Piştî 12ê Îlonê yekemîn belgefîlma kurdî kişandin: 'Em Kurd in'

Yekemîn belgefîlma kurdî 'Em Kurd in' hat parvekirin. Derhênerên belgefîlmê Banu Yalkut Breddermann, "Me xwest nîşan bidin ku kurd çawa bindest bûne, çawa li ber xwe dane" got.

Wêne: Gazete Duvar
Google Haberlere Abone ol

ALMANYA - Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê ya 1980an, Tirkiye bi şikandinên dîrokî, siyasî û çandî ve hate şêwirandin. Di vê atmosferê de, dirêjebelgefîlma “Em Kurd in” (Wir sind Kurden, 1980-81) dîrok, çand û berxwedana gelê kurd nîqaş dike. Belgefîlm bi derhêneriya Hanjo Breddermann û Banu Yalkut Breddermann ve hatiye çêkirin, ji aliyê Thomas Balkenhol ve hatiye montajkirin û bi temamî bi kurmancî û zazakî hatiye kişandin.

Ev belgefîlm ne tenê jiyana rojane a kurdan û nasnameya çandî ya wan nîşan dîde; di heman demê de ji bo têkoşîna hebûnê ya gel şahidiyek nayê jibîrkirin datîne holê. Ew zihmetiyên ku di serdema kişandina fîlmê de pêk hatine, ligel atmosfera mîlîtarîze ya wê demê li Tirkiyê, nîşan dide ku ev hewldana dilsozî xwe li tomarkirina dîrokê gelek dîxemilîne.

Kişandina vê belgefîlmê ya ku bi taybet li ser têkiliyên Tevgera Rizgarî hatiye organîzekirin, li herêmên gundewarî bêtir bê astengî tên kişandin, lê ji ber kontrola giran a leşkerî ya li bajaran gelek dîmen nehatine kişandin.

Derhênerên belgefîlmê Banu Yalkut Breddermann xwe weke rênîşanderê turîstan nîşan dide û Hanjo jî weke turîstek, û li herêmên kurdan digerin û materyalên xwe yên fîlmkişandinê bi rê û rêbazên cuda dişînin Stenbolê. Û ev jî bi zehmetiyên serdemê û çareseriyên wan ên afirîner ve bi awayek zelal nîşan dîde ku ji bo kişandina belgefîlmê hewldaneke bi nirxdar li darxistine.

Ev belgefîlma ku di sînemaya kurdî de bibe xwedî roleke mîheng, bi taybetî bi rola "yekemîn belgefîlma bi kurdî" jî balê dikişine ser xwe. Wekî ku edîtorê Sînema Serbixwe Rûmet Onur Kaya jî destnîşan dîke, “Em Kurd in” ji bo sînemaya kurdî, ji aliyê dîtbarî û fikrî ve çavkaniyeke bêhepema ye. Ev fîlm ne tenê belgefîlm e; di heman demê de pireke ku berxwedan, êş û hêviyên gelê kurd ji nifşên paşerojê re radigihîne.

Me bi Banu Yalkut Breddermann, Thomas Balkenhol û edîtorê Sînema Serbixwe Rûmet Onur Kaya re axivî. Ev wêne jî cara yekem tên parvekirin.

Banu Yalkut Breddermann.

Çîroka belgefîlma “Em Kurd in” çawa dest pê kir?

Banu: Hanjo Breddermann ji Almanyayê hatibû. Wê demê têkiliyên wî li Almanyayê bi rêxistineke çepgir re hebû û li Tirkiyê jî ew û hevalên ji Tevgera Bîrîkîmê hevdû nasdikirin.

Hema piştî derbeya 1980î bû. Hanjo ji hevalên xwe yên Tevgera Bîrîkîm pirsîbû, “Ez dixwazim kurdan nas bikim û li ser pirsgirêka kurd xwedî agahî bin. Hûn tu kesekî ku bi vê eleqedar dibe nas dikin?". Hevalan jî ez arasteyî wî kirim. Hanjo ji min re got: “Ez dixwazim li ser kurdan fîlmekî çêbikim.” Min jî ji wî re got, “Bihêle ez bi hevalên xwe yên ji tevgere Rizgarî re biaxivim. Eger îmkan hebe ku ew toreke têkiliyan li darbixin û derfetan ji me re peyda bikin, em bikaribin dest bi kîşandînê bikin.”

