Li dawet û odeyan 50 sal muzîk û kemaçe

Stranbêj Brehîmê Mercî ku xwe bi kurtasî weha dide nasîn: “Brehîmê Mercî me, gurçika gê me, her welatek, ez parçekî jê me. Ji bo xatirê guhdaran ezê ji we re hebkî bêjim” ji me re qala serborîyên jiyana xwe, muzîkê û têkîliyên xwe yên bi muzîkjenên serdema xwe re kir.

Google Haberlere Abone ol

Rêbîn Ozmen

DUVAR - Di muzîka kurdî bi taybetî li Herêma Torê û kêm jî be li herêma Omerîyan kemaçevanî gelekî li pêş e. Ji berê ve muzîka li herêma Torê bi kemaçê hatiye jenandin û gotin. Ji vê herêma gelek hunermend derketine ku bi kemaçe û dengê xwe deng vedane. Ev hûnermend an bi gotineke berbelavtir ev dengbêj bi gelemperi Dom bûn û li ode û dawetan hunera xwe nîşan didan. Lê yek ji van hunermendan heye ku ew gelekî cuda ye.

Ev stranbêj û kemaçejenê bi navê Brehîmê Mercî tê nasîn û ji salên 1960 heta bi salên 1990an li herêmê navdar bû, kurê melayekî ye û ne Dom e. Wî xwe bi xwe, xwe fêrî kemaçê kiriye û ji herêma Torê û Omerîyan bigre, heta bi Muxla û Izmîrê ji wir heta bi Beyrûdê çûye. Hem kemaça xwe, hem jî tembûra xwe jenandiye, li dawet û odeyan gotiye. Di dawetan de şabaş jî dane, govendkêşî jî kiriye û kirasê sipî jî gerandiye. Bi kesên wekî Seîd Yusif û Miradê kinê re stran gotine û civat gerandine. Heft caran kemaçeya kemaçeyên wî hatinye şikandin, lê wî tu carî dest jê bernedaye. Hewesa kemaçê, hiştiye ku ew bi tenekeya û tasan kemaçê çêbike.

Brehîmê Mercî, di serdema radyo û teyban de ku ew jî li kêm deverê Kurdistanê peyde dibûn û bi gelemperî li malê dewlemendan hebûn, bi dehan bant dagirtine. Piştre dest ji jenandina kemaça û tembûrêê berdaye û nema çûye dawetan. Niha jî tenê ji xwe re kemaçe û tembûrêê dijene û bêrîya rojên xwe yên kevin dike.

Min û hevalê min ê ku doktoraya xwe li ser Domên herêma Mêrdînêan kiriye Argun Çakir, ev roportaj bi awayekî dengî û dîimenî bi fînansorîya projeyayekê Beyond East and West (Dûrî Rojhilat û Rojava) ya Konseya Lêkolînan a Ewropa (ERC) kiribû.

Em ewilê dixwazin tu hinekî qala jiyana xwe bikî, em te piçekî nas bikin, te çawa destpê kir, te kemaçe ji kû de dît, te çav bi kê kir, yanî li dora te kemaçevan kî hebûn?

Efendîm, heçî li min guhdarî dike, ez Brehîmê Mercî me, min carna wesfê xwe dida, min digo ez Brehîmê Mercî me, gurçika gê me, her welatek, ez parçekî jê me. Ji bo xatirê guhdaran ezê ji we re hebkî bêjim. Îcar ev camêr hatine cem min, sualê ji min dikin. Mesela min û vê kema¬nçê çi ye? Bavê min hecî ye, em ji Mala Evdulus in, bav û kalên me yanî mele ne, rabûne, wexta me li kemançê dixist, bavê min heft heb kemaçê min şikênandinê. Ez zaro bûm, te dî berê heftakê li gundan dawet çêdikirin, xelas nedibû, min jî textikek anîbû, a wilo min mûyê heywana min datanî ser, min digo ting ting, wek mêşê li ber guhê xwe. De de de de, dawiyê min kundir çêkir, kundirê lema. Dûra min zerka dîya xwe qetand, ewa min kir weke kotikê jêr, min ji xwe re çêkir, eyar avêt ser.

