Ibrahim Keivo: Ez Mezopotamî me

2014an de gava DAÎŞ hat Şingalê ez li derve hatim malê, li ber televîzyonê birayê min Ekrem rûniştîye û paçikê wî li ber wî ye, emrmezin e, digirî. Birayê min ê din û jinbirayê min digirîn. Ez hatim û min got: “Xêr e?” Gotin: “Çi xêr e Ibrahim, çi xêr! Tu binêr lawo, tu vî lawkî dibînî, ew ê çûçik, ma qey ew ne kalo ye, ev ne Serkîs e, ne Hiloç e laaw? Ma tu nabînî, ev însanên kalo xilaskirin bibîne çi tê serê wan law!” Em li ser hev digirîyan, em her ro digirîyan.

Google Haberlere Abone ol

Tofan Sunbul

DUVAR - Bi Ibrahim Keivo ra li ser Komkujîya Ermenan, Fermana Ezidîyan, Çarşema Sor, bêrikirina wî ya welatî, çîroka malbatê û jiyana wî ya hunerê axivîm. Îro Çarşema Sor a Êzidîyan e û Nîsan meha komkujîya Ermenîyan e, hem ola Êzdayetîyê hem jî komkujîya Ermenan tesîreke zêde li ser wî û hunera wî kirine. Hunermend Keivo stranên xwe bi pênc zimanan –Kurdî, Ermenkî, Sûryanî, Erebî û Aşûrî– distrîne û bi pênc enstrûmanan –bozuq, tembûr, ûd, cimbiş, kemençe– lê dide. Ji axa Mezopotamyayê derketîye û xwe wek hunermendê Mezopotamî qebûl dike. Carna dibe Êzidî, carna dibe Aşûrî, carna Kurd e, carna jî Ermen e. Rengên axa Mezopotamyayê di cil û albûmên xwe de nişanî me dide. Çîroka kalikê wî tekerûr dike û tê serê wî û malbata wî.

‘MIN ALAVÊN XWE CARA EWIL BI DESTÊ XWE ÇÊKIRIN’

Çîroka te û malbata te dirêj e. Te zarokatîyeke çawa bihurand, cihê tu lê mezînbûyî tesîreke, çawa li ser te kir?

Gundê min ê delal Dugirê ye, ez li wir çêbûm, girêdayê Amûdê ye. Berê ew gund girêdayê serxetê Mêrdînê bû. Miletê me yê Êzidî yê Kurd tê de bûn, kêfa wan gelek ji muzîka min re dihat hê ez zarok bûm. Min gelekî zû dest pê muzîkê kir, dikarim bêjim 9-10 salî bûm. Ez di mektebê de sinifa sê-çaran de bûm. Min alavên xwe cara ewil bi destê xwe çêkirin bêyî ku ez enstrûmanên profesyonel bikirim. Tenekeyê helayê û mazotê hebûn, min darik dixistê, têl li ser girê dida û min ji xwe ra lê dixist. Tiştek ecêb di heyata min a muzîkê de heye: Aşê bavê min hebû, heya niha jî dişixule. Aş motorek li ser bû, ew modela wî gelkî kevn bû. Şegmanê wê ne digot “Birrrrr birrrr…” Ne wilo bû, şegmanê wê çilo lê dida? Digot: “Teq teq teq teq…” Ez ji wê teqbûna wî aşî elimîm ritimê. Min rabû ew tembûra di destê xwe de çêkir, ew teneke û têl. Ez çûm ber wî şegmanî sekinîm û îca min stran digotin. Gelek sazbend dihatin gund li tembûrê dixistin dawetan de. Ez zarokatîyê de çûm li pêşîya yê tembûrvan sekînim û min lê nêrî wek tiştek ecayîb. Ez li bendê bûm ku sazbend xizmetekê ji min bixwaze.

.

Min gelek dixwest ez xizmeta hunermendan bikim. Mesela wî digot: “Tasek av”. Ez bêrîya gişan revîyam, min çû av dianî. Ez hê zarok im. Bavê min –rehma Xwedê li mirîyan be– nerî meyla min gelek li ser muzîkê heye. Bavê min zaroktî ji hunera min hez dikir. Rokê ji min ra negot tu xeletîyê dikî. Bavê min ajvan û metrîsîyan bû yanî wî ew motorên kurdên Amûdê, Qamişlo, Hasekê heta Dirbesiyê, gelek gundên nêzî serxetê motar giş wî çêdikirin. Îca wî xist bala xwe lazim min tim û tim ferî muzîkê bike. Ola miletê me yê Êzidî de muzîk miqades e, muzîk cem wan ne heram e, ne şaş e, ne guneh e. Yanî yekî muzîkê dike pîroz e. Her malekî Êzidî lazim ya tembûrek ya bilûrek daliqandibe. Def û şibab gelek mûqades e li cem Ezidîyên me. Piştî vê demê ez û bavê xwe çûn gundekî nêzî me, motorek li wir temîr dikir.

