Tûtina Bavê Min û Xewnên Meyro

Edebiyata kurdî û nivîskarên kurd ji ber sedemên şer û pevçûn, bindestî û xizaniyê, bi derengî postmodernîzm nasîn. Lê dereng mabin jî, ji kurdî zarên jê diwelidin û malzaroka edebiyata me bi kêr e.

Google Haberlere Abone ol

Ronî Reşo

DUVAR - “Dinya ne bi wate ye ne jî bê wate ye, tenê heye, ewqas.” Alain Robbe-Grillet. Evro asta roman û kurteçîroka kurdan gihîştiye asteke bilind. Her ku diçe bilindtir dibe û edebiyata kurdî jî dewlemend dibe. Ev bo me xwîner û kurdîhezan serfirazî ye. Edebiyat, li gor min zimanê miletekî ê estetîk e. Lewra edebiyat bi zimên têr dibe û têrbûna zimên jî bi edebiyatê ye. Baş e, me got her ku diçe edebiyata me berfireh û zengîn dibe û nûserên nû xwe tevlî vê umanê dikin. Peşkek be jî Hamit Baydu xeleka di nav vê umanê de berfireh kir û xwe bi navê nûsertiyê danî, bi berhema xwe yî têrpeyv û devokherêmî; Tûtina Bavê Min. Piştî xwendina vê kurtekitêbê min jî xwest ez zend û bendan badim û vê kitêbê de hêmaya “navmetnî” (Intertextuality) bala min kişand û min xwest li ser rawestim. Ezê di vê gotarê de balê bikişînim li ser hêma/teknîka post-nûjen ku nivîskêr di berhema xwe de bi kar aniye.

NAVEROKA KITÊBÊ

Karakterên cihêreng û nas ku hemî jî di nav me de dijîn ku nûser, her lehengê xwe derdixîne ser dikê pêşberî me û em van karakteran temaşe dikin. Bingeha karakteran li ser hîmên psîkolojîk hatine afirandin. Karakterên dijî hev di her kurteçîrokên vê kitêbê de xwe didin der û a ku xweş jî meriv di kurteçîrokê de çêj û tahma pirrengiya kadroya lehengan dihese; zarok, bavê çikûs, dêya kezebşewitî, jina fêhlbaz, zarokên nûbalixbûyî yên xwedî erk û otorîte li ser zarokên taxê, mamosteyê meqamhez, serokê dîktator... û hwd. Di heman hawî nûser di nav van lehengan de fîgurên weke sofîk û esker û polês ji bîr nekirine. Di bingeha xwe de honandina kurteçîrokên vê kitêbê rêaksiyonel e, bi gotineke din karakterên dijî hev an jî fikr û ramanên dijî hev dihêle ku bûyer li ser zemîna aksiyoneke dramatîk rû bide. Di her kurteçîrokê de karakterên serleheng û ê li dij wî, karakterekî hasim heye. Ev yek jî dibe sedem ku kurteçîrokan de bûyerek biqewime. Weke mînak; kurê Qopo û Qopo, Hêştirmeyê Bextreş û Serokê Hêştirmeyan, Nûro û Bavê wî û birê wî Misto...

Di heft kurteçîrokan de mirov dibîne ku karakter xwedî çîrokekê ne. Karakterên van kurteçîrokan nehatine karakterîzekirin, berevajî pir azad in. Kurteçîroka ewilî bi zarokekî dest pê dike (kurê mele Qopo) û bi zarokekî diqede (Cibo)

Heke meriv kurtasî qala naveroka kurteçîrokan bike, bo nimûne, çend hevok;

Tûtina Bavê Min

Zarok be jî xwedî hest û taybetmendî ye û taybet e. Xwezî û daxwazên wî hene. Lazim e mirov çikûs nebe, fahm bike û her çendî zarok temenpiçûk bin jî lê dikarin gellek tiştan bikin; tolhildan!

Hêştirmeyê Bextreş

Ev çîrok, çîrokeke nivîşkal e ku nûser bi teknîka navmetnî çîrok temam kiriye. Aleogorîk û symbolîk e. Ev çîrok wiha dibêje me: nîjadperestî tiştekî baş nîne, meriv her çawa be dixwaze azad be. Ti mirov taybetî serokên otorîte û dîktator qet weke gotinên xwe nînin... Naveroka vê kurteçîroka gellekî dişibe kitêba George Orwell Çewliga Heywanan di wir de jî ajalê serok yasayan derdixe, lê ew piştî demekê li gor yasa û qanûnên ku derxistine, tevnagere.