Dûre heşa qereçî hatin, min çû yek ji wan kirî. Heft ribabê resmî min kirînê bavê min şikênandine. Min bi qaçaxî lêxistiye min li mala hevalê xwe dihişt, min newêribû bînim malê. Heya ez elimîme. Ku min cîyekî lêdixist, apanên min digo binê wa dengê kemança layê te tê, ha binê, hûn ji mala nizam çi ne, fitneyî dikirin, dida dû min. Xwedê rokê berdaye dû min nav van teyaran, min ji xorta re lêdixist, nerî ku wê biçê min, min kemaçe avêt, go heh, lê terpilî, feqîro bi dev çû erdê. Hevalên min çûn go Apê Hecî, ma pêşîya wî daweşandin, kemaçe ji nav dest derxistin, go va me bi silametî xist, kemaçe tişt pê nehatiye.

Wele kemaçe xelas kirin, û, yanî bi vî hawî ez elimîme kemaçê. Îcar axir ez mezin bûm hebkî, nema karibû bi min lo, a li nav van teyaran, xort mort diçûn êvaran ji xwe re piştî ku paleyî dikirin, min ji wan re lêdixist û direqisîn, min xeyala xwe dayê ew teyarê ser gund jî gîha bû bavê min kiribû ceh.

Gîha bû tam mezin bû, ez fikirîm law, min go gelê xorta ji we re lêdixim, hûn direqisin hûn kêfa xwe dikin, minê ew teyarê diya min a zolik e, ku hûn herekî baxekî biçînin hûnê xelas kin. … Go “haydî”. Rabû, îcar min wana kir rêz, min kemaçe kir ber sînga xwe, îcar kêfa min ji wan re, xirp xirp xirp, navê dîya min Zeynê bû, îcar min ew Keynê go. Ax lê Keynê Keynê Keynê, baqa biçin qefla deynê, ew hemi qirdên Zeynê, xirp xirp xirp xirp temam kirin. Ê din jî danîn ser hev.

Hingê wekî din kî yên kemaçejen hebûn?

Kemaçecîyê Mehsertê zehf hebûn. Hemi mirin. Xellê hebû, Seîd hebû, Cemîl hebû, gelek, hemi çûn rehmetê. Kes ji wan nema, hemi mirin. Mehsertê, mitribên me yên Mehsertê ku dihatin dawetan, hemi zaro zanin. Pênc şeş heb bi hev re dihatin, kemançê xwe dadileqandin, def û zirne bûn, heftakê lêdixistin, xelas nedibû. Ji wilo, hîngî zehf çêdibûn dawet, ji min re jî meraq çêbû, min rahiştê ez elimîm.

Niha em behsa kîjan salan dikin? Salên 1960an an?

Na na, berê berê, di 45, 50’î wan de. Emrê bû çiqas yabo, wexta ez 75 sal bikim, ma ez biçûk im. Em jî ne ê van salan e.

Kemaçejênê wan çaxan bi kêrî şeran jî dihatin, yanî şer jî digotin?

Eee, şer jî digotin, hew ê reqsê jî digotin. Henek jî dikirin. Li odê bi êvarî civat digerîya, ji wan re şer digotin, heya nîvê şevê, civat xelas nedibû. Ee, berê wilo bû. Îcar niha, modela niha, nemaye bira. Ew zewqa van dawetên talîyê niha nemaye. Hema wê destikê xwe wiha bikin, çi stranên kevn jî tune, ewên nû ne hemi. Sebra meriv gelkî lê nayê. Stranên me yên kevn, hemi entîke ne, ê berê. Stranên berê entîk ne. Îcar ew şerê ku tu bêjî, ewê dirêj, ez nabînim kes dibêje. Nemane, ew stranan hemi çûne rehmetê. Mesela, Mirado sewta wî gelekî xweş bû. Ewana stranvan bûn. Ew Reşîdê Qereçî hebû, dihat mala me, carna şerne digotin, du saetan xelas nedibû. Şerê Kalo, Mihê Lawî, Emê Zerê, ewana digotin, xelas nedibûn. Eee, ewana ka hemi mirin. Îcar ez carna enternetê datînim, ez stranên wana di înternetê de dibînim, bûne wek entîke. Ez ji xwe re guhdarî dikim.

