer û Ciwan Haco jî stêrkên Muzîka Kurdî ne. Ev hemû hunermend zêde zêde li ser min bandor çêkirine. Wekî din ez ji Delîl Dîlanar, Hozan Serhad, Xelîl Xemgîn, Mîkaîl Aslan, Aynur Dogan, Hanî Mojtahedy hwd. jî gelekî hez dikim û dikarim bi sedan navên din jî bêjim lê navên ku tên bîra min ev in. Keremkin hûn bejin îca Pîrê Muzîka Kurdî kî ye?

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e?

Hemû albumên Şivan Perwer û yên Ciwan Hoco serkeftî û xweş in. Her wiha albûma Delîl Dîlanar ya bi navê Serayê, albûma Hanî Mojtahedy ya bi navê Gulbarîn, albûma Serhado ya bi navê Bihuşta Xeyalan jî pir başin.

Tu dixwazî bi kîjan hunermandan re bixebitî?

Di muzîka Kurdî de dixwazim bi Şivan Perwer, Ciwan Haco, Delîl Dîlanar, Hanî Mojtahedy û Aynur Doğan re bixebitim. Di muzîka cîhanê de jî dixwazim The Weeknd re bixebitim.

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Muzîk têsîrek mezin li gel dike. Di muzîka Kurdî de jî Şivan Perwer vê yekê baş bikaranî. Têsîrek mezin li gel kir û kuradyetîyek bi muzîka wî çêbû. Reşikên li Emrîkayê dijîn her çiqasî bindestbûn jî lê bi saya Rap, Hip Hop, Jaz û Bluesê muzîka wan serdest bû. Hîn jî di van cureyê muzîkê de reşik li pêş in û çermspî ji bo serkeftîbûna ji wan re hurmet û rêz digrin. Mûzîk dikare gelan jî zimanan jî li pêş bêxe.

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka Kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Mixabin ev tiştek rast e lê di vir de kêmasîya muzîkjenên baş jî hene. Ji ber ku reklamên xwe baş nakin û medyaya civakî baş bi kar naînin. Lê dîsa jî muzîkjenên baş divê bêhtir bixebitin, divê bêhtir biafirînin, divê bêhtir reklama xwe bikin ku pîyase ji wan kesên ku tiştekî nafrînin re nemîne.

Krîterên muzîka baş çi ne? Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Groovê muzîkê heye. Sitîla muzîkê ferq nake lê groove muzîkê heye, rihê muzîkê heye. Bi kîjan stîlê û zimanî be gava muzîk hîtabî rihê te bike ew muzîk baş e.

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend?

Herkes dikare strana bêje lê herkes nikare bibe hunermend.

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Mixabin na. Belkî hunermendên navdar di vê dewrê de bi muzîka xwe jîyana xwe didomînin. Mixabin hunermendên me hîn negihiştin wê astê ku bi muzîka xwe jîyana xwe bidomînin; ez jî yek ji wan im.

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Divê em ji koka muzîka Kurdî neqetin, ji muzîkên cîhanê jî kêm nemînin û sentezekê çêbikin. Divê muzîsyenên Kurd profesyonel bin.

Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Dixwazim albumekê çêbikim û niha jî duwanzdeh stran jî amade ne. Îcar wê kengî çêbibe, ez ê kengî qeyd bikim û kengî parvebikim nedîyar e. Ji xeynî albumê jî projeyên duetan hene; yek bi Ezhel re, yek bi Pervîn Chakar re, yek bi Vedat Yildirim re, em ê stranan çêbikin.

Ji projeyek dûr jî ez dixwazim şîrketa xwe ya muzîka ava bikim; piştgirî bidim ciwanên Kurdan ji bo muzîka modern. Hêvîdar im ew pêşeroj dûr nemîne û nêzîk bibe.