Stêrka Piçûk ango xeyalên bi kurdî

Di edebîyata kurdî de (kurmancî) çîrokên ji bo zarokan hatine nivîsandin gelek caran, dubarekirina çîrokên gelerî ne. Lê çîrokên gelerî ji alîyê mijar û naverokê ve ne li gor hiş û aqlê zarokan hatine honandin. An jî çîrokên me yên gelerî yên dema antîk in û ji bo mezinan hatine gotin. Çîrokên gelerî gelek caran weke eslê xwe hatine çapkirin û li gor zanista pedagojîyê nehatine honandin.

Google Haberlere Abone ol

Veysel Vesek

DUVAR - Pirtûka çîrokan a Murad Dildar bi navê Stêrka Piçûk, bê him û gum di sala 2020an de, ji weşanxaneya Avestayê derket. Heta niha ne di medyaya civakî de û ne bi tu şiklî min li ser vê kitêbê danasîn jî nexwendine. Di bazara çîrokên ji bo zarok û ciwanan hatî nivîsîn de, pirtûkên weke 'Stêrka Piçûk' nînin. Lê dîsanê xwendevanên me ji danasîn û nirxandina vê pirtûkê bêpar mane. Helbet ev hem berpîrsîyarîya weşanxaneya Avestayê ye hem jî ya nivîskar û xwendevanan e. 

NAVÊ PIRTÛKÊ

Stêrka Pîçûk, vegotineke herêmî ye û ji devokê Amedê tê. Nivîskar karîbû 'Stêra Biçûk' jî nivîsandiba. Lê bi vî awayî û bi devoka nivîskar 'Stêrka Piçûk' xweştir çêbûye. Nivîskar Murad Dildar weke di bergê pirtûkê de 'Heşt Çîrok Bo Gêncan' nivîsîye. Ev binnivîs, bersiva pirsa kî dê vê pirtûkê bixwîne û ev pirtûk ji bo kî hatîye nivîsîn e. Dema mirov pirtûkê dixwîne bersiva vê pirsê gelekî xweş dibîne. Nivîskar hê di despêka pirtûkê de bi vê binavkirinê, gotîye ku; “ez dixwazim zarok an jî ciwanên di navbera nehsalî û pazdehsalîya xwe de, vê pirtûkê bixwînin”. Bi kurdî ji van zarokên temenê wan heta pazdehsalî re dibêjin sîpelok û xama. Bi tirkî carinan ji wan ra dibêjin 'ergen'. Li herêma Dîyarbekir ji wan re dibêjin 'gênc'. Bi vî awayî nivîskar, ji bo pirtûka xwe ewil xwendevanên xwe tango kesê pirtûkê bixûwînin dîyar kirine. 

BERGÊ STÊRKA PIÇÛK Û ÇEND TIŞTÊN DIN

Bergê pirtûkê hunermendê hêja Şener Ozmen çêkiriye. Berg ji şeveka tarî û stêrkên ku hemma tên xûyakirin pêk hatîye. Bergeke gelekî xweşik û bimehne ye. Lê gava min heşt çîrokên 'Stêrka Piçûk' xwendin, min ev berg û pirtûk li hev neanîn. Ji ber ku pirtûk, bi her awayî ji çîrokên bi hemû rengan hatî xemilandin pêk hatîye. Ez dikarim bêjim ku di çîrokên 'Stêrka Piçûk' de şeveke tarî jî nîne. Lehengên çîrokan, sipî ne, kesk in, şîn in, mor (xemrî) û kesekesor in û hwd. in. Ji ber vê jî bergê reş li pirtûkê nehatîye. Belê Stêrka Piçûk navê pirtûkê ye, lê çîroka Stêrka Pîçûk bi xwe jî bi zimanêkî qozaqalî( keskesorî) hatîye xemilandin. Her wiha ji ber ku ev pirtûk ji bo zarokan hatîye nivîsîn, bergeke rengîn dê bêhtir li Stêrka Piçûk bihata. Berî ku ez naverok û mijara çîrokan binirxînim dixwazim vê tespîtê jî bikim. Hema tenê di gramera kurmancî de be jî kêm û zêde standardek heye. 