Te kengî destpê kir mesela tu herî dawetan, dawetan bikî?

Tu yeqîn bikî hema piştî ku em ji vir çûn, ez hebkî mezin bûm, emrê min bû 15-16. Îcar ez diçûm dawetan jî, der nema ez neçûm dawetê, li Beyrûdê, min qandî porê serê xwe kirin. Min bi zimanê wan jî digot. Zehf kêfa wan dihat. Stranên wan bi zimanê wan jî min digot. Şixulê Mihelmî. Min ji wan re digot, bi kemançê bi zimanê wan. Niha ji te re yekê wa bêjim. Bira xatire bimîne. Temam? Bila ew jî xatire bimîne. Û Erebîya Beyrûdê jî.

Brahimê Kurd, li Muxlaya Tirkiyê dibe Hunermendê Misrî Brehîmê Mercî qala serpêhatîyeke gelekî ecêb dike. Demeke ji bo kar diçe Izmîrê. Li wê derê jî hin kes wî wekî muzîkjenek dibin Muxlayê. Li wê derê wekî hunermendekî ereb yê ku ji Misrê hatiye derdixin ser dikê.

“Ez xort im ji Beyrûdê hatime, ez ji xwe re li cîyekî li Îzmirê li kemançê dixim, du heb li benda min sekinîne. Min xelas kir, go hemşehrim bizde çalışmıyor musun, min go ne îş yapacağım, go yaw 10 15 dakika fazla yok, sana 20-40 lîra vereceğiz. Ê 40 lîra birê min, nan bi 15 qurîşan bû wê çaxê li Îzmirê, şexilê ku heya evarê ku 5 wereqe dikir, wek 500 wereqeyê niha bû. Min go henekê xwe bi min dike yaw. Go bak doğru söylüyoruz ha, gel bizimle. Yaw min go ezê herim bi van re bigerim ewê çi bikin ji min. Min da dû her duyan. Ez hatim Qonaxê, li dora Qonaxê wan deran yazıxana ortaxê wan hebû. Nêrî ku yek li pişt masê rûniştiye, go bu çocuk bizde çalışacak. Go hanî neyî var, min ribab ji kîsik derxist, lê nihêrî, a wilo li hev quliband, go hela hela bunun ismi ne ya, min go ribab, go çal bakalım, min yek jê re lêxist û min got bi Erebî, go hella hella, go ben de begendim, got temam çalışsın. Yabo her du bi min re şandin, emê herin kû, go emê ji vî bajarî herin bajarekî din, bilêta min bi otoboza kaptan din, ji Îzmirê em çûn Mugla.

Bajarê Mugla, bajarekî biçûk e, nêzîkî Marmarîs e. Em çûn ku weka vê meydana Mercê, û jê hîn firehtir hawîrdora wê sûrkirî, textkirî û di nîvê wê de rengek danîne, û ne ez tenê me, pîrek heye wê bistrê, zilam heye wê bistrê, ê min jî ez çûme, oda sinatkarê başqa ye, saeta em ketinê, go hemşehrîm bunun îsmî ne, min go ribab, go senîn min go Brahîm, go bak kim seninle Türkçe konuşursa sen Arapça cevap vereceksin, Türkçe konuşma, sen Arapsın Mısır’dan gelmişsin, min go temam. Hemi girtin li cem xwe nivîsî, go bak o parka otur, saet dört buçukta burada hazır ol, biletler kesilecek, başlıyacağız. Ez jî wilo li parkê me birê min, min dî yek hêdî hêdî, diajo, yek jî hoparlorek li devê xwe girtîye, go Mısır’dan büyük sanatkar Îbrahîm rebabla beraber Arapça şarkılar söyleyecek, nerde olursanız, îcar wele xweş dike reklamê min.

