Veguhêzbariya pêlên spîn ên Magnon gelo dê bikaribe alikariya me bike?
Di nava spînan de spîneke bi navê magnonê heye, li gorî lêkolînên dawî ji bo veguhêziyê jî bibandor e. Magnon di mekanîka Quantumê de wekî halê quantîzekirî ya spînan tê binavkirin.
Ayşenûr Ozel
Gava em dibêjin teknolojî yekser ew amûrên teknolojik nûjen tên bîra me lê gelo em qet difikirin di van amûran de çi heye, dikare di navbera parçeyên amûran de têkîliyek çêbike? Bêguman ev yek bi saya veguhêziyê çêdibe. Di amûrên teknolojîk de ya herî grîng îzolator e. Îzolator çiqasî armanca wê îzolekirin be jî veguhêzbariya elektronan jî ji xwe re dixe armanc.
Heke em behsa veguhêzbariyê dikin dive em pêşî behsa spektrumên ronahiyê bikin. Di sala 1845an de Micheal Faraday bandora qada magnetîk a li ser spektrumên ronahiyê keşf dike û dibîne ronahî di nava vê qadê de dizivire. Bûguman îsbateke berbiçav tune bû ji bo vê yekê. Zeeman jî di sala 1896an de ji bo keşfa Faraday îsbat bike ceribandinekê dike. Atomên sodyûmê davêje nav êgir û vê xebata xwe dide ser elektrokişînekê (elektromiqnetîs). Bi vî awayî dibîne qada magnetîk rasterast bandor dike li ser frekansên spektrumên ronahiyê. Lê belê li gorî lêkolînan li ser hevbandoriya ronahî û qada magnetîk li ber teoriya elektromagnetîk du qat zêdetir xet derdikevin pêşiyê. Hingî nizanibûn ew her du xet wateya çi didin me û ji bo çi taybetmendiya elektronan derdikevin pêşiya me.
Ji bo ravekirina hebûna van xetên di elektronan de fîzîka klasîk têrî zanistvanan nedikir. Wekî ji bo hinek tiştan fîzîka klasîk, ji bo vê mijarê jî têr nedikir. Loma Ralph Kronig berê xwe da fîzîka Quantumê û hebûna spînan, taybetmendiya zivirînê ji bo elektronan çêtir dît. Bêguman ev fikir tam ne rast e. Elektron bi xwe li dora xwe nikarin bizivirin. Divê tiştek hebe ji bo zivirîna elektronan bibe sedem. Ev jî spîn e. Spîn ne cismek e, taybetmendiyeke elektronan e lê ji bo aliyên elektronan jî ev peyv tê bikaranîn. Taybetmendiya zivirînê.
Di nava spînan de spîneke bi navê magnonê heye, li gorî lêkolînên dawî ji bo veguhêziyê jî bibandor e. Magnon di mekanîka Quantumê de wekî halê quantîzekirî ya spînan tê binavkirin. Bart van Wees, Profesorê Fîzîkê ya Sepandî li Zanîngeha Groningen û pisporê warên wekî spîntronîkê tê gotin, dibêje, "Me made 100 qatî ziravtir kir û veguhêziya magnonê 1000 qatî zêde bû û ev yek di germahiyên kêm de çênebû, wekî ku ji bo tevgera elektroneke bilind di veguhêzên 2D (du dîmenî) de hewce ye lê di germahiya odeyê de." Ev encam nepayî bû û heta niha ne diyar bû. Van Wees: "Di gotara xwe de em ravekirineke teorîkî ya ceribandinê didin ku li ser bingeha derbasbûna ji 3D berbi 2D veguheztina magnonê ye."
Ji ber vê yekê çi dikare bi veguhêziya magnon a gelekî mezin re were kirin? Van Wees dibêje: "Em jê fêhm nakin." "Ji ber vê yekê, îddîayên me yên heyî bisînor in. Ev lêkolîna me dibe ku rê li ber hin fîzîka nû ya hîn nehatiye keşfkirin nîşan bide. Di demeke dirêj de, dibe ku amûrên nû jî werin çêkirin." Nivîskarê yekem Xiangyang Wei lê zêde dike: "Ji ber ku veguheztina elektronê tune ye, pêlên magnon belavbûna germê ya asayî çênake û belavkirina germê di cîhazên elektronîkî yên piçûktir de pirsgirêkeke mezin e."
Bi hebûna spînên magnon di warê teknolojiyê de karên bileztir û bihêztir pêkan in. Veguhêziya magnonan di germahiya odeyê de û bi madeyên ewqasî zirav bi rastî jî ji bo warê teknolojiyê zanyariyeke wekî zêran e. Ji ber ku têkiliya di navbera elektronan de dibe sedem parçeyên amûrên teknolojîk jî bi hev du re di nava girêdayiyeke xurt û bihêz de bin. Ev belkî bibe veguhêziya super jî. Xuya ye fîzîkvanên teorîk û ceribandî(laboratûarî) ê li ser vê mijarê rind bixebitin.