Meqamê vegotinê yê şi'r û şi'ra Mem Ronga
Helbestên Ronga bi awayekî din meriv dikare bêje danasîna welêt û danasîna xweragirtina şêr û babaegîda ye. Geh li ber perava Dîjleyê bi pêlên wê re wek Feqî dikeve guftûgoyeke kûr û dûr, geh li esmanê Diyarbekira têrxem temaşe dike, geh li berêvara Behra Wanê çûna tavê û kerwanan muşexxes dike.
Qedrî Sipranî
Çawa ku nîşana hebûna miletekî ziman e, bi ya min nîşana hebûna edebiyata zimanekî jî şi'r e. Çimkî şi'r halê gotinê yê herî danizilandî ye, şi'ra xas heta tu bivê ji kil û kêmasiyan, ji gerrek û gemarê hatîye dûrxistin. Elbet ev; ne piçûkdîtin û bê qîmetdîtina cûreyên din yên edebiyatê ye.
Çend roj e min xwe di nav kûrahiya helbestên Mem Ronga de berdaye. Berî ku kitêb were çapkirin wek gellek kesan min jî tektûk şi'rên şê'ir li ser înternetê xwendibûn û şêwaza wî bala min kişandibû û dû peydakirina kitêbê ketibûm lê min bi dest nexistibû, axir Weşanxanaya Avestayê kitêb ji nû ve çap kir û gihand xwendeyên şi'ra kurdî. Mijara şi'rên Ronga evîn e, xweza ye, felsefe ye, îdeolojî ye, rexneya gel e û herî zêde jî xweragirtin û berxwedana axa bav û kala ne.
Bi qasî feraset û têgihiştina xwe ya şi'rê dikarim bêjim ku şê'ir kîjan mijarê dabe ber xwe di wê mijarê de bi zimanekî sade û bêkompleks dilê xwe li vegotinê rehet kiriye. Digel ku ev şi'rana pirrê wan di salên 70î û 80î de hatibe nivîsandin jî, qet kevn nebûne û ji meriv re wer tên ku nû hatine nivîsandin û wer xuyaye ku dê kevn nebin û li banê gerdûn û asoya şi'ra kurdî herûher bibiriqin.
Wek mînak van risteyên hanê dê çawa kevn bibin:
"me koşkek ava kir
stûn ji tîrêjên şeveqa nemrûd
pace ji dengê hesenê cizîrî"
Şa'irê me ma nabe di van risteyên kubar de meydan ji wan kesên ku xwe dispêrin qesrên qerase re xwendibe û bi vî awayî daxwaza heyateke sadenûr kiribe! Ji Yezîd ta Ebdilhemîd û ta ji yên roja me ya îro re. Û ma gelo guftûgoya wî ya bi hechecikê re zilm û zordestiya sedan salan li ber çavên me ranaxîne bi dilekî têrxem?
Wexta dibêje:
"Çiyayê kurdistanê hesen
ji derdê min û te re
şût û tazî"
Û yan jî ku gotîye:
"Xwîn diçe ji kurdistanê, ji welatê serapê dîrok
Xwîn diçe ji welatê însanên dilovan,
Çiyayên xembar
Û kewên xweşiktirîn"
Belê ma ji wê demê heta îro çi hatîye guhertin ku nûjeniya van risteyan wenda bibe! Helbesta Ronga; ji dîroka kurdan dinizile, lê li gel dîroka gelekî ew dîroka şexsekî xwesere jî. Carinan keda destê hosteyekî têlkarîyê yê Midyadî;
“aram û hunera dawerivandî
Dest û tilî
Hingî zirav dibe têl
Ew mezintir dibin”
Carinan jî wehşeta ku kurdan bi xwezaya xwe têk biriye vedibêje:
“gava valayiya firînekan nêzîktir hat ji min re
min birînên xwe
bi ava pîroz ya munzir kewand"
Helbestên Ronga bi awayekî din meriv dikare bêje danasîna welêt û danasîna xweragirtina şêr û babaegîda ye. Geh li ber perava Dîjleyê bi pêlên wê re wek Feqî dikeve guftûgoyek e kûr û dûr, geh li esmanê Diyarbekira têrxem temaşe dike, geh li berêvara Behra Wanê çûna tavê û kerwanan muşexxes dike li ber dil û çavên me.
Çavkaniya helbesta wî yek jî jê tebî'et e. Wexta ku di şi'ra 'Pelên Payîzê' de sêwirandina weşandina pelekî dike, meriv qaîle çavên xwe bigre û yek ji meriv bixwîne, bi gotina Berken Bereh di vê vegotina pelê payîzê de ku "pel ne dest ji darê dike ne jî dikare li hember gaziya axê xwe ragire" şa'ir behsa serpêhatiya insên û emrê wî dike.
Evîndarên bêmirad jî ji bîr nake, bi nûjenkirin û ji nû ve nivîsandina destana 'siyabend û xecê '(Çawa ku Xanî jî çîroka Mem û Zîn ê ji nû ve vejandibû) dibêje:
“Her dilê evîndar êdî
Ya Siyabend e
Ya xecê
Her stran êdî
Lo lo lo siyabendo
lê lê lê xecê"
Belê her kesê ku dixwaze çêj û zewqek edebî bimijîne divê berê xwe bide van şi'ran û noqî nava kûrahiya wan a pirrwate bibe.
Em gotinê dîsa bi ş'ra xas a şê'ir biqedînin:
"straneka bêdawî ye jiyan
tu meqamê wê her xweştir bike"