Hevalên Rizgarî gotin, “Ev fîlm ji bo belgekirina dîrok û çanda kurdan firsendeke mezin e.” Me jî lî ser ew tora têkiliyan ku wana li darxist, dest bi kişandinê kir.

Thomas Balkenhol.

Tu çawa tevlî vê projeyê bûyî?

Thomas: Hevaltiya min û Hanjo li Almenyayê destpê kiribû û li ser pêşniyariya wî ez beşdarî projeyê bûm.

Berê “Em Kurd in” min dibistana sînemayê li Almanyayê qedandibû û wê demê min ji sê fîlmên televizyonê re derhênerî kiribû. Ev proje yekem karê min ê dirêjebelgefîlm bû. Ez kesekî polîtîk bûm û di pêvajoya derbeya leşkerî de li Tirkiyê bûm. Min bandora derbeyê dît û em bi sosyalîstên li wir re di nav hevgirtinê de bûn. Ev jî sedemek e.

Herwîha, pêvajoya ku te bi kurdan re gihandiye têkiliyeke nêzîk, çawa pêşket?

Banu: Ez di sala 1952an de li Enqereyê hatim dinyayê. Min zarokatî û xortaniya xwe li Enqerê derbas kir. Min Koleja Enqereyê qedand. Paşê min li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Wêjeyê xwend.

Ofîsa Navenda Çanda Rojhilat a Şoreşger, ku di sala 1969an de hatiye damezrandin, li nêzîkî mala me li Enqerê hat vekirin û li wê deverê reftarên pêşdaraz li hember xwendekarên kurd dihatin dîtin.

Van gotinên li dijî kurdan meta min diêşandin. Meta min ji diya min re got: “Em koçberên ji Rûmeliyê nin. Em pêşî hatin Stenbolê û piştre hatin Enqereyê. Di wê demê de gelek hevalên me yên ji kêmnetewe jiyana xwe jî dest dan. Bertekên lî hemberên kurdan min diêşînin. Divê tu qatek ji avahiyê kirê yek ji wan bikî, ji ber ku xwendekarên kurd di peydakirina xanî de zehmetiyan dikişînin.” Bi vî awayî ez jî di vê mijarê de hestiyar bûm. Min di sala 1974an de di rêwîtiya xwe ya rêbej ya Hindistanê de cara yekem Kurdistan dît û bi bandor bûm. Ez dema ku pir ciwan bûm, piçekî bûm şahidê ku ew mirov miameleyek çawa dibînin û min xwast ku bi vê mijarê re mijûl bibim.

Li Enqerê li nêzî mala ku em lê diman, Wargeha Xwendekaran a Wanê hat vekirin. Ji ber vê yekê min cara yekem kurd nas kir. Yanî beriya naskirina kurdan ez bi pirsgirêka kurd re eleqedar bûm.

Varto, Eşîra Alîkan.

Cara yekem te kengî kurdan nas kir?

Banu: Di salên xwe yên dema dibistana amadehiyê de min Dev-Lîs nas kir û piştre têkiliyên min bi Dev-Genç re çêbûn. Paşê, dema ku ez bi Tevgera Bîrîkîm re tevdigeriyam rastî endamên Rizgarî hatim, û em bûn dost.

Pişt re ez cara yekem di sala 1978an de çûm Amedê. Wê demê li Amedê hawirdoreke demokratîk hebû. Bi saya hevalên xwe yên Rizgarî derfet çêbû ku ez erdnîgariya kurdan ji nêz ve nas bikim. Min Feqî Huseyîn Sagnıç nas kir û Apê Feqî ji min re wek bavekî bû. Bi wê naskirinê re min gelek caran dest bi serdana herêmê kir.

Armanca we ya li ser çêkirina vê belgefîlmê çi bû?

