Jimara sêyem a Kovara Sînemaya Serbixwe derket

Piştî 7 mehan hejmara nû ya Sînemaya Serbixwe derket. Kovar weke e-kovarê tê weşandin.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Kovara Sînemaya Serbixwe wek malper li ser nûçe û geşedanên sînemaya Kurdî, sînemaya cîhanî û sînemaya Tirkîyeyê radiweste û xwînerên xwe agahdar dike. Kovar heta niha du jimarên Sînemaya Serbixwe wek e-fanzîn hatibûn weşandin.

Edîtorê Sînemaya Serbixwe, jimara kovarê a sêyem wiha dide nasîn: “Di rûpelên hejmara sêyem a Sînemaya Serbixwe’yê de, ji sê zaraveyên Kurmancî, Zazakî, Soranî yên Kurdî; nivîs û gotarên sînema, şano û rêzefîlmê ku ji aliyê Dilazad Art, Welat Ramînazad, Rûmet Med, Mela Mihyedîn, Arezû Sirajeddîn, Şafî Muhammed, Hawar Rehîmî, Omer Bextîyar ve hatine nivîsandin cih digirin. Her wiha di vê hejmarê de me hevpeyvîna ku bi edîtorê me re hatibû kirin jî weşandin.”

Ji bo jimara sêyem ya kovarê hûn dikarin li vir bitikînin; http://sinemayaserbixwe.blogspot.com/2020/08/hejmara-seyem-sinemaya-serbixwe-derket.html

Navnîşanên Medyaya Civakî ya Sînemaya Serbixwe;

Twitter: SinemaSerbixwe

İnstagram: SinemayaSerbixwe

Facebook: SinemayaSerbixwe