Me dît yek hat, kurdê me yî Misilman, ew gund Misilman bûn. Ji bavê min re digotin 'Bavê Ekrem', birayê min ê mezin Ekrem e. Navê bavê min Georgis e, bes Kurmancên me nizanibûn jê re bêjin Georgis, jê re gotin 'Circîs'. Yekî ji bavê min re got: “Bavê Ekrem, malek li gund tembûr ji lawê xwe re kirîye bes ew mal sofî ye, dibên heram e. Wê tembûrê difiroşin”. Bavê min got “Ez lê digerim, ka li ku ye?” Rabû ez bi xwe re birim, em çûn, ez piçûk im haa, diçûm sinifa çar a, yanî 10 salî bûm. Xwedîyê malê sofî bû, navê wî Sofî Mihemed Elî bû. Bavê min got: “Sofî min bihîst tembûrek li ba te heye” Got: “Erê wille, lawkê min tembûrek anî Bavê Ekrem, tembûr ji me ra nabe, guneh e, çênabe”. Bavê min got: “Ka bide Brahîm, te bi çi kirîye ez ê heqê wê bidim te” Wê çaxê 250 lîreyê Sûrî gelekî bi qîmet bû. Ev teqrîben 1975an de çêbû, ez deh salî bûm. Sofî got “Lawê min bi 250 anî ye lê Bavê Ekrem tu yê 30 wereqî jî feydeyê bidî me, 280”. Bavê min got “Ka, tiştek pê nayê”. 280 dayê, min tembûr anî û lê nêrî.

‘MIN TEMBÛR BI XWE RE DIXIST NAV DOŞEK Û LIHÊFA XWE’

Te çi hîs kir wê gavê?

Ez wekî di xewnekê de bûm, min yeqîn nedikir. Ew tembûr min xist hembêza xwe wek çawa yekî gelek tî di havînê de rastî kanîyekê were dê çi xweş avê vexwe wilo bûm. Ez wê lehzê ji bîr nakim. Tembûr ji min dirêjtir bû, min rahişt tembûra xwe. Ez gihiştim gund. Gundî giş li min kombûn, min ew tembûra xwe lêxist, kêfa pîrek, mezin, piçûk, zarokan giş hatê. Min tembûr bi xwe re dixist nav doşek û lihêfa xwe, ez pê radizam, min xist nav yetaxê xwe. Sibê radibûm min ew radikir, ez biçûma ku bi min re bû. Îca kalikê min Serkîs digot: “Lawê min, tembûra te nareve, bîhna fireh”. Min got: “Yabo ez ditirsim neklekê ji min bixeyide û here”. Ev destpêka min a hunerê li wî gundî hate çandin û ez gelkî spasîya gundê xwe Dugir dikim. Li gundê me du gir hebûn, navê wê ji wir tê. Hemû Êzidî bûn, mala me tenê Ermenî bû.

‘HEFT ÇIYA QULIPANDINE, NÎSANÊ MEŞÎYANE Û PIŞTÎ SÊ MEHAB GIHIŞTÎNE WERANŞEHRÊ’

Çîroka malbata te ya li wî gundî çawa dest pê kir?

Kalikê min neh salî bû, Fermana Filehan rabû. Tiştên zehmet ji bîra mirov nare. Piştî Fermana Mezin a Ermenîyan bavê wî li Wanê hat kuştin, malbata xwe wenda kir. Bi qefîleyekê sê mehan ji Wanê rêve hatin Weranşehrê. Em jê re dibêjin; “Ji welatê zozana hat welatê germîyana”. Wan zozan bû, Weranşehr deşt bû. Kalikê min got: “Gava em gihiştin Weranşehrê ew eskerên Tirk ên em ajotin ji germa mirin, gelek ji wan bazdan, dest ji qefilê berdan”. Ev qefîleya ew tê de hinek îxtiyar mirin, ê piçûk ketin, got “Em yên hebkî gênc, ên qeweta wan hebkî heyî sax man”.

.

Heft çiya qulipandîne, Nîsanê –li welêt hîn cemed e- meşîyane û piştî sê mehan gihiştîne Weranşehrê, havînê gelek germ e. Ew zarok tenê ma, konek dît berê xwe da konî û nêrî sê zilam tê de rûniştine. Ew her sê zilam Êzidîyên Weranşehrê bûn. Kalikê min got “Ez nû ferî Kurdîya xwe ya safî dibûm. Yekî li şiklê min nêrî û ji min re got: Tu ne zarokê Ermenîya yî? Ez ji tirsa newêrim bêjim erê jî, ez piçûk bûm, belkî li min werin rehmê û min ji wan re got: Ez Ermenî me.” Yekê jê re got “Baş e, tişt pê nayê xilas, tu gihişt Apê xwe.”

Ew ji wê çaxê yanî dikarim bêjim deh salekê li Êzidîyê Weranşehrê ma. Piştî Fermana Êzidîyan a Kurda jî rabû ji bo eskerîya Tirko, gelek Êzidî ji serxetê hatin binxetê. Teqrîben ev jî sala 1923-24 wilo bû. Nîvê wan ji ber eskerîyê revîyan, ne fermanek a kuştînê bû, Êzidî û gelek Kurd ji ber eskerîyê revîyan. Hatin xwe li Amûdê, Dirbesîyê, Qamişlo girtin, hinek çûn Hasekê.