Di vê sûkê re ket û di ya din re derket û ser û binê bajêr li hev xist û çawa dengê wan tê min, ez ne li gora navê xwe me. Ya Rebbî va ez kirim mitribê Misrê, û van çi reklamê min çêkirin, çû çi kir çel wereqe ji wan sitand. Pêşin jî 40 wereqê min dane min ha. Wele birayê delal, em man, êvarê saet pênc, zarok du wereqa nîvan û ê mezin bi pênc wereqan bilêta wan diqedînin, ew sehe yeqîn bik tije bûye, nîvê wan hemi jibo min hatine. Zanim bê çi reklamê min kirine. Êêê, em man, dora min saet neh, neh û nîv hat, go îcar Mısır’dan gelen Îbrahîm Sineatkar ribabla beraber huzurunuzda hazır olacak. Ez hîn derneketime, hemi dibêjin şeq şeq şeq. Ez hîn ji oda xwe derneketime. Ê de îcar berî ku ez derêm jî cilne ji min re anîne, ne pantolor û ne şelwar e. Li min kirine qurtikek, yanî şixulê Ereba ye. Ê law ez çav li wî miletî ketim ji xwêdanê bûme … Go utanma yaw, biz de senin gibiyiz, cesaretê dide min, çavê min li milet dikeve, ti caran min li devereke wisa nestraye, ez fedî dikim, û min 40 wereqe jî sitandîye, tê bîra min komek pere.

Wilo ez derketim min silavek da. Û ez çûm ber wê rengê, min ew darkê ribabê wiha kir go xum, way mîratê çi deng jê hat law, hoparlo ye, min dinya nedîye. Ber wê hoparlorê, min wiha kir, go xum, xumînî ket nav wan. Wele min reqand yeke erebî min ji wan re got. Min got, min yek temam kir min a din jî got, min go law deh deqe zêde çêbû. Ez daketim, fîq fîq fîq, destê xwe kirin devê xwe, gotin istiyoruz istiyoruz, patron go oxlim bir tane daha söyle, seni beğenmişler. Axir min yekî din jî got. Xwedê Teala wê şevê qedand, saet bû dozdehê şevê, em herkeskî birin oda me û otêla me. 5 deqa ez li ser textê xwe rûniştime, yekî go teq teq teq, li derî xist, lawikê wilo hema neh deh salî bû. Ne var, go welle anam seni istiyor, go dîya min ban te dike.

Dîya te ji bo çi ban min dike oxlim, go nizam, ez hatim devê derî min xwe ediland, got gel gel gel, utanma bi zahmet yanımda otur, senin o söylediğin ello ello mello, ben de şarkıyıcım merak oldu bana, sen söyle ben yazayım. Wilo bi şitexalîyê, yello mello ello, qezeta xwe da ber ji xwe re nivîsî. Destê xwe go firt kir berîka min. Ez hatim oda xwe min nihêrî 15 wereqe ye, min go xem nake ew jî rizqê zêde ye. Birayê delal, em serê hev neêşînin, çar şevan mame, çel çel çel, ez perê xwe distînim, ê min go ma ew perê wê çilo xelas be. Roya pêncan min got patron bi xatirê te. Go çima oxlim, miaşê te kêm e em ji te re zêde bikin, heftekê bimîne, emê herine Stenbolê, heftekê bimînin, emê herin Enqerê, çima. Çima tuyê herî. Min go îşê min gelkî heye û ez çûm.

Milet li hember te çawa tevdigeriya navbera te û miletê derdorê çawa bû?

Welle ku kêfa wan ji min re nehata ez nedibirim daweta xwe. Tu zanî, sineatkar jî ez hemû di ser serê xwe re digirim. Daîmen însan jî hedîs jî Quran jî pê diştexilin, bê çi însanê ku heyî jî li vê dinyayê, wexta tu serê xwe bilind bikî wê Xwedê te deyne, ku te nefsa xwe bilind kir wê Xwedê te deyne, ku te nizm kir wê te hilgire. Ew tiştê wilo, kî sineatkar e ku bê ting ving, wilo çi be bistrê, herkesekî ku gora xwe çi zane, ser serê min û ser çavê min e. Ê çi carî min negotiye ez ji filankes zantir im û ya ew ne xweş dibêje, û min ti carî jî xwe neecibandîye ciwanmêrê wek hazira, Xwedê ez nestrabama ji terbîya me hezkirine, ji terbîya me hezkirine.

