Zalimên edebiyatê
Vê heftê mijara me zalimtiya serdestan, ferdan, civatan çawa bi çi şiklî xwe di edebiyatê da daye pêş, em ê bidin ser şopên wan.
Min hê dest bi nivîse nekiribû dil xwest bi jêgirtinek an referansek destpêbikim. Bi rastî cara ewil bû min nivîseka xwe da tiştek wisa kir. Ti car di nivîsek xwe da min jêgirtin bikarneaniye. Min rû neda vê form û teşeyê. Çimkî dema nivîsek bi jêgirtin an jî referansek destpê dike li gorî min di bin ewran da dimîne, piyek wî li hewayê ye. Çi nivîsên ku çi quncik, çi makale, çi rexne û nirxandin be divê bêjêgirtin û referansan destpê bike.
Wê gavê refrens an jêgirtin ew ê nivîsê yan jî berhema nivîskar re rê destnîşan bike, çaxê rê were nîşandin bivênevê ew ê bê qontrolkirin.
Bandora xwe ew ê destnîşan bike. Li ser rêyên hatine vekirin û ên em li ser dimeşin mîratek cîhaniye. Ger em bi hêla wêjeyê û zanîstiyê binêrin. Dibe ku meriv li ber xwe rêyan veke li ser rêyên vekirî her kes dikare bimeşe. We dî min dîsa bêjêgirtin û referans dest bi nivîsê kir.
Stranek heye Bergen distre û dibêje; “Tanrım kötü kullarını/Sen affetsen, ben affetmem/Bütün zalim olanları/Sen affetsen, ben affetmem”.
Ev hevokên rast û îsyanî li dijî xweda rabûnek efsûniye. Ew ê zalimtiyê bikin, hîle û xurdeyan bikin, zar û zewiyan bikujin paşê rabin bêjin yezdanê dilovan bila me efûbike. Ev nêzikatî pergala desthilatiyê ye jî bibîrdixe. Bergen afûnekiriye di strana xwe da, ev hevokên ku me xwend çend sal berê bû mottoya Femînîzmê jî. Dibe ku meriv jibîr neke, efû neke, heta ku zalim devji zalimtiya bernede ev sekn û nêzikatî her bidimo. Efû û jibîrkirin deriyê zilmê dide ber. Ger em zalimên welatên xwe efû bikin, ew ê dîsa teşebusa zalimtiyê, neheqiyê nekin? Bêguman ew ê bikin, bêhtir bi sosretî pêk binîn. Em rûyê xwe bi kû va vedigerînin neheqiyek dibînin, seh dikin an leqayê neheqiyan tên. Madem ewqas zilm û zor tê pêşiya me em çi bikin? Çil sal e li ser rûyê erdê dijîm. Piştî her neheqiyê bêdengî, dilnizmî li dijî neheqiyê gavek paşva avêtin zaliman zêdetir wêrek dikir. Wê gavê çareseriya xwe dibe ku ti bînî cih. Ji we re tiştek ecêp tê ev hevoka rast lê ji bo me ev wek nan û av e. Tu îradeya neparêzî ew ê ti kes bo îradeya te li kêleka te nîn be. Ger tirsa bindestan li hemberî serdestan ney parastin tu nabî kirde, tu nabî xwedî sekn û feraset. Vêga em ê di edebiyate da karekterên zalim, nebaş an nexweş bigerin.
Vê heftê mijara me zalimtiya serdestan, ferdan, civatan çawa bi çi şiklî xwe di edebiyatê da daye pêş, em ê bidin ser şopên wan. Jixwe welat û derdora welat ji zaliman û zalimtiyên wan meriv nikare gavek bavêje. Wek tovên nîsk û genim li her der weşandine.
Edebiyat dikeve nav rihê însanan, her însan ne hinek bi rastî gelek labîrentên wê henin. Edebiyat jî di nav vê labîrentên tarî û veşartî da xwîner derdixe keşfê. Wezifeya eynikek an xerîteyek derdixe pêşberî me. Ev quncikên veşartî, tarî, ji wicdanê bêpar, dijwariyek kor derdikevin ser dîkê. Zalimtî, şidet ne tenê di navbera du kesan da diqewime; ev şidet û neheqî carna bi rêya civakî, carna jî bi destê dîrokê va hatiye kirin. Edebiyat bi tena serê xwe zalimtiyê, zilmê deşîfre nake, yan jî karê dadgehkirinê ne daye ser milên xwe. Bêhtir bo were femkirin viya honandiye. Çimkî zalimtî û dijwariya zordest di rihê mirovan da her tim xwe veşartiye, li quncikek benda wexta xwe ye û bi hemû zindîbûna xwe û enerjiya xwe disekne. Kin û kurtasî di xwezaya mîrov da zalimtî heye û nivîskar li ser çermê rûpelan viya neqişdike.
