Rengûrengbûna ewra magelanî ya mezin
Mirov li hemberî nediyarî û bedewiya vê gerdûnê şaş dimîne. Çi qasî li Bakûrê dinyayê hûn li ezmanan bi serê çavê xwe Ewrên Magellanî nikaribin bibînin jî, dikarin li Başûrê dinyayê bibînin.
Ayşenûr Ozel
Di fikra gelekan de feza cihekî tarî ye. Valahiyeke gelekî mezin e. Lê belê di vê valahiyê de em dibin şahîdên rengîniya gerdûnê jî. Stêrk, gerstêrk, ewr, asteroîd nîşana vê rengîniyê ne lê ya herî balkêş ewr in. Ferqa van ewrên em hemî pê dizanin û yên li fezayê berbiçav in.
Ewreke rengîn û bi taybetmendiya xwe balkêş, Ewra Magellanî ye. Berê mirovan di rêwîtiyê de ji bo rêya xwe bibînin ji xwe re rê û rêbazên cuda dîtine. Di sedsala 15an de gerok û astronom Ferdinand Magellan di rêwîtiyê de ev ewr dibîne û pê gera xwe dike. Paşê jî ji ber ku wî ew dîtiye bi nave wî tê naskirin. Ji xeynî Ferdinand Magellan gerokên din ên cihanê jî ji bo li Başûr rêya xwe bibînin ev ewr bi kar anîne.
Di sedsala 20an de Edwin Hubble qebûl dike Ewra Magellanî di Kadizê de heye. Astronomê Emerîkî Edwin Hubble gava li ser pergalên galaksiyan dixebite û dibîne, pergala Ewrên Magellanî ji pergala yên din cudatir e. Pergala wê dişibe pergala galaksiya NGC3109 a li kêleka koma galaksiyan. Herîkina hidrojena notr a her du Ewrên Magellanî wan bi xwe û Kadizê ve girêdide û herdu jî dişibin galaksiyên spiral. EM(Ewrên Magellanî) bi gazên xwe dewlemedtir in. Ji aliyê metalan jî ew qasî dewlemend nînin. Metaliya Ewra Magellanî ya mezin bi 0.5 qatan, ya biçûk jî bi 0.25 qatan ji metaliya tavê zêdetir e.
Çi qasî em bibêjin ew ewr in, dîsa jî ew wekî tozê ne. Xeyal bikin tozek rengan tê da davêje derve. Li gorî lêkolînên dawî dîmena Ewra Magellanî ya mezin ji Kadizê xwedî nîşanên balkêş e. Di sala 2013an de lêkolînerên ESAyê (European Space Agency) ji bo tîriya Ewra Magellanî ya Mezin baştir bibînin, çend dîmenên radyoyî yên enfrarûj tînin cem hev û lêkolînê dikin.
Van çend dîmenan dikin wêneyek û gava lê dinêrin dibînin di kenarên Ewra Magellanî ya Mezin de rengê sor davêje derve. Ev nîşana gaza hîdrojenê ye. Li gorî lêkolînerên ESAyê dibe ku ev rengê sor ji 100 milyon salan beriya niha maye û ji ber ku Ewra Magellanî ya mezin li Ewra Magellanî ya piçûk xistiye wisa bûye. Tozên kesk ên sar û tozên şîn ên germ jî di hindirê ewrê de ne. Peqilkên bêreng jî ji bayên gaz û tozan bûye. Lêkolîneran heman encam di lêkolînên Galaksiya Andromeda, SMC (Ewra Magellanî ya Biçûk) û Galaksiya Sêgoşeyê de jî dîtine. Di wan encamên lêkolînan de jî ewrên Magellanî rengûreng bûn.
Gelekî balkêş e mirov di vê tarîtiya fezayê de şahîdî tiştên wiha rengîn be. Mirov li hemberî nediyarî û bedewiya vê gerdûnê şaş dimîne. Çi qasî li Bakûrê dinyayê hûn li ezmanan bi serê çavê xwe Ewrên Magellanî nikaribin bibînin jî, dikarin li Başûrê dinyayê bibînin.