‘KALIKÊ MIN JI NAVÊ DÎYA XWE RE DU NAV DIGOT: YA NÎGAR YA FÎGAR’

Navê wê malbata Êzidî çi bû?

Navê wî Xelefê Şelaş bû, kalikê min mezin kir, gihand bîst û du salan. Pîrka min jî li cem maleke Êzidî bû. Ew jî bi ola Kirîstîyanî xwedî kiribûn. Her du gihandin hevdu, ew zewicandin. Jina kalikê min ji Îzmîrê bi qefîleyekê gihiştibû Weranşehrê. Navê pîrika min Zabel bû, navê birê wê Agop bû. Ew jî zarok bûn. Kalikê min ji xeynî navê bavê xwe navek din nezanî bû, digot; “Ez Serkîsê Keivo me. Ez nizanim kî kalikê min e.” Bes gelek nav di bîra wî de mabûn. Kalikê min ji navê dîya xwe re du nav digot; ya Nîgar ya Fîgar. Piştî ez û birayê min zewicîn me navê zarokên xwe tim ji kalikê xwe pirs kir. Me digot: “Kalo ev keçik e, em çi navî lê bikin?” Got: “Navek di bîra min de ye belkî ew xwiha min bû, navê wê Anush bû, bikin Anush”. Navê bavê wî Keivo bû, me navê lawê birayê min ê mezin kir Keivo.

‘LAWKÊ MIN ÇÊBE TU YÊ NAVÊ XWE BIDÎ LAWKÊ MIN?’

Te navekê yê malbata xwe li zarokên xwe kirîye?

Min navê kalo li lawê xwe kir. Navê lawê min Serkîs e. Min bixwe jê xwest, daxwazîya min bû. Min jê re got: “Lawkê min çêbibe tu yê navê xwe bidî lawkê min?” Di nav hêsran re ji min re got: “Ez navê xwe bixim xizmetkarê te, ez ê çawa nedim te.” Min navê kalikê xwe li lawê xwe kir. Du navên kalikê min hene, Êzidîyên me navek lê kirin ji bo gava eskerê Tirk lê bigerin wî navê Ermenkî ji bîra wî bibin, nebêjin; “Ev Serkîs Ermenî ye”, navê Hiloç lê kirin. Ev naveke Kurdên Êzidî ye, yanî îqtîsarên ji Mansur Helac tê, ew ê mutasevvuf, sofî. Navê wî yê Kurdî Hiloçê Evdîyê Ezmanê Şelaş e. Bi Ermenkî û Kurdîyeke zelal diaxivî, wekî din zimanekî din neaxivî.

‘EZ A NIHA NIKARIM BÊJIM, EZ BÊJIM HESRÊN MIN DÊ DAKEVIN’

Dîya te jî ji te ra îlahî û qesîdeyên Ermenkî gotine…

Cîya min di esasê xwe de Ermena Mêrdînê ye, a niha ew Qiziltepe navê wê yê berê Ermentepesi bû. Bes Ermenên di wê mintiqê de di kevnarî de Tirkî û Kurdî axivîn. Li Dêra xwe Încîl bi Tirkî xwendin, vana Ermenê Katolîk bûn, ne Ortodoks bûn.

Cîya min gelek stranên li ser Ermenîyan û li ser koçkirina Ermenîyan bi Ermenî, Tirkî û Kurdî digot. Dengekî gelekî tahl bû, ez li ser wî dengî razabûm. Tesîra dengê wê gelekî li min çêbû. Tirkî dema digot: “Kalkın bakın bu Ermenlere ne yapıyorlar? Oyy oyy oyy aney” Gelekî xerîb e, ez a niha nikarim bêjim, ez bêjim hesrên min dê dakevin, ez nikarim.

Cîya min zêdetir li ser fermanê digot, gelek diayên kilîsê jî bi dengê xwe digot, lawik digot.

‘TU WÎ SURETÎ LI PÊŞÎYA KEVIRAN DAYNÎ KEVIR DÊ BIHELE, EZ ÎNSAN IM’

Me behsa fermanê kir, kalikê te Fermana Filehan (1915) li Wanê dîtiye û tehcîr bûye binxetê. Tu jî 2011an de bûyî şahidê Şerê Sûrî, paşê 2014an de Fermana Êzidîyên Şengalê ya 73. qewimî. Tu bûyî şahidê vê fermanê jî, te ji kalik û dîya xwe ew komkujî bihistîye, tu bi van êş û şahidbûna mezin bûyî. Van şahidbûna tesîreke çawa li ser şexs û muzîka te kir?

