Mem û Zîn agirê evîn û Newrozê
Di şeveke Newrozê de du heval Mem û Tacdîn û du xwuşk Zîn û Sitî rastî hevûdû tên û di demeke kurt de evîndarê hevûdû dibin. Mem û Tacdîn li hemberî bedewiya Zîn û Sitîyê ser xwe ve diçin. Di vê demê de Zîn gustîlekî dike tiliya Mem û Sitî jî gustîlekî dike tiliya Tacdîn. Her du lehengên şahaserê, piştî ku têne ser hemd û hişê xwe didin pey şopa xwediyên gustîlên tiliyên xwe.
Muqades Agirî Nivîsî
DUVAR - Hin pirtûk hene bi mijarên xwe û hostatiya nivîsê ve berî bi hezar salan bên nivîsandin jî, zindîtiya xwe di her serdeman de diparêz in. Meriv kîjan nifşê û kîjan serdemê de dibe bila bibe, dema van pirtûkan dixwîne xwe û civaka xwe leheng û bûyerên ku tê de cih girtine di dema ku dijî de dibîne.
Yek ji van berheman şahesera Mem û Zîn a hostayê mezin Ehmedê Xanî ye ku heta roja me zindîtiya xwe parastiye. Jiyana civaka kurd a zanyarî, îdarî û kevneşopî ya wê demê bi hûrgulî raxistiye ber çavan.
Başiyê, zelaltiyê, rastiyê, dilpaqijî û dilsoziyê, di kesayetiyên Mem û Zîn de bi hunerekê xurt teswîr kiriye. Fesadî, durûtî, xirabî , dexesî, dilreşî jî di kesayetiya Bekir (Beko) de bi awayekî zexm aniye ziman. Her wiha sîstema wê demê zîhniyeta paşdemayî, çewt û bêedeletî jî, bi awayekî tund rexne kiriye.
Mîr rabû û pê Memê best
Tacdîn mirina xwe wê demê xwest
Emma çi biket ji bo ne are
Cellade ne mîre xundekare
DESTANA NETEWEYÎ YA KURDAN E
Mesneviya Mem û Zîn a Fîlozof, zana, helbestvan û hostayê mezin Ehmedê Xanî, di nav pirtûkên cîhanê yên klasîk de cîhekî girîng girtiye. Ev berhema mezin bi babetê xwe wekî Romeo Jûliyet a William Shakespeare û Leyla û Mecnûn a Fizûlî ye. Mesnewîya Mem û Zînê berhemeke evînî ye û ji bo isbata qabîliyeta zimanê kurdî ya di qada wêjeyê de hatiye nivîsîn.
Bi vê armancê ji bo nîşandana asta zimanê kurdî, Xanî ev berhem bi hunerên wêjeyî yên zexm ve xemilandiye. Lewma jî ev pirtûk, destana Neteweyî ya Kurdan e, di dilê Netewa Kurd de cihekî zehf taybet girtiye. Hostayê Mezin Ehmedê Xanî, di sala 1695an de di 44 saliya xwe de berhema Mem û Zîn nivîsiye. Ev pirtûka ji 60 beşan û 2657 malikan pêk tê. Di nav cîhana wêjeyê de cîhê vê berhemê pir giranbiha ye. Her wiha çand, wêje û jiyana kurdan di vê pirtûkê de bi hûnermendiyeke xurt berfireh tê gotin. Lewma jî Celalet Alî Bedirxan ji vê pirtûkê re dibêje; pirtûka neteweya me ye.
ŞAHESERA MEM Û ZÎN YEK JI KLASÎKÊN CÎHANÊ YE
Ev pirtûk tenê ji aliyên kurdan bi sînor nemaye ji aliyê hemû cîhanê hatiye nasîn. Ev mesnewî heta niha gelek caran ji bo zimanê Ewrûpî hatiye wergerandin û çapkirin. Aleksander Jaba ev şahesara li Erzirûmê wergerandiye Fransî û Peter Lerch jî di sala 1859ê de ew metnê Jaba çap kiriye.
Albert Socin di sala 1890ê de wergera Almanî ya vê mesnewiyê çap kiriye. Roger Lescot di sala 1940ê de wergereke dî ya Fransî ya wê menzûmeyê çap kiriye. Margarîta Rudenkoyê jî di sala 1962yê li Moskowayê Mem û Zîn bi wergera wê ya Rûsî belav kiriye. Profesor Oskar Mann jî di sala 1909ê de nusxeyek folklorîk ji menzûmeya Mem û Zînê ku di nava kitêba Tuhfeyî Muzzeferiyeyê de cih digirt amadeyê çapê kiriye. Di sala 1962an de ji aliyê Ebdurrehman Şerefkendî li Bexdayê bi wergera Soranî hatiye çapkirin.
DI DERDORÊ EVÎNÊ DE ÇANDA KURDAN
Zanayê mezin Ehmedê Xanî di derdorê evîna Mem û Zînê de çand û jiyana Kurdan bi awayekî zelal raxistiye ber çavan.
