Pêvedana dûpişkan

Bi rastî jî ev mijarek e gelek girîng e. Ji ber ku dikare bibe sedema mirina mirov. Loma jî teqez divê piştî pêvedana dûpişkan mirov here nexweşxaneyekê.

Google Haberlere Abone ol

Dûpişk bi piranî bê jehr in û di kesên tenduristiya wan baş be zû bi zû nexweşiyê çênakin ango pêvedana dûpişkan di wan kesan de giran najo û sivik derbas dibe. Li rojhilata navîn bi piranî dûpişkên zer, zerik, gewr bêtir bi jehr in û yên reş, reşik, rengên wan tarî kêmtir bi jehr in. Lê dîsa jî li gora herêm û welatan cûreyên dûpişkan diguherin û em ji sedî sed nikarin bibêjin tiştek ji pêvedana hin dûpişkan dernakeve û hewce ye di hemû pêvedanên dûpişkan de mirov here saziyek tenduristiyê. Bi taybetî jî divê mirov here beşa lezgîn a nexweşxaneyekê.

NÎŞANEYÊN PÊVEDAN ÊN DÛPIŞKAN

Nîşaneyên Lokal (li ciyê pêvedanê) 
🔸Germbûn
🔸Sorbûn
🔸Werimandin
🔸Pûçbûn û tevzînok
🔸Êş û xur

Nîşaneyên Sîstemîk (li tevahiya laş, giştî)

🔸Bilindbûna tansiyonê
🔸Herikîna girêzê
🔸Daketina tansiyonê
🔸Xwêdan dayîn
🔸Dilxelîn û vereşîn
🔸Bêhnçikandin
🔸Zêde lêdana dil (taşîkardî)
🔸Hereketên ne normal ên dest, mil û masûlkeyan
🔸Tevgerên ne normal ên stû, serî û çavan

Ev nîşaneyên giştî dema jehrî bûn pir cidî û girîng be çêdibin. Di asta herî xetere de pêvedana dûpişkan dikare bibe sedema anaflaksiyê ku rewşa herî giran a alergiyê ye. Di anaflaksiyê de birînên sor û werimandin, dilxelîn û vereşîn, bêhnçikandin, werimandina lêv û hundirê rêyên hewayê, reş û şîn bûn… çêdibe. Mixabin heke mudaxeleya lezgîn neyê kirin anaflaksî dikare nexweş bikuje.

Di cûreyên pêvedanê yên girîng de ji ber jehrê tadehî dikare li kezeb, pişik, dil û gurçikê bê. Pirî caran tedaviya pêvedana dûpişkan hêsan e û bi dermanên sivik nexweşî tê derbaskirin. Ger nîşane lokalîze bin û sivik derbas bibe hewcedarî bi dermanan jî nake. Lê ev yek li nexweşxanê ji aliyê doktor ve tê zelalkirin, yanê divê em rehet tevnegerin û nebêjin ji pêvedana dûpişkan tiştek dernakeve.

Piştî pêvedana dûpişkan li malê tu yê çi bikî?

🔸Ciyê pêvedanê bi av û sabûnê bişo
🔸Ji bo werimandin, jan û êş çênebe tiştekî cemidî dîne ser cihê pêvedanê
🔸Heta ji te hebe cihê pêvedanê bilind bihêle (li ser meselê dûpişk bi dest, mil, lingan vedabe)
🔸Ciyê birîne nexwirîne, neqelêşe, xwîn neke, nemêje
🔸Bi darik, benik û lastîkan girê nede. Yanê turnîke neke.
🔸Ji ber ku îxtimala alerjiya giran heye tiştekî nexwe û venexwe.
🔸Teqez here nexweşxaneyekê

Bi rastî jî ev mijarek gelek girîng e. Ji ber ku dikare bibe sedema mirina mirov. Loma jî teqez divê piştî pêvedana dûpişkan mirov here nexweşxaneyekê. Ez vê yekê ev çend car in dubare dikim ku bila baş di hişê me de bimîne. Mixabin ji ber ku piştî pêvedana dûpişkan li xwe nepirsîne pir kesan jiyana xwe ji dest dane, em van mînakan pir dibihîsin.

Tedaviya mirov li nexweşxanê tê kirin û hewcedarî pê bê dîtin sevka nexweş dikare ji nexweşxaneyek mezintir re bê kirin. Divê ev yek jî bê zanîn. Lewre li nexweşxaneyên bajarok û navçeyan hemû derfet dikare tune be.

Ji bo em dibetî û îxtimala pêvedana dûpişkan kêm bikin çend pêşniyar

🔸Solên li hewşê berî pêxistinê daweşînin
🔸Êzing û tiştên bê şewitandin nexwin hûndirê xanî
🔸Ger hûn li gerekê xwezayê di konan de bin solên xwe têxin pê û wisa li derdorê bigerin. Alavên razanê û cil û bergan carê daweşînin
🔸Lepikên ji bo xebatê yekser nexwin destên xwe û pêşî daweşînin
🔸Havînê dema hûn li ser xanî radikevin, serê sibê dema hûn bi xwe hesiyan û daketin xwarê, yekyer xwe li hundir navêjin erdê. Pêşî li paş balîfan saxtiya dûpişkan bikin û betanî deran daweşînin.