Wan
Wan bajarekî dewlemend e. Berî her tiştî behra wê heye. Hûnê bibêjin behra çi, ew gol e. Vî tiştî li cem Waniya nebêjin. Xwe pir aciz dikin. Dibên ne serî heye û ne jî binî. Heta cenawirê wan jî heye.
Mehmet Erbey
Merheba canik û camêrno. Wan bajarekî dewlemend e. Bi herhawî. Bo ger û geştê û bo çand û hunerê jî navendek e. Li hêla me Amed çawa navenda gelek tiştane, li hêla welatê Serhedê jî Wan wiha ye. Berî her tiştî behra wê heye. Hûnê bibêjin behra çi, ew gol e. Nebî nebî vî tiştî li cem Waniya nebêjin. Xwe pir aciz dikin. Dibên ne serî heye û ne binî, hûn çawa dibêjin gol? Rastî jî mafdar in. Heta cenawirê wan jî heye, ma hîn çi. Cîhên wê yê dîrokî ne yek û ne dudu. Ji gera wê merê têr nabe.
Berî hefteyekê ez bo bernama Standupê çûm Wanê. Lê berî ku ez qala çûna xweyî dawî bikim ezê qala çûna xweyî ewil bikim. Taliyê ezê vegerim ya dawîn.
Çûna min î ewil di sala 2009an de bû. Û weke avahîsaz ez çûbûm. Belê belê we rast xwand. Niha hûn dibên tu û avahîsazî. Weleh ez jî wiha dibêjim. Min piçkî zanîngeha inşaatê xwendibû. Îja hevalê birayên min î mezin li Wanê avahîsazî dikir. Gotin ka here. Karekî qezenca wê baş e. Ez jî betal bûm. Hîngî gotin û ji ser min venegeriyan bê dilê xwe min go temam. Ji ber ku ya dilê min karê şanoyê bû.
Ez serê we neêşînim, rabû min berê xwe da Wanê. Mitahîd û xwediyê wê şantiyê go tê şefê vê şantiyê bî. Îja çi şantiye. Mezin û dused karker lê dixebite. Camêr ji karkera got ji min ket mihemed patron e. Çi patron lo.
Belê me saet şeşê sibê dest bi kar dikir û me saet pêncan de diqedand. Biborin, herkesî saet pêncan de dev ji kar berdida lê yê min saeta min ne diyar bû. Patronê minî asas ji bo karê teknîkî (weke firotina xaniya, kirîna alavê inşaatê û hwd.) diçû û hew dihat. Û ji min re digot heta ez nehatim tu nere malê. Lo bavo îja tu û qirdê xwe. Hatina wî carna saet dehên şevê, carinan nîvê şevê. Kesên xebatkar, ku saet dibû pênc dev ji kar berdidan û diçûn li ber kaniya avê dest û rûyê dişûştin, cilên xweyî paqij li xwe dikirin û diçûn jixwer digeriyan. Her roj jî camêran ji min re digotin, keko ka tu jî nayê. Dilê min dikire qiç qiç, lê ez nikarîbûm biçûyama. Nobedarê şantiyê yê êvarî her roj qerfê xwe bi min dikir. Te dî di ew filmê hababam sinifî de zarokekî dihat li ber hababam sinifî disekînî û bi hirehîr dikeniya. Ew nobedar jî li min wer dikir û digot ma ez belasebeb têm, jixwe va tu li vir î. Her çiqas bi bêhntengî ez pêr dixeyîdim jî mafdar bû. Karkera roja yekşêmê weke betlane diyar kiribûn û kes nedixebitîn. Lê ez roja yekşemê jî dixebitîm. Gav çîmento dihat, gav hesin dihat û divê ez li wir bama û min teslîm bigirta. Ka ev hal bû rehme.