Ez berî her tiştî pirsekê ji xwe dikim di vî zemanî de, zemanê teknolojî û înternetê dinya kirîye gundekî piçûk. Ez tim dibêjim 'maalesef', gelo çawa li pêşîya çavên dinyayê însan tên firotin, çilo zarok tên kuştin? Ez dibêm tu wî suretî li pêşîya keviran daynî kevir dê bihele, ez însan im çawa tesîrê li min neke. Çima wilo bû? Ma qey kesek tune bû bikarî ev tişt bisekinandîya? Hema di 1915an de medya tune bû, lê wê çaxê konsolxaneyên Emerîka, Îngîltere li Tirkiyeyê bûn, giş dîtin, tiştek nekirin. Fermana Êzidîyan bi şiklekî gelek xirab tesîr li min kir:

A ewil dema kalikê min qise dikir, her şev ez bi girî razam. Gava ji me ra digot: “Bavê min pêş çavên min hat kuştin, ez zaroktî meşîyam, gir û hirçan li çolan bera min didan min xwe ji ber wan vedişart, av tune bû min vexwarîya, nan tune bû.” Ev zehmetîya digot, em bi girî bi dilekî gelekî xemgînî razan, em fikirîn çima hat serê wî.

A diduyan gava piştî fermana din a li Weranşehrê hatin binxetê, dîsa ji welatê xwe penaber bû. Digot: “Ew welatê me jî xweş bû, dîsa em tehcîr bûn.” Ew jî gelekî zehmet bû.

Piştî wê gava min bi çavê xwe Fermana Êzidîyan dît min got “Ev miletê feqîr û baş, ê ku ji însanîyetê, jiyanê, kêfê hez dike, ê ku însana xilas dike tê kuştin, tê şerjêkirin, tê firotin…”

Dûre problema Sûrî çêbû…

Ez piştî Fermana Êzidîyan ketim di nav gelek tiştên olî. Di nav wê êşê de ez tiştên kêfî yên xweşik tînim û ez dixwazim xelk dilgeş bibin dîsa, kêfxweş bibin.

‘TU VÎ LAWKÎ DIBÎNÎ, EW Ê ÇÛÇIK, MA QEY EW NE KALO YE, EV NE SERKÎS E, NE HILOÇ E LAAW?’

Te di hişê xwe de muqayesek di navbera Ermenî û Êzidîyan de kir?

2014an de gava DAÎŞ hat Şingalê ez li derve hatim malê, li ber televîzyonê birayê min Ekrem rûniştîye û paçikê wî li ber wî ye, emrmezin e, digirî. Birayê min ê din û jinbirayê min digirîn. Ez hatim û min got: “Xêr e?” Gotin: “Çi xêr e Ibrahim, çi xêr! Tu binêr lawo, tu vî lawkî dibînî, ew ê çûçik, ma qey ew ne kalo ye, ev ne Serkîs e, ne Hiloç e laaw? Ma tu nabînî, ev însanên kalo xilaskirin bibîne çi tê serê wan law!” Em li ser hev digirîyan, em her ro digirîyan. Gava Êzidî çûn Çiyayê Şingalê ew sûretê kalo bi şitexalîyên xwe got, çilo dimeşîyan, yek li vî alî diket û mir, yek li vî alî. Lawikê dimir dayîka wî nedikarî axekê biavêje ser a Ermenîyan de, ya Şingalê jî wilo bû, nekarîn jê re tirb bikolan. Erebî dibêjin: “Alttarikh mutakarir” (Tarîx tekerrûr dike), tarîx eynen xwe vedigerîne. Maalesef di vê wextê de zehmettir e ji ber ku her tişt beyan e, her tişt li pêşîya çavê te ye. Berê alemê nizanî bû kê kî dikuşt, wenda dibû. Dinya gelekî bêdeng bû, bila kes nebêje min di vê fermana talî de alîkarîya Êzidîyan kir. Wî çiyayê Şingalê tenê alî wan kir, bes çiya. Hevalên Kurdan ê esasî çiya ne. Şaîrekî Filîstînî Mahmud Derwiş dibêje: “Çiya hevalê Kurd û Kurmancan e”. Tiştek li wan tê xwe diavêjin çiyê. Ez çi li ser Êzidîyan bêjim tiştên dilên min dê dernekevin.

‘EZ HISÎYAM ŞÊX ADÎ DÊ JI WIR DERKEVE JI MIN RE BÊJE: KURÊ MIN TU LI VIR ÇI DIKÎ?’

Cara yekem tu kengê çûyî Lalişê, te li wir çi hîs kir?

Me festîvaleke mezin li Kurdistanê (Başûr) 2013an de çêkir, ez û kekê xwe Ganî û bi alîkarîya Mikail Draier dîrektorê Elmanî û me gelek hunermendên cîhanî anîn, 80-90 hunermend li Hewlêrê û Silêmanîyê me festîval çêkir. Wê çaxê di programa min de lazim bû ez biçim Lalişê, min zîyaret kir. Kî karibe here wî cihê pîroz û dîrokî divê biçe. Merê diçe xem û xeyalên xerîb û ecîb çêdibe, gelek cîh tê de hene bi Xwedê tarîx belkî nekaribe vê bisecirîne, gelekî kevn e, ne kêmî 2000 sal berê ye.

.