Divê kesên wek edîtor û redaktor zimanê pirtûkan li gor standarda kurmancî rast bikin. Di rûpelê kunyeyê de tê dîtin ku edîtor Songul Keskîn e û Recep Dildar û Azad Dildar jî pirtûk xwendine. Lê redaksîyona pirtûkê kê kirîye ne dîyar e. Wilo xuya dike ku ev bar li ser milê edîtor dimîne. Lê mixabin pirtûkeke hevqas hêja ji alîyê redeksîyonê ve ne serketî ye. Di destpêkê de li bin navê edîtor û kesên berhemxwendî, 'Şêwirmendê Psîkolojîyê' jî hatîye nivîsandin û ev şêwirmend jî Azad Dildar e. Ji bo pirtûkên zarokan divê hemû weşanxane ji alîyê psîkolojîk û pedagojîk ve berî çapê berheman di ber çavan re derbas bikin. Hebûna şêwirmendê derûnnasîyê ji bo weşanxaneyên me gaveke di cîh de ye. Di pirtûkê de çîrok li gor dema (tarîx) nivîsandina xwe hatine rêzkirin. Li gor vê rêzê nivîskar; çîroka ewil di sala 2006an de nivîsîye û çîroka dawî ya bi navê 'Stêrka Piçûk' di sala 2010an de nivîsîye. Ev yek ji bo şopandina berhemdayîna nivîskar, çavkanîyeke baş e. Ez ê li jêr li ser gramera zimanê berhemê nesekinim. Ji ber ku ev berhem, bi çîrokên xwe ji matematîka gramerê muhîmtir e. 

MIJARA ÇÎROKAN

Di 'Stêrka Piçûk' de heşt çîrok hene. Navê çîrokan bi rêzê; Qesra Spî, Dara Sêvê, Gola Şîr, Kanîya Zêrîn, Kurmên Reş, Marê Sor, Çîyayê Spî û Stêrka Piçûk e. Ji van çîrokan 'Qesra Spî' di sala 2009an de û 'Dara Sêvê' di sala 2012an weke pirtûk ji weşanên Avestayê, di nav Rêza Hêlîn de der çûbûn. Piştî van çîrokan nivîskar şeş çîrokên din jî nivîsîye û ew weke pirtûkê niha bi navê Stêrka Piçûk li ber destê me ye.

Nivîskar, bi forma çîroka gelerî lê mijarên qedîm bi şêwazeke nû nivîsîne. Meselêyên civaka modern ên bi xwezayê re û têkilîyên civakê bi hev ra hûnandine. Têkilîya di nava mirov û xwezayê de, li ser nirxên wekhevîyê hatîye avakirin. Ango mirov, tîp û leheng û xweza hevalên hev in. Mirov û ajal ne serdestê hev in, tekilîyên îktîdarî-serdestî û bindestî di navbera wan de nînin. Wexta xweza dikeve tengasîyê mirov bi hawarê wê ve diçin. Wexta carinan mirov dikevin tengasîyê, ajal, çem û kanî bi hawara mirovan ve tên. Ahenga di navbera xweza û mirovan de di çîrokan de serdest e. Nivîskar nehiştîye tu leheng li ser hev weke serdest û zordar bimînin. Mesela di çîroka Kanîya Zêrîn de desteserkirina kanîyê bi alîkarîya Teyrên Zêrîn û Perîya Avê, Zelal bi dawî dibe. Bi xêra têkoşîna Teyrên Zêrîn û Perîya Avê, Kanîya Zêrîn careke din ji bo hemû mirovan dibe çavkanîya jîyanê. Di hemû çîrokan de av û kanî, dar û daristan û hemû xweza weke malê hemû mirov û ajalan hatîye pênasekirin. Parastina van heyînên hevpar di hemû çîrokan de dîyarkirî ye. Wexta ku di çîroka Gola Şîr de Qertelê Reş êrîşî masîyên Gola Şîr dike û dixwaze ku golê û masîyan tune bike, hemû ajal û mirov bi hev ra li hember Leflefokê Har û Teyrê Reş li ber xwe didin û nahêlin masîyên Gola Şîr û Gola Şîr xusarê bîbînin. Her wiha di çîroka Dara Sêvê de jî, hebûna Dara Sêvê ne bi tenê ji bo Nêçîrvan Axa ye. Bi xêra sîya Dara Sêvê gulên sor ji zîpikan rizgar dibin û bêhneke xweş didin mirovan. Piştî birîna Dara Sêvê, gul avê venaxwin û Nêçîrvan Axa di rêwîtîya xwe da dibîne ku, ajalên weke mar, kurmorî û kûsî jî bi xêra Dara Sêvê li jîyanê ne. Bi vî awayî girêdana xwezayê di hemû çîrokan de berbiçav e.