Banu: Ew bû ku em belgeyek li ser dîrok û çanda gelê kurd pêşkeş bikin. Me xwest nîşan bidin ku kurd ji damezrandina Komara Tîrkiyê heta niha çawa bindest bûne, çawa li ber xwe dane û ev yek çawa didome. Ez hêvî dikim ku em gihîştine vê armanca xwe.

Ev proje ji bo te tê çi wateyê?

Thomas: Ji bo min ev fîlm ne tenê belgefîlm e, di heman demê de şahidiya dîroka gelekê ye. Ez jî bûm kesek ji vê şahidiyê.

Ev cure belgefîlm belgeyek e; qet kevn nabe. Digel ku 40 sal derbas bûye jî lê hîn tê temaşekirin û tama vê berdewamiyê heye. Ji ber vê yekê ev fîlm di nav berhemên ku dem nîkare kevn bike de cih digre.

Vîranşehir, Gundê Êdîziyan, Burc.

Di dema kişandina fîlmê de zîhmetiyên ku we dît çi bû?

Banu: Kişandina dîmenan bi giştî li deverên gundewarî rehettir bûn, ji ber ku bajar bi tevahî di bin kontrola leşkerî de bûn. Li bajarên wekî Amed û Wanê ne mimkûn bû ku li qadên vekirî em dîmen bigrin.

Li gel Hanjo em li Kurdistanê bi rola turîst û rênîşanderê turîstan geriyan. Me fîlm di salên 1980-1981an de kişand, yanî dema ku zordarî di asta herî dijwar de bû. Em gelek caran hatin binçavkirin. Rola turîst û rênîşanderê turîstan me ji binçavkirinê xilas dikir. Di dema kişandinê de me şerîdên dîmenên ku me kişandibû bi xwe re nedigerand. Me bi tora têkiliyen hevalên xwe yên Rizgarî bi kanalên cuda li pey xwe dişand.

Amûrên kamerayê, mîkrofon mezin û berbiçav bûn, û ji ber vê nedihatin veşartin. Ji ber vê yekê jî bi awayek neçar me gelek sehneyên fîlmê nekişand. Lê li gundewaran gel bi bêhtir azad dipeyivîn. Azadiyeke wiha li bajaran ne pêkan bû.

Ji bo çêkirina vê belgefîlmê bi qasî ku ji destê me hat me hewl da ku em dîmen bigrin.

Piştgiriyek ji bo projeyê hebû?

Thomas: Sînema wê demê karekî pir biha bû. Ji bo çêkirina fîlmekî sêwirî sermayek mezin hewce dikir. Lêbelê, ev proje însiyatîfek bi tevahî serbixwe bû. Hanjo û Banu hemû lêçûnên kişandina fîlmê bi derfetên xwe girtin. Ez bi dilxwazî ​​beşdarî projeyê bûm û min li Almanyayê li ser maseya xwe ya montajê karê fîlmê yê montajkirinê kir.

Egil.

Di pêvajoya kişandinê de herî zêde çi bandor li te kir?

Banu: Bihistina dengên ku ji Girtîgeha Hejmara 5an a Amedê dihatin ji bo min yek ji wan serpêhatiyên herî trawmatîk bû. Li wir gelek tişt qewimîn û bandorek kûr li min kirin. Lê yek ji bîranînên xerab ên ku dema ez li Amdê dimam û nikarim jibîr bikim, dengê kûçikan û ên ew sîrûdên ku bi zorê dihatin gotin ên ji Girtîgeha Hejmara 5an a Amedê dihatibûn. Di girtîgehê de gelek hevalên min hebûn. Her tiştên ku li wir diqewimîn hatin serê hevalên min û me ji derve dibihîst. Ev hê jî dikevin xewnên min. Ez ji nişka ve şiyar dibim. Dixwazim li vir vê yekê bînim ziman: Ji bo kesên wek min ku bi awayekî nerasterast van bûyeran jiyanê re dibêjin "trawmaya duyemîn". Dijwar e ku meriv li ser kesên ku rasterast vê dîtine bifikire.