Xeyalên Derewîn

Çavnebarî û meqamîhez dilê mirovan weke mişkan dikirtîne. Dawiya mirovên wiha xêr nîne. Mirov lazim e bi aqilane tevbigere ne ku bibe xulam û êxsîrê hestên xwe ên neyênî.

Pisîka Bakurî

Mirov carinan safikî tevdigere, dilpak e û dixwaze bo ax, welat û miletê xwe tiştekî baş bike. Herwiha ev kurteçîrok jiyana berê û nûjen dide ber hev û bitirî mirovan têk dibe. Lehengên di vê çîrokê de jiderpketî ne, dikevin, ketî ne... Lê dilpak in saf û paqij in.

Cibo

Jiyana zarokên taxa Baxlarê (Rêzan) ji me re vedibêje. Di çîrokê de hestên welatparêzî, hevaltî û çetebûna di nav xortên demê de raxistiye ber çavan.

Xewnên Meyro

Meyro jineke bî û fêlbaz e. Oldareke qerase ye û ol ji xwe re kiriye amûreke serkeftî. Debara xwe bi waezan û bi dîtin û şîrovekirina dîtina wan xewnan, dike.

Lîstika Mêşan

Nûro zarokekî 13 salî ye û kulek e. Xwedî malbeteke kesên fraksiyon û fikrên curbecur e. Serê salê ye û daxwaziyeke Nûro heye ku êvarê li ber dikana bavê biçe malê û goştê elokê ê li ser savarê bixwe û sêra tvyê bike. Lê Nûro dibe şahidê bûyereke salên 90î ku diqewimîn. Xwezya Nûroyê piçûk di qirika wî de dimîne.

DI BERHEMÊN EDEBÎ DE HÊMAYÊN POST-NÛJEN

Postmodern têgehek û rêbazeke tevlihev e û bawer im gellek rexnegirên edebiyatê hêj li ser vê rêbazê negihiştine encamekî. Ev rêbaz di serî de xwe li mîmariyê dide der û paşê belavî edebiyat û wênesaziyê dibe. Li hember serdema teknolojiyê û serêşî û sergêjiya zemên û post-modernizm weke gotina Yildiz Ecevit “qewmîneke rûxandina çanda kevneşopiya Rojava (Ewropa) ye.” Tenêtî, valahiya di giyanê meriv, bîrîkirina dem û dewrana berê, teoriya îzafiyet, teknolojî, şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn... Ev hemî bûn sedem ku rêbazeke wiha biafire. Bi vê rêbazê xal û yasayên tund ji holê rabûn, li dij dewletên netew, pirrengî, pirçandiya gel û miletan, têkilhev bû û ev jî bû sedem, karnawaleke çandî û miletî derkeve holê.

Postmodernizm, neqeba salên 1950-60î li Emrîka û Fransayê dibe gengeşî û helbet ev gengeşî salên 1980yî bi nivîskarên weke J. Joyce, Elîot, Yeats... tê asta herî bilind û edebiyathezên wê demê, edebiyata modern li dijî edebiyata postmodern qels dibînin.

Di wêjeyê de ev rêbaz, xwedî hinek taybetmendiyan e;

1) Di van berheman de mekan, ne diyar in. 

2) Armanca nivîskar, serbixwebûn e. 

3) Mabesta wî yî berhemafirandinê, lîstoka bi peyvan e. 

4) Nade dû kevneşopiya modernîzmê, ew gerdûnî ye û li dijî klasîk û rêbaza modernîzmê a binhişê ye. 

5) Bêhtir, bi derûniya karakterên xwe ve têkil e. 

6) Tenê li ser mijarekê, romana xwe nahone, piralî ye, pirçandî ye û di romana xwe de ji yekê zêdetir nêrîn hene ku romana xwe vedibêje.

7) Li gor nivîskêr jiyan, lîstokek e û erka romanê a di jiyanê de jî çêkirî ye ango jiyan lîstok e, roman jî lîstoka di nava lîstoka jiyanê de ye. 