2019an de jî ez bi şixul çûm. Dîrektoreke Lûbnanî hevalê min ê Sûryanî ye belgefîlmeke li ser muzîka dînî ya cîhanî çêdikir, ya Êzidî tê de tine bû. Min go lazim e ez vî karî bikim, em çûn Çarşema Sor bû, me muzîk ji kahnîya muzîka Lalişê girt; edet, sema, qewl çilo tên gotin, tembûr, def û şibab çilo tên gotin, me giş çêkir bi pîrozî. Min hinekî dilê xwe rihet kir, ez tim di xizmeta Ezidîyan de me. Ne miletê Ezidîyê me bûya a niha Brahîm nikaribû ev hevpeyvîn çêkira, dê ne mewcut bûya, dê ne li ser sehnekê bûya, ne Brahîm û ne malbata Brahîm. Em winda bibûn. Spas ji Xwedê ra kalikê min gihaşt vî miletî, ev miletê ji jiyanê û selametîyê hez dike.

Êzidî sibehê radibin gava diayên xwe dikin, ew diayên xwe bi nûrê re dikin, cem wan şems Xwedayê rojê ye. Roj tune be heyat tine ye. Diayên xwe dibên: “Ya Rebbî tu heftê û di olan bisitîrîne piştre ola me” Negotîye ola min berîya heftê û diduyan, çiqas dilfireh in. Dibêjin: “Ya Rebbî tu dinyayê bisitirîne dûre ez, ya Rebbî tu zarokên xelkê bisitîrîne dûrê zarokên min.”

Ez dikarim hîskirina xwe bi di şitexalîyan bêjim. Min hîskir ku ez di wî zemanê bêrîya çar hezar salî de me, min tiştên nû ji bîr kir, min xwe ji bîr kir. Ez hisîyam Şêx Adî dê ji wir derkeve dê ji min re bêje: “Kurê min tu li vir çi dikî?” Secadî dê ji vir derkeve, Tawûsî Melek rihê wî li ser me ye dê bifire.. Sûrprîzek li wir çêbû, di Meclîsa Ruhanî de gişan ez nas kirim, min nizanîbû dê min nas bikin. Gişan bang hev kirin gotin: “Va Brahîm hatîye, Brahîm..” Baba Çawîş ê ku xizmeta Lalişê dike û pîrê Lalişê, feqîrê Lalişê giştikan bang hev kir, kêfa wan hat. Ez heft rojan mam malekê de.

Îro Çarşema Sor e, Êzidî vê rojê pîroz dikin. Peyamekê te ji bo Kurdên me yên Êzidî û Çarşema Sor heye?

Ne ev korona bûya, ez ê dîsa li wir bûma. Ez dixwazim Çarşema Sor a we tim bi kêf û xweşî be, hûn jî wekî van miletên dinyayê yên rihet bûyîn rihet bibin, tim û tim heyata we di fermanan û nexweşîyan de çûye. Ez xwazim xweşî ji we re çêbibe, însan vegere ser însanîyeta xwe, başbûna xwe, qencîya xwe, xêra xwe. Cejna wan pîrozî be, tim bi xêr û xweşî be.

‘EZ HEFTEYEKÊ DE DU ÎDEYAN PÎROZ DIKIM’

Tu Çarşema Sor li mala xwe pîroz dikî?

Tişteke mûşterek di navbera îda me ya do (Paskalya) û Cejna Êzidîyan de heye, ew jî sorbûna hêkan e. Ji do de me hêkên sorkirine, heya çarşemê ew hêkên sor dimînin. Çawa telefon û tebrîk ji heval û dostên min tên, di îdaya do de û çarşemê de dîsa wer ji min re tên. Li gund û bajarê Hesekê me pîroz dikir, cejna me ye. Ez hefteyekê de du îdeyan pîroz dikim.

‘DI MUZÎKA WE DE REWŞENBÎRÎ HEYE’

Em bên ser jiyana te ya hunerê. Te perwerdeya akademîk li ku xwend?

Piştî min xwendina xwe ya lîseyê li Hasekeyê xwend, çûm Helebê. Wê çaxê konservatuara herî mezin û bi nav û deng bû, min li wir xwend. Em şemsdar bûn, mamosteyên mezin tê de hebûn. Bes mamosteyê herî mezin Nûrî Îskender bû, bi esasê xwe Sûryanîyê Rihayê ye û ew jî bûye penaber û bi malbata xwe çûne Helebê. Kêfa mamoste gelekî ji min û hevalên me yên ji Cizîrê re hat, yek ji wan birayê min Ganî Mîrzo bû. Ez û Ganî teqrîben ev 35 sal e em bi hevre ne. Nûrî Îskender em cûda kirin û got: “Hûn ne şagirt in li ba min, hûn hevalên min in ji ber ku we tişteke xerîb anîye, cûda ye. Ne ew muzîk tenê ye, di muzîka we de rewşenbîrî heye.” Piştî me perwerde xilas kir jî dest ji me berneda, îcar karê wî çi bû em tim tevlî karê wî bûn. Ganî berî min hat Ewropa, ez mam. Ez tim bi mamoste Nûrî re hatim Ewropa, me li tîyatroyên mezin gelek tişt kirin.