Çi çarî meyla min neçû ser pîrekê, jibo keçikekê min negotiye, negotiye walla li keçkê nihêrîye, yan li pîrekê nihêrîye. Mero nanê malê dixwe, mero dimîne kufletê malê. Mero dire nav eşîretê, nav camêra, çavê herkesî li çavê meriv, devê meriv dinêrin, terbîye ji îmanê ye. Wexta terbîya însan hebe, meriv ji terbîye hez dike. Herkes zane bistre, herkes ji min însantir e, e wilo bû welle qîmeta me digirtin, hetta hîna niha jî ji min hez dikin.

Mesela tiştên nexweş ji te re digotin? Yanî tu çima li kemaçê dixî, tiştên ku wisa te piçûk bixin digotin? Mesela me nedigotin “ma tuyê bibî mitirb?”

Eeee, eee, ji min re digotin ji min re digotin, eynî wek vê kelîma te, gelek caran, ji te re dibêjim heft ribabên min ên resmî şikênandin, go eyb e law ma ew şixulê mitriba ye, tu çawa lêdixî, xelk bi me diştexilin, got negot feqîro min bi a wî nekir. Ez elimîm. Talî îcar çûn daweta, îcar dawetê wî zemanî jî, pir zor bûn. Dawet dirêj bûn, mesela ji vir heya ez diçûme alîyê din, nema deng vedigerîya vî alî. Îcar ê vî zemanî niha, dawetên wan ketine xêra Xwedê. Yek dibê ting deng dire, tu li ribabê xî jî dibê xum deng dikeve nav wan, ê nezan jî bûye ogretmen, bûye mamoste, ê nezan. Jiber ku deng jê dertê. Dawetên niha xêra Xwedê ne, ku deng derdikeve û tu naebî. Berê em diteabîn, em heya diçûn alîyê din, deng nema dihat vî alî. Îcar niha xweş e. Ê me di zemanê me de wilo bû.

We seyar digot ne wilo?

Eee eee, seyar, tenê û ne mîkrofon û ne tişt. Hema bilezîn, her û wer.

Kemaçeyek û hew an jî daholvan û zirnevan jî bi we re dihatin dawetan?

E, kemaçe û hew. Vêca ê niha, çîk li ber wan hene, deng di ber wan re hene, quweta wan heye, xwe naêşînin, çawa dibêjî, deng derdikeve. Ê niha başqe ne. Erê em bi hev re diçûn, li Beyrûdê em diçûn, li Helebê em çûn. Seîdê Bêrtê, rehma Xwedê lê be, ew dihat Beyrûdê, ez diçûm cem wan. Carna darbuka min re lêdixist, meriv rehet jî dibe. Wilo deng xweş jî dibe, bilind jî dibe. Xweş e. Berê tinebû tiştekî wilo. Aniha van salên talî derketin hemi. Orkestra, mîkrofon, çawa dibêjî, deng derdikeve, xweş e, meriv nateibe. Berê tehb hebû, tenê, ew pîlikên me wilo xwar dibûn, yedek jî tunebû, ez tenê diçûm, e.

Ku li vê Tirkîyê bûna, rokê ez û Hisên me dibir, ez û Xidir carna, Şukrîkê Fafî bû, me çend heb, me bi hev re wilo lêdixist. Yan na li Beyrûdê ez tenê bûm, yêdekê min tunebû. Heya êvarê min lêdixist, carna min xerab dikir, min digo ezê nimêj kim, îcar bi Erebî bi hev re diştexilîn, digo 'qey mitrib ...., qey mitrib nimêj dikin?', ez vegerîyam, min go 'qey law mitrib ne însan in? Em jî însanên wek we ne, emê ji xwe re pênc deqa nimêja xwe bikin, car din kêfa xwe bikin. Ma pênc deqa dawet xirab bibe wê çi biqewime, qiyamet rabe?' A ew tîlîkê min xwar dibû, tenê. Yêdek tune bû, meriv ji kêf jî dikeve. Ku yek alî meriv neke, nîv saetekê meriv rihet neke, bedela meriv yek lênexe. Ha wilo bû, ê min min pir ezîyet dî. Jiber wilo bû, yêdekê min tunebû.

Te şabaş jî didan?