8) Tiştên şênber û razber di nav hevûdû de ne û di romanê de ji hev cihêkirina van her du tiştan zahmet e. 

... 

Teknîka Berhemên Postmodernîzmê 

Di vê beşê de ez dê tenê çend teknîkên postmodern yên ku nivîskêr gelemperî di berhemên (roman-kurteçîrok) xwe de bi kar tînin, binivîsim, jiber ku nêzî bîst (20) teknîkan hene. 

1) Banhîkayet /Metafiction

2) Navmetnî/İntertextuality

a- Parodî

b- Pastîş

c- Îronî 

d- Qewastin/İntihal 

3) Piranîparêzî/Pluralizm 

4) Pirrengî

5) Lîstok-kirin

6) Pêkenîn/Mîzah 

Edebiyata kurdî û nivîskarên kurd ji ber sedemên şer û pevçûn û bindestî û xizaniyê, bi derengî postmodernîzm nasîn. Lê her çendî dereng mabin jî, ji kurdî zarên jê diwelidin û malzaroka edebiyata me bi kêr e. Hamit Baydu jî di vê kitêba xwe yî Tûtina Bavê Min hewl daye rengekê bide kurteçîroka kurdî û ji qeyd û bend û vegotin û honandina klasîk veqetîne. Ezê li ser kurteçîrokeke Hamit Baydu a bi navê “Hêştirmeyê Bextreş” rawestim û krîtîk bikim.

Hêmanên Postmodern û Bikaranîna Teknîka Navmetnî (Intertextuality)

Teknîka navmetnî, teknîkeke sûdwergirtin e. Lê ev sûdwergirtin ne ku kopykirin e, dibe ku teşeyî be û pirtir ji nû ve li gor xwe afirandin e. Min fikr û ramanên çend nivîskarên rexnegir li jêr nivîsî ye.

Intertextuality (navmetnî) a berî serdema postmodern jî bi sernavên cuda heyîna xwe nîşan dayî, bi wateya têgehî di serdema modern û postmodern de teşe girtiye. Ev teorî nemaze di serdema postmodern de, di qadeke fireh de hatiye bikaranîn û pişt re jî bûye babeta gellek lêkolînan. (Bulut, 2018:4) Bi taybetî bi Mihail Bakhtin re û piştre jî di salên 60an de bi nivîskar û rexnegirên wek Roland Barthes, Julia Kristeva, Michael Riffaterre û Gérard Genette re, di wateya metnê de guherinên radîkal çêbûn. Li gor wan, metin binyadeke pirdengî bû ya gotar û dirûvên metnên berê dihewîne. (Aktulum, 2000:14)

Herwiha di bin navê têknîka navmetnî de bikaranîna du cureyan heye;

Parodî

Pastîş

Parodî; di tekst an jî berheman de taqlîtkirineke cidî ye. Ji kîjan berhemê sûd wergirtibe û taqlît kiribe, henek an jî îronî û bi awayekî mîzacî nêzî berhem, pasaj, beşa ku jê sûd wergirtiye, nabe, ew pirtir cidî nêz dibe. Lê Pastîş; wiha nîne, berevajî parodiyê ye; ji mîzah, îronî û henekpêkirinê sûd werdigire. Taybetmendiya neqeba van herdu têknîkan de cudahî û cihêbûn ev e.

Di kurteçîroka Tûtina Bavê Min de kurteçîroka duduyan a Heştirmeyê Bextreş de li gor hêmaya navmetnî hatiye honandin. Di destpêkê de bi kurteçîrokeke nivîşkal a Spencer Holst bi tîpên îtalîk (xwahr) hatiye nîşankirin û Hamit Baydu jî ev kurteçîroka nivco li gor teknîka navmetnî honandiye û temam kiriye.

