Mûrat Kiliç: Kujer yek bi yek hatin berdan, ev gavên şerê taybetin

Hîzbullah yên ku di salên 1990î de gelek kes înfaz kirine yek bi yek hatin berdan. Ji malbata Kiliç 5 kes hatin qetilkirin. Mûrat Kiliç wiha got: "Ev şerekî taybet e. Ev gav gavên şerê taybetin."

Google Haberlere Abone ol

Semra Yansît

DUVAR - Derket holê ku kujerên Hîzbullah yên ku di salên 1990î de li bajarên wek Amed, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê gelek kes înfaz kirine yek bi yek ji girtîgehan hatin derxistin. Ji wan 19 kes hatin berdan. Ew 19 kes, 129 êrîşên çekdarî, rêz û bombeyî pêk anîbûn. Di van êrîşan de 91 kes jî qetil kiribûn. Kesên ku hatine berdan yek jî wan Mîthat Soysal û Mehmet Salîh Şîmşek bû.

Berpirsiyarên qetilkirina 32 kesên li Êlih û Edeneyê cezayên giran ê heta hetayê hatibûn dayîn. Lê ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.

Malbata Kiliç li Êlihê 5 xizmên xwe ji ber êrîşên Hîzbullahê windakiribû. Mûrat Kiliç qala wê demê kir. “Min bav, kal, ap, mam û kurê xaltiya xwe ji aliyê Hîzbulkontrayan ve winda kir. Bavê min Edîp Kiliç di 1ê Cotmeha 1992an de dema diçû kargeha xwe veke, du kolan dûrî mala wan a li Taxa Beşevlerê ji aliyê 2 kesan ve bi 9 guleyan hat qetilkirin. Gava ku bavê min hat qetilkirin diya min 27 salî bû û xwediyê 4 zarokan bû. Piştî 20 rojên din di sersaxiyê de 2 kes êrîşê mala me dikin û di wê derê de kalê min Şukru Kiliç û hevjîna xaltîka min Anter Yalçin hatin qetilkirin. Di vê êrîşê de mamê min Îrfan Kiliç birîndar bû û 10 sal di nav nivînan de ma.”

‘BANDORA DERÛNIYÊ JI MIRINÊ JÎ XERAPTIR E’

Kiliç, anî ziman ku piştî wê buyerê hêjî êrîş berdewam dikin. Di 9ê Gulana 1993an de Medenî Goktepe yê wê demê yê Navçeya Navendî ya Êlihê ku kurê xaltiya wî bû û mamê wî Habîb Kiliç di îlonê de hatin qetilkirin. Apê wî Mele Hikmet jî birîndar dibe. 

Piştî du rojên din parlementerê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêvebirê Partiya Demokrasiyê (DEP) Metîn Ozdemîr tên cihê ku bûyer qewimî ye. Lê ew jî li wê derê tên kuştin.

Kiliç, wiha berdewam dike: “Dema komkujiyan de 3 salî bûm û tişta qewimî kêm tê bîra min. Di navberê de qetlîam dihatin kirin. Ez wê rojê qet ji bîr nakim. Diya min hêjî gava ku dengê sîren an jî dengekî bilind bê ditirse. Ji aliyêkî ve jî travmaya civakî heye. Ji zarokatiyê ve travma hene. Em li erdnîgariyeke ku bi hezaran kes lê hatine qetilkirin dijîn. Hema bêje li her malekê, ji her malbatekê kesek tê qetilkirin. Xuya ye ku kesekî berdêl nedaye tune ye. Xalekî din jî ev e ku şerekî taybet dimeşe. Nehiştin ku em mîriyên xwe di nava bajarê xwe bikolin. Me bavê xwe gundekî din veşart. Ev şerekî taybet e. Dibêjin kî 'hûn nikarin mîriyên xwe di nava axa xwe de jî veşêrin.”

‘DESTHILATDARÊ WÊ DEMÊ BI XWE DI NAVA VAN BÛYERAN DE BÛN’

Kiliç dibêje ku desthilatdariya wê demê jî hevparê van qetlîaman bûn,  qetlîam jî bi awayekî sîstematîk pêk dihatin. Kiliç got ku, “Kesên hatin girtin piştre hatin berdan. Ji destpêka bûyerê û vir ve pêvajoyeke hiqûqî nehatiye sepandin. Yên ku di wê demê de cînayet kirin, çavên xwe girtin û tetîkê kişandin. Lê belê qet derneketin holê. Ji ber ku bi ziman diaxivin, çanda xwe zindî dihêlin, bi hezaran kes ji ber ku dixwazin niha di zindanan de ne. Girtiyên nexweş di girtîgehê de dimirin. Girtiyên nexweş in ku di girtîgehê de nefesa xwe ya dawîn distînin, bi ti awayî nayên berdan, înfazên wan dişewitînin, lê berpirsên zêdeyî sed qetlîaman beriya ku cezayê wan biqede, şevekê dikarin bên berdan. Ya rastî ev şerekî taybet e. Ji bo me ev gav gavên şerê taybet in."

Kiliç bertek nîşanî berdana mehkûmên komkujiyan da û wiha bilêv kir: “Ev komkujiyên bi destpêkirina şerê taybet hê jî dewam dikin. Çawa ku qetlîam û sirgûna 30 sal berê nebû çareserî, planên ku îro ketine meriyetê jî wê têk biçin."