Sazê dilê kul bi zêr û bem bit
Sazendeyê Îşqê Zîn û Mem bit
Şerha xemê dil bikim fesane
Zînê û Memê bikim behane
Nexmê we ji perdeyê derînim
Zînê û Memê ji nû vejînîm
Ma”lûl-i buwîn hebîb û aşiq
Îro he wekî tebîbê haziq
Derman bikim ez ewan dewa bikim
Wan bê mededan ji nû ve rakim
Derdê di dilê Memê cegerrîş
Zîn a ji derûnê dil cefakeş
COŞA CEJNA NEWROZÊ
Xanî di vê beşa mesnewiyê de bi rêbazeke serkeftî merasîma roja cejna Newrozê ya Kurdan teswîr dike û behsa şahî, şadî û girîngiya Agirê Newrozê dike.
Dewra felekê ji bextê feyroz
Dîsan ku numa ji nû ve Newroz
Mebnî li wî adetê mibarek
Şehrî û sipahiyan bi carek
Bajêr û kelat û xanî berdan
Teşbîhê bi nejdiyan û cerdan
Sef sef di meşîne koh û deştan
Ref ref di xuşîne seyr û geştan
DESTPÊKA TOVA EVÎNÊ
Di şeveke Newrozê de du heval Mem û Tacdîn û du xwuşk Zîn û Sitî rastî hevûdû tên û di demeke kurt de evîndarê hevûdû dibin. Mem û Tacdîn li hemberî bedewiya Zîn û Sitîyê ser xwe ve diçin.
Di vê demê de Zîn gustîlekî dike tiliya Mem û Sitî jî gustîlekî dike tiliya Tacdîn. Her du lehengên şahaserê, piştî ku têne ser hemd û hişê xwe didin pey şopa xwediyên gustîlên tiliyên xwe.
Îşqê kiribû wisa ne heşyar,
Qet’a nedibû ji xwe xeberdar
Axir ku kirin bi xameya eşq
Hisna xetê wan li lewhê dil meşq
Her du xwuşkên Mîrê Botan Mîr Zeydîn, Zîn û Sitî jî bi şev û roj evînên xwe difikirin û ji ber eşqê bê hal dikevin.
Îşqê kiribûn wisan mibeddel
Êdî nediçûne halê ewwel
Qet kes nedigot Sitî û Zînê
Xelqê we dizanî ecnebîne
Di şahesera Xanî de piştî demekî, Sitî û Tacdîn bê têkoşîn digihîjin hev û dewata wan pêk tê.
Axir gerîyan ji rengê me'yûs
Ew man û hena û reng û pabûs
Zînet ji qedêd-i wan hebîban
Bexşîne zemîn tela û şîban
Piştî dewata Sitî û Tacdîn Mem û Zîn jî bi hêvî û hisret li benda mirazê xwe ne. Lê belê li pêşiya evîna wan, zehf astengî çê dibin. Yek ji van astengiyan karakterê xayîn û çavnebar Beko ye ku nahêle ew bigihîjin mirazên xwe.
ZÎN BI FINDÊ RE DIAXIFE
Dema ku evîna Mem wekî agirekî dikeve nav dilê Zînê ew hisret û bêriya xwe ji findê re wiha dibêje;
Ey hemser û hemnişîn û hemraz
Herçendi bi sohtinê wekî min
Emma ne bi gotinê wekî min
Ger şibhetê min te jî bigota
Dê min bi xwe dil qewî ne sohta
Derdê min û te ji yek bi ferqe
Ew ferqe ji xerbê ta bi şerqe
Meşriq tuwî, agirê te zahir
Mexrîb ez û batinê min agir
MEM BI DÎCLEYÊ RE DIAXIFE
Mem dema ku Zînê difikire wexta ku hisret pêla dilê wî diherikîne ber bi Zînê ve, bi Dîcleyê re dipêyive.
Naçar-i ji heyşetê diçû dûr
Hemderd-i dibû digel şetê kûr
Kî: Ey şibhetê eşkê min rewane!
Bê sebr û sikûnî aşîqane
Bê sebr û qerar û bê sikûnî
Yan şihbetê min tu jî cinûnî?
BEKO FESADÎ DIKE
Beko ji bo her du evîndar negihîjin hev ji Mîr re dibêje ku Tacdîn, bêyî destûra te soza zewaca Zînê daye Mem.
Mîrim! Te nedî Kurê Sikender,
Dayê te nezer, ji heddê çû der?
Roja ku Sitî te daye Tacdîn
Wî ji alî xwe dayiye Memê, Zîn
Mîr go: Çi eceb bi min nekir pirs?
Ya ne, wî ne mayiye ji min tirs?
MEM DI ZÎNDANÊ DE YE
Piştî fesadî û hîlekariya Beko, Mîr bi awayekî, cezayê zindanê dide Mem.
Her çendî ku mîr li min xezeb kir
Ev qehrê li min ne bê sebep kir
Her çend xebrê Bekir wî goh kir
Ev cebrê li min ewî bi cîh kir
Mêm di zindanê de ji qehra, jiyana xwe ji dest dide.
Ew matemiyê ku baxeber bû
Ev rengê ji bo me newheker bû
Go: Can ku ji hepsê tên cûda bû
Feryad û fîxan di şehrê rabû