Şanonameya Kurdî 'Erdkêşî', bi zimanê Frensî hat weşandin

Şanonameya 'Erdkêşî' ya Mîrza Metîn nivîsandibû, bi zimanê frensî hate weşandin. Atîlla Balikçi, 'Erdkêşî' ji kurdî bo fransiyê wergerand û Weşanxaneya Editions l'Espace d'un instantê jî şanonameyê çap kir.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - 'Erdkêşî' ya Mîrza Metîn, bi pêşgotina derhêner Frank Heuelî û bi navê 'Gravité' li pirtûkfiroşên Fransayê tê firotin. Weşanên Editions l'Espace d'un instant ku piranî berhemên şanoyan çap dike, gelek şanonameyên nivîskarên grîng ên dinyayê wergernadiye fransî.

Mîrza Metîn qasî dora du salan di çarçoveya bûrsa Martin Roth Initiativeê de li Almanya ji bo fringe ensembleê (ya li Bonnê) şanoname nivîsîn. Yek ji van şanonameyan jî 'Erdkêşî' bû ku wî ev di sala 2018an de li Kolnê nivîsîbû. Erkêşî pêşî ji bo almanî hatibû wergerandin.

Metîn, ji bo pêvajoya wergera Almanî ev zanyarî daye: “Pêvajoya wergera Almanî bi qasî pêvajoya wergera Fransî hêsan nebû. Lewre koma şanoyê Alman fringe ensemble wergêrkê/î kurdî-almanî peyde nekiribû.”

Li ser vê rewşê Mîrza Metîn şanoname ji kurdî wergerandiye tirkî, dû re jî bi xebateke komî ve ji tirkî bo almanî hatiye wergerandin.

'LÎSTIK 15 CARAN HATE PÊŞANDAN'

Metîn dibêje li pey wergera almanî şanoname bi hevkariya fringe ensemle û Şermola Performansê û bi derhêneriya Frank Heuelî ji bo sehnê amade kirin û got: “Lîstik li bajarên wekî Bonn, Koln û Berlînê dora 15 cara hate pêşandan. Piştî pêşandanan, nirxandin û nûçeyên almanî, Domînîque Dolmîeu ku berpirsê Weşanxaneya Editions l'Espace d'un instant e û herwiha yek ji endamê sereke ya lijneya rêveberiya Eurodramê ye, xwest ku 'Erdkêşî'yê bike fransî û bide weşandin. Berî salekê piştî îmzekirina peymana weşanê Dolmîeu prosesa wergerê da destpê kirin. Kitêb ango şanonameya Gravité niha li pirtûkxaneyên Fransayê tê firotin.”

Derbarê MEOyê de

Weşanxaneya Editions l'Espace d'un instant Maison d'Europe et d'Orient (MEO), hewzeka çandî û hunerî yê Ewropî ye û li Parîsê derhêner û weşanger Dominique Dolmieu damezrênerê wê ye. Ji 1989an pê ve li ser çand û hunerên Rojhilatî xebatan dike. MEO di sala 2001ê de wekî weşanxane û ajansa xwe 'l'Espace d'un instant'ê ava dike. Pey re jî di 2010an de dest bi pêkanîna festîvala 'L'Europe des théâtres'ê dike. Di navbera salên 2004 û 2017an de wekî koma şanoyê jî kar kirine û bûne afirîner û hevkar û şirîkên bi sedan çalakiyên hunerî û şanoyî.

Herwiha MEO avakarê Eurodramê ye ku di sala 2001ê de hatibû damezirandin. Îro Eurodram bûye toreke wiha ku di bin sîwana xwe de dora 30 komîsyonên zimanan (Kurdî jî tê de) û dora 300 endaman dihewîne û her sal dibe sedema wergerandin û belavkirina bi sedan şanonameyan. MEO di zêdeyî 25 welatan de ji hêla saziyan ve hatiye palpişt kirin û ji hêla pisporên UE ve wekî 'li Ewrûpa saziyeke bêhempa' hatiye nirxandin.

Mîrza Metîn kî ye

Mîrza Metîn şanonûs û derhêner e. Di sala 1980yî de li devera Serhedê li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Wî di Teatra Jiyana Nûyê û Seyrî Meselê de perwerdeya şanoyê girtiye û di lîstikan de lîstiye. Di Konserwatiwara Zankoya Teknîkî ya Stembolê (İTÜ) Beşa Dansên Gelêrî de sê salan xwendiye. Zankoya Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kiriye. Beşdarî 'New Writing Workshops with the Royal Court' bûye û salekê li gel nivîskarên wekî Zinnie Haris û Mark Revenhill û derhêner Richard Twyman xebitiye.

Di sala 2008an de tevî Berfîn Zenderlîoxlûyê wî Şermola Performans (ya navê xwe yê berê Destar Theater) damezirandiye. Di warê nivîskarîyê, derhênerîyê û ekterîyê de ji alîyê gelek sazîyan ve hatiye xelatkirin. Mîrza Metînê ku berhemên xwe bêhtir bi kurdî dinivîse, heta niha 17 heb şanoname nivîsîne. 15 ji wan wî bi xwe û ji alîyê derhênerên cîyawaz ve weke lîstik hatine lîstin. Hin şanonameyên wî ji bo zazakî, almanî, ingilîzî, fransî, macarî û tirkî hatine wergerandin.

Xwendevanên fransî dikarin kitêbê ji ser vê lînkê bikirin