Bûyer li ser firîna hêştirmeyekî dest pê dike û ev bûyer li welêt belav dibe. Welatiyên vî welatî tev hêştirme ne û xwedî serok û polês û mihafiz in. Piştî firîna hêştirme tê bihîstin, ev yek diçe guhê Serokê hêştirmeyan ê dîktator... Bi min ev kurteçîrok navmetniya navmetnî ye. Çîrok ji hêla naverok û teşeyî gellekî nêzîkî romana George Orwel “Çewliga Heywanan” e. Hêştirmeyên kurteçîrokê de xwedî Serokekî dîktator in û yasayekî wan î teqez heye ku lazim e welatî vê yasayê binpê nekin; “hêştirme nikarin bifikirin!..” (rpl:24/Weşanxaneya Lîs)

Dawiya kurteçîrokê trajîk e. Hêştirmeyê firî, bi sizaya mirinê tê darizandin û per û baskên wî tên rûçikandin. Lê a trajîk û a ku dişibe romana Çewliga Heywanan jî ev e ku Serokê dîktator yasaya ku weke leîtmotîv dubare dike, binpê dike û dawiyê de ew jî hewl dide bifire. Çewliga Heywanan de jî Serokê heywanan Napeleon dîktator e û nabe ku heywan bişibine mirovan. Lê di dawiyê de Napeleon û kesên derûdora wî ên alîkar jiyana mirovan dijîn û heywanên din ev kesên dişibine mirovan, li ber pencereyê dibînin û seyr dikin. Di vê kurteçîrokê de jî Hêştirmeyê dîktator hewl dide bifire. Ango ew jî dixwaze weke kesê ku hatî sizakirin, bike.

JI DEWSA ENCAMÊ

Berhemên xwe nêzî edebiyata cîhanê dikin encax ew berhemana dikarin pêş bikevin. Jiber ku edebiyat weke zimên û -herwiha bi zimên ve girêdayî ye- zindî ye û di xwe de veguhestin û xwenûjenkirinê dihewîne. Helbet sedemên me yî bingehîn hene ku me derengî di edebiyatê de postmodernîzm nas kir. Lê fikra min ev e ku nûjeniya edebiyatê serkeftineke şanazî ye. Herwiha dikarim çend romanan mînak bidim ku serkeftî hêmayên postmodern di berhemên xwe de bi kar anîne; Eta Nehayî/ Balindeyên Li Ber Bê, Helîm Yûsiv/ Sobarto, Fawaz Husên-Hussain/ Barê Şevê...

Kurteçîrokên vê kitêbê tenê bi teknîkên postmodern nehatina bikaranîn. Teknîkên edebiyata nûjen/modern weke; leîtmotîv, montaj, binhişî jî hatine bikaranîn. Em derheqê kurteçîrokên vê kitêbê de dikarin bibêjin ku hevoksazî û honandina kurteçîrokên nivîskêr xurt e. Peyv û hevokên herêmî çêj û tahmeke edebî dide çîrokan û kurdî û gencîneya kurdî dewlemend dike. Li hinek deverên kurteçîrokê çêr û sixêf hatine nivîsandin û ev yek reng dide kurteçîrokê û zimanekî di nava gel pirtir karakteran rasteqîn û realîst dike. Û nivîskar bi van çêr û dijûnan rengekî mîzahî ya trajîkomîk dide hinek kurteçîrokên xwe. Karakterên kurteçîrokê li ser zemîna dijîhev hatiye honandin. Hestên karakteran kîn, nefret, hez, bextewerî, êş, jan, kul... bi şêwaza xwe dide hîskirin. Mirov pê dihese ku ev çîrokên di vê kitêbê de, ev bûyer û qewmîn ji me gellekan jiya ye. Mekanê kurteçîrokan timî Amed û derûdorê ji Amedê ye -ji bilî kurteçîroka Hêştirmeyê Bextreş.- Bi taswîrkirina derûdorê û bûyerên di kurteçîrokan de li ser zemanê kurteçîrokan me pê agahdar dike ku zeman, di neqeba salên 1990î û heta nêzî roja me ye. Meriv dema ku kurteçîrokên vê kitêbê dixwîne ji zemên dihese ku zemanekî nostaljîk e. Kurtasî xwe ji vê kitêbê bêpar nehêlin da ku hûn jivan nebin. Dikarim bi dilrehetî bibêjim ku hêjayî pesindayînê û xwendinê ye, ev kurtekitêb.

Çavkanî

AKTULUM, Kubilay. (2000) Metinlerarası İlişkiler, Öteki Yayınları

BULUT, Feyza. (2018, Nisan) “Metinlerarasılık” Kavramının Kuramsal Çerçevesi, Edebi Eleştiri Dergisi, Cilt 2, Sayı.1