Eee, şabaş min dida, min camcam li xwe dixist, min fîstanê sipî zivîrand, dibû wek şemsîyê, ez têde wenda dibûm, şerq û şerq û şerq, min xwe diediland, û pere, perê ku dixistin devê min. Rokê Hisênko ma ecêbmayî. 35 hezarên wê çaxê, li Îskenderûnê, go law min û Îbrehîmê me ewqas pere anî. De ne Mihelmî bûn, ji min hez dikirin, ê hîn, ê Beyrûdê min nas dikirin. 10 wereqe û 5 wereqeyên wê çaxê, dida me û ha ji me distandin. Qîmetlî bûn wê çaxê. … 30 wereqe bû. Ew pere didan min, min Hesenko bi xwe re bir, ma ecêbmayî. Çû. Dem e ha, birayêm dem e, çawa def dibê dim dim dim dim dema yekî tê, ew dire dema yekî din tê. Dinya jî wilo ye.

Ji kengî ve tu hew diçî dawetan?

Ew 15-20 sal çêbûye ez nema derim. Rokê ez derbaz bûm di ber daweteke me ya Omerîyan li Edenê, li ser motor bûm. Go hooo bise bise bise Brehîmê Mercî, go binêr li saetê binêr saet dudu ye, hema du saetan, du saetan binêr, ji te re 300 wereqe, kuro min go ne ji bo 300 wereqe ye, ez nav li dû xwe xim, ez nema karim xelas bim, ez nema lêdixim. Ez dawetan nema dikim law. Ez carna ji xwe re tême vê derê, bedela ribabê, ez ban didim meletîyê dikim, ez waazan dikim, ez kitaban bi Erebî dixwînim, ez mewlûdan dixwînim. Îcar ew kemaçe wilo maye, carna ez aciz dibim, ji acizbûna dinyayê ez ji xwe re carna lêdixim, ez di ber re digirîm jî. Xortanîya tê bîra min, ez ji xwe re tenê lêdixim jî hêsirên min diherikin. Ma ji kêfa ye hemi tişt? Wilo. Em çawa bikin? Ay erê erê.

Mesela te li oda jî lêxist? Tu çûyî odê?

E, erê piştî ku dawet xelas dibû, em diçûn odê, îcar ew şer stran me ji wan re digot. Heya qeysê ku me karibû, nava min, aha ew dilê min disekinî. Hişk bûbû hîngî, sibê heta êvarî bistrê, êvarî jî heya şev şeran û stranan. Havînê de qirka min zuha dibû, hingê min digot. Erê min pir zehmetî dî.

Li oda tu û dengbêjên din, tu kesên din ên li kemançê dixist yan jî li tembûrê, we dida ber hevdu wilo?

Çûna cem Miradê Kinê û Seîd Yusif, Brahimê Mercî gelekî meraq Miradê Kinê dike. Rojekê radibe û bi dolmîşa xwe diçe serdana Miradê Kinê. Herwiha dema li Beyrûdê ye jî diçe serdana Seîd Yûsif.

“Ew Mirado rokê ji min re bû mereq, min go min nedîye, dolmîşek min hebû, ez çûm Kerboranê, gundê Mirado. Law min go ji min re bû mereq, Xwedê ezê herim vî şexsî bibînim ji xwe re. Neh deh yolciyê min hebûn, min go li ber sihê bisekinin, avne vexwin, ezê herim vî Miradoyî bibînim bêm. Go here. Ez çûm mala wî min teq teq li derî xist, pîreka wî go keko welleh ne li mal e wa li qehwê ye, a wa qehwe nêzîk e. Ez çûm hindurê qehwê, min ji qehwecî re go, min go lawo, dibên Mirado, kîjan e, go ewê li ser masê ye, ez çûm ber, min go selam eleykim, eleykim selam, qama wî du metro hebûn, eleykim selam, feqîro li min dinêre ez nedîme, di bantan de belkî navê min bihîstibe, ema ez nedîme, min go birakê Mirad, ji min re dibêjin Brehîmê Mercê, ez hatim dîtina te.