LEHENG Û TÎPÊN PIRTÛKÊ

Lehengên çîrokan eynî wekî çîrokên gelerî, mirov in, dar in, ajal in, çem in, kanî ne, perî ne, stêr in û hwd in. Lê di çîroka Stêrka Piçûk de 'gerstêrk' jî lehengeke berbiçav e û di çîrokên gelerî de min bi xwe lehengeke bi navê gerstêrk nebihîstîye û nexwendîye. Dibe ku di çîrokên modern de jî lehengeke weke gerstêrkê tiştekî nû be. Di hemû çîrokan de zarok û jin, rêber û kesên hestîyar in. Baqilbûn û rêberîya zarokan di çîroka Qesra Spî û Çîyayê Spî de gelekî berbiçav e. Di çîroka Qesra Spî de leheng lawikê binavê Dilgeş e. Di çîroka Gola Şîr de dîsa bi xêra baqilbûn û çavdêrîya zarokan Gola Şîr ji mirinê rizgar dibe. Her wiha lehenga çîroka bi navê Çîyayê Spî jî keça bi navê Ronya ye. Stêrka Piçûk jî em dikarin weke zarokekê bihesibînin. Her wiha di çîroka Dara Sêvê de rêberîya Perîya Xwezayê ya bi navê Rengîn ji bo lehengê çîrokê Nêçîrvan Axa, bûye mifteya çîrokê. Di çîroka Qesra Spî de zanaya Welatê Seyranê, Pîra Bêrîvanê ye. Di çîroka 'Kanîya Zêrîn' de tekoşera xwezayê Perîya Avê, Zelal e û Kanîya Zêrîn ji zordaran xilas dike. Jixwe di çîroka bi navê 'Kurmên Reş' de lehenga çîrokê Keybanû Gulperî Xanim e û çîrok bi lehengîya wê dest pê dike û bi hewldanên wê diqede. 

Di çîrokan de leheng û tîpên baş û nebaş di nav ajal, nebat û mirovan de weke hev in. Ango hemû mar ne xirab in û hemû mirov jî baş nînin. Di çîroka Qesra Spî de, Marê Reş asteng e ji bo Dilgeş, lê di çîroka Dara Sêvê de mara xweşik ji bo Nêçîrvan Axa dersdêr e. Mar di çîroka Marê Sor de dijminê Xwezayê ye. Her wiha di çîroka Kanîya Zêrîn de Teyrên Zêrîn hevalbendên mirovan in, lê di çîroka Gola Şîr de Qertelê Reş dijminê xwezayê û mirovan e. Ji bo nebatan jî eynî tişt derbas dibe. Di çîroka Dara Sêvê de gul û dara sêvê dostên mirovan in, di çîroka Gola Şîr de, Leflefoka Har dijmina xwezayê û mirovan e. Her wiha dî çîroka Çîyayê Spî de, mezinên gund nezan in û bi vê nezanîya xwe dixwazin Çîyayê Spî bihelînin. 