Me gotibû edebiyat eynikek bo xwîneran, tiştên ku di rih û hişê xwîner da diqewime radixe ber me. Hê tu nejiyayî nişanê te dike. Çi nimetek mezin e edebiyat ne wisa? Gîrîzgeh-pêşxistin û encamê diyar dike. Di wêjeya me da karekterên zalim bi rêya serdest û bindest tê avakirin. Rastiya wê jî ev e. Şert û mercên welat li ortêye. Nivîskarek bindest, di bin ewrên gefxwarinê da çawa dikare serdest ava bike? Karekterên me yê nebaş, zalim, fesad, nexweş her tim bi rêya dagirkerî û rewşa welat va tê deşîfre kirin.
Ger em totala karekterên wêjeya me raxin ew ê karakterên me yî zalim di çevçeveya wê wiha be: Cehşbûn, kontrabûn, kûjerên serdestan, îhanetçî û axatî. Romana kurdî di destpêkê da bi xwe rûbirû dimîne. Pêşî bi xwe re dike hesab û kîsab. Zane li hemberî wî hişek û rihek hatiye bidestxistin, dagirkirin û kontrolkirin. Di vê mijarê da nivîskarên me destpêkek di cî da edebiyata xwe ajotiye. Edebiyat eynika neteweyeke, wê gavê edebiyata me da karekterên zalim ev in. Serdest wek fragmanan derbas dibin. Karektera Beko ê Xanî em dikarin wek mînakek bidin. Di roman û çîrokên wêjeya me de karekterên kirêt li ser vê esasê hatiye avakirin.
Shakespeare di leystika xwe ya bi navê “Macbeth”ê da karektarên ku derdikevin hemberî me wek Macbeth û Lady Macbeth destnîşana zalimtî û îhtîrasê ne. Lady Macbeth diqîre û dibêje; “ev lekeyên lenetî hê jî di destê min daye!”.
Zalimtî ne tenê qurbanên xwe dixwo, zalim jî piştî demek bi destê xwe va tê vexwarin. Qêrîna Layd Macbeth bi destê xwe xwarinê hêma dike.
Misal karekterên Dostoyevskî, ê zalim û nexweş ti car di wêjeya me da ew ê nikaribe ji xwe cîh peyda bike. Çimkî karekterên nivîskar serdest in. Ev serdestbûn Îvan har dikir, bêtirs tevdigeriya. Tu bi bindestî nikarî karekterên serdestî derxî meydanê. Sosyolojiya gel, aboriya wê, têkîliyên çi ferdî çi civakî nahêle karekterên wek Îvan Karamazov derxe. Îvan Karamazov li hemberî dinyayê dibêje de werin kî berena kî berxe. Ev wêrekî bi rihê serdest hatiye meydanê. Karekterên romanên me yî kîret jî meydanê dixwazin, gazî û sifre dikin.
Lê ne bi îradeya xwe bi destek din tên meydanê û gazîdikin. Ê xwedî îrade jixwe li hemberî wan bi seknek wêrek û îradeyek saxlem tê neqişkirin. Îvan Karamazov bi nefreta bav re zalimtiyê tîne ser qada felsefeyê, bi pê ra girêdide. Ev girêdan ji zalimtiya fîzîkî bi ber metafîzîkê va xwe diqelîbine û ev êşa ku di dil û hişê daye metafîzîkê destnîşan dike. Êşa ku ketiye nav rih û giyanê.
Edebiyat ne tenê zalimtiyên ferdî/şexsî dide ber me. Zalimtiyên komî, kolektîfî, pergalî jî di edebiyatê da xuya dike. Romana Orwelleyê “1984”an da dîstopyayek nîşanê me dide.
Brayê Mezin, li her derî çav û guhê wî heye, rûyê wiyê totalîter, dîktatoriyê radixe ber me. Zalimtiya li vir, hebûna ferdbûnê û îdraqa heqîqetê perçedike û piştî demek wek pergalek dixebite. Îro zalimtiya li ser gelên me komî û kolektîfi ye. Wek gurên çavsor û xwîndar bi sîstemek dixwazin me ji meydanê rakin. Hêvî û armanca wan ev e. Zalimtiya îro li ser me tê meşandin bi navê îdolojiyek kirasek hatiye dirûtin û ji xwe re her tiştî heq dibînin. Pergalên wan diyar in hewce nîne em dîsa binîn ser ziman. Madem li hemberî me zalimtiyek kolektîf heye em çima li dijî wê hişek bitevgirî û kolektîf tevnagerin? Sebebên wê gelek in yek jî ji wan karekterên ku di romana me da hatiye honandin em dikarin xwe bigîhîjînin wir.