Tu vîrtûzê enstrûmanên tembûr û bozuqê yî, ji bilî van enstrûman tu di kîjanê de vîrtûz î?

Kêfa min gelekî ji muzîkê re tê, ya ewil tembûr bû, bavê min ji min re anî. Min paşê bozuq jî kir hevalê tembûrê û ew jî tim bi min re ye. Ez kemançe jî li derva ji bo tiştên folklorîk ên Kurdî û dîlanî lê didim. Cûmbûşê, ûdê jî vîrtûzî lê didim.

‘EV SIR Û ESRAREKÎ JI KARÊ MIN E’

Dema tu bi Kurdî distrînî li tembûrê didî, Ermenkî distrînî li cûmbûşê didî, Erebî distrînî li ûdê didî. Yanî dema tu zimanê xwe yê muzîkê diguherînî tu enstrûmana xwe jî diguherînî. Qey çi têkilî û dîyalektîk di navbera ziman û enstrûmanan de heye?

Gava ez tenê diçim konserekê yanî orkestra bi min re tune be, ez alav û enstrûmanên xwe bi xwe re dibim: tembûr, bexleme, cimbiş, kemençe, ûd, bozuq. Ez destpêka konsera xwe tim silavê bi van pênc zimanên distrîm li milet giş dikim. Mesela dema ez li Elmanyayê konserên xwe çêdikim, cara ewil ez ji wan re bi Elmanî dibêjim: “Guten abend” yanî 'êvara we bi xêr.' Ez ji wan re dibêjim: “Li ba we li Elmanyayê hûn giş ji hevdu re dibêjin ‘guten abend’ û zimanekî tenê ye. Lê li welatê me di şehrekê de sed mîtroyê em bi pênc zimanan ji hevdu re dibêjin êvara we bi xêr!” Ez ji wan re dibêjim: “Em bi Kurdî dibêjin ‘êvarbaş’, bi Erebî dibêjin ‘masa alkhayr’, bi Ermenkî, Aşûrî, Sîryankî gişan maneyê didim û çavên wan vedibin.

Dema ez bi Aşûrî dibêjim ez tembûra qirikdirêj derdixim, ez Aşûrî xilas dikim têm tişteke Êzidî tembûra Şingalkî heye, ez têm tiştekî hebkî modern bexleme lê dixim, tişteke Erebî be ûdê. Yanî ez zimanê stranê girê didim bi zimanê taybetî yê alava wê jî. Ev alet bi esasê xwe vedigere Kurdî, Ermenkî, Erebî, gelekî… Ev sir û esrarekî ji karê min e.

‘EZ MEZOPOTAMÎ ME’

Tu Ibrahim Keivo çawa dibînî, felsefeya jiyana te çi ye?

Ez ji xwe û karê xwe razî me, tiştên ji însanîyetê re dikim. Ez bixwe re lihevhatî me, ez ji canê xwe aciz nebûme. Ez dibêm tiştekê ez ji vê cîhanê re bikim lazim be ez texsîr nekim, gava ez nikarim ev tişt ji Xwedê malûm e.

Ez tim û tim li kîjan sehneya alemî be dibêjim: “Ez Mezopotamî me”. Ne ji niha de ji kalikê xwe ve Mezopotamî me. Ez dibim Brahîmê Kurd, Brahîmê Ermenî, Brahîmê Sûryanî, Aşûrî, Erebî, Brahîmê Êzidî, Misilman, Kirîstîyan, Cihû, ez însan im, Mezopotamî me. Ez ji gundê xwe diçim Cizîrê cem dengbêjê payîzokan, ez diherim Colemêrgê gundê Aşûrîyan, nêzikî hududê Iraqê-Musulê diçim cem Ereban… Ev jixwe li min hatîye çandin, ez ji vî tiştî gelekî hez dikim. Li Sûrî sifatek li min danîne, ji min re dibêjin: “Sefîrê Stranên Cizirî.” Ez ji laqaban hez nakim lê bes laqabên manewî kêfa min jê re tê. Gelek car min wek 'Konsolê Rewşenbîrî' dibînin. Ez bi laqaba Mezopotamî gelekî kêfxweş im.

‘EV ÇEKÊ MIN BI RENGÊN XWE, OLÊN XWE, QEWMÎYATÊN XWE MEZOPOTAMÎ YE’

Tu di konser û festîvalan de cileke rengûreng li xwe dikî, çîroka wî cilê te çi ye?

Ev girêdayî wî cihê ez lê rabûme, ev reng çîroka bavê min, dîya min, kalikê min, ê mezinên Êzidîyan, çîroka hemû olan e. Çekên Kurdên me gulgulî, xweşik bûn, Ermenên me çekên xweşik li xwe kirin. Vîya giş fikrek li cem min çêkir, me gelek cil bi van rengan çêkir. Gava mere xwarinekî têxi beroşekê bi hemi rengê xwe ji bo xweş derkeve, mere hinek baharat, hinek goşt dixê nav de. Ev çekê min jî wilo ye, bi rengên xwe, bi olên xwe, bi qewmîyatên xwe Mezopotamî ye. Piştî vê fikrê ez û xanima xwe li ser sekinîn, navê xanima min jî Kasya ye, alîkarîyeke zor bi vî hawî da min. Di dîzayn û terzîbûnê de jêhatî ye, ew jî muzîkvan e.