Di çîrokan de, leheng û tîpên ji derveyî mirovan, bi rengan hatine pênasekirin. Ango reng başbûn û nebaşbûna leheng û tîpan dîyar dike. Di çîroka Qesra Spî de, qesr sipî ye, çîya şîn e, şikeft reş e, mar reş e, kosî, berxik, jîjo, hesp, kevok û perî spî ne. Di Dara Sêvê de, baxçe heftreng e, gul sor in, zer in, spî ne û çîya reş e. Marê Reş di çîroka Qesra Spî de lehengekî nebaş e. Di çîroka Kurmên Reş de, Kurmên Reş zad û zengînîya mirovan tune dikin. Di çîroka Stêrka Piçûk de, 'dumana reş' stêrkan dixurucînê. Ango bi rengê reş nebaşîya lehengan û tîpan tê pênasekirin. Di gelek çîroka de renge sipî sembola qencî û xweşikbûnê ye. Lê di Çîroka Marê Sor de, sorbûna mar xirakirin û yekrengîyê dîyar dike. Wexta çîrokan de gelek reng li pey hev tên nivîsîn, xweşî û bextewarîya mirov û xwezayê tê taswîrkirin. Her wiha bi vî awayî di hemû çîrokan de leheng û tîpên dermirovî bi rengan hatine pênasekirin û di hişê mirov de bi rengan cihê xwe çê dikin. Di pirtûkê de navên hemû leheng, tîp û her tiştî bi kurdî ne. Dilgeş, Bêrîvan, Çîyayê Spî, Qesra Spî, Marê Reş, Ronya, Çemê Zelal, Teyrên Zêrîn, Gulperî, Xecê, Gola Şîr, Kurmên Reş, Dara Sêvê, Neçîrvan Axa, Teyrê Tawis û hwd. hemû bi kurdî ne. 

VEGOTINA ÇÎROKAN

Weke ku me li jor nivîsandibû, çîrok bi şêwaza çîroka gelerî hatîye hûnandin. Di destpêka çîrokan de jîyaneka asayî didome, pişt ra pirsgirêkeke ku civaka çîrokê tengezar dike derdikeve holê û ji bo çareserkirina pirsgirêkê leheng ber bi rêyeka nedîyar ve diçe. Ji xeynî çîrokekî, di hemû çîrokên din de lehengê çîrokê ji bo çareserkirina pirsgirêka civakî xwe li ser rêyekê kar dike û rêwîtîyeke dûrdirêj dike û weke di çîrokên gelerî de leheng ji vê rêya dûr û zehmet bi dermanê pirsgirêkê li civaka xwe vedigere. Helbet leheng di vê rêwîtîyê de rastî gelek tehlûkeyan tên û xwe ji van tehlûkeyan xilas dikin. Di çîroka bi navê Qesra Spî de, lehengê çîrokê Dilgeş ji bo welatê Seyranê ji mirinê xilas bibe berê xwe dide Qesra Spî. Di çîroka Dara Sêvê de, Neçîrvan Axa ji bo gulên xwe yên xweşik dikeve binê bîrê, diçe Welatê Rehan. Di çîroka Gola Şîr de, ji bo pezê şivanan şîr bidin wan, gundî keweke sipî difirînin zozanan. Di çîroka Kanîya Zêrîn de, Teyrê Zêrîn ji bo rizgarkirina Kanîya Zêrîn di rêyeka dûvedirêj re diçe pey perîya avê. Di çîroka Kurmên Reş de, Keybanûya Gulperî, ji bo dexl, av û madenên xwe ji ber kurmên reş rizgar bike dikeve ser rê. Di çîroka Marê Sor de, ji bo ku Teyrê Tawis û hemû ajal, daristan û nebat ji zordarîya Marê Sor xilas bibin, Pinpinîka Nazenîn ji bo rengên Keskesorê dikeve ser rê. Di çîroka Çîyayê Spî de, lehenga zarok Ronya ji bo ku ewrê li ser Çîyayê Spî pîne bikin diçe welatê terzîyan. Her wiha di çîroka dawî de, Stêrka Piçûk ji bo stêrkên biçûk ji xezeba Dûmana Reş xilas bike ber bi rojê ve diçe û piştî vê rêwîtîyê stêrkên piçûk ji xurucînê rizgar dike. Ev formên çîroka gelerî, di çîrok û mîtên gelên dinyayê de jî berbiçav in. Nivîskar Joseph Campbell di pirtûka xwe ya bi navê 'Rêwîtîya Leheng a Bêdawî' de vê rêwîtîya lehengên civakên cuda bi awayekî berfireh dinivîsîne. Motîfên hevpar ên çîrokan, weke tespîtên Campbell, nivîskarê me Murad Dildar jî bi kar anîne. Jixwe bi xêra van motîfên hevpar, çîrokên Murad Dildar xwendevanên zarok, bi taswîrên dûvdirêj aciz nakin û dihêlin ku xwendevan di hundirê çîrokê de bimeşe.