Digel hemû van hemû zehmetiyan, ji vê gerê ji min re tenê travma nema. Berxwedana kurdan di her mijarê de hêza têkoşînê da min. Bi hin hevalên ku min di wê demê de naskiribû re hevaltiyek heta hetayê çebû. Çima ewqas zilm hat kirin? Hîna jî nizanim çima! Hevalê ku me vê fîlmê diyariyê navê wî kir ji Tevgera Rizgarî, Hanifi Uslu bû. Lê mixabim di Girtîgeha Hejmara 5an a Amedê de ma û ji ber zilma li ser wî hate kirin neçar ma ku welatê xwe biterikîne. Herwîha li sirgûnê jiyana xwe ji dest da.

Cihên ku we dixwest hûn bikêşin lê nekarîbûn hebûn?

Banu: Belê, em nikarîbûn biçin herêmên sînor ên weke Colemêrg û Şirnexê. Li van herêman kontrola leşkerî pir zêde bû. Ji ber vê yekê me rê nedît ku biçin wir.

Li Midyadê me xwest hem operasyoneke leşkerî ya mezin, hem jî gelê herêmê û çalakiyên çandî bikşînin. Lê li herêmên ku operasyonên leşkerî lê zêde bûn destûr nedidan ku dîmen bên kişandin. Polîs hatin otela ku em lê diman, û pirsîn ku em ê biçin ku derê û çi bikin.

Me got em ê biçin cihên ku Asûrî lê dimînin. Û gotin, “Em ê sibê we bibin” û çûn. Paşê xwediyê otêlê hişyarî da me û got: "Sibe dê werin we bigirin."

Li ser vê yekê em bi lez ji otêlê derketin.

Diyarbakir, Sur.

Belgefîlm li kîjan bajaran hatiye kişandin?

Banu: Me li Amed, Gêl, Bedlîs, Tatwan, Mûş (Gimgim), Meletî (Erxevan), Mêrdîn û Wanê kişand. Lê ji ber ku jixwe ne mimkûn bû ku li navendên bajaran dîmen bihatana kişandin, û ji ber wê dîmenên naveda bajaran pir kêm in. Mînak, hûn nikarin leşkeran bikşînin. Me carekî tenê fîrsend dît ku dîmenek leşkeran li derdora Gimgimê bigrin, û me girt. Ji ber vê yekê me bi piranî li gundewaran dîmenan girt.

Koma we ya kişandina fîlm çend kes bûn?

Banu: Me du kes kişandinê dikir. Ji ber ku sê kes ne mimkûn bû. We demê wê balê bikşanda ser me, û yan ê bişandana yan jî me bigirtana. Weke min got, li cihên ku em diçûn têkiliyên hevalên me yên Rizgariyan alîkariya me dikirin. Kedek wana mezin heye. Me dîmen û qeydên deng bi xwe re nedigirt. Bi saya tora têkiliyên wan ew dişand Stenbolê. Bî vî awayî di nav dîmen û dengê ku me girtibû de kêmasî çênebû.

We çi teknîk û amûr bikar anî?

Thomas: Kameraya ku ji bo vê fîlmê hatiye bikaranîn kişandina wê ji sî saniyeyan derbas nabe. Mînak, dîmenek sî saniye ya ku ji nuqteyeke kontrolê ya polîsan hatiye girtin heye. Me ev dîmen bi teknîka freeze-frame dirêj kir û bi piştgirîkirina deng ve ew veguherand montajek (sêwirek-çîrokek) tevahî.

Kameraya Bolex H16 hate bikar anîn û bi şerîtên 16 mm re hat xebitandin. Ev kamera her sih saniyeyek dîsa ji nû ve dihat saz kirin.

Li pişt biryara we ya kişandina fîlmê bi tevahî bi kurdî çi fikir heye?

Banu: Zimanên mirovan beşek ji nasnameya wan e; Ziman bi taybetî di nasnameya kurdan de xwedî cihekî gelek girîng e. Loma jî min bi taybetî xwest ku fîlm bi kurdî be. Em rastî kesekî ku bi kurdî nizane nehatin. Li cihên ku fîlm hat kişandin em bi kesekî bi vî rengî re rû bi rû neman.