Belê, piştî wextekî bo çend rojan ez hatim Mêrdîn. Îja kê ez didîtim, Wan ji min dipirsî û digotin ka hela qal bike, dibêjin Wan xweş e, behra wê heye, cîhên wê yên dîrokî pir e û hwd. Min jî digot wele heyra, te dî min nedîtiye, lê dibêjin xweş e. Bi vê gotina min her kes şaş dibû û digotin kuro ma ne tu ji Wanê tê, ev çawa te nedîtiye. Min jî digo, kuro ji roja ez çûme, ji mal heta şantiyê, ji şantiyê heta mal. Rastiya min ev bû. Dilê kafira bi min re çi dişewîtî lo.
Bi vî hawî nediqediya û piştî vegerê min ji patron re got; wele ez hew karim û ezê dev ji kar berdim. Patron got kuro biaqil be, binêr ezê te bikim mitahît, tê dewlemend bibî… Camêr sê rojan li dora min geriya lê min qebûl nekir. Gotina dawî go, tê here şanoyê bike. Min go belê. Wî jî go de here. Tê poşman bibî lê wê hew bi dest te bikeve. Carinan ez difikirim û dibêjim xwezî min bi ya wî bikira.
Belê çûna min î Wanê ya ewil bi vî hawîbû. Pişt re jî bo bernameyên Tvyê pir caran ez çûm Wanê lê ji ber kar dîsa ez negeriyam. Ev cara dawîn ku bo Standupê min berê xwe da Wanê, min got teqez ezê li bajêr bigerim.
Belê dostên bernameya Standupê organîze kirin bi navê xwe ChalakeventsWan yên ku ji ciwana pêk dihatin. Camêra ji tu sazî û dezgeh û hwd. piştgirî nagirin û li Amed û Stenbolê jî bi navê Chalakevents karên çand û hûnerê dikin. Bi dildarî vî karî dikin û bi rastî serkeftî ne. Yê ku bi min re têkîliyê de bû, xortê bi navê Serhed bû. Serhed bi mazûvantiya xwe min dixist ber fediyê. Îja min jê re got, ez gelek carî hatime Wanê lê ez li bajêr negeriyame. Sibê berî ku ez derkevim ser dikê divê hûn min bigerînin û taştêya Wanê hûn bi min din. Go ser çava lê ezê sibê li kar bim û hevalekî meyî dinê wê te bigerîne.
Bû sibe û ez bi provayê de ketim. Keça delal ya ku wê bi ger û geşta min de biketa Viyan bû. Canikê gav li min digeriya, gav peyam ji min re dişand û min jî jê ra digot, bise ez karê xwe biqedînim. Te dît kar jî naqede û min ro li xwe kir esir. Dawiya dawin ez û Viyan gihan hev. Îja ez bi birçîbûneke bîrçîbûme tê bê qey ez ji ber xelê hatime.
Gava min go ez birçîme û çawên min li taştiya Wanê digeriya. Viyan go wer ez te bibim cîhekî xweş û bi nav û deng. Min jî çawa diranê xwe tûj kiriye. Lo bavo em li çi biqelibin baş e. Çavên min li taştê digeriya Viyan go xwarina Wanê ya bi nav û deng Keledoş e û gere tu bixwe. Ka taştê, ka penêrê sîrik, me bir û anî lê para me Keledoş ket. Her çiqas keledoş xwarinek bi nav û deng be jî, bila Wanî xwe aciz nekin lê min jê hez nekir. Tirşika me Mêrdîniya jê xweştir bû lo. Îja hûnê bibêjin ka te ger çawa kir. Heyra em dereng man û saeta ku ez derkevim ser dikê hat. Welhasil gera Wanê betal bû.
Belê gera Wanê dîsa di dilê min de weke kul ma. Lê ku rojek were û dîsa berê min bi Wanê bikeve, ezê berî kar û baran du rojan herim. Ya na weke her caran ezê destvala vegerim. Her çiqas ger bi dest min neket jî bernameya me yî Stand Upê serkeftî bû. Bo eleqaya temaşevana û bo organîzasyona ChalakeventsWan gelek spas. Bi heviya organîzasyonê xweştir û geştir.