Pirtûka 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' derket: Nêrînek evrensel e

Berhema nivîskar Suzan Samanci ya 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' di waşenxaneya Avestayê de çap bû. Di pirtûkê de deh çîrokên jinên kurd û bîyanî hene. Nivîskar Suzan Samanci derbarê pirtûkê de got: “'Çîroka Jinên Dilşikestî' nêrînek evrensel e. Min ne tenê êşên jinên kurd, min êşên jinên bîyanî jî hilbijartîye.”

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Pirtûka bi navê 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' ya nivîskar Suza Samanci derket. Suzan Samancî ji salên 90î ve gelek çîrok û roman bi tirkî nivîsandin. 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' berhema Samanci ya kurdî ya sêyemîn e. Di pirtûkê de deh çîrokên jinên kurd û yên bîyanî hene.

Yekem pirtûka nivîskar Suzan Samanci a kurdî 'Mîrzayê Reben' e. Ya duyem jî 'Ew jin û Mêrê Bi Maske' ye. Aniha romaneke Samanci bi navê 'Payîz yan jî Zîyap' jî qedîyaye. Ew jî bo çapê hazir e. Samanci dîyar kir ku ew jî romeneke psîkolojîk e.

'GAVA TÊKÎLÎYA MIROV BI ZIMANÊ DAYÎK NÎN BE, MIROV HERDAÎM TRAVMATÎK E'

Nivîskar Suzan Samanci 13 sal e li Swîsrê dijî. Di sala 2015an de dest bi nivîs û xwendina xwe ya kurdî a zimanê dayîkê kir. Di demeke kurt de 3 berhemên wê yên kurdî çap bûn. Nivîskar Suzan Samanci wiha behsa serpêhatîya nivîsandina xwe ya kurdî dike: “Berîya 2015 an de min xwe amade dikir. Wekî gotinên Dîyarbekirîyan min nedixwast wisa tewşo mewşo binivîsanda. Lê min dixwast ku bi afîrînerî, mayînde û ji dil û rihê min derkeve. Wek çawa ez tirkî serbestim, bila wisa ji dilêm biheriçe. Bo wê min wisa dixwast û min dixwend. Gava meriv tê van dera, dikevî nava gola zimana. Zimanê min a yekemîn kurdî ye. Gava têkiliya mirov bi zimanê dayîkê nîn be, mirov herdaîm travmatîk e. Min di nava çar mehan de 'Ew jin û Mêrê Bi Maske' nivîsand. Bingeh tije be, wek avê tu dinivîsînî. Saet heta dehê şevê ez di pirtûkxaneya zanîngehê de dimam û min dinivîsand. Dû re 'Mîrzayê Reben' derket.”

'ÇÎROKA JINÊN DILŞIKESTÎ, NÊRÛNEKE EVRENSEL E'

Nivîskar Samanci dibêje 'Çîroka Jinên Dilşikestî' ne tenê çîroka jinên kurd e. Çîroka jinên bîyanî jî hene: “'Çîroka Jinên Dilşikestî', nêrînek evrensel e. Min ne tenê êşên jinên kurd, min êşên jinên bîyanî jî hilbijartîye. Êşên jinên kurd û jinên ewrupayî, hest û ramanê mêran de belkî dişibin hev, lê wekî din jinên ewrupayî pir azad in. Pir rihetin. Lê em dikarin bêjin veqetandin, eşq, têkîlîya navbera mêr û jinan de nakokî eynî ye.”

Samanci bangî xwendevanên kurdî kir û got: “Gerêk ne teorî de be, ne bi lêvkirinê de be, Xwedî nivîskar û weşanxaneyên xwe derkevin. Meriv qedir û qîmeta nivîskar û hunermendê xwe nizanibe, dêmek meriv paşda mayîye. Sibê gava şer raweste, ê çi bimîne? Tiştek namîne. Nivîskar û fîlozofê me tinebin, ewê tarîxa me jî tine be. Ya herî girîng jî ziman e.”