Nivîskarê Efrîkayî Achebe zalimtiya herî dijwar di romana xwe da daye eşkerekirin. Romana wiya “perçekirin”da qala kolonîzmê dike. Bi destên kolonîstan çawa çavsorî dikin û hovitiyên kirine nivîskar bi zimanek zelal daye ber me. Ne tenê ferd, hemû civat di bin bandora kolonîstên zordestan da damarên welatek tê jêkirin. Ev damar her tiştî bo hebûn û xwebûnê wek nefesê ye.
Teswîra Achebeyê rojavayiyan-navendî deşîfre dike, perdeyên ku dane ser rûyên xwe yê kîret û qirêjî dide xuyakirin, radike. Zalimtiya ku rojavayiyan li ser welatiyên Efrîkayî dimeşînin li ser nasname, çand û zimanê ye. Pergalek koletî hatiye dayîn. Dewleta tirkan jî li gor pergala rojavayiyên tevdigere û hê jî li ser vê esasê polîtîkayên xwe bi cîh dike. Li hemberî zalimtiya kolektif, berxwedanek kolektîfî dikare bi pê ra serî derkeve.
Zilm her tim bi şiddet an gefxwarinê nay ber derî. Mîsal Emma Bovary di jiyana xwe da her tim hatiye şikandin, hatiye qutkirin, xiyalên wê hatiye binpêkirin, bi destên burjuvayê ev pêkhatiye. Burjuva li hemberî Emma Bovaryayê xweferzkiriye. Ferzkirinek zalimtî hêma dike. Civat bi bêdengî îradeya Emma dike bindest, pêşî rihê wê tê dorpêçandin, xiyalên ku hatine qutkirin û şikestî karekterê dibe tenêtiye. Di esasê xwe da civat wê bi hikmê xwe berê wê dide tenêbûne û ev zalimtiya kolektîfî bi cezadayînê xwe pîroz dike.
Belê, me li jor bi serdevkî qala zaliman kiribû. Meseleya tîmseh û çûka zirav hat bîra min. Tîmseh piştî xwarina xwe ya goşt devê xwe vedike û li benda çûkên zirav disekne ku goştên ku ketine nav diranên wî paqij bikin. Tîmseh bêbavek derehanêye, ti ajal û însan nasnake. Tîmseh çaxê birçî dimîne dîsa devê xwe vedike û li benda çûkên zirav disekne. Çûkên zirav kom dibin û dikevin nav devê vekirî. Li pey goştin lê ev feqa tîmseh jiyanê li wan dawî dike. Ji vê re dibêjin mutualîzm. Di navbera du zindiyan da li dijî hev ji hevûdinê menfaatê derdixin. Zalimên ku atmosfera zalimtiyê dane ava kirin, diçe û vedigere tê xwediyê xwe dixwo. Ezeba zaliman di hindir da destpêdike, di raman û hişê wan da ji xwe re hêlînê amade dike.
Karektera Joseph Conrad di pirtûka xwe ya “tarîtiya dil” da karektera Kurtz; bi navê mêtingeriyê îşkenceyên ku li ser welatiyan dike sînoran derbas dike. Lê ev zalimtiya wî di bingeha xwe da wî ji mîrovahiyê qut dike. Kurtz di ber sikrata mirinê da diqîre, “Dehşet! Dehşet!” Ev qêrîn hem zalimtiya wî hindir de eynikek e hem jî di nav dinyayek çawa da dijî em hay jê dibin. Zalimên romana ne wek zalimên Rojhilata Navîn in. Zalimên welat bo efûkirina xwe û wicdana xwe bo rihet bikin pişta xwe dane ol û îdeolojiya fermî.
Ti car di xwe da suçek nabînin ya bo dewleta xwe kirine yan jî bo dîn yê xwe sosret kirine. Misal li Farqînê kontrayên olî bo kuştina însanan ji xwe re fetvayan derdixistin. Ji bo wê biwêjek me heye wisa dibêje, “kesê ku cêran çêke dikare çembilan jî pê ve bike”. Suç û gunehên xwe bi çend fetvayan paqij dikirin. Ew ên ku ji xweda efû daxwazin bi navê xwedeyan kîrêtbûna didin pakîjkirinê.
Ji bo wî li ser welatê dîrok û zilm xwe dubare dike, cudabûna wê tenê wext û rûyên ku hatine guharandin. Di edebiyatê da karekterên zalim tenê malzemeya çîrokan nînin, rihê însanên ku di nav tariyê da mane bo em fem bikin doneyan dide destê me. Zalimtî di her însan da xwe daye veşartin, wek li bin siyekê li benda xwe be. Edebiyat di vê da karek pîroz dike û eynikek dide ber me, rûbirû mayînê destnîşan dike. Li pişt her zalimiyê çîrokek heye, li pişt çîrokan jî mîrov bixwe heye.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.