Pirsgirêka roketa Hîvê ya NASAyê çi bû?

Gelo xebatên mezin dê me bigihîne Hîvê yan hîn ne diyar e. Ji ber ku ev yek ne xuya ye, mirov dê hînî Hîvê bibin yan na. Bi min em mirov bigihîn Hîvê jî belkî çend sed salan şûnde yê têrî me neke.

Google Haberlere Abone ol

Ayşenûr Ozel

Me mirovan heta vê rojê di rêya çûyîna hîvê de gelek tişt kirine. Ji nava wan yek jî roketçêkirin e. Roketvanî çi qasî beşeke nû ya zanistê nebe jî di nava van salên dawî de berbelavtir bûye. Bêguman ev yek bi xebatên NASA û SpaceX zêdetir bûye.

NASAyê di sala 2017an de ji bo li ser çûyîna hîvê kûrtir bixebite bernameya Artemisê da destpêkirin. Ji bo çûyina feza û Hîvê bêguman amûra herî hêsan roket e. Yekemîn roketa karibû bi qasî bilind bifire û bigihîje fezayê, roketa V2 bû ku cara yekê di sala 1942an de ji aliyê almanan ve hat avêtin. Roketa yekê ya bi rastî tiştek ber bi fezayê vekir, di 4ê Cotmeha 1957an de ji bo şandina Sputnik, peyîka yekê, hat bikaranîn. Roketa ku Sputnik avêt roketa R-7 ICBM bû.

Bernameya Artemîs bernameyeke lêgerîna Hîvê ya robotîk û mirovî ye. Ji aliyê Rêveberiya Hewayî û Fezayê ya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî (NASA) ve bi sê ajansên hevkar re tê rêvekirin: Ajansa Fezayê ya Ewropî (ESA), Ajansa Keşifkirina Fezayê ya Japonî (JAXA), û Ajansa Fezayê ya Kanada ( CSA). Ger serketî be, bernameya Artemis wê ji nû ve hebûna mirovan li ser Hîvê piştî mîsyona Apollo 17 a sala 1972an ji nû ve saz bike. Armanca bernameyê ya demdirêj ew e, li ser Hîvê kampeke bingehîn a daîmî ava bike û mîsyonên mirovî yên ber bi Behnamê (Mars) hêsan bike.

Roketa Hîvê ya NASAyê jî ji xebatên bernameya Artemisê ye. Birayar bû 3ê îlonê wê bavêjin. Lê belê di roketa nû ya hîvê NASAyê de pirsgirêkeke metirsîdar derket. Kontrolkerên avêtinê bi neçarî hewla xwe ya duduyan a vê hefteyê şûn de avêtin da ku bi modelên ceribandinê kapsuleke ekîbê bişînin rêgeha hîvê. Hewldana berê ya roja duşemê ya avêtina rokêta SLS a (98 metre), ya herî bihêz a heya niha ji aliyê NASAyê ve hatiye çêkirin, di heman demê de ji ber dilopkirina hîdrojenê sekinî. Ev pirsgirêk ji pirsgirekên dema kontrolkirina roketê jî mezintir bû. Paşê biryar bû roja duşemê dîsa biceribînin lê belê dîsa pirsgirêka dilopkirina hîdrojenê nehişt Roketa Hîvê ya NASAyê bavêjin. Piştî vê pirsgirekê, berpirsiyarên roketê biryar dan rokêtê ji ser hangar derxînin û ji bo tamîrkirin û nûkirinên pergalê zêdetir bixebitin. Bi her awayî, li gorî rayedaran ê çend hefte kar hewce bike.

Di roketan de pirsgirêka hîdrojenê pirsgirêkeke gelekî mezin e. Ji ber ku roket piştî dûkelbûna hîdrojenê bi oksîjenê re dikeve reaksîyonê, agir bi roket dikeve û roket difire. Bi dilopkirina hîdrojenê ev yek di dema xwe de nabe û roket li gorî pergala rast nafire. Heke mirov tê de hene ev pirsgirêk hê mezintir e. Ji ber vê yekê NASA divê li ser van tiştan baldartir bibe. Tiştekî piçûk jî dikare baîsî jiyana mirovan bike.

Çiqasî karên wiha xeter bin jî gavên gelekî mezin in ji bo li hîvê jiyanekê ava bikin. Roketa Hîvê ya NASAyê jî ji bo vê yekê gaveke piçûke lê grîng e. Roketên mirov tê de ne ji gelek amûrên fezayî zûtir me mirovan digihîne fezayê. Lê gelo xebatên mezin dê me bigihîne hîvê yan hîn ne diyar e. Ji ber ku ev yek ne xuya ye, mirov dê hînî Hîvê bibin yan na. Bi min em mirov bigihîn Hîvê jî belkî çend sed salan şûnde yê têrî me neke û emê dîsa berê xwe bidin gerstêrkên din jî. Gava mirov li ser kûr û hûr difikire jî axiriya van karên me yên ji bo çûyîna hîvê jî ne diyar e. Gelo ev yek ji bo gerdûn û mirovan zirar e yan na ev jî mijara nîqaşê ye.

Etiketler hîv nasa gerstêrk