Sedat Bariş: Çavên me sînamegeran jî qameraya me ye
Sedat Bariş, derbarê kurtefilma xwe ya bi navê ‘Kûsî Jî Dixeyîdin’ wiha axivî: “Me çiqas afirînerî derxist pêşiya gel, ewqas sinemaya me go ‘em henin û li vir in.’ Ev ji aliyê polîtîk ve seknek bû."
Bêrîvan Kayi
DIYARBEKIR - Sîname ji bo civaka kurd hê nû be ango ‘hê li ser çarlepikî’ be jî, ji filmê ‘Zarê’ û vir ve filmên kurdî û yên bi kurdî, bûne neynika kurdan û bîra kurdan kûr dikin. Ji wêjeyê heta gelek beşên hunera kurdan êdî li ser çîrok, travma, kul û êşên kurdan û bêguman li ser çand û folklora kurdan tên nivîsin û lîstin.
Sedat Barış jî yek ji wan derhênerê kurd ê ku berê xwe daye çîrokên kurdan xebatên xwe yê sînemayê didomîne. Niha jî bi navê ‘Kûsî Jî Dixeyîdin’ kurtefilmekî nû li sinemaya kurdî zêde kir. Hem li ser ‘Kûsî Jî Dixeyîdin’ hem jî li ser tevahiya kar û xebatên wî em bi Sedat Bariş re axivîn…
Ev demeke dirêje ku tu di nav xebatên çand û hunerê û bi taybetî jî di karê sînemayê de (Derhênerî û derhêneriya hunerî ya hin film û rêzefilman de) cih digre. Kêşana sînemaya bi kurdî û li Kurdistanê tecrûbeyeke çawa bi te re çêkir?
Beriya sînemayê ez bi xêzê ve eleqedar bûm. Pişt re 7 salan ez bi xebatên şanoyê re mijûl bûm. Destpêkirina min ya sînemayê hinekî jî tesadufî bû ya rastî. Hevalekî min ji bo kurtefilmê xwe yê bi kurdî ji min alîkarî xwest, ji bo portreyekî jê re xêz bikim ez çûm seta wî. Ez çûm xebitîm, û jixwe wek weris berdewama wê hat. Ez bi qasî salek û nîvê di setên rêzefilmên tirkan de di beşa hunerê de xebitîm. Di vê pêvajoyê de hiş û mêjûyên min hemû li ser sinemaya kurdî bû. Min ji xwe re digot gelo em kurd dê kengî û çawa bikaribin ji xwe re xebatên sînemayê çê bikin. Piştre 2009an de min biryar da û ez hatim Amedê. Min bi çend hevalan ji bo bingeh û amadekariya rêzefilma bi navê ‘Ax û Jiyan’ kir. Bi vê xebatê lîstikvan, mekan, teknîk û kesên van teknîkan bişuxûlîne kadroyeke me çêbû. Piştre jî me bi hevalan re biryara sazîbunê da û ‘Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn’’ ava bû. Komeleyê di nava çend salan de xwe baş mezin kir û gelek berhemên afrîner û girîng derxist holê.
Min dema biryara xwe ya sinemaya bi zimanê kurdî da min zanîbû di pêşiya me de rêyeke zor û bi zehmet heye lê kelecana karên bi kurdî zêdetir bû. Min ew kelecan ji mejû heya her hestiyê jiya û hîs kir. Me çiqas afirinerî derxist pêşiya gel û parvekirin çêbû, ewqas sinemaya me go ‘em henin û li vir in.’ Ev aliyê polîtîk ve jî seknandinek bû. Sînema çiqas karekî teknîkî be, ewqas jî çîrok û hest e. Li Kurdistanê gelek çîrokên balkêş hebûn, di vê pêvajoyê de me ew kifş kirin. Lê tişta ji bo min herî balkêş jî ew bû ku li aliyê din jî me xwe jî nas kir.
Ez dixwazim werim ser mijara kurtefilmê ‘Piyê Min Toz Şeker’. Te di vî filmê xwe de ji aliyekî ve jî bal kişandiye ser meseleyeke kurdan a faîlên wan ne diyar. Wek tu jî dizanî heta îro jî gelek dozên JÎTEMê ango yên wek faîlên wan ne diyar berdewam dikin û ji aliyê din ve jî ser van dosyayan tê girtin. Mînaka herî dawî jî doza JÎTEMê ya Kerboranê bû. Di vê xalê de em dikarin bêjin ku sînama û filmên mîna Piyê Min Toz Şeker hafizekeyek e ji kurdan re?