‘EZ FEN Û HÎLEYAN LI MUZÎKA XWE NAKIM’

Tu li gelek festîvalên navnetewî û li gelek welatên Ewropî bi orkestrayên mezin û bi nav û deng wekî Orkestraya Flarmonî, NDR Big Bandê derketî ser sehneyan. Li van festîvalan bi hunermendên hosta yên wekî Ganî Mîrzo, Kînan Azmeh, Fîrmesk, Huseyin Zahawy, Ronî Barrak, Cemîl Qoçgirî, Aynur Dogan hwd. cih girt. Em dibînin ku performansa te ya van festîvalan pirr bi enerjîk e, tu muzîka xwe hîs dikî, tu carna nikarî xwe bigirî govendê digirî, guhdar jî bi te re dileyîzîn. Ev enerjî ji ku tê, tu xwe çawa têdixî wê modê, hîskirina muzîkê ji ku tê?

Ev pirsa te ya dirêj ez dikarim bi du-sê cimleyan ixtîsa bikim. Ev giş ji rastîya di dilê min de tê. Ez fen û hîleyan li muzîka xwe nakim, ebeden. Ez a niha tenê bim û rabûm tembûrê bixim wek eynî ez li pêşîya 5 hezarên li teyatrayê bim, li Hamburgê flarmonîya herî mezin re min konser çêkir. Ev rastîya ji dilê min derdikeve ye, ew enerjî ez bixwe dihisim ew guhdar li ser sehneyê ne, ez dihisim ew ji min re dibêjin û ez li wan guhdar dikim, ez dihisim em hevdu re dibêjin, ez dihisim ew bi min ra dibin orkestra. Ev tiştên tu dibînî giştik ji vî tiştî tên. Di heyata xwe de min hîle li tembûra xwe nekirîye, mesela nexweşik jî derdikeve ez zanim pê nexweş e, bes ez dibêjim rastîya te ev e.

.

Gelek caran ez ji sehneyê dadikevim, gelek cemawer ji min re dibêjin: “Wille bêyî tu ji me ra bi tercimînî, bêyî tu bêjî ev stran Kurdî ye, ew Ermenî ye, em nas dikin tu çi dibêjî. Ev stran li ser hezkirinê ye, ev li ser şerî ye”. Maneyê nas dikin, îca piştî wê heyecanek mezintir dilê min de çêdibe. Ez dema têm ser teyatre bi rastî tu bikî nekî ewilê de hebek tirs çêdibe, bes ez lingê xwe didim ser teyatre ez dest pê dikim, di cî da ez dihesim em giş bi hevdu re dihelin. Ez û cemawerên min û orkestra. Li festîvalekê min orkestra xera kirîye, maestro bi min re rabûye dîlan girtîye. Orkestra bê maestro nabe, lazim maestro li cihê xwe be. Lê wî xwe negirt û bi min re leyîst.

‘MIHEMED ARIFÊ CIZÎRÎ DENGÊ TARÎXA NÛ YÊ KURDÎ YE’

Têkilîya te stranbêjên Kurd ra heye, tu guh didî kîjan stranbêjên îro û berê?

Têkilîya min bi gelekan re heye, ên nû ji xwe birayê min, muzîkvan, kompozîtorê mezin Ganî Mîrzo re em her roj bi hevra bi internetê diaxivin, lêdixin û distrên. Bêrî her tiştî Ganîyê min ê delal. Ez gelekî ji yên kevn hez dikim: Hemê Îsê dengbêjekî gelek baş bû. Mesela Mem û Zîn digot çardeh şevan xilas nedibû. Dewrêşê Evdî, Sîyamend û Xecê digot di îneyekê de xilas nedibû. Deng û meqamê wî gelek xweş bû. Piştî wê Şakiro, Mehmûdê Hisî. Piştî wê Mihemed Arifê Cizîrî dengê tarîxa nû yê Kurdî ye, dengek wek vî dengî xweş û zelal nehatîye, Îsa Berwarî hevalê wî, piştî wî Tehsîn Taha, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yusif, rehmetîyê Mihemed Şêxo, Seîd Yusif, Mehmûd Ezîz. Li welatê Bakur Ayşe Şan, Meyrem Xan, ez van dengan ji bîr nakim. Hunermendên di muzîka Tirkî de 'halk türküsü' digotin İzzet Altınmeşe, Nuri Sesigüzel û rehma Xwedê li Ehmet Kaya be, ez dihisîyam Ehmed li ser dinyayê bûya me yê hev bidîta. Min straneke xwe li ser Ehmed çêkirîye, min hê parve nekirîye, min navê lawê xalê xwe kirîye Ehmedo. Dengê lawê xalê min eynî dengê Ehmed Kaya ye, min ev helbest jê re çêkiriye. Ez muzîka klasîk gelkî guhdarî dikim: Mozart, Aram Khacaturyan, Beethoven. Stranbêja Ermenan Charles Aznavour hez dikim. Gelek hene min navên wan negotine, nav gelek in.