Go, hoo ser çavên min, banta te li cem min e, Siyahment te gotîye, tu bi xêr hatî, haydî em herin mal, min go Xwedê yolcuyê min hene, ezê herim, go ne tuyê wan deynî, tuyê wan li wir bihêlî, min go belê, go here wan deyne, em li benda te ne. Ez hatim mala wî ciwanmêrî, çar saetan ez bernedam, lawkê wî Feyselo hebû jê re kevçîyan lêdixist, kemane hebû, ribab hebû, kemaçe bû ji min re hemi lêxist, go haydê em herin mala xwarzîya min jî, di biniya wan re bû. Em çûn, li wir jî hebkî ji min re lêxist, û çar saetan li wir mam, û ez hatim. Qîmet ji min re girt ciwanmêrî.”

Baş e, li Beyrûdê tu çi qasî mayî?

Ez li Beyrûdê ji xwe 15 salan, li ser hev mame, ji xelef çûn û hatina min. 15 salan, ez li wir xuliqîme, nefsa Beyrûdê.

Îcar li Beyrûdê te kesekî Kurmanc nas kir? Ê muzîkjen, ê ku muzikê re eleqedar?

Min Seîd Yusiv dî, em çûn mala Seîd Yusiv li Beyrûdê bû. Mehmûd Ezîz hebû, hat. Ez çûm mala wan, Seîd Yusif, ez rabûm min ji wan re li kemançê xist, her du reqisîn. Min ji wan re lêdixist. Kesekî Ereb mesela? Muzikjenekî Ereb, yê wê derê, yê muzikê re eleqedar, yê Ereb..

Yê Ereb te kî mas kirin?

Eee. Ew Reşîd Musa hebû, daweta wî min kir. Mihelmî bû, zehf dengê wî pir xweş bû. Reşîd Mûsa, niha li Almanya ye. Niha îsal ew çend sal in, daweta wî min kir, ez li mala wî razam, heya ku xwest min jê re dawet kir, ew sewta wî Mihelmî dibêje sewta wî pir xweş bû, niha nizanim. Di înterneta de heye, ne wek berê ye. Ew hebûn, hebûn stranvanên wan. Min dîtin.

Te got te ji Doman dît û te dest bi kemaçê kir, wekî din têkîliya te û muzîkê çawa bû, te qet hay ji radyoyên kurdî hebû, te li wan guhdar dikir û te kî nas dikirin ji wan hunermendan?

Eeee, binê di zemanê me de ew radyo wextê distra, ew Mihemed Arifê Cizirî meşhûr bû. Tê bîra min ez çûm Sûrî, wî zemanî kurmancî kesî newêribû biştexile, li mala, xaltîkek min hebû li Amûdê, ew derzîya radyo min zîvirand ha wilo, xaltîka min got ez di bextê te me, te danî ser Kurmancî wê Sûrî me bişewitînî, lawo go ser bibe emê bişewitin. Çima xaltîkê, go Kurmancî ji me re yasaqe. Derzîya radyo ha. Me anî ser, feqîrê go ji ser bibe te em şewitandin. Erê di wî zemanê de Arif Cizirawî bû, Hesen Cizirawî bû, Îsa Berwarî bû, ha li ser van xanîyên xwe me datanî, dengê radyo me hildiga, ji Îraqê digotin, dengê wan di radyo de derdiket, meşhûr bûn wê çaxê, xweş bûn. Heya niha jî sewta Mihemed Arif birîncî ye. Luxata wî xweş e.

Em dizanin ku bantên te jî hene, lê gelo tu qet di studyoyê bant qeyd kirin gelo? An jî tu çûyî wisa mala axayekî dewlemend û te band qeyd kirine?

Tu yeqîn bikî li Qamişlo ew yek heye, ew jî senaatkarek e, ozanek e, Evdilqadir Silêman Remo jê re dibêjin, nizam we bihistiye yan nebihistiye, ew jî xweş lêdixe, ew li Qamişlo ez birim mala xwe, bantçî bû jî, bantê min çêkir, gelek pere li ser pişta me qezenc kirin. Min jê re dagirt, go rojê ez deh panzdeh bantên te difroşim, go mala te ava. Dikana wî hebû, hema rojê deh panzdeh bantan digirtin, difirot. Wîna carekê ez ezimandim, nizam bê piçek girtibû, li mala xwe. Yeka weka vê bû, digirt jibo firotinê.