Evîn û Şoreşek Nivmayî: Casablanca

Her yek ji me mirovan li pey xewn û xeyala evînê wek perperokê bi zanabûn an jî bêzanabûn xwe diavêjin nav agirê har. Belê agir har e û her tiştî dişewitîne lê agir ji nû ve jî dide avakirin û tiştên nû jê peyda dibin. Her yek ji me wekî prensê di çîroka Sîndirellayê de di dest de pêlava camî em li yara xwe digerin. Kî derkeve pêşberî me em difikirin û dikevin nav xeyalan: “Gelo yara/ê min ev e?”. Ev pirs jîyana me teşkîl dike, dibe bingeh ji jîyana me re û jîyana me serobino dike.

Google Haberlere Abone ol

Mela Mıhyedîn

Melayê Cizîrî evînê sedema hertiştî dibîne û ji her çar hêmanên xwezayê re dike bingeh. Tu tişt nemaye ku ji evînê behra xwe nestendî. Evîn tiştek wisa ye. Li ser stran hatine gotin, li ser helbest û roman hatine nivîsandin, li ser sînema û şano hatine çêkirin. Yek ji wan sînamaya Casablanca ye. Evîn bixwe di hundirê xwe de şoreşê jî dihewîne lê şoreşek du alî. Her du alîyên evîndar li gel hev şoreşa xwe û evîna xwe dikemilînin.

Fîlmê Casablanca ji pîyesek şanoyê ji bo sînemayê tê amadekirin. Pîyesa şanoyê ji alîyê Murray Burnett û Joan Alison ve di sala 1940î de hatîye nivîsandin. Navê pîyesê 'Everybody Comes to Rick’s' e.

Di wextê şerî de kişandina fîlman pir hesan nîn e. Di wextê şerî de dîktatorî û pergala totalîter bi qewwettir dibe. Di rewşeke wiha de derhêner û fîrmayên sînemayê bi hesanî nikarin rexneyan an jî li dijî pergalê fîlman çê bikin. Di rewşek wiha de Warner Bros. ji bo metirsîyê û ji alîyê din ve alîkarîyê bide USA navê fîlm dike Casablanca. Casablanca di nîvê şerê 2an yê Cîhana de di sala 1943an de dikeve vîzyonê. Piştî Konferansa Casablancayê seroka USA Franklin D. Roosevelt daxwaz kir û fîlmê Casablancayê di Qesra Spî de temaşe kir. Ev her du bûyer populerîteya fîlm bilindir kirin.

Casablanca bi her awayê xwe fîlmek, xeyalî, romans, egzotîk û nemir e. Di nava şerê cîhanê de kesên ji zilma Almanyayê direvin têne Casablancayê. Yên qeweta wan hebe bi awayekî rêya xwe dibînîn ji wir diçin Lîzbonê û ji wir jî diçin Emerîkayê. Yên nikaribin ji vira herin cihekî din dibin niştecihê vî bajarî. Di nava van kesên niştecihbûyî de zilamekî lihevhatî heye û navê wî Rick Blaine (Humphrey Bogart) e. Rick mirovekî jixwebawer, mirovekî alîkar û camêr bû lê tu carî xwe nediavêt nava rîskê.

Rick jî ji ber zilma Almanyayê revîya û hatîya Casablancayê. Li vir bi navê 'Rick’s Café Americain' cafeyek vekirîyê û di vê cafê de hevalê wî Sam (Dooley Wilson) jî pîyanîstîyê dike.

Rojek ji rojan di nava hemû welatan de û di nava hemû Cafe-Barên bajaran de Ilsa Lund’ın (Ingrid Bergman) leqayî cihê Rick dibe. Gava dikeve mekan û Sam dibîne behsa demên borî dikin. Ilsa dibêje: “Lêxe Sam, ji bo xatirê zemanê berê cardin lêxe.”

Wexta hîn Parîs ji alîyê Almanyayê ve nehatibû dagirkirin Rick û Ilsa hevdu li vî bajrê evînê naskiribûn. Bi hev re wextên xweş û evînek samîmî avakiribûn. Dema Parîs dikeve bin kontrola Almanyayê de Ilsa tevlî şoreşê dibe û wenda dibe. Rick jî berê xwe dide Casablancayê.

Ilsa tenê nevegrîyaye Casablancayê li kêleka wê mêrê wê jî hebû. Hevjînê Ilyayê şoreşgerekî çepgir yê Çeka bû ji alîyê dijmin ve dihat şopandin. Ketibane destê dijmin xilasîya wî nedibû. Navê wî Victor Laszlo (Paul Henreid) bû. Herçiqasî ji welatê xwe dûr ketibe jî ji bo şoreş biçe serî tişta ji destên wî dihat dikir.

Rick du heb belgeyên girîng yê derbasbûnê peyda kiribû. ‘Captain’ Louis Renault û serleşkerê Nazî Strasser ji bo wan belgeyean bi dest bixin dikevin pey şopa Rick.

Rick evîndarê Ilsayê bû û ji bo evîna wê xwe dabû cixare û ereqê. Heger bixwesta bi rehetî dikarîbû Ilsayê li cem xwe bihêla lê Rick wiha nekir. Rick herdu belgeyên xwe dan Victor û Ilsayê û piştî amadekirina her tiştî ew li teyareyê siwarkirin û ew bi rêkirin.

Evîn fedakarîyê û kesê/a herî fedakar kesê/a herî evîndar e. Rick mirovekî keyfî bû lê Victor zilamekî esîl bû. Rick bi tevgera xwe esîlbûna xwe dîyar kir. Xwe ji bo evîndara xwe û ji bo zilamekî din feda kir.

Fîlm tenê ne fîlmekî romatîk û evîndarî ye. Di hundirê xwe de gelek sembolên sîyasî jî dihewîne. Fîlmekî dîrokî û nemir e.

Wekî replîka Rick: “Hemû cîhan xirab dibe û ber bi nexweşîyê ve diçe lê em ji bo evîndarîyê dixebitin”. Di ser vê replîkê de 77 sal derbasbûne lê belê gotina Rick rast û di cihê xwe de ye. Lê di vê cîhana xopan de ya wê me rizgar bike 'Evîn' bi xwe ye.

Agahîyên Fîlmî

Derhêner: Michael Curtiz

Senaryo: Philip G. Epstein û Julius J. Epstein

Sal: 1943

Wext: 102 Deqîqe

Lîstikvan: Ingrid Bergman, Humphrey Bogart, Paul Henreid û Dooley Wilson

IMDB: 8.5

Xelat: 3 Oscar, 5 Xelat ve 6 Namzetî