‘ÇAVÊN MIN BÛN ZIMAN Û XATIR JI HER CIHÎ XWESTIN’

Dema me behsa fermanan kir me got 'tarîx tekerrûr dike'. Em dibînin kalikê te muhacîr bû, ev yek piştî Şerê Sûrî hate serê te û malbata te jî. Tu neçar mayî 2014an de koçî Elmanyayê bikî. Dema te xatirê xwe ji welatê xwe xwest te çi kir?

Ez tim dibêjim û ez ê tim bibêjim, berî her tiştî ez çûm ser tirba sê ezîzên li ba dilê xwe: kalikê min, cîya min û bavê min.

Ez çûm ser tirba kalikê xwe, min destê xwe danî ser serê wî û min jê re got: “Izna te hebe ez ê herim, wek çawa te vechê xwe ji nexweşîyê re di tarîxê de guhart, ez û zarokên xwe jî em ê biguherînin. Bes yeqîn neke ez te ji bîr bikim, em ê li te vegerin ya bi saxî yan jî ez bimirim gora me li kêleka te, bavê min û ca min be”. Berî her tiştî min ev kir û min xatir ji wan xwest, wext xweş bibe em ê dîsa li wan vegerin, mirîn jî heq e. Ez dixwazim bi saxî li wan vegerim, ji wan re mûman pêxim, ev çênebe jî bi mirinê, bes her ez ê vasîyetîkê danîm em vegerin kêleka wan.

A diduyan min xatir ji dîwaran, erdan, kolanan, malê û heval û dostên mayî yên wê derê bi nêrînê tenê xwest ne bi şitexalîyê; çavên min bûn ziman û xatir ji her cihî xwestin. Ez nikarim vê axaftinê gelkî berdewam bikim. Ez niha li vir im ez dibêjim ew lomayan ji min dikin, ew dîwar, erd, tirba kalik, bav û cîya min loma dikin... Dibêjin: “Brahîm tu dereng ma, çima?” Ez tim dibêjim: “Ez mêvan im”.

‘MIN BÎRA TIŞTÊN NEXWEŞ KIRINE’

Xerîbî û xurbetîya te dijwar derbas dibe. Te herî zêde bêrîya çi tişta welêt kirîye?

Ewil berî her tiştî ez xwe nakim muhacir, ez ne muhacir im, ez musafir im, ez li vî welatî mêvan im. Ez mêvanekî edîb im, ez bi hemi karên xwe radibim, çi tiştê ser min be ser çavên min. Ez mêvanekî demdirêj im, ez ê her vegerim, qeneata min tim wiha ye. Wekî ku ez di xewnekê de bim, ez hê ji xewna xwe şîyar nebûme, ez dibêm xewn e. Ez çavên xwe vekim ez ê li mala xwe di nav ciyên xwe de bim. Mala min hîn li wir e, mifta xanîyê min bi min re ye, hê nîvê alavên min li wir in, kitêb û defterên min, mekteba min, dostên min…

Min bîra gişan kirîye, min bîra bayê welêt, ava wê kirîye. Min bîra tiştên nexweş kirine, ez xwazim wan tiştên nexweş bibînim: Di kolanan de dema çal lê hebûn lingê me diketê û diêşa, ew di bîra min de ye. Carna bêhnek nexweş ji deran dihat, min bîra wê bêhnê kirîye. Yanî cîyê merê lê çêdibe dikeve xwîn û canê mere, xeyal û wîjdana mere.

Kurd te wek Aram Tîgran, Karapetê Xaço yê îro dibînin, te dişîbînin van navan. Ji ber ku tu eslê xwe Ermenî û te gelek xizmet ji muzîka Kurdî re kirîye. Tu vê şibandinê çawa dibînî?

Ez spasîya Kurdan dikim ên vê şibandinê didin min, înşella ez karibim vê xizmetê bikim. Rehma Xwedê li Garabet û Aram Dîgran be. Ev şibandin nêzîk e, rastî tê de heye. Neqlekê pirsek ji Aram kirin, gotin “Tu çima evqas Kurdî dibêjî?” Got: “Bavê min got law Kurmanc feqîr in tu karibe ji alîyê hunerê de xizmetekê ji wan re bike, ez gotina bavê xwe dikim” Kalikê min bixwe digot “Em Êzidî, Kurd malek bûn, mala gelacan ne ava yê ku em ji hev xistin”. Îcar ez heke di çavên Kurdên me de ez berdewambûna Garabetê Xaço û Aramê Dîgran bim zor spas ji gelê min î hêja re. Ev gel rihê min e, canê min e. Ez ji piçûk heya mezin maç dikim, serfirazîyê ji gişan re dixwazim û rihetîyê.

İbrahim Keivo: Ben Mezopotamyalıyımİbrahim Keivo: Ben Mezopotamyalıyım