Di serî de bêjim mijara ‘Piyê min Toz Şeker’’ mijarek rastî ye û li Dêrsimê hatiya jiyîn. Di Sala 1996an de dema qedexekirinan zexîreyan de, bavek dixwaze şekirê toz bibe mala xwe ji wê sedemê tê kuştin. Çend caran çûm Dêrsimê û li ser vê bûyerê min lêkolîn kir. Ew malbat piştî vê bûyerê koçî îzmîrê kiribû. Bila dewlet çiqas bêje me nekiriye van wek ‘faîl-î meçhul’ bi nav bike jî me li ser vê axê û bi çavê xwe dît ku wan qetlîam pêk anîn. Çavên me sînemageran jî qameraya me ye. Em berê qameraya xwe jî didin xwe û dema em bi wî çavê binêrin gere her tişt bêtirs, bêminnet em derînin ser perdeya spî.Li Kurdîstanê bi reqamên resmî 17 hezar ‘faîlî meçhul’ hene. Me tenê yek buyerek nişan da û me ew deşîfre kirin. Ji bo careke din neyê jiyîn û neyê ji bîr kirin.
'Di Piyê Min Toz Şeker' de diyalogeke kêm heta em dikarin bêjin tenê di cihekî de diyalogek heye (di navbera bav û keç de). Di vê diyaloga bav-keç û di hemû bêdiyaloga heyî de jî têra xwe travma û trajediyên me kurdan tên ber çavên mirov. Sedema tercîha te ya bêdiyalogiyê çibû?
Sînema hunera nîşandanê ye. Car caran tu gotina xwe bi dîmenan jî dikare bibêjî. Me jî wisa tercih kir. Em sekinîn û me berê qameraya xwe da zivistana Dêrsimê, dayikeke hêja, zilamekî bi xîret û zarokeke bi meraq. Û wan çi hest da me, me jî wisa bi rê da bir.
Niha jî bi navê ‘Kusî Jî Dixeyîdin’ te kurtefilmekî nû kêşand. Film li ku hat kêşandin. Ger derfet hebe tu dikare qala naverokê jî ji xwînerên me re bike?
Belê. Me film li navçeya Xolxol ya Çewlikê kişand. Kesên bi kêşanê re mijûl dibûn hemû jî bi kêf û eşq dişuxûlin û kedeke mezin dan. Mijar; mirovek di dema ciwaniya xwe de, li Stenbolê firoşkariya seyarî dike. Rêya wî dikeve ser seta filmê Yilmaz Guney yê ‘Umutsuzlar’. Bi niyeta xweş qaşo dixwaze alikarî bike lê kêşanê sabote dike. Yilmaz Guney jî jê hêrs dibe û wî ji Stenbolê dike der û berê wî dide Çewlîgê. Mêrik jî dixeyide û cardin naçe Stenbolê. Piştî mirina Yilmaz Guney jî îjar ew li ber Yilmaz Guney dikeve û hertim vê buyera xwe tîne ziman. Film li ser vê çîrokê ye.
Yanî bi rihetî mirov dikare bêje ku piştî filmê Behmen Qubadî ‘Kûsî’ bû metaforeke sinemaya kurdî. Gelo em dikarin pêywendiyekî di navbera ‘Kûsî Jî Dixeyîdin’ û ‘Kûsî Jî Dikarin Bifirin’ de, bikin?
‘Kûsî Jî Dikarin Bifirin’ bi rastî di dîroka sinemaya kurdî de aliyê çîrokê, aliyê produksiyonê, aliyê peyamê de cihê xwe yê girîng digre. Filmekî gelek saxlem e û hêja ye. Lê filma me hinek din mutevazî ye. Yek jî mijara me, metafora me zêdetir li ser çîrokek Yilmaz Guney û peyama me jî li ser parastina xwezayê ye.
Pirsa min a dawî li ser karakterê Xalê Şêro yê di Hinek Henek de ye. Xalê Şêro karakterekî ku gotin û çîrokên wî pir bi awayekî piroleyî vedêbêje ye. Di nav kurdan de karakterên bi vî rengî ji bilî derewkariyê di paşerojê de ji bo zimanê kurdî girîngiyeke çawa ava dike?
Min ji bernamaya Hinek Henek re heta niha gelek skeç nivisand. Dema min skeç dinivisand pîvana min ev bû; Bila tîp û qarakter ji nava gel be. Yanê ji me be da ku temaşevan xwe tê de bibîne, jê hez bike. Avantaja min a mezin ew bû ku ez heya 18 saliya xwe li gund bûm û min dizanî bû gel bi çi dikene.
Rêwitiya min û Xalê Şêro wîsa destpê kir. Erê Xalê Şêro kesek derewkar e û hertim derewên mezin dike lê peyama me jî ev bû; derewên me ji rêzefilm û nûçeyên wan baştir e. Heya hûn temaşe dikin Xalê Şêro temaşe bikin. Xalê Şêro bi kurdiya xwe kesek û tîpekî orjînal e. Hema bêjin li her herêmekê û li her gundekê yekî wek Xalê Şêro heye. Loma temaşevan ji vî karakterî pir hez kirin. Yek jî Xalê Şêro bi derewê xwe zimanê kurdî, şanoya kurdî, hunera kurdî bi me dide hez kirin. Armanc jî ew e jixwe.