Li ber keviya ‘Heyat’ ê…

Dîwana Mizgîn Ronak, denggaziyeke tevlêbûnê ye ji bo wan kesan ku li keviya jiyanê wek temaşevan disekinin; qîrînek e, serîhildanek e li hember mirinê...

Google Haberlere Abone ol

Dilawer Zeraq

‘Ey emrê min ê xapînok

Min tu di çîrokeke Licî de winda kirî’

Wekî kakilê ‘heyat’ ê, bi van risteyan dest pê dike dîwana Mizgîn Ronak a bi navê ‘Sêv jî me Dikujin’.*

Dîwan ji du beşan pêk tê. ‘Bişkivîna Risteyên Şikestî’ û ‘Heyv Şikest, Dilê Min Reviya’. 

Ji helbestên ku di beşa yekem de cî girtine em fam dikin; pirsgirêkeke helbestvanê heye bi ‘heyatê’ re ku çareserkirina wê nîvçe maye.

Ji ber hindê jî, piştî ku helbestvan di şanoya ‘heyat’ ê de demeke kurt bi rola serlîstikvaniyê radibe, ji nişkê ve û bi bêbextiyeke nedîtî ha dibîne di keviya lîstika ‘heyatê’ de hatiye hiştin û hem divê bibe lîstikvaneke nîv-aktîv û hem jî divê tim bi rola temaşevaniyê jî rabe…

Lê ji ber ku helbestvan li hember ‘heyat’ ê sekneke anarşîst, serhildêr û şoreşger nîşan dide, di vê rewşa hanê de jî ji ya xwe danakeve û tim doza (ser)lîstikvaniyê dike. Loma jî, carinan ji ‘heyatê’ dixeyide û carinan jî wiha gilî û gazincên xwe lê dibarîne:

“Wax û eman

Em li ber deriyê heyatê man

Li ser pêpelûka binî

Li ber siyan, siya derî

Heyat, heyat!

Ma qey dora me jî nehat?”

Seneca dibêje; ‘Heyat wekî lîstikekê ye; ne girîng e ku ka çi qas berdewam kiriye, a girîng ew e ku ka çi qas baş hatiye lîstin’,** lê beramberî vê gotina Seneca wiha dest pê dike helbesta bi navê ‘Şanoyek e Heyat’:

'Şanoyek e heyat

Lê tu kes xwe nalîze, heyhat!'

Û helbestvan dixwaze bêje; di vê şanoyê de ku tu kes xwe nalîze, ‘heyat’ ji bo me çêjhilanînek e û bi risteyên: “Bisekine êdî mirinê/Bibexşîne dara me ya jiyanê” jî em pê dihisin; ancax bi vê bexişandinê em dikarin tîn û kelewehca xwe ya ji bo jiyanê bişikînin…

Sêv jî me Dikujin, Mizgîn Ronak, wşn: Lîs.

Di beşa duduyan de, bi helbesta ‘Heyv Şikest, Dilê Min Reviya’ em rastî tehliya mirinê tên; tehliya ku di bêhna sêvê de hewiyaye û di soriya sêvê de li Helebçeyê bûye rengê mirinê…

Û sê hezar cîwarên ku helbestvan ‘li pey şopa awirên wan’ e û 'çiya wê dibin çeman’ û jê dipirse ka ‘çawan cemidiye sê hezar caran’ û ‘şopa wan maçî dike’ ligel hembêzkirina giriyên sê hezar gundan û ‘di vê cîhana nûjen de’ sê hezar gundên tarî, bêkes û bêwarhiştî ye ligel wan û şewat her şewat e li ser darên hinaran û zeviyên geniman beyar in êdî…

Û pê re jî hêvî…

Hêviya ku bi ‘heyvê’ xwe dide der; û helbestvan ‘bendewarê heyvê’ ye êdî. 

Hêvî di rûyê heyvê de geştir û rewnaqtir dibe; dibe ‘niştimaneke rûheyv’ û ‘xwe ji xwe rizgar dike’… Û wek xurtiya hêvîdariya ‘li ber keviya heyatê’ ku hemû wateya xwe li mirina bêbext û li emrê xapînok bar dike, helbesta ‘Rûheyvê’ gaziyek e ji bo hêviyê:

“Heyv kîngê hat

Tu jî hingê were

Xem neke, ez bendewar im her û her

Gul kîngê bişkivin, tu jî wê gavê were

Û xem neke ez te ji bîr nakim çu carî

Baran kîngê barî, tu jî wê gavê were”

Dîwana Mizgîn Ronak, denggaziyeke tevlêbûnê ye ji bo wan kesan ku li keviya jiyanê wek temaşevan disekinin; qîrînek e, serîhildanek e li hember mirinê û li hêviya serkeftina ‘heyatê’ ye ku bi mirinê hatiye tehlkirin… 

Binêr:

* Ronak Mizgîn, Sêv jî Me Dikujin: Weşanên Lîs.

** Seneca, Mutlu Bir Yaşam Üzerine, Weşanên İş Bankası.