ÇÎROK GELEK CARAN NE HELBESTÎ NE

Di forma çîrokên kurdî de, çîrok gelek caran ne helbestî ne, lê çîrokbêj, ji bo guhdar carinan bêhna xwe veke, çar pênc rêzan wek helbest an stran li pey hev rêz dike. Murad Dildar ev şêwaza vegotinê gelekî xweş pêk anîye û di hemû çîrokan de bi çarînan hinek beşên bi aheng nivîsandine. Mesela di çîroka ewil a bi navê Qesra Spî de li gor herikandina çîrokê pênc çarîn bi cîh kirine û ev çarîn ji devê zarok û gundî û lehengan weke koro hatine gotin. Di hemû çîrokên din de jî beşên bi vî şiklî hene. Armanca van beşên helbestî dibe ku, ji bo rehetxwendina girseya zarokan be. Ji vê hêla xwe ve çîrok li gor zanista pedogojîyê hatine honandin û zarok di xwendina çîrokan de nateqinin. Di berhemên pexşan de bikaranîna helbestê ne şêwazeke nû ye. Hem di edebîyata devkî de û hem di edebîyata klasîk a cîhanê de ev şêwaz hatîye bikaranîn û bi hevragotina van beşên helbestî, koroya di trajedîyên Grekî yên Kevin tîne bîra mirov. 

Di edebîyata kurdî de (kurmancî) çîrokên ji bo zarokan hatine nivîsandin gelek caran, dubarekirina çîrokên gelerî ne. Lê çîrokên gelerî ji alîyê mijar û naverokê ve ne li gor hiş û aqlê zarokan hatine honandin. An jî çîrokên me yên gelerî yên dema antîk in û ji bo mezinan hatine gotin. Çîrokên gelerî gelek caran weke eslê xwe hatine çapkirin û li gor zanista pedagojîyê nehatine honandin. Berhema nivîskarê me Murad Dildar, di bin çavdêrîya psîkologekî de hatîye amadekirin û taybetîyên çîrokên zarokan ên modern di nava xwe de dihewîne. Her wiha ev pirtûk bi hişmendîyeke kurdî hatîye honandin û di avakirina hevokan de tesîra zimanê bîyanî gelekî kêm e. 

Stêrka Piçûk, ji bo zarok xeyalên xweş çekin, ji bo ku zarok ji jîyanê hêvîdar bin hatîye nivîsîn. Nivîskar bi van çîrokan rêya xeyalên kurdî ji bo zarokan vekirîye. Ji ber ku navê hemû tîp û leheng û her tiştî bi kurdî ye, hişmendîya pirtûkê jî bi kurdî ye. Ji bo xeyalên bi kurdî kerem bikin Stêrka Piçûk bixwînin.