Tercîha me zazakî û kurmancî bû. Ji ber vê yekê di belgefîlmê de her kes bi zimanê ku herî baş xwe pê îfade dikir diaxive.

Diyarbakir, Dicle.

Bêyî ku kurdî zanibe montajkirin çawa bû?

Thomas: Min hinek kurdî dizanibû. Ji ber ku min berê belgefîlmê dest bi fêrbûna ziman kir. Di dema montajkirinê de min kêm-zêde wateya giştî ya sohbetan fem dikir. Herwiha, vê jî karê min hêsantir kir.

Xebata li ser vê projeye li te çi zêde kir?

Thomas: Ez gelek tişt fêr bûm. Ji min re bû alîkar ku ez zehmetiyên ku kurd pê re rû bi rû ne kûrtir fam bikim. Berê jî ez bi kurdan re di nav piştgiriyê de bûm, lê min bandora derbeya leşkerî û bi taybetî jî wêrankirina erdnîgariya kurdan ji nêz ve nizanîbû. Ev belgefîlm ji bo min pêvajoyeke hînbûnê ya mezin bû.

Qet derfeta nîşandana fîlmê çêbû?

Banu: Di serdema cûntayê de li Tirkiyê nîşandana fîlm gelekî zehmet bû. Paşê, di sala 2011an de tenê carekê di Rojên Belgefîlman ên Amedê de, montajkerê fîlmê Thomas da nîşandan. Me li Almanyayê çend caran nîşan da û eleqeyeke mezin kişand ser xwe. Di dawiyê de, Hanjo got, "Werin em fîlmê li YouTube-ê bar bikin da ku her kes wê bibîne." Niha fîlm bi du versiyon li ser kanala min di weşanê de ye: yek tenê bi kurdî, ya din bi jêrnivîsa Almanî.

Gava tu îro li fîlmê temaşe dikî çi hîs dikî?

Thomas: Dibêjim; "Ji ku heta ku derê?". Ez vê difikirim. Hîsek bi eş û giran, ji ber ku bi rastî hîn tiştek nehatiye guhertin. Di vê mijarê de 40 sal in tu pêşketin çênebûye. Kurdî di rewşeke “nîv-azad” de ye; Ev jî “azadiyek-nîvcû” ye. Ev bi rastî rewşeke xemgîn e.

Ev belgefîlm çi bador li te kir?

Kaya: Haya me nû jê çêbû ku dirêjebelgefîlmekî bi kurdî yê di salên 1980/81an de hatiye kişandin. Dirêjebelgefîlmê “Em Kurd in”, bi her du zaravayên kurdî yên kurmancî û zazakî hatiye kişandin, çand û jiyana kurdan, xwezaya welêt, rewş û atmosfera salên 1980an nîşan dide.

Xwezaya welêt, vegotinên hevpeyvînan, kilam û newayên kurdî, herikîna dîmenan, atmosfer û rewşa wê demê bandor li min kirin. Herikîna dîmen û sehneyên belgefîlmê min bir salên berê.

Sur.

Tu belgefîlma “Em Kurd in” ji aliyê sînematografî, zîmanê vegotînê û estetîka dîtbarî ve çawa dinirxînî?

Kaya: Belgefîlmê “Em Kurd in” bi teknîka klasîk a belgefîlman û bêyî sêwirî hatiye kişandin, ku ji dîmenên xwezayê û hevpeyvîn û stranan pêk tê. Rewş û atmosfera wê demê bi awayekî xwerû, bi ziman û estetîkeke xwezayî anîye li ser ekranê. Belgefîlmekî herîkbar e.

Lî gorî te ev belgefîlm di sînemaya kurdî de cihek çawa digire?

