Ji Nîlûfer Akbal klîbeke nû: Kî me ez

Klîba nû ya stranbêj Nîlûfer Akbal îro hat weşandin. Navê klîba Akbal 'Kî me ez' e.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR- Hunermenda Kurd Nîlûfer Akbal, klîbeke nû çêkir. Klîba bi navê "Kî me ez" îro li ser malpera YouTubeê hat weşandin.

Stranbêj Nîlûfer Akbal, sala 1967an de li Vartoyê ji dayik bûye. Akbal ji 1988an heta niha 12 albûm çêkirine. Ji 12 albûman 3 heb bi Tirkî, 5 bi Kurmancî-Kirmanckî, 3 bi Kurmancî û 1 jî bi Kurdî-Tirkî ye.

Nîlûfer Akbal bi zimanên Kurdî, Tirkî û Farsî kilaman dibêje.