Kaya: Ev belgefîlm li gorî agahiyên nû, yekem belgefîlmê bi kurdî ye ku bi zaravayên kurmancî û zazakî hatiye kişandin. Di dema bêdeng a sînemayê de, li ser çand û jiyana kurdan bi taybetî li Yekîtîya Sovyetan hin fîlm û belgefîlm hatibûn kişandin û fîlmên derhênerê navdar ê kurd Yilmaz Guneyî ku di dema fîlmên bideng a Sînemayê de hatine kişandin bandoreke mezin li ser derhênerên Sînemaya Kurdî kirin. Fîlmê hunermend Nîzamettîn Ariçî yê "Kilamek ji bo Beko" (1992) yekem fîlmê Kurdîya Kurmancî ye, çend sal berê hatibû ragihandin ku li Rojhilatê derhêner Teyfûr Bethayî di sala 1984ê de belgefîlmekî bi navê "Nan û Azadî" kişandiye, lê belgefîlm ji ber hin sedeman ne li ber destê me ye û derhênerê Kerkûkî Mehdî Omîd di sala 1989ê de fîlmekî bi kurdî yê bi navê "Tunel" kişandiye. Dîsa li gorî agahiyên çend sal berê, fîlmekî din ê derhêner Teyfûr Bethayî heye ku di 1982yê de hatiye kişandin û hatibû ragihandin ku ev fîlm niha li ber destan e. Dirêjebelgefîlmê "Em Kurd in" belgefîlmekî girîng e ku xweza, rewş û atmosfera salên 1980an radixe ber çavan û ji aliyê dîtbarî û fikrî ve çavkaniyeke bêhepema ye. Ji ber van sedeman, derhênerên Sînemaya Kurdî dê ji belgefîlmê teqez sûd werbigirin.

Wateya ku belgefîlm bi tevahî bi kurdî hatiye kişandin ji bo sinemaya kurdî çi ye, û ev di nasnameya sînemaya kurdî de çi rol dilîze?

Kaya: Sînemayê ji gelek cureyan pêk hatiye, ku tê de fîlmên sêwirî, belgefîlm (sînemaya belgefîlman) û him jî fîlmên nîv sêwirî û nîv belgefîlm têne kişandin. Ji ber sedemên tê zanîn, hejmara fîlm û belgefîlmên kurdî kêm bûn, lê ji zêdetirî 30 salan e bi hemû zaravayên kurdî ve gelek metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm û rêzefîlm hatin kişandin/têne kişandin, lewma Sînemaya Kurdî geşedana xwe didomîne, her sal bi dehan festîvalên fîlman ên kurdî têne lidarxistin û her sal gelek fîlmên kurdî li bernameyên festîvalên fîlman ên navneteweyî têne nîşandayîn û xelat digirin. Di salên 1980an de hejmara belgefîmên ku bi tevahî bi kurdî hatine kişandin gelek kêm bûn, ev belgefîlmê ku çend hefte berê ji Youtubeê hatiye weşandin jî yek ji van belgefîlman e, ku ji bo derhênerên Sînemaya Kurdî çavkaniyeke girîng e û ji bo nasnameya Sînemaya Kurdî dê roleke girîng û erênî bilîze.

Dawet, Egil.

Herwiha, ev belgefîlm di dema derbeya leşkerî ya sala 1980an de li Tirkiyê hatiye kişandin, ji aliyê naverok û pêvajoya hilberînê ve çi zehmetî û encamên çawa derdixe holê? Ev rewşa dîrokî bandoreke çawa li peyama belgefîlmê dike?

Kaya: Belê, ev belgefîlm di dema derbeya leşkerî ya sala 1980an de hatiye kişandin. Ji ber şert û mercên wê demê karekî zehmet û dijwar e, şert û rewşên wê demê dibe ku bandoreke neyînî li ser naverok û pêvajoya hilberînê kiriye û dibe ku hin dîmenên belgefîlmê bi lez û bez hatine kişandin û ev jî bandoreke neyînî li ser pêvajoya kişandina belgefîlmê dike. Lê dîsa jî ligel hemû tiştan belgefîlmekî biserketî bûye, ruh û atmosfera wê demê bi dîmenên bêhempa û vegotinên girîng veguhestiye. Ji ber sedema rewşa dîrokî veguhestiye jî çavkanîyeke girîng e.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Etiketler